Ji gelê me û rayagiştî re!
Yên pêşroja azad a gelan diyar dike rêber û leheng in. Ew gelên ku lehengên wisa ku destanên afirandine dernexistibin ji dika dîrokê hatine maliştinê. Ji ber ku gel bi lehengên xwe ji nû ve têne vejîn, xwe digihînin rizgariyê û pê hebûna xwe mayinde dikin.
Bi vê armancê tevgera PKK’ê ku tevgereke rêbertiyê ye, di dawiya çarîka sedsala 20’an de di tevahiya dîroka têkoşîna xwe de bû tevgereke fedayiyan. Dema ku welat Kurdistan be
Bi vê armancê di nîveka sedsala 20’an de bi îdeaya ku vejîna gelê kurd pêk bîne, PKK wekî tevgereke pêşengî derket û di seranserê dîrokê de bû tevgereke leheng û fedayiyan. Dema ku welat Kurdistan be, wê demê zêdetir pêwîstî bi kesayetên bawermend, fedekar, dirist, paqij û milîtanên azadiyê heye. Wê gelê kurd an di fedayitiyê de tercîha xwe bikirana an jî têkoşîn nedabana. Ya ku hate tercîhkirinê jî, divê îxanet li rastiya gelê kurd nehatibûna kirin. Ji ber ku ev gel di nava seyra şaristaniyê de daxwazên wekhevî û azadiyê di genên xwe de hilgirtibû. Ev bixwe pêngaveke wisa bû ku pêwîstî bi lehengiyên mezin û ji xwe derbaskirinê hebû. Di vê oxirê de bi deh hezaran gerîla, qadro û welatparêz, bi lehengiyeke ku di dinê de emsalên wê nîn in li ber xwe dan û şehîd ketin. Gelê me yê welatparêz li welatê xwe, li ser axa xwe, li gundê xwe bi pêkanînên dijmirovî re rû bi rû man. Di vê demê de bi hezaran gund hatin şewitandin û bajar hatin wêrankirinê. Gelê me yê welatparêz bi zora dijmin hatin koçberkirinê û di kuçeyên metrepol û bajaran de mehkûmî jiyaneke xizan û hejar kirin. Ev gelê me yê ku her cure êş kişandiye û têrî xwe bedel daye, digel van hemûyan girêdana xwe serokatî, şehîd, tevger û Hêza Parastina Xwe gerîla berdewam kiriye û tu carî dev ji azwer û îdeaya xwe ya azadiyê bernedaye. Di vê oxirê de jî keç û lawên xwe yên herî bijarte diyariyê têkoşîna azadiyê kiriye.
PKK di nava 30 salî de bi şehîdên xwe, di dilê gelê xwe de bûye partiya şehîdan. Ev tevgera partîbûyînê ku bi Heqiyan despêkir, li hember hovîtiya zîndanê bi Mazlûm Dogan, Heyrî Dûrmûş, Çaran û bi Kemal Pîran veguhezte rastiyê û bi Mahsûm Korkmazan, Bêrîtan û Zîlanan û bi hezaran hevalên leheng gihîşte asta azadiyê. Bîrdoziya PKK’ê, bi van hemû nirxên ku şehîdan afirandine bi hêz bûye. Bi hêleke din bîrdoziya PKK’ê, bixwe mîrateye şehîdan e. Di vê wateyê de mîrateya şehîdan, ji bona me xeta bîrdoziyê ye.
Bersiva herî baş li hember qomployê ya li hember serokatiya me rêheval Xebat bi beşdariya nav refên gerîla bû ber û pê re bi çalakî beşdarî şerê afirandina mirovên azad ên ku tevgera PKK’ê derxistiye holê bû. Rêheval di xebatên bi rê ve dibir de her dem bi moral û coş beşdar dibû û di nava hevalan de milîtanê herî ku dihate hezkirin bû. Rêheval Xebat digot ku; “Di tevahiya jiyana min a di nava partiyêde tu pêşniyarek min ji partiyê nebûye û tu car bendewariyek min jî çênebûye. Pêkanîna xwestinekê û karekî ku pêwîst e bê kirin bi cî anîn û bi qasî quweta min têrî bike beşdarî di min de nêzîkatiyeke exlaqî û rêgezî ye. Bes çûyîna bakurê Kurdistanê ji bona min tê wateya ji nû ve beşdariya PKK’ê ”û bi vî awayî girêdana xwe ya serokatî, gel û rêhevalên nîşan dida. Ew her dem di meş û beşdariya xwe bi azwer û bi îstîkrar bû. Rêheval Xebat di gulana sala 2008’an de dema ku li Eyaleta Amedê mayîneke dijmin ku danîne hewl daye bêbandor bike, qeza derbas dike û digihîje şehadetê.
Em wekî HPG didin diyar kirin ku em ê her dem bi bîranînên şehîdên xwe re girêdayî bimînin û hetanî ku li çar parçeyên Kurdistanê xwe bigihînin hedefa Konfederalîzma Demokratîk, em soz didine gelê xwe ku wê ev têkoşîn bi biryarî bidome. Em ê di çarçoveya parastana rewa de hetanî dawiyê hebûn û rûmeta gelê xwe û hemû nirxên wê yên demokatîk biparêzin. Dîsa em di şexsê Xebat de ji hemû şehîdên Kurdistanê re soz didin ku di her şert û mercî de bi şerekî parastina çalak, em ê berxwedaniyê bilind bikin. Bila ev baş bê zanîn ku wê milîtanên HPG’ê di xeta Xebatan, Egîdan, Adilan de, daxwazên artêşa TC’ê ya faşîst vala derbixînin û wê hemû ciwanên Kurdistanê her yek ji wan bibin Xebatek.
Di vê bingehê de di şexsê malbata Xebat Diyar de ji gelê xwe yê li Qoser û gelê Kurdistan re, ji Rêber Apo re û ji hemû hevalên wî re sersaxî dixwazin.
![]() |
Xebat Diyar |
20 Tîrmeh 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê

