HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Em Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku dikeve sala 17. û di şexsê Rêber Apo de dike armanc ku azadî û îradeya gelê Kurd ji dest derxe û qirkirinê dike em şermezar dikin. Em şehîdên xwe yên “Hûn nekarin Roja me tarî bikin” li hember vê komploya pêk hat bedenên xwe kirin sîper bi rêz û hurmet bibîr tînin.

Dîroka gelê Kurd dîrokeke komployan e, Li vî welatê ku mêtingeh e li hember her gava ber bi azadî û edaletê, rastiyeke aşkera ye ku hêzên serwer bi rêbazên komployan bersiv dane, hewl dane biçewisînin û di vê de jî di asteke mezin de bi ser ketine. Tê zanîn ku di dîroka têkoşîna me de jî di şexsê Rêbertiya me de li hember gel û tevgera me bi hewldanên lîstîk û komployan ji aliyê Rêber Apo û berxwedana gelê Kurd ê di roniya Rêber Apo de zane bûye vala derxistin.

Komploya Navnetweyî ya 15’êSibatê ku di aliyê ast, rêbaz, tevayî komplo û êrîşên di demên berê de ku bandora wê ya di dîroka gelê Kurd de ku bi awayekî cidî cuda ye, bi pêşdîtina kûr û berxwedana mezin a Rêber Apo, berxwedana bi lehengî û fedakariyên tevger û gelê me vala hatiye derxistin. Komploya 15’ê Sibatê ya ti aliyên wê yên însanî nîn in û zîhniyeta emperyalîst bi hemû şaxên wê ve derdixtiye holê tenê vala dernexistiye, di heman demê de li ser esasê parêznameyên Rêber Apo yên paradîgmaya sedsala em têde ne derxistiye û holê û derketina Rêbertî ya dîrokê têkoşîna me hê bihêztir bûye. Vejîna Rêbertî ya Sêyemîn ku wê bandora wê sed salan dewam bike li hember vê komployê wek bersivekê pêk hatiye. Di nav vê pêvajoyê de hêzên gerîla yên di aliyê taktîk û stratejîk de xwe nû kiriye, qabîliyeta wan a manewrayê û performansa wan ku encamên girîng derxistine holê, ji 15’ê Sibata 1999’an a dema komploya pêk hat, gelê Kurd ê rojekê jî Rêbertî bi tenê nehişt jî tevgera serhildanê hê zêdetir pêş xistiye. Di xeta Rêbertî de xwedî li berxwedanê derketiye, di vê oxirê de berdêl dane û li hember komployê têkoşîn gihandiye asteke pir girîng.

Tevî ku Komploya Navneteweyî vala hatiye derxistin û negihiştiye ti armancê jî, îro hê jî bi rê û rêbazên nû ji bo tasfiyekirina gelê Kurd hewldan didomin. Êrîşa komployê ya di asteke girîng de hat bêbandorkirin, di roja me de dewletên serwer ên axa Kurdistanê dimêtin û paşverûtiya cîhanê asta dawî ya gihiştinê ev e ku li ser terora DAIŞ’ê tê xwestin bi taktîkên nû careke din zindî bikin. Hêzên ku Şoreşa Rojava ya gelê me li ser esasê fedakariyên pir mezin pêk anî û destketiyên li Başûrê Kurdistanê hezm nakin, ji bo ev pêşdeçûn li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi bandor nebin di nav hewldanên mezin de ne. Lê belê yekparebûna Rêbertî, PKK û Gelê Kurd li hember êrîşên pêş dikevin, ku gav paşde navêje û bi awayekî naheje xwe pêk tîne, ev lîstikên bi destên mêtinkaran, paşverûyan, faşîstan û hevkarên xwecihî tên pêkanîn, derbas kiriye, qat bi qat bihêz bûye û bi destxistina çeperên ku nahilweşin bi ser ketiye. Têkoşîna azadiyê ya li ser vê bingehê pêş dikeve, pirsgirêka Kurd anîne pêvajoyeke çareseriyê ya bi kok.

Ev dema 17. Salvegera Komploya Navneteweyî, dema ku êdî tevayî texrîbatên pêvajoya Komploya Navneteweyî pêk aniye ji holê bên rakirin, Ev jî bêguman hedefeke ku bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd mimkun e. Di têkoşîna merheleya nû de hedefa esasî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ev e. Ev dema nû, di vê çarçoveyê de wê pêşdeçûnan bijî û bi pratîkkirina pêvajoyeke ku wê Komploya Navneteweyî bi tevayî têk bibe re rû bi rû ye. Di vê çarçoveyê de Hêzên Parastina Gel, di heman demê de li ser esasê projeya jinûve avabûnê ya tê wateya têkoşîna li hember komployê jî, li ser roniya feraseta parastin û rêxistnbûneke li gor ruhê pêvajoyê, 17. sala Komploya Navneteweyî pêşwazî dike.

Em diyar dikin ku di têkoşîna li hember Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de wek gerîlayên azadiyê yên Kurdistan bêdudilî, di têkoşîna sala 17. de, em ê têkoşîna di oxira armanca pîroz de hê zêdetir pêş bixin, di rêya diçe armancê de rola dikeve ser milê me bi hişmendî fedakarî û ezmeke hê mezintir bilîzin.

13 Sibat 2015

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel