HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Dema ku em 36.emîn salvegera partiya me PKK’ê li Kurdistanê bi bîrtînîn yên bûyîn qehremanê vê vejinê ji Heqî, Mazlûm û Xeyrîyan û heyanî digihije Egîd, Zîlan, Erdal, Şîlan, Vîyan, Adil, Nûda, Rûstem, Xebat, Mehmet, Rojîn, Hûseyîn, Kerîm, Reşît, Sara, Arîn,Gelhat û Dilgeşan bi hezaran şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bi bîrtînîn. Şehîdên me weke afirênerê vê dîrokê bi berxwedanan PKK’ê ronakbuyîna bîrûbawerîya mezin li Kurdistanê derxistiye holê û rastiya gelekî bi biryar û idea berbî azadiyê ve dimeşe derketina wê ya ser dîka dîrokê peyda kiriye. Berxwedanên wusa girsegir ku pir kêm mirov rastî wê tê û qehremaniyên destanî di nava vê dîrokê de di oxira armancên bilind de şehîdên meyên fedayî ji buyîn em dibînîn. Di vê rastiyên de dîroka PKK’ê di pêşengtiya Rêber APO de weke parastvanê nebez yê azadiyê, demoqrasiyê û dadê di nirxê mirovahiyê de gihaye nûnerî û wateya xwe ya rast.

Ji HRK’ê heya ARGK’ê, ji ARGK’ê heya HPG’ê îro li tevahîya Kurdistanê ji hêza ji bo parastin û ewlehiyê hêzekî fedayî hatiye afirandin. Ev rihê fedayî yê bi zanabûnên xwe bi me didin pêkanîn, berxwedanê di rêya serkeftinê de digihîne encamê nirxên şehîdên me yên ku derxistine hole temsîl dike. Ruh û zanabuna di oxira van nirxande cavê xwe na niqîne xwe feda dike jî biryardarî û xeta fedaî ya APO’ciye. Bi vê biryardariyê sêzde rêhevalên me yên ku vê tekoşînê bi rêvedibirin di dîrokên cuda cuda de tevli nava karwanên şehîdên azadiya Kurdistanê bune. Cesur Korkmaz(Musa Dellayimilan) Delila Dilan(Dilber Kayhan), Dicle Dilşad (Nezife Kaval), Ferhat Hakkari (Tahir Çelik), Haşim Pasur (Abbas Fidan), Helgurt Kandil (Amanç Rauf), Mazlum Reşît (Muhammed Reşît), Pîran Koçer ( Abdûlmuttalîp Damar), Rojbîn Amed ( Elif Ak), Sarya Amara (Yağmur Tekdal), Sûwar Zerdeşt (Ercan Kaplan), Suwar Meşkan ( Ridvan Tekîn) û rêhevalê Welat ( Ayhan Bîçer) di demê van erkên dîrokî girtîn ser milê xwe gihiştine şehadetê.

 

Agahiyên sicilî yên hevalên me yên Şehid ketîn wûhane;

 

Navê Kod: Cesur Korkmaz
Nav Paşnav: Musa Dellayimilan
Cihê Dayîkbûnê: Makû
Navê Dayîk û Bav: Belkıs - Halil
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Mijdar 2008 – Agirî

Cesur Korkmaz

 

Navê Kod: Delila Dilan
Nav Paşnav: Dilber Kayhan
Cihê Dayîkbûnê: Wan
Navê Dayîk û Bav: Gevher - Abdulhakim
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Mijdar 2012 – Herêmên Parastinê yên Medya

Delila Dilan

 

Navê Kod: Dicle Dılşad
Nav Paşnav: Nezife Kaval
Cihê Dayîkbûnê: Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Asiye - İsa
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Mijdar 2012 – Herêmên Parastinê yên Medya

Dicle Dılşad


Navê Kod: Ferhat Hakkari
Nav Paşnav: Tahir Çelik
Cihê Dayîkbûnê: Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Saniye - Tayyip
Cih u Dîroka Şehadetê: 28 Mijdar 2012 – Xakurkê

Ferhat Hakkari

 

Navê Kod: Haşim Pasur
Nav Paşnav: Abbas Fidan
Cihê Dayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Cevahir - Süleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Mijdar 2009 – Herêmên Parastinê yên Medya

Haşim Pasur

 

Navê Kod: Helgurt Kandil
Nav Paşnav: Amanç Rauf
Cihê Dayîkbûnê: Pencewîn
Navê Dayîk û Bav: Sebri - Rauf
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Mijdar 2012 – Xakurkê

Helgurt Kandil

 

Navê Kod: Mazlum Reşit
Nav Paşnav: Muhammed Reşit
Cihê Dayîkbûnê: Efrîn
Navê Dayîk û Bav: Müzeyyen - Abdurrahman
Cih û Dîroka Şehadetê: 22 Mijdar 2010 – Herêmên Parastinê yên Medya

Mazlum Reşit

 

Navê Kod: Piran Koçer
Nav Paşnav: Abdulmuttalip Damar
Cihê Dayîkbûnê: Wan
Navê Dayîk û Bav: Naşide - Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Mijdar 2012 – Herêmên Parastinê yên Medya

Piran Koçer

 

Navê Kod: Rojbin Amed
Nav Paşnav: Elif Ak
Cihe Dayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Fatma - Mahmut
Cih û Dîroka Şehadetê: 10 Mijdar 2008 – Herêmên Parastinê yên Medya

Rojbin Amed

 

Navê Kod: Sarya Amara
Nav Paşnav: Yağmur Tekdal
Cihê Dayîkbûnê: Amed
Navê Dayîk û Bav: Nedibe - Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 22 Mijdar 2011 – Herêmên Parastinê yên Medya

Sarya Amara

 

Navê Kod: Suwar Zerdeşt
Nav Paşnav: Ercan Kaplan
Cihê Dayîkbûnê: Colemêrg
Navê Dayîk û Bav : Berivan - Celalettin
Cih û Dîroka Şehadetê: Mijdar 2012 – Herêmên Parastinê yên Medya

Suwar Zerdeşt

 

Navê Kod: Suwar Sozdar Meşkan
Nav Paşnav: Rıdvan Tekin
Cihê Dayîkbûnê: Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Halime – Mehmet Salim
Cih û Dîroka Şehadetê: 28 Mijdar 2012 – Herêmên Parastinê yên Medya

Suwar Sozdar Meşkan

 

Navê Kod: Welat Kürdistan
Nav Paşnav: Ayhan Biçer
Cihe Dayîkbûnê: Colemêrg
Navê Dayîk û Bav: Duri – Hazım
Cih û Dîroka Şehadetê: 15 Îlon 2012 – Herêmên Parastinê yên Medya

Welat Kurdistan

Şehîdên me yên ku di oxira azadiyê de çavê xwe na niqînîn û canê xwe feda dikin çand û jiyanekî bi wate didin jîn, di Kurdistanê de jiyanekî bi rûmet ji nüve jînkirin. Ev sekan biryardara mîlîtanî weke gêrîllayên HPG û YJA-Star di qadên erkdar yên ku lênede jiyan û felsefeya APO’ci pêşbixin û mezinbikin, weke taktik û stratejî bi awayek jêhatî bîrewer kirin û nirxên ku li ser gelek ked hatîn dayîn nirx zêdekirin, seknek mînak derxistiye holê. Îro ev erk ji aliye Şehîdên me radestî rêhevalên çekê hatiye kirin.

Ev erk û berpirsyartiyên di serî de rêhevalên me yên di meha Mijdarê de gihiştîne şehadetê û ji aliyê tevahî şehîdên me ve radestî me kirîn, di serî de azadiya Rêber APO û Kurdistanê pêkanîn û jibo gihandina serkeftinê ya tekoşîna azadiyê weke şêwazê bi biryar yê tekoşînê wê serkeftinê mîsoger bike.

29 Mijdar 2014

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel