HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jİ GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GİŞTÎ RE!

36.emîn salvegera partiya me Partiya Karkerên Kurdistan-PKK kû Rêber Apo û gurubek hevalan bi destkeftiyên pir kêm bingihê wê di Newroza 1973 ande avêtî, dî serîde  Rêber Apo kû bi kedeki pir mezin partiya me avakirî û di gihandina van rojande xebatek bê hempa meşandî, tevahî rêhavlên partiyê, gelê Kurdistanê yê welatparêz û tevahî mirovahiya bi demoqrasiyê layengirê azadiyê ye pîroz dikîn.

kurulus pkk

Rastiya partiya şehîdan PKK’ê famkirin, bê guman bi famkirina rastiya şehîdan gengaze. Ji Heqî, Mazlûm, û Xeyriyan heyanî Egîd, Zîlan, Erdal, Şîlan, Vîyan, Adil, Nûda,Rûstem, Xebat, Mehmet, Rojîn, Hûseyîn, Kerîm, Reşîd, Sara, Arîn, Gelat û Dilgeşan; şehîdên me yên bi nirx ku ji dema destpêkê heya niha bi xwîna xwe doza azadiya Kurdistanê jîn kirîn, bi rêzdariyekî mezin, minnet û şûkran bi bîrtînîn. Doza azadiyê ya ku şehîdên me yên xoşewîst ji mere hiştîn bi gihandina serkeftinê, gelê me yê di oxira wan de canê xwe feda kirîn, tekoşîna azadiyê ya welatê me û tevahî gêlên bindest gihandina serkeftinê deyneke li ser stuyê me.

Tevahiya 36 salan de tekoşîna bi coşek mezin hatî dayîn û berxwedana PKK’ê ya bi hezar û yek kedê hatî honandin, gelê Kurd yê ku ji aliyê dagirkeran ve tune dihat hesibandin derketina wê ya ser dîka dîrokê, gelê Kurdê ku esameya wê ji ne dihat xwedin rêya jiyan û hebûnê vekiriye û bi saya vê berxwedanê gelê Kurd di Rojhilata Navînde hatiye rewşa aktorekî pir giring. Gelekî ku kor, bê ziman û ker hatî hiştin û koledariya herî giran jiyan dike, bi PKK’ê re îdeaya hebûnê pêşketî û jiyankirina ronîbuyîna bîrûbawerî, exlaq, coş û îradeya şerkirinê qezenç kirî bi tena serê xwe rê li ber şoreşekî civakî vekiriye. Gelê Kurdistanê yê li derdorê xet û berxwedana PKK’ê bûyîn yek, hişmendiya tekoşînê, ezim û wêrekîya wê qezençkirîne. Bi jin, mêr, ciwan û piran tevahî gelê Kurd li gel vê tekoşîna bê bêhnveder tavahîbûyîn; bi tevahîbûyînê re cewherê we naskiriye, bi naskirina cewherê xwere hîn bêhtir xwe li PKK’ê werandiye. Îro gelê me bi pêngavê bawer berbi azadiyê ve diçin. Li Rojava azadiya gelên herêmê, serkeftina di bingehê xeta sêyem ya xeta demoqrasî û biratiyê de hatîn destxistin delîlê vê yê herî vekiriye. Vekiriye ku PKK partîbûyîna klasîk derbaz kiriye û bi ruhê di cewhera wê de heyî, felsefe û sekna jiyanî ku sîstemek avakirî buye hêzekî pêşeng.

Her sala dîroka PKK’ê, dîka berxwedanên destanwarî yên nefes bi nefesê rêvediçiye. Di her salên tekoşînê yên bi serê xwe zor û zehmet, bi fedayî û biryardarî tekoşîn rêvebirin şoreşê di xaka Kurdistanê û erdnîgariya Rojhilata Navînde hêvên kirî destanên rizgarbûna gelê Kurd hatine nivîsîn. PKK’ e ya ku bi îradeya xwe ya cewherî u herwiha bi hevkariya gelê me yê bê hempa heya roja me ya îro meşiyayî; u weke parastvanê nebez yê azadiyê, demoqrasî û wekheviyê bê nîqaş buye nûnerê nirxên mirovahiyê. Paşverûtiya cîhanê ya xala herî dawîyê gihiştiyê li hember faşîzma DAİŞ ji îro di pêşentiya PKK’ê de tekışînek pir mezin tê meşandin. Îro li Şengal, Kerkûk û Mexmûr li hember faşîzma Daiş tekoşîna ku tê meşandin demaku PKK’ e rolekî pêşeng di leyîze, di serîde Kobanê, Rojava û li gelek cihên Başurê Kurdistanê tekoşîna ku PKK’ e di meşîne, ji bo hêzên berxwedêr dibe serçaweya bestlêhatinê.

Weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistan, di pêşengtiya Rêber Apo de, xeta serkeftinê ya PKK’ e nûnertiya wê dike bawerî û biryardariya tekoşîna azadiyê ya gelê me bi serkeftinê tacîdarkirinê ji herdemê bêhtir xurttir jiyandikîn. Derfetên gihiştina serkeftinê ya tekoşîna azadiyê di pêşengtiya PKK’ê de, îro ji her demê bêhtirin. Li ser vî bingehî 37.emîn sala partiya me bi yekbûna azadiya Rêber Apo û gelê me pêşwazî dikîn. Weke endamên tekoşînekî, zanabûn û ceribandinên xweyên mûazzam, bi xebatekî ji herdemî bilind û lêbezîna serkeftinê hewildana pêşxistina jibo erkên me yên dîrokî pratîkek layîq di qonaxa herî jordeye. Di sala 37.emîn ya tekoşînê de, di rêya pêşxistina armancên partiya me PKK’e de weke kesek yê azadiyê bi tevahî hêza xwe nişandana bicihanîna erkên demî, di meşa azadiyê ya dîrokî de tevahî gelê me, dostên me û tevahî rêhevalên meyên berxwedidin carekîdin salvegera partiyê pîroz dikîn.

26.11.2014

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel