Ji gelê me û raya giştî re!
Tevgera me li hember êrîşên li ser Şengelê ji roja 3 Tebax heya niha li Şengalê ji bo parastina gelê me û herêmê bi armanca bicihanîna erkê xwe berxwedanek pir mezin pêşxistîne. Ew mutlaqîyete ku berxwedana ji rêheval Genco destpêkirî, heyanî Armanc û Karkeran pêşketî, herî dawî dirêjî şehîdên Cûdalê-Şîlo buyî ji niha û şunde jiwê pêşbikeve û bê gûman mîsogeriya bi biryardariyek mezin wê vegere nişaneya armanca azadiya Şengalê.
Di çalakiya Cûdalê-Şîlo ya herî dawî pêşketî de tevgera me 5 fermandar û şervanên ku mezin kirîn gihiştine şehadetê. Rêhavlê Dilgeş Rojhilat ( Îsmaîl Azadîxwaz) ku di nava van şehîdan de bû, buye rêveberiya jor ya fermandariya Şengalê, herwiha rêhevalek meyê salên direj li herêma Bakur di astên cûda de erk meşandibu. Weke rêheval Şehîd Dilgeş Şehadetên qehremanên leheng ku tecrûbe zanîn qezenç kirîn ji bo gelê me û şoreşa me yekane wendahiyek mezine. Bîranîna şehîdên Cûdalê, bilindkirina tekoşîna azadiyê ya gêlê Kurd, tolhildana, bi tolhildana Şengalê û misoger kirina azadkirina Şengalê bê jiyanî kirin.
Îro gelê me yê li Şengalê bi fedekarî û welatparêziyek mezin, li beramber hemû zoriyan girtina berçav ji şengalê derneketin, li rex hêzên berxwedanê mayîn û helwesta xwe ya tevlîbuna nava berxwedanê peşkeş dikin. Bê gûman mayîna gelê me li Şengalê û vê berxwedanê bi vî awayî bi rêvebirin gelek bi nirx û watedare. Ji ber vê çendê weke Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ji bo parastina gele şengalê yê welatparêz-fedekar li rexmê çi bibe bila bibe di mijara pêkanîna erkê di keve ser milê de biryarbûyîna me mutlaqe.
Ji bo bûyîna bersîv ya fedekariyên gelê Şengelê yê bi nirx nîşandayî û birêvebirina tekoşîna berxwedanê, qet qûman nîne ku erkekî giringe li peş tevahî hêzên ku azadiya Şengalê dixwazine. Bi cihanîna vî erkî ji enceq, bi meşîna di rêya Fedaî-Mîlîtanên weke Dilgeş-Genco û Armanc û bi bilindkirina tekoşîna azadiya Kurdistanê gengaze. Li ser vî bingehî tevahî hêzên çekdarên-welatparêz vedixwînîn li derdor berxwedana li Şengalê pêşdikeve kombibin, hevkarbûyînê û tekoşînê bilindbikin.
16.11.2014
Fermandariya Biryargeha Navenda Paratina Gel
