Ji gelê me û raya giştî re!
Di roja 27 cotmehê artêşa Tirk derveyî şert û mercên agirbestê tevgeriya ye û li hember herêmêb Bilika,Herbol û Cilbiya yên Cûdî operasyonek encam dayî ye û di vê operasyonê de tu temas destdan çênebuye. Cardin roja 28 cotmehê bi wesayîtên zirxî û tevlîbuna Kobrayan opersayon li girê Çolya, Hasana û Dêrîkê ya herêma Cûdî encam daye. Li vê derê li gel hêzên me temas hatiye jiyankirin. Di pevçûna di navbera demjimêrên 15:00 û 16:30 an de hatî jiyankirin de tu wendahiyên hêzên me çê nebûne. Di heman demê de gelê me yê welatparêz yê Silop ya berbi herêma pevçûnê ve meşiyane. Piştre ji gelê me di nava bajar de ev operasyona ku şert û mercên agirbestê îxlal kirîn protesto kirin. Di pêvajoya vê protestoyê de polîsên AKP mudaxeleya gelê me hatiye kirin û welatparêzê ku binavê Salîh Yiğit şehît xistine. Di serîde ji bo malbata şehîdê me yê bi nirx, gelê welatparêz yê Silopî û tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazîn. Wek şehîdekî yê şoreşê bîranîna Salih Yiğitan wê têkoşîn bê jiyankirin.
Heman rojê li navçeya Amed Rezanê berbaz (astsubayek) hatiye kuştin.
Ji aliyê meve ev bûyer hatiye lêkolîn kirin. Tu eleqeya hêzên me bivê bûyerê re nine. Hûkûmeta AKP’ê û çapemeniya Tirk weke her demê bi politikayek ya newekhevî bêyîku Salih Yiğitê ku ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin bike rojev, berûvajî kuştina berbaz (astsûbay) li ser navê tevgera me dayîn, gelê me û berpirsên siyasî sucdar kirine. Em vê nêzîkatiya nijadperstî û bi layengirî ya mîrovê Kurd mirov nedîtin, ciwanên Kurd qetilkirin rewa dîtin şermizardikîn, raya giştî ya demoqratîk û gelê xwe vedixwînîn li hember hûkûmeta AKP’ê û derdorên çapemenî-weşanê ya berûvajî kirina bûyeran, haydarbin.
31.10.2014
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
