Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Hêzên we yên eyaletê, roja 20'ê Gulanê li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîdê li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ên bi navê JOH, çalakiyek serketî û encamgir kirin ku peyam da dost û dijmin.
Di vê çalakiyê de ku hêzên we yên eyaletê bi rêbaza fedayî kirin, derbeke giran li hêzên dijmin hate xistin û hêzên dijmin windahiyên giran dan. Hem derba giran li hêzên dibihurî hate xistin, hem jî bersiva pêwîst ji hêzên ji hewayî û bejahî hatin destwerdanê hate xistin. Ji ber vê operasyona şoreşgerî ya serketî, bi navê rêveberiya tevgera me em fermandariya we, tîmên tolhildanê yên Şehîd Rêzan û Şehîd Yilmaz ên çalakî kirine û hemû hêzên we yên eyaletê pîroz dikin û serketinê ji we re dixwazin.
Ev operasyona şoreşgerî bi taktîk û ruhê fedayî yê Apoyî yê serdemê hate kirin. Em hemû hevrêyên ku keda wan di vê operasyonê de heye bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û di vê serdema girîng a dîroka me ya têkoşînê de, di erk û wezîfeyên şoreşgerî yên pîroz de serketinê wan re dixwazin.
22’ê Gulanê 2018
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
