Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 11'ê Sibatê saet 11:30'î hêzên me li dijî qereqola Şikêrê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Derbên xurt li nîzamiye û çeperên li nava qereqolê hate xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist.
12'ê Sibatê saet 22:00 hêzên me li girê Koordîne yê Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
2. 12'ê Sibatê saet 12:00, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Şehîdan ê navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
13'ê Sibatê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
