Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
7'ê Kanûnê saet di 15:10'an de li dijî qereqola Çeperê Şêxa ya artêşa TC a dagirker ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, hêzên me çalakiyek pêk anîn.
Ji cihekî nêz, ji sê aliyan ve li qereqola dijmin hate reşandin û çepereke çeka giran a A4 û kûleyek hatin rûxandin û derb li kûleyekê hate xistin. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê.
Hêzên me heman rojê saet di 16:00 de li qereqola Tepê Sor ê li Çelê xistin. Ji sê aliyan ve derb li qereqolê hate xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, kûleyekê jî derb xwar. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker li derdorê reşandin.
9'ê Kanûnê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
