Ji gelê me yê welatparêz re û rayagiştî re!
Ku em 11’emîn destpêka Komploya Navneteweyî li paş dihêlin, ev komploya ku di şexsê serokatiya me de li hember tevger û gelê me li dar ket, em careke din hemû hez û piştevanên ku hevkarî vê komployê bûne lanet dikin û didine diyarkirinê ku teqez em ê tola vê komploya ku bi dîlketina serokatiya me bi encam bûye bigirin.
Di nava 11 salên bihûrî de, em di serî de şehîdên leheng ên bi şiyara “Hûn nikarin roja me bitemirînin” laşê xwe kirin goga agir û hemû rêhevan xwe yên ku di vê pêvajoyê de şehîd ketine bi minet bibîrtînin û em soz didine ku teqez em ê ew ala berxwedaniyê ku ji me re hiştine bigihînin serkeftinê.
Komploya 9’ê Cotmehê di serî de ji gelê kurd re, ji tevahiya mirovantiyê re dê wekî rojeke reş bimîne. Ev komplo bi çanda êrîşkarî û bi polîtîkayên tunekirinê hê jî didome. Her çiqas ev komplo di encama têkoşîna serkeftî ya Serokatî û gelê me vala hate derxistin jî, hê jî berdewamiya êrîşên li hember Serokatî û gelê me dide nîşandan ku, komplovan hê dev ji van armancên xwe bernedane. Ji ber vê yekê, li pêvajoya pêş me nêzîkatiyeke ku azadiya Rêber Apo bingeh digire û têkoşîneke beraberî vê yekê li pêş me ye.
Piştî 11 salan qonaxa ku em hatinê, digel ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk xwestin û bendewariya hevbeş a hemû gelê me bû jî, bes di vê demê de nedayîna rênexşeya serokatiya me ku dê pêşiya pêvajoyê vebikirina û riya çareseriyeke teqez rê li mirovantiyê bidana, li hember gerîlayên me berdewamiya operasyonên bi armanca tunekirinê, bêyî ku cudahî bixin navbera pîr û zarokan li hember gelê me êrîşên gotin di cî de fena komkujiyan û êrîşên li hember sazî û dezgehên demokratîk, daye nîşandan ku dê pêvajoya 11 salan a têkoşîna bi komployê re, dê bi xwe re demên bê de pêşiya êşên nû vebike.
Em wekî Hêzên Parastina Gel li gorî pêwîstiyên me yên dîrokî, berê çawa bû îro jî bi hişmendiya ku Serokatiya me daye me, em ê li hember her cure êrîşî li ber xwe bidin û em xwedan wê hêzê û amadekariyê ne. Em ji her demê bêtir di warê bîrdozî, rêxistinî û leşkerî de bi hêz in, xwedî îdea û biryarê ne. Bila baş bê zanîn, em ê bi hêrsa peywirên ku me neaniye cî jiyan bikin û em ê ji bilî azadiya serokatî û gelê xwe tu vebijirkê qebûl nekin.
Em di demeke wisa de ne, em ê bendewariyên gelê xwe ji bendewariyê derxînin û di pêvajoyeke wisa de ne ku em ji her demê bêtir nêzîkî pêkanîna van bendewariya ne. Nêzîkatiya me ya bingehîn ev e ku, wekî milîtanên azadiyê, ji bona ku em bigihên armancên xwe, çi fedekarî, hewl û bedeldayîn pêwîst bike, em ê di nava hewldana di asta herî jor de pêkanînê de bin. Di pêvajoya şerê ku me di bingeha Stratejiya Parastina Rewa de daye û di vê demê de ku gerîlayên me bûn xwedî serkeftinên mezin, ku hêzên komploger êrîşên xwe li hember Serokatî û gelê me bidomînin, dê hesabê vê yekê teqez bê pirsîn. Serkeftin, rasterast bi têkoşîna ku bê dayîn re girêdayî ye û ev rastî di vê riya serkeftinê de me bi hêztir dike.
Di vê bingehê de ji roja ku tevgera me derketiye heta roja me ya îroyîn, em bi gelê xwe bawer in, çawa ku xwe fedayî têkoşînê kirine û ji bona ku komploya nawneteweyî vala derê li derdora serokatî de hevgirtin û li azadiya xwe xwedî derketin, em di baweriyê de ne ku wê ji niha û şûn ve vê sekna xwe bidomînin. Em hêvîdar in ku, di serî de dê dayîkên me wê hemû jinên kurd di vê roja reş de bibin hêzên pêşeng. Di vê demê de ji bona ciwanan ku hêza herî dînamîk ê têkoşînê ne, em bang li ciwanan dikin di serî de çalakiya herî radîkal ku beşdariya gerîla ye pêk bînin, çalakiyên bi hêz û bi bandor li dar bixin û ji êrîşên tunekirinê yên topyekûn re bibine bersiv.
Em wekî Hêzên Parastina Gel, careke di Komploya 9’ê Cotmehê, ku di şexsê Rêber Apo de ku yekane temîna hebûna me ye, li hember tevgera azadiyê li dar ket, em lanet dikin û em didine diyarkirinê ku, em ê ji bona ku komployê têk bibin têkoşîna xwe bidomînin. Di vê bingehê de, hêzên ku para wan di vê komployê de ne jî hişyar dikin.
Bimre Komploya 9’ê Cotmehê
Bijî Rêber APO!
8 Cotmeh 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
