Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve di 21’ê adara 2009’an de hatibû sendin, ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember hêzên me 38 caran bi armanca tunekirinê operasyon hatine li dar xistin.
Di van operasyonan de ji ber pejinkariya gerîlayên me di 4 operasyonan de ji neçarî pevçûn hatine jiyandin û ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek nehatiye li dar xistin. Di seranserê meha îlonê de hem li hember eyaletên me yên bakur hem jî li hember Qadên Parastina Medya bi tevahî 12 caran êrîşa bi topan û 3 caran jî êrîşên hewayî li dar ketiye. Di vê mehê de 10 gerîlayên me gihîştine şehadetê û di van pevçûnan de yek ji wan astsûbay bi tevahî 8 leşker hatine kuştin. Di meha îlonê de di encama mayînên ku Artêşa TC’ê raxistiye de 4 sivîl jiyana xwe ji dest dane û ji ber topbaranan jî eydî gundiyan gelek zevî û baxçe zirar dîtine, bi dehan sewal telef bûne û li gelek qadan erazî şewitîne.
|
perasyon |
38 |
|
Êrîşên Hewayî |
3 (Colemêrg-3) |
|
Êrîşên bi hawan û obûsan |
12 (Zagros-2, Colemêrg-4, Xakurkê-1, Dêrsim-2, Zap-2, Çewlik-1) |
|
Destdan |
4 |
|
Çalakî |
- |
|
Hevalên me yên ku şehîd ketine |
10 |
|
Leşkerên mirî |
1 ji wan berbaz bi tevahî 8 leşker |
Navenda agihandina emeniyê ya HPG’ê
