HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

1. Ji ber ku Sehaya Botanê wekî qada ewlekariyê hatiye îlankirinê, ji hêla me ve ji niha û şûn ve li qadên bejahî nêçîrvanî, berhevkirina hungiv û xebatên dîtir hatine rawestandin. Ji ber vê yekê, divê gelê me yê li herêmê bi van armancan derneyên qadên bejahî.

2. Li navenda Colemêrgê li gundê Elkî, komek nokerên dewleta TC’ê, li gelê me yê welatparêz ên li gundê Elkî zextan dikin û ew tehdît dikin. Her wiha ev kes AKP’yî ne û li ser navê gerîlayan ji gel bac berhev dikin, li derdora gund mayînan  radixînin û hewl didine bixin stûyê gerîlayên me û li hember gerîlayên me amadekariyên komployî dikin.

Ji vê komê çend kes ev in;

Telef Ozbek: Nûnerê gund ê AKP’yî ye, li gel zextan dike û ew tehdît dike.

îdrîs Ozbek: Agahiyan dide Artêşa TC’ê û ajantî dike. Têkiliya vî kesî bi JÎTEM’ê re heye.

Fîkret Ozbek: Ev keyayê gund de û li dora gund bi armanca bixe stûyê gerîlayên me, mayînan datîne.

Em wekî Fermandariya Sehaya Botanê ya HPG’ê didin diyarkirinê ku, divê ev kes û yên ku me navên wan nedaye demildest dev ji van karên kontrayî berdin. Em wan hişyar dikin û ji gel re bang dikin ku li hember van derdoran hişyar bin.

26 Îlon 2009

Fermandariya Seha ya Botanê