Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 23’yê îlonê de danê êvarî li navenda Geverê li dijî navenda kargeriyek êrîşeke bombeyî li dar ketiye û di vê êrîşê de 4 hemwelatiyên me birîndar bûne. Bi vê bûyerê re tu têkiliya hêzên gerîlayên me nîn in.
Bûyera navborî ji hêla derdorên di nava sazûmana TC’ê de hatiye kirinê û ev derdor hewl didin ku pêvajoya demokratîkbûnê vala derxin û provake bikin.
Em wekî Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bang li gelê xwe dikin ku li hember van provakasyonan hişyar bin û em daxwazên xwe yên derbasbûyînê ji hemwelatiyên xwe yên birîndar re dikin.
25 Îlon 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
