HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Ji 21’ê adara 2009’an pê ve ji hêla tevgera me ve ji bona ku pêvajoya demokratîk bi pêş bikeve biryara bêçalakîbûnê hatibû girtin û di vê demê ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek, li hember Artêşa TC’ê û saziyên wê li dar neketiye.

Bes di vê demê de ji hêla sîstema TC’ê û artêşa wê ya faşîst ve êrîşên tunekirinê bênavber berdewam kirine. Di vê demê de ji bona ku pêvajo saote nebe, hêzên me her cure fedakarî kirine û ji bona ku nekevin rewşeke pevçûnê di nava hewldaneke mezin de mane.

Digel vê hewldanê, di gelek operasyonan de gerîlayên me bi serkeftî ji pevçûnan dûr mane, bes digel vê pejinkariyê di operasyonên bi armanca tunekirina gerîlayên me de, gerîlayên me di hinek rewşan de neçar mane ku bikevine pevçûnan.

Di van pevçûnan de di encama pisporiya taqtîkî ya leşkerî û ezmûna şer a gerîlayên me, operasyonên Artêşa TC’ê vala hatine derxistinê û ji ber pejinkariya gerîlayên me, rê li ber windahiya leşkerên Artêşa TC’ê jî hatiye girtin.

Digel van hemû nêzîkatiyên me, ji nava sîstema TC’ê ve derdorên ku hewl didin pêvajoya demokratîk sabote bikin, hewldanên wan ên tehrîkan bênavber berdewam dikin.

Di vê demê de hem rênexşeya serokatiya me ku ev çend hefte ne hatiye amadekirinê nehate dayîn, hem li hember saziyên demokratîk ên gelê me çewsandin pêk hatine, hem li hember gelê me gelek sûc hatine kirin û herî dawîn di 8’ê îlonê de li Çelêya Colemêrgê, di operasyoneke Artêşa TC’ê de ku bi armanca tunekirinê li dar xistibûn de, Artêşa TC’ê serî li gelek rêbazên dijmirovî daye. Artêşa TC’ê digel bi hezaran leşkerî û teknîka pêşketî li hember gerîlayên me bi ser nakeve, wekî çareya dawîn li Çelê li hember gerîlayên me çekên kîmyevî bikaraniye.

Em wekî Hêzên Parastina Gel didine diyarkirinê ku; yên ku pêvajoya bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve hatibû destpêkirinê wekî lewazî dinirxînin û bêyî ku tu zagoneke şer li ber çav bigirin û bi awayekî alçaxî şer bi pêş dixine û di şexsê tevgera me de hewl didine gelê me tune bikin, di nava xefleteke mezin de ne.

Heta ku li hember serokatiya me, gel û gerîlayên me ev “kemîn” û êrîşên bêbext bidomin, wê HPG her hebe û wê ji bona ku hesab bipirse her daîm amade be.

Di vê bingehê de di şexsê Rêber Apo û şehîdên me yên leheng de em soz didine gelê xwe ku em ê hesabê hemû êrîşan bipirsin û di şexsê malbatên hevalê Kemal, Dilgeş, Cudî, Abbas, Çekdar, Mazlûm, Sila û Hedar de ji hemû gelê Kurdistan ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Em di wê baweriyê de ne ku mîna her demê wê gelê Kurdistan ên egîdane li cenazeyên şehîdên xwe xwedî derbikevin.

19 Îlon 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê