HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Di 9’ê îlonê de li qada Albayrakê ku girêdayî Elbaka Wanê ye, di encama pêlîkirina mayînekê 3 leşker mirine û 5 leşker jî birîndar bûne. Bi vê teqînê re tu têkiliya hêzên me yên leşkerî nîn e.

Ev mayîna ku bahsa wê tê kirin, ji hêla Artêşa TC’ê ve hatiye binaxkirinê û bi armanca ku pêvajoya demokratîk provake bikin, leşkeran şandine ev qada mayînkirî.

Divê gelê me li hember ev cure provakasyonan hişyar bin û baweriya xwe bi nûçeyên bi vî rengî neynin.

12 Îlon 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê