HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Di demên dawîn de ji ber tengezarî û aloziya di navbera malbatên Xerîkan û Tayanê ku li navçeya Silopyayê ne, di 31’ê tebaxê de di navbera herdu malbatan de pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 4 kes mirine û nêzî 30 kes jî birîndar bûne.

Ev rewş her diçe xwe digihîne asteke xeter. Ev bûyera xemgîn, ji hêla provakatorên ku naxwazin kurd di navbeyna xwe de yekîtî, hevgirtin û biratî bi pêş bixin ve hewl tê dayîn bê gurkirinê.

Em wekî Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê daxwaz ji malbatên welatparêz ên Xerîkan û Tayan dikin ku demek zûtir li hember hev dev ji van helwestên xwe yên dijminane berdin û em ji herdu malbatan re jî sersaxî dixwazin.

1 Îlon 2009

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê