HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re

Artêşa tirk li hemberî hêzên me yên ji meha nisanê de di rewşa bêçalakiyan de ye, gelek êrîşên bi armanca tinekirinê lidarxistin, li ser gelê kurd zext zêdetirbûn, li dijî saziyên demokratîk polîtîkayên pasîfkirinê û êrîşên li dijî merjên jiyanê yên Rêber APO her roj zêdetir bûn.

Di vê çerçoweyê de, wek bersîvdayînek ji operesyonên artêşê yên li dijî Cudî û Gabarê, li Amed kûştina ciwanê welatparêz Aydin Erdem û meşandina polîtîkaya çala mirinê li dijî Rêber APO, bêyî ku fermanekê ji Biryargeha Navendî bigrin, hêzek me ya li herêma Dêrsimê, bi insiyatîfa xwe çalakiya Tokat êli darxist.

Di 7'ê kanûnê, hêzek gerîla ya girêdayî herêma Dêrsimê, çalakiyek bersîvdayînê li herêma Sazak, girêdayî navçeya Reşadiyê li welayeta Tokatê, li ser hêzên artêşa tirk lidarxist. Di encama çalakiyê de yek Çawuşê pispor bi giştî 7 leşker hatin kûştin û 3'ê jî birîndar bûn.

Di dirêjahiya pêvajoya bêçalakiyan de, li gel tevayî êrîşên artêşa tirk jî, hêzên me şiyarî û hesasiyetek pir mezin raber kirin. Lê belê divê ev yek jî baş were zanîn, hêzên parastina rewa yê gelê kurd HPG di mijara rêberê xwe û şehadetan de gelek hesas e. Dema şehadet û rewşa Rêber APO mijara gotinê be, hemû yekîneyên me xwedî însiyatîf in.

10 Kanûn 2009

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG