Ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya ked û hewldanên çareseriyê yên Serokatiya me û biryara ku tevgera me girtiye, ji 13’ê avrêlê pê ve em wekî Hêzên Parastina Gel di sekna bêçalakîbûnê de man.
Berî biryarê, ku em biryara xwe ya bêçalakîbûnê ya di dema hilbijartinê herêmî de girtiye jî lê zêde bikin, bi tevahî em 9 meh di sekneke bêçalakîbûnê de man û bi vî awayî em hatin dawiya salê.
Digel ku me ji eniya xwe ve bi kitekit pêvajoya çareseriya ku ji hêla Serokatiya me ve hatiye bi pêş xistin pêk anî jî, sazûmana TC’ê, nêzîkatiyên xwe yên tunekirinê domand û li hember çareseriyeke demokratîk helwesta xwe careke aşkere deklere kir.
Di seranseriya salê de li hember hêzên gerîlayên me bê navber bi armanca tunekirinê operasyonên leşkerî hatin lidarxistin, gelê me ji xeleka komkujiyê hatin derbaskirinê, li hember sazî û dezgehên me yên demokratîk pêkanînên eciqandinê zêde bûn, polîtîkayên ku erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê rûxandinê şopandinê domiyan û her çû zirûfên jiyanî yên Rêber Apo xerabtir bû.
Di şexsê sazûmana TC’ê de ku hewl da bi vebûnên demokratîk û hwd. polîtîkayên xwe yên tunekirinê bincil bikin, hemû lîstikên komploger ên navnetewî, ji hêla Serokatiya me ve bi fedekariyeke mezin vala hatin derxistin û bi saya siyaseta Apocî ya ku ji hêla tevgera me ve hate jiyanîkirinê jî ev hewldanên komplogeran deşîfre bûn.
Di seranseriya sala 2009’an de li hember gerîlayên me ji hêla Artêşa TC’ê ve, 273 caran, 1 jî ji hêla Artêşa Îranê ve bi tevahî 274 caran bi armanca tunekirinê operasyon hatin lidarxistin. Di encama pejinkariyeke mezin a gerîlayên me ve, di van operasyonan de, tenê di 34 operasyonî de pevçûn hatin jiyandin.
Ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember Qadên Parastina Medya û eyaletên me yên bakur, bi tevahî 49 caran êrîşên hewayî hatin li dar xistin û di tevahiya salê de li hember heman qadan 168 caran êrîşên bi hawan û obûsan hatin lidarxistin. Di encama van êrîşan de, gelek qadên sivîlan zirarên mezin dîtin, gelek pire rûxiyan, bi hezaran sewal telef bûn û di encama mayînên ku Artêşa TC’ê raxistine, bi dehan mirovên sivîl birîndar bûn an mirin.
Di sala 2009’an de, di pevçûn û şerên ku hatine jiyandin de, bi tevahî 128 leşkerên dijmin ji hêla gerîlayên me ve hatine kuştin û 58 leşkerên dijmin jî birîndar bûn. Di encama êrîşên Artêşa TC’ê û Îranê de, bi tevahî 94 gerîlayên me gihîştin şehadetê.
Li hember van hemû êrîşan, di demeke ku li hember Serokatiya me û gerîlayên me ku êrîşên tunekirinê zêdebûn, gerîlayên me li ciyên wekî Amed-Licê û Reşadiya Tokatê jî di nav de, 7 caran çalakiyên misîlemeyî li dar xistine.
Ku em sala 2009’an bi gelek qezencan li pey xwe dihêlin, em wekî HPG didin daxuyandin ku, em ê di sala 2010’an de, ji bilî azadiya Rêber Apo û gelê xwe tu vebijêrkekê nepejrînin û em soz didine şehîdên xwe ku, em ê girêdayî wan bin û wê nobedariya me ya nirxên me yên herî pîroz hetanî azadiyeke tam bidome.
|
Operasyon (TC) |
273 |
|
Operasyon (Îran) |
1 |
|
Destdan |
34 |
|
Çalakî |
7 |
|
Êrîşên Hewayî |
49 |
|
Zap |
9 |
|
Zagros |
11 |
|
Xakurkê |
3 |
|
Amed |
1 |
|
Şirnex |
7 |
|
Colemêrg |
14 |
|
Dêrsim |
2 |
|
Çewlik |
2 |
|
Êrîşên bi hawan û obûsan |
168 |
|
Zap |
65 |
|
Zagros |
34 |
|
Heftanîn |
15 |
|
Xakurkê |
23 |
|
Amed |
1 |
|
Şirnex |
7 |
|
Colemêrg |
15 |
|
Dêrsim |
6 |
|
Sêrt |
1 |
|
Çewlik |
1 |
|
Dijminên ku hatine kuştin |
128 |
|
Dijminên ku birîndar bûne |
58 |
|
Alavên ku hatine desteserkirinê |
7 |
|
HK33 Çeka Ferdî |
5 |
|
BKC Çeka tam otomatîk |
1 |
|
Dûrbîna bi lazer |
1 |
|
Şehîdên me |
94 |
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
