Ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya biryara yekalî ya bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve di 13’ê Avrêla 2009’an de hatibû girtin, ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember hêzên gerîlayên me bênavber operasyon tên lidarxisitn.
Ev operasyonên ku di tevahiya salê de berdewam kirine, bi ketina werza biharê re, her diçe zêdetir dibin. Bi taybet di van 15 rojan de, Artêşa TC’ê li xeta sînor sewqiyata leşkerî û alavan dike û li sînor operasyonan li dar dixe. Ev operasyonên ku di serî de li xeta Zap-Çelê de zêde bûne, di encama pejinkariya gerîlayên me, pevçûn herî kêm bûne, bes dem bi dem gerîlayên me ji neçarî dikevin pevçûnan jî.
Di encama van operasyonên dijmin ên ku hewl tê dayîn ji xeta sînor derbas bibin de, dijmin windahiyên giran daye û hêzên gerîlayên me bi berxwedaniyeke mezin nehiştine Artêşa TC’ê ji sînor derbas bibe.
Di encama berxwedaniya bi heybet a gerîlayên me, dijmin teknîkeke bi gurahî bi kar tîne û ji hewa û bejahiyê de qadên gerîlayên me, ev bi rojan e bombebarîn dike. Di encama bombebarîna bi rojan, li xeta sînor hevalên me yên bi navê Pîrdoxan (Gokhan Bûrhanlî) û Egîd (Egîd Kaya) gihîştine şehadetê.
Em jî wekî Hêzên Parastina Gel didin zanîn ku hetanî ku ev operasyonên ku bi armanca tunekirinê li dar dikevin bidomin, em ê bi sekneke fedayî van êrîşan pêşwazî bikin û parastina xwe ya rewa bikin. Di şexsê Şehîd Pîrdoxan û Şehîd Egîd de, careke din soz dikin ku, ev mîrasa ku wan dewrî me kiriye, em ê lê xwedî derbikevin.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
|
Navê Nihînî : Pîrdoxan Navê Rast : Gokhan Bûrhanlî Ji Dayêkbûne : 1982 / Melezgirt- Mûş Dîroka Tevlêbûne : 2003 / Xinerê Navê Dayêkê : Sitiya Navê Bav : Mehmet (Maşallah) Dîroka Şahedatê : Adar 2010 / Qadên Parastina Medya |
|
|
Navê Nihînî : Egîd Gabar Navê Rast : Egîd Kaya Ji Dayêkbûne : 1987 / Mêrdîn Dîroka tevlîbûne : 2007 / Stenbol Navê Dayêkê : Şerîfe Navê Bav : Xelîl Dîroka Şahedatê : Adar 2010 / Qadên Parastina Medya |
1 Avrêl 2010
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
