Ji çapemenî û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê de ku ji hêla tevgera me ve di 13’ê Avrêla 2009’an de bi awayekî yekalî hatibû girtin, li hember vê yekê Artêşa TC’ê bênavber li hember hêzên gerîlayên me êrîşên tunekirinê berdewam kiriye.
Digel ku ev saleke biryara me didome, her diçe êrîş zêde dibin û bi taybet ev serê mehek e Artêşa TC’ê li ser sînor leşker dicivîne û hewl dide ji sînor derbas bike û ji nû ve Kurdistanê dagir bike.
Li hember van hemû hewldanan, gerîlayên me yên leheng bi berxwedaniyeke fedayî bersiv dane Artêşa TC’ê û artêş gelek windahiyan daye û negihîştiye armancên xwe.
Artêşa TC’ê ku li hember gerîlayên me tengav dibe, hewl dide bi bikaranîna teknîkê ji hewa û bejahiyê de encam bigire û bi vê armancê bi rojan e, qadên gerîlayên me bombebarîn dike û ev bombebarîn hê jî didomin.
Di 6’ê Avrêlê de jî Artêşa TC’ê hewl daye sînorê Qadên Parastina Medya derbas bike û xwe bigihîne Zapê. Li hember vê yekê, ji neçarî di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de şer qewimiye. Di encama şerê ku qewimiye de gerîlayên me yên bi navê Mûnzûr (Engîn Gencer), Axîn (Şerîfe Resûlî) û Bêrîtan (Zeynep Xelîl Şûkrî) bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Ev hemû êrîş didine nîşandan ku, ev projeya hikûmeta AKP’ê ku li ser navê demokratîkbûyînê derketiye, tu têkiliya xwe bi demokratîkbûyînê û biratiya gelan nîn e. Berevajî vê, ev proje bi tevahî derew e û hewl didin Tevgera Azadiyê tune bikin. Divê nokerên sîstema TC’ê baş bizanibin ku, bêçalakîbûna gerîla ku fersend dibînin û vê wekî zeîfî nîşan didin, wê gerîlayên leheng ên HPG’ê ku xwe di warê teknîk û teqtîk de bi pêş ve birine, xwedî wê hêz û qudretê ne ku dikarin sîstema TC’ê bixin nava kaoseke mezin.
Li ser vê bingehê em wekî Hêzên Parastina Gel, heta ku ev operasyonên dijmin ên bi armanca tunekirinê li dar dikevin bidomin, em ê li hember êrîşan bi sekneke fedayî parastina xwe bikin û di şexsê şehîd Mûnzûr, Axîn û Bêrîtan de careke din soz didine hemû şehîdên xwe ku em ê xwedî li mîrasa wan derbikevin û çeka wan li erdê nehêlin.
Agahiyên der barê hevalên şehîd de;
|
Mûnzûr Seyîd Riza Engîn Gencer 1981 / Tetwan 2003 / Stenbol Gulsûm Rûstem 6 Avrêl 2010 / Zap, Qadên Parastina Medya |
Mûnzûr - Engîn Gencer:
Rêheval Mûnzûr ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, ji eşîra Helacî ye. Rêheval Mûnzûr li metrepolan têkoşînê nas dike û di sala 2003’yan de tevlî gerîla dibe. Piştî ku beşdar dibe li qadên Qendîl û Zapê xebat dike û ji ber çalakbûna wî ya di xebatan de heta fermandariya bolikê terfî digire.
|
Axîn Efrîn Şerîfe Resûlî 1987 / Efrîn 2001 / Efrîn Nazli Mihemed 6 Avrêl 2010 / Zap, Qadên Parastina Medya |
Axîn - Şerîfe Resûlî:
Hevala Axîn ji mintiqa Kefeldeleyê ku girêdayî Efrînê ye tevlî refên gerîla dibe û di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de li qada Zagros, Xinêre, Qendî û Zapê xebat dimeşîne. Rêheval Axîn bi hêlên xwe yên kedkar û dirist tê hezkirin û hewldana wê ew bû ku wekî gerîlayeke jin gelê xwe azad bike û layîqî gelê xwe be.
|
Bêrîtan Welat Zeynep Xelîl Şûkrî 1986 / Kobanî 2008 / Kobanî Sewlî Xelîl 6 Avrêl 2010 / Zap, Qadên Parastina Medya |
Bêrîtan - Zeynep Xelîl Şûkrî:
Rêheval Bêrîtan ku li gundê Devîrcika Kobanî hatiye dinê, hê di biçûkaniyê de têkoşîna azadiyê nas dike. Piştî ku demekê di xebatên ciwanan de dimîne di sala 2008’an de tevlî gerîla dibe. Piştî ku di 2008’an perwerdehiya xwe diqedîne, li Zapê xebatê xwe didomand.
9 Avrêl 2010
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
