Ji gelê me û raya giştî re!
Di 22’yê avrêlê danê êvarî du hevalê me yî ku diçine peywirekê, piştî ku polêsê ku li kolana Înonî ferq dikin û gule berdidin wan, di navbera herdu gerîlayên me û polêsên dewleta tirk de pevçûn tê jiyandin û di vê pevçûnê de polêsek tê kuştin û polêsek jî birîndar dibe.
Piştî pevçûnê hevalê me hewl didin xwe bi paş ve vekêşin, lê di navbera wan û tîmên taybet de careke din pevçûn tê jiyandin û li vir jî polêsek birîndar dibe. Di vê pevçûnê de hevalê me yê bi navê Zana (Mesut Sakîn) û Andok (Sacît Bayram) bi lehengî heta dawîn şer kirine û gihîştine şehadetê.
Em wekî gerîlayên HPG’ê di şexsê şehîd Zana û Andok de soza berdewamiya berxwedaniya bi rûmet a şehîdên xwe didin û bang li gelê xwe dikin ku li şehîdên xwe yên leheng bi rihê serhildanê xwedî derbikevin.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de
|
Zana Hekîm |
Zana Hekîm–Mesut Sakîn:
Rêheval Zana ku di sala 2003’yan de tevlî refên gerîla dibe, di sala 1985’an de li gundê Başaran ku girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ku girêdayî Mêrdînê ye hatiye dinê û ji malbateke ku xwedî çandeke welatparêz in tevlî tevgera me bûye. Digel temenê xwe yê ciwan, hevalê Zana bi taybetmendiyên xwe yên xwedî însiyatîfbûn û bi çalak beşdarbûna xwe dihate nasîn. Di nava jiyan û pratîkê de bi sekna xwe ya rêgezî û gihîştî di nava hevalan de derdiket pêş.
|
Andok Dorşîn |
Andok Dorşîn-Sacît Bayram:
Rêheval Andok di sala 1981’an de li Amedê hatiye dinê û di sala 2005’an de tevlî refên gerîla bûye. Hevalê Andok bi taybetiyên xwe yên tevgerî, kedkarî, fedekarî û wêrekbûna xwe dihate naskirin û hezkirin. Hevalê Andok di rêxistina me ya fedayî de di rêza pêşî de ciyê xwe digirt. Rêheval Andok ku ji bona azadiya gelê xwe û serkeftina tevgera xwe, di şeveke biharê de ku gihîşte qonaxa şehadetê, em wekî peyrewên andokan, careke din soza xwedî li bîanînên wan derketinê didin.
26 Avrêl 2010
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê


