Ji gelê me û raya giştî re!
Di encama hewldana Serokatiya me û biryara tevgera me de, em wekî Hêzên Parastina Gel ji 13’ê Avrêla 2009’an pê ve di asûna bêçalakîbûnê de ne.HPG di bingeha biryara bêçalakîbûnê de ku Serokatiya me bi fedekariyeke mezin hewl da pêvajoya çareseriyê bi pêş bixe, di tevahiya salê de bi pejinkarî û biryarîbûneke mezin vê biryarê pêk aniye.
Li hember vê gava me û helwesta me ya çareseriya demokratîk, sîstema tuneker a TC’ê bi awayekî aşkere li hember gel û tevgera me êrîşên hovane bi pêş xist.
Di vê demê de lîstikên komplogeriya navnetewî ku bi vebûnên demokratîk hat xwestin ku bê bincilkirinê, ji hêla Serokatiya me ve hate deşîfrekirinê û bi berxwedaniyeke bi rihê Apocîtî van lîstikan vala hatin derxistin.
Di seranserê salê de dijmin operasyonên xwe yên bi armanca tunekirinê kêm nekir, li hember gelê me komkujiyan bi pêş xist, pêkanînên eciqandin û girtinên li hember saziyên demokratîk ên gelê me zêdetir bûn, xweza û erdnîgariya Kurdistanê hewl dan tune bikin û her çû zirûfên Serokatiya me dijwartir kirin. Êrîşên bi vî rengî di vê demê de wisa ne tesadûfî ne. Ev nîşaneya êrîş û planeke topyekûn li hember Serokatî, gel û tevgera me ye.
Vaye li hember êrîşên Artêşa TC’ê ku bi armanca tunekirinê bi pêş dixe, xwe gihandiye asteke girîng. Lê ji niha ve diyar e ku bi berxwedaniya gerîlayên me re ev xeyal û planên dijmin careke de di avê de biçin.
Di sala 2010’an de di çar mehên destpêkê de, ji hêla dijmin ve li hember hêzên gerîlayên me bi armanca tunekirinê 22 caran operasyon hatine lidarxistin, di van operasyonan de 13 caran pevçûn hatine jiyandin. Li hember eyaletên me yên bakur, di operasyonan de êrîşên hewayî jî pêk hatine. Hem li hember eyaletên me yên bakur hem jî li Qadên Parastina Medya 86 caran êrîşa topan li dar ketiye û di van êrîşan de gelek xwecihên sivîl ziyan dîtine û bi dehan sewal telef bûne.
Di van pevçûnên çar mehan de hejmara leşkerên dijmin ên ku hatine zelalkirinê, 22 leşker hatine kuştin û di van êrîşên Artêşa TC’ê de jî 10 gerîlayên me gihîştine şehadetê.
|
|
Operasyon |
22 |
||
|
Destdan |
13 |
|
||
|
Êrîşên obûs û hawanan |
86 (Haftanîn-42, Zap-30, Zagros-6, Colemêrg-8) |
|
||
|
Çalak |
1 |
|
||
|
Leşkerên dijmin ên ku hatine kuştin (yên zelalbûyî) |
22 |
|
||
|
Gerîlayên me yên ku şehîd ketine |
10 |
|
||
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
