Ji gelê me û raya giştî re!
Di 1’ê gulanê de dema ku hevalê me yê bi navê Dilsoz (Fevzî Osman) bi komek hevalê xwe re diçe peywirekê, ji ber zirûfên giran ên hewayî, ji ber qerisîna sermayê şehîd ketiye.
Agahiyên der barê hevalê şehîd de;
|
|
Dilsoz Efrîn |
Dilsoz Efrîn - Fevzî Osman:
Rêheval Dilsoz li malbateke welatparêz mezin dibe û di temenê xwe yê biçûk ji nirxên ku têkoşîna azadiyê afirandiye bandor dibe. Ji temenê xwe yê biçûk bigire û hetanî ku tevlî partiyê dibe, her dem di nava xebatan de bi awayekî çalak li pêş e.
Rêheval Dilsoz vê tevlîbûna xwe ya çalak di her zirûfî de didomîne û di serî de li qadên Qendîl, Zap û herî dawîn li Botanê dimîne û bi pratîka xwe ya fedekar, bi sekna xwe ya gihîştî, kedkar û xwîngerm, di nava hevalan de gelek gelek tê hezkirin. Di tevahiya gerîlatiya xwe de bi behreyên xwe û bi perwerdehiyên ku digire re, di sala 2005’an de li Akademiyên Apollo yê HPG’ê perwerdehî dibîne û bi vî rihî diçe Botanê. Hevalê Dilsoz vê tevlîbûna xwe ya bi moralî û çalakbûnî li Botanê jî didomîne.
Careke din zirûfên dijwar ên erdnîgariya Kurdistanê di şehîdbûna hevalê Dilsoz de xwe nîşan dide û li hember vê di roja destpêkê de hevalê Dilsoz şerê vînê dide. Wisa ku bi inyad di nava mîtroyan berfê de ji bona şoreşê şerê jiyanê dide. Di vî şerê jiyanê de, hevalê Dilsoz di dema ku bi hevalên xwe re diçe peywirekê ji ber barîn û sermayê diqefile û şehîd dikeve.
Rêheval Dilsoz Efrîn, wê ew rihê wî yê bi azwer, vîn û bi têkoşîn her dem bê parastin û wê rêhevalên wî çeka wî li erdê nehêlin.
6 Gulan 2010
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê

