HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Gişti re

Di 8’ê cotmeha 2007’an de rêhevalê me yê milîtan ê bi nirx rêheval Denîz (Fuat Koç) ku di sala 1978’an de li Kanîreşa Çewlikê hatiye dinê, di sala 1999’an de tevlî gerîla bûye û di encama êrîşeke hewayî li Gabarê şehîd ketiye.

Ev demeke dirêj e, ji hêla me ve ji bona ku bûyera ku hatiye jiyandin bê zelalkirinê me hewldanên mezin da. Encax di her carê de me şehadeta hevalê Denîz zelal nekir. Bes herî dawîn li gorî agahiyên ku ketine dest me, me şehadeta hevalê Denîz zelal kiriye.

Rêheval Denîz, di sala 1999’an de tevlî gerîla bûye û her dem ji xwe ciyên zor û dijwar ên têkoşînê wekî rêgezek hilbijartiye. Di beşdariya de xwe de, bi ked û jiyana komûnvaarî diahate naskirin û bi van hêlên xwe, di demeke nêz de dilan fetih dikir û bi vê rûkenî û xwîngermiya xwe di asta herî jor de dihate pejirandin.

Lê cudahiya rêheval Denîz ev bû ku, xwedî asteke hişmendiyeke bilind bû. Wî berî ku tevlî gerîla bibe, xwe baş perwerde kiribû û wisa berê xwe da çiya. Ji ber vê yekê ye ku, di perwerdehiyan û di têkilîdayîna bi hevalan re, bi asta xwe ya çandî, bal dikşande ser xwe.

Rêheval Denîz, digel ku ji çanda ciwanên rewşenbîr dihate jî, lê bi kedkarî, pratîkvaniya xwe û di nava jiyanê de bi fedekariya xwe, ji hêla hevalên xwe ve layîqî gelek xelatan hatiye dîtin.

Em wekî rêhevalên Denîz, em ê beşdarî, kedkarî, zîrekî û kûrbûna zanebûna wî ji xwe re esas bigirin.

Ji ber şehadeta rêheval Denîz, em di serî de sersaxî ji malbatê re û ji gelê xwe re dixwazin û bang li gel dikin ku bîranîna rêheval bidine jiyandin.

Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd de;

 

Deniz - Fuat Koç

Deniz
Fuat Koç

1978 / Kanîreş/Çewlik
1999/Xinere
Lûtfiye
Elî
8 Cotmeh 2007-Gabar

 

26 Gulan 2010

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê