Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re!
Em berxwedaniya parastinê ya 7’emîn a 1’ê Hezîran 2004’an li Serokatiya xwe, li gelê xwe, li raya giştî ya demokratîk û li hemû rêhevalên xwe pîroz dikin û em hemû şehîdên me yên welatparêz û rêhevalên xwe ku di vê pêngavê de şehîd ketine bibîr tînin.
Di demeke ku ji hêla tevgera me û Serokatiya me ve lêgerînên aştiyane û bi biratî çareseriyê didomandin de, li hember êrîşên dewleta TC’ê û hikûmeta wê ya înkarok, tuneker û qirkirok; pêngava me ya 1’ê Hezîranê pêngaveke nefsî mûdafa ye.
Dewleta TC’ê hemû hewldanên Serokatiya me yên ji bona aştiyeke mayînde û vekişîna hêzên gerîlayên meji bakur ber bi başûrê Kurdistanê wekî zeîfiyek nirxand û di 11’ê îlonê de li hember kokelên cêwî êrîşê kojûktora siyasî ya navnetewî wekî firsend nirxand û hewl da ku Tevgera Azadiya Kurd bi xwîna hezaran şehîdan û bi berxwedaniya wan nirxên ku hatine afirandin ji holê rabike, dijmin dij pêngavek da destpêkirinê. AKP wekî hêzeke ku vê pêngavê pêk bîne hate hilbijartin û di 3’yê mijdara 2002’yan de ev peywir dane AKP’ê. Piştî vê pêvajoyê AKP bi polîtikayen “Tu nefikirî nîn e” bi awayekî faşîzan, yekreng û nîjadperstî, van êrîşan gihandin asta qirkirinê. Di vê demê berxwedaniya pêngava 1’ê Hezîranê bi awayî wekî pêngaveke berxwerdaniyeke parastina rewa bi pêş ket.
Ev zihniyeta faşîzan ku gotin “Tu nefikirî nîn e” bi awayekî aşkere bi berxwedaniya me ya parastina rewaş bi 1’ê Hezîranê deşîrfe bûn û li hember vê gav bi gav dijmin pirsgirêka kurd li zimanê xwe gerand û li ser navê vebûnên çandî ku hetanî TRT-6 çû, ketin nava qirkirineke zirav. Di cewherê van polîtîkayên bi navên “vebûn” de, hat fêmkirinê ku di nava xwe de polîtîkayên tunekirin û tesfiyekirinê dihewîne. Li hember agibesta yekalî ya di 13’ê avrêla 2009’an, dijmin bi girtina 1500 siyasetmedar kurd ên azad, bi hincetên vala ew avêtin zindanan û ji 4000 hezar zêdetir zarokî bi salan ceza da û ji ber ku keviran avêtine bi îşkenceyên dijmirovî re rû bir û man. Dîsa di vê demê de, zarokên kurd ên keç, di dibistanên xwe yên fermî yên dewletê de, ji hêla peywirdarên fermî yên dewletê ve destdirêjî hatiye kirin û ev ji hêla valiyên dewletê ve jî hatiye destek kirinê. Di vê demê de li hember ciwanên kurd lînçkirin û qetilkirin, nirxên dîrokî yên ku mîrateyên Kurdistanê ne di bin avê de hiştin û bi zanebûn şewitandina daristanên Kurdistanê bi pêş ketin. Dîsa digel ku hêzên gerîlayên me di rewşa xweparastinê de bûn, operasyonên tunekirinê yên dijmin bênavber berdewamkirine û rojane bombebarîna Qadên Parastina Medya çêbûye. Ev êrîşên tunekirinê û qirkirina fîzîkî û çandî ya dewleta TC’ê û hikûmeta wê AKP, li ber çavên raya giştî bi pêş dikeve.
Digel ku ev saleke bi israr yekalî em di rewşeke agirbestê de ne, dijmin bi awayekî bêperva bersiv daye û li hember bangê Serokatiya me yên aştiyane û diyalogê û deklarasyonen me yên tevgerê, TC bi êrîşan bersiv daye û ev jî di bingeha xwe de tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû.
Ji vê pêvajoyê pê ve, em wekî hêzên HPG’ê didine diyarkirinê ku ji niha û şûn ve em ê li hember her cure êrîşên li hember nirxên gelê xwe yên ku rûmeta gelê me dişkînin bêbersiv nemînin û wekî pêwîstiyeke parastina rewa em ê mafên xwe yên çalakiyên misîlemeyî bikar bînin û wê tu êrîşeke dijmin bêbersiv neyê hiştin. Em vê bi raya giştî ya demokratîk re parve dikin ku, ji 7. Salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê pêve, em ê mafê xwe yê çalakiyên misîlemeyî bi awayî bandor û belavbûyî bikar bînin.
Ji bona ku em bikaribin berxwedaniya şoreşgerî û têkoşîna azadiyê bi bandorî bi rê ve bibin, em bang li ciwanên kurd dikin ku li çiyayên azadiyê tevlî şervanên rûmetê bibin.
Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk di vê demê de, li ku dibin bila bibin, li hember rêbazên şerê qirêj ên dewleta TC’ê, di serî de li hember qirkirina çandî, li hember qirkirinên siyasî, leşkerî, aborî, giyanî û fizîkî, li gorî pêwîstiyên serdema 4’emîn bikevin nava berxwedaniyeke topyekûn û bi parastina xwe ya cewherî re tevlî vê pêngava pîroz a berxwedaniyê bibin.
Em salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê careke din, di serî li Serokatiya xwe, li gelê xwe, li raya giştî ya pêşverû pîroz dikin û şehîdên me yên ku van nirxan afirandine, em di serî de adilan, nûdayan, serxwebûnan, sorxwînan, sîdaran, medeniyan, mahîran, ferhadan û kûrtayan, hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin. Em soz didin hemû şehîdên xwe ku bi tarzeke fedayî van nirxan afirandine, di salvegera 7’emîn de soza bi biryarî berxwedaniyê ji nû ve didin.
31 Gulan 2010
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG
