HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Em dixwazin bidine diyarkirinê ku, çalakiya me ya dawîn a ku di 27’ê gulana 2010’an de li Pervariya Sêrtê li dar ket, ji bona ew destên bi alçaxî dirêjî rûmet û namûsa gelê kurd bûye hatiye lidarxistin.

Di demên dawîn de bi taybet jî li Sêrt û Perwariyê, li hember keçên ciwan ên gelê me êrîşên alçaxî bi pêş ketine û ji bona hesap ji yên ku vê alçaqbûnê kirine, hesap ji endamên şerê taybet bê pirsîn û bêne înfazkirinê, bîrîmeke me çûye Perwariya Sêrtê.

Encax dema ku bîrîma me ya gerîla, dema ku hewl daye biçe ser hedefa xwe, ji hêla leşkerên Qereqola Jendermeya navçeyê ve hatine ferqkirinê, bêyî ku ew hêmanên ku li rûmeta gelê me lîstine hesap bê pirsîn û bêne înfazkirinê, nîzamiya qereqola jendermeyan hedef girtine, çalakî li dar xistine û dest dane ser alavên leşkerî yên dijmin û bi saxlemî gihîştine yekîneyên xwe.

Em dixwazin vê yekê aşkere bi gelê û raya giştî re parve bikin:

Ji niha û şûn ve endamên şerê taybet ên ku bi rûmeta gelê me dilîzin, yên ku dest davên keçên ciwan, yên destdirêjî dikin û ji hêla exlaqî ve rûxiya ne, li ku derê dibin bila bibin, xwe li ku derê biveşêrin bila biveşêrin, wê bêne dîtin û wê bêne cezakirinê. Ji ber vê yekê yên ku di nava van hewldanên qirêj de, em hişyar dikin ku dev ji van qirêjiyên xwe bedrin û careke di bi rûmeta gelê me nelîzin.

31 Gulan 2010

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG