Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji gerîlayên li Bakurê Kurdistanê ditirse, lewma timî operasyonan dike û got, artêşa Tirk windahiyên cidî dide.
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Têkoşîn û çalakiyên li hemberî tecrîdê jî zêde dibin. Hûn asta heyî çawa dinirxînin?
- Ayrıntılar
Îdeolojî şêwazê, tevahî rêgez û pîvanên jîyanê, çavkaniya hêza manewî dikare bê pênase kirin.
- Ayrıntılar
Wek tê zanebûn em di serdema 23. salvegera komploya navnetewî de ne. Armanca komploya navnetewî di kesayeta Rêber APO de Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê tûne kirine.
- Ayrıntılar

Çêbûn, hebûn û avabûn. Ev 3 têgeh xwedî wateyên mezin ên heqîqetên gerdûnî ne. Û di bin hiş û lêgerînên her mirovên li azadiyê digerin de daxwaza xwe gihandina raz-sira van têgehan heye. Ji ber a ku wateyê dide jiyan û hebûna mirovên azadîxwaz û asoya wan a azadiyê dixemilîne meraqa têgihiştina van heqîqetan e. Heqîqet jî li gel şoreşgeran hêza wateyê ye. Bi qasî tu gihayî hêza wateyê tu dikarê beje, ez di şopa heqîqetê de rast dimeşim. Heqîqetên ji hêza wateyê dûr, heqîqetên hatin berovajîkirinin. Ev jî mirov nabe xwebûnê. Dibe bê nasnamebûn û bê pênasebûnê. Ku şerên herî mezin ên tevahî pêxember, fîlezof, ehlên tesavufê û şoreşgerên mohra xwe li sedsalan xistin, hemû şerên xwebûn û nasnameyê ne. Şerên xwe gihandina heqîqeta hebûnê ne.
Jixwe di jiyan û serpêhatiya mirovahiyê de serdem, roj û kêliyên avabûnê hene. Ew dem di jiyana civak û mirovan de dibin dem roj û kêliyên guhertinên mezin ku mirov dikare jê re beje, kêliyên qeder guhertinê. Ango teqînên mezin, guhertinên mezin û avabûna hêviyên mezin. Jixwe jiyan tiştek wisa ye, ger mirov ne xwedî hêviya jiyaneke baştir û xweşiktir a sibe bin, nikarin êş û jana îro, zilma îro û zehmetiyên îro derbas û tehemûl bikin, heta ji bin derên. Lewre hêvî xwarina bingehîn a giyana xizan û têkoşerên azadiyê ye. Ji ber vê mirovê azad got; “hêvî ji serkeftinê bi rûmetir e”. Em hemû mirov xwedî hin meraqên hevparin ku, dixwazin xwe bigihînin wê raz-sira wê. Ew jî kêliyên avabûnên mezinin. Kêliyên avabûna hebûnên ku wateyê didin jiyana me ne. Ev meraqên me hin jê wiha ne. Çêbûna gerdûnê, pê ve girêdayî çêbûn û hebûna cîhanê, roj, hîv û hemû gerestêrkên asîmanî. Dîsa mirov bi xwe gerdûneke biçûk a ku di gelek waran de divê hîna were keşîfkirine. Hebûnên weke evîn-eşq, hezkirin, bawerî, xweşikî-başî, azadî û hwd. ji bo me zindiyên xwedî temenek bi sînor cihê meraqên mezinin.
Em mirovên Rojhilata Navîn jî ji hêza mûcîzeyan bawer dikin. Ew hêza gerdûnî her çi be û navê wê çi dibe bila bibe, xwedî hêza mûcîzeyên herî mezin afirandinê ye. Lê di rastiya gelek afirîneriyan de tiştek hîs û baweriyeke wisa bi mirov re çêdibe ku afirîneriyên hêza gerdûnî yên her kêliyekê jî nabin yek. Ger weke hevbûna wê kesên li ser heman axê û erdnîgariyê dijîn xwedî heman feraset û şêwaza jiyanê bûna. Wê 2 cêwî xwedî heman kesayet û lêgerînan bûna. Wê du xweşîk an jî bira xwedî heman armanc û heqîqetê bûna. Wê zalim jî weke mirovên din ji hesta mirovbûnê dûr neketibûna. Gelo kîjan enerjiya xwezayê dibe sedema çêbûna başî û xirabiyan, an jî cihêrengiyan…?!
Belê, ma gelo weke her çêbûneke xwedî wateyên mezin çi ji bilî vê hêza afirîner dikare 4 Nîsanê roja afirandina hêviyên mirovahiya azad Rêber Apo vebêje. Tenê dikare di gerdûna biçûk a di bedena jineke xwedî şopên kesayeta xwedavendê de hêviyên mezin ava bibin. Ku dayîka Uwêş afirînera vê nûbûna ji rengê demsala welatê me biharê ye. Erê, 4 Nîsanê di heman demê de xemil û rengîniya nûbûna Newrozê ye. Newroz, ne tenê çirûska mizgîniya berxwedêriya biharê ya mirovên Kurd û Rojhilata Navîn e, di heman demê de ya hemû zindî û nebatên xwezayê ye jî. Lê 4 Nîsanê hem geşkirin û nûkirina rengê xwezayê ye û hem jî mînaka çêbûna mirovê azad e.
Hevriyê jina azad hebûna jinê wiha pênase kir. Got; “jin parçeya herî hesas a xwezaya gerdûnê ye.” Em jinên berhema vê felsefe û keda mirovê azad Rêber Apo ne jî ji vê bawer dikin ku di cihana mirovan de yê herî baş raz-sira xwezaya gerdûnê fêmkirî û dikare bide fêmkirin Rêber Apo ye. Ango yê xwe gihandî raza heqîqeta gerdûnî Rêber Apo ye. Û ne rasthatineke ku jidayîkbûna Rêbertî jî rastî demsal û rojên herî afirîner ên xwezaya gerdûnê tê. Lewre hizrên Rêbertî jî weke demsala Rêbertî tê de jidayîkbûyî rengîn û xweşikin. Hişmendiya Rêbertî jî weke afirîneriya biharê nerm û herikbarin. Kesayata Rêbertî jî weke dewlemendiya biharê rakêşere. Ev e ya ku Rêbertî 20 sale di hucreyeke 4 metrekare de gerdûneke zindî û bexçeyek azadiyê ya ji hezar reng kulîlkan xemilandî di hembêza xwe de xwedî dike. Tovê di vî bexçeyê hezar rengî de çandî îro wergeriye ji paradigmaya Demokratîk Ekolojik û Azadiya Jinê. Berhema wê jî weke sîstema Konfederalîzma Demokratik bi encam bûye. Kulîlkên wê jî hişmendiya Neteweya Demokratîk in. Jixwe îro şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku li seranserî cîhanê deng vedaye û bûye hêviya hemû gel û jinên azadîxwaz berhema vê paradîgma û sîstema Rêbertiye. Ev jî gotina, “jiyana rast şaş nayê jiyîn” rasteqîn kir û nişan da ku, hizrên rast şaş nayên pratik-kirin. Ango ger lêgerên mirov ên heqîqetê rast bin û mirov bibe şoreşgerên xeyal û armancên xwe wê ew heqîqet her dem rêka mirov ronî bikin ji bo xwe gihandina armancên xwe yên mezin.
Îro di her warî de îspat bûye ku êdî ne tenê em gel û jinên Kurd, tevahî gel û jinên Rojhilata Navîn û cîhanê yên xwedî lêgerînên azadiyê jî Rêbertî weke heqîqeta hevpar a azad dipejirînin û dişopînin. Heta ji bo fêmkirin û pêkanînê jî xwedî hewldanên mezinin. Xwedîderketina li vê heqîqeta Rêbertî yek jê di nêzîkatiya ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yek jî di nêzîkatiya ji zanista jin Jineolojî re wiha ye. Ji ber îro di rastiya Şoreşa Rojava de hêviyên sîstemeke ji derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst zindî bûn. Ev jî vîna têkoşîneke hevgirtî ya xwedî hişmendî, wate û bingeheke sîstema modernîteya demokratik pêşdixîne. Û di rastiya zanista jin Jineolojî de jî bawerî û azweriya-tutkuya jinan a azadiyê bilind bû û gihane wê nêrînê ku êdî azadî ne xeyaleke, zanebûna têkoşîneke xwedî baweriya serkeftinê ye. Ev bawerî û têgihiştin îro di kesayet, şêwaz û têkoşîna Leylayan de wergeriyaye berxwedaneke mezin a bûye malê bi hezaran berxwedêrên li girtîgehan û derve yên di gravên birçîbûnê de. Lê ev di heman demê de cihê rexnedana me ye ku ev 20 sale me nekarî em zilm û îşkenceya Îmralî bi dawî bikin. Leyla got; “ev çalakiya rexnedana me ye ku me heta niha tecrita Îmralî neşkandiye û Rêbertî ji wê îşkenceyê rizgar nekiriye.” Lê belê ev rexnedana jina welatparêz û hemû girtiyên azadiyê jî reneya herî mezin a ji bo me ye. Lewre diviya bû me weke milîtanên Rêbertî bi tu şêwazî destûr nedabûna ku ev tecrît û îşkence wisa dirêj bikira. Lê çawa esareta Rêbertî di encama hevaltiya me ya kêm de pêk hat. Dirêjkirina vê tecrît û îşkenceya li ser Rêbertî jî dîsa ji têgihiştina kêm û hevaltiya me ya kêm tê. Rexnedana herî bi hêz û bi wate jî kesayeteke li gor erkên demê avakirin û pratîkeke xwe di serkeftinan de kilîtkirî ye. Em bi îddîa û baweriya pratîkeke wisa derbasî sala 2019’an bûn û wê ev sal ji bo me bibe saleke xwedî serkeftinên layiqî Rêbertiya azad.
Jixwe ji bo em milîtan û hevriyên rêberekî heqîqetên mezin Rêber Apo ne, serbilindin. Ji bo em ew jinên ku ji kaniya hizrên mirovê azad av vexwarî ne jî hezar carî serbilindin.
Lewre dibêjim; Ji rengîniya qadên berxwedana jinê, 8 Adarê û bi coşa jinên dilê wan ji bo azadiyê lêdide dibêjin, rojbûna hevriyê jina azad Rêber Apo pîroz be.
Û ji germahiya dilê milyonên li qadên Newrozan bi yek dengî dibin dengê berxwedana li dijî zilmê, ji roja hevpar a mirovahiyê re dibêjin, cejna we ya Newrozê pîroz be Rêberê min.
Û bi pîroziya giyana xwedavend Starê dibêjin, hezar silav ji afirînera mirovê azad Dayîka Uwêş re ku, te di bedena xwe de roja gerdûnê mezin kir û bûyî xwedî rûmeta zayîna Roja Mirov û Jinên Azad.
Batufa Çekdar
- Ayrıntılar
Stêrkek nû di ezmanê welatê me de weke gulekê ji heskirina axa xwe re, ji bona em ruyê bi ken nasbikin emê dilê xwe ji bona azadiya hevaltiyê vekin, xweziya ji wan gulê bi salan bi xwîna we hatî şînkirin û avdan û we li her kesî dayî behnkirin û we hevaltî bi salan dayî heskirin û ji bona azadiya welatê xwe we xwêdana bi salan li ser her çiyayî ku em niha li ser jiyan dikin û bi armancek bi hevrene ku ji bona azadiya welatê xwe heewldidin. Û we di rihê her hevalî de da meşandin, ta ku bira her kesî tên jiyankirin, xwediyê bîr û baweriyê bû û dabû dîrokê ta ku cihê xwe di d ilê her levalî de mîna çiyayên wekî Agirî û Torosan bilind û mezin bû.
We bi salan hewl da ku ji bona hevaltiya herî rast di dilê hevalan de bidine meşandin. Bi heskirina xwe ya bi salan û hêviyê ku di ruyê gelê xwe de didîte her dem bi kar û xebatê xwe de bi gel re bû û ji bona gelê xwe bibû sentezek mezin û hêviya jiyana gelê kurdan bû. Dîrok di ruyê xwe de wandabû lê we bi xwîna xwe dîrok da naskirin.
Ciwantiya xwe û xweşikbûna xwe li her hevalî parvedikir. Bi rihê xwe yê ciwatiyê dema diket nava hevalan de dibû bi awayek nû jiyanê ya bi nêrîna ya serkeftinê ji bona demê dida heskirin û jiyana we ji dil de dihat diyar kirin ku hûn di hemêza her hevaltiyê de dihat jiyankirin. Dema em dibêjin ciwan di ruyê hevalê Erdal de tê diyarkirin tu ciwan bi rengekî çawan bû tavê jiyanê di dilê hemêza hevaltiyê de tê çandin wisa ji rêhevalê Erdal û Mahîr di dilê me de hatiye niv3isandin û çandin. Tov ku bi axê tê çandin û heya dawiya reyek ji wî hebe ew dikare şîn bimîne. Wisa ji heya damla yek xwîn di nihdirê canê me de hebe em we ji bîrnakin û weke tovê jiyana me ne. Dema ew tovê jiyanê di dilê her kesî de hat jiyankirin û bi xebatê mezin re hevalbendî dikir ta ku di jiyana we de hevalbendiya HPG hatibû çandin û heskirina bi salan di mejiyê we de hatibû jiyankirin û heya di îdeolojîk û felsefeya xwe de bi bîr û bawerî bû û her kesî parvedikir. Ta ku bi plan û programê xwe re yekbûn ji bona hevaltiyê jîr û zanebûna xwe ji bona fedadikir.
Di çiyayên Botanê de jiyan herî zor û zehmetî di herêmek bi vî awayî heskirin û xwestekê xwe ji bona jiyanê li pêş bû û di wan herêmên zor de xwe gihişt astek herî bilind û her wiha zoratiyê ku di kîjan herêmê de dihat kêşandin girêdan û heskirina we bêhtir zêde dibû û her xebatê ku dida meşandin bi sekeftin derbas dikir û di her xebatekî de cihê xwe di rola mezin de digirte û di nava tevger û lêkolîna mezin de bû û ji bona helwesta mezin her dem di nava tevgerê de bû.
Di rihê we de parçeya HPG hatibû çandin lê heya roja dawiyê de jî ji bona riya HPG’ê de bibû daxwaziya we ya ji bona jiyanê azadiyê vekiribû.
Bidim gotin ji bona derdê hevaltiyê
Da ku bibînim Delal çiyan
Da ku nas bikim hevaltiya bi salan
Bawerî bidine xezalên çiyan
Wê jiyan bikin bi her deman
Sozê didin bi riya rêhevalê Edal û Mahîran
Bi te re ne ey rêhevalê mezin fermandarê duyemîn
Ey hevalê Erdal
- Ayrıntılar
Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda kiriye.
- Ayrıntılar
Di nav ajalan de em zêdetirîn ji pezkoviyan hezdikin. Ez kîngê derkevim rêwîtiyê, dixwazim her tim wan bibînim. Dema ez di rêwîtiyê deme, çavên min her dem li derdora min in. Ez dengekî hêdîtir, xişîneke pir kêm jî dibihîzim.
Carna rêya ku lê dimeşim jibîr dikim, winda dibim. Dema ez hewl didim wan bibînim, li kevir û zinaran dieliqim û dikevim xwarê. Ez dixwazim di zivronekekê de, di pişta zinarekî de rastî wan werim. Dixwazim ji pişt darekê ve
ji nişka ve derkevim hemberî wan. Nizanim çima? Lê dengek ji nav dilê min ji min re dibêje ger ku ez wan bibînim, dê ji min re mizgîniya xêrê bînin. Ji ber vê jî ez li wan digerim. Ji ber vê ye ku hevalên min, ji min re dibêjin bi salan e tu hê nikarî li çiyayan bigerî lê nizanin ku çavê min tim li pezkoviyan digere. Ax! Min ew carekê bidîtina, têr li wan
temaşa bikira, ew meşa wan, herhal ez ê jî hîn bûbûma bê ketin, bê eliqîn bimeşiyama di van rêyên çiyan de. Ez baş dizanim, ew her dem li derdora me ne. Ji ber wê jî, min navê Periyên Çiyan li wan daniye…
Carna wisan dibe ku; ez digihîjim derekê, haydar dibim ku demeke berê ji wir veqetiyane. Berî min bi çend deqeyan di rêya ku ez jê derbas bûme de derbas bûne. Carna di navbera daran de xişexiş tê, em dibêjin qey ba ye, lê
pezkovî ne. Carna ji bilindahiyan kevirên biçûk tên xwarê, ew li wir in lê em tenê dibihîzin. Li berqefan wek şeklekî disekinin, em mêze dikin, mêze dikin lê nabînin. Carna wek bahozê dimeşin, em nagihîjin wan. Tenê em dizanin ku
ew in…
Hem nêzî me ne, hem jî dûrî me. Di nav daristanan de, li serê zinaran temaşeya me dikin. Ji ber vê jî pezkovî periyên van çiyayan in. Tu kesê/î ji me aciz nakin û nêzî me tevan dijîn. Her dem li derdora me ne lê tu caran xwe
nîşanî me nadin. Bi rengê hestekê her tim hene, ne tenê wek hestekê, bi rengê rastiyekê jî her tim hene. Çendekî berê em derbasî Qertelê dibûn. Kesên ku li Zagrosan dijîn Qertelê baş nas dikin. Ew zinarê bi xof ê ku baskên xwe ji du aliyan ve vekiriye û wek ku bifire xuya dike… Me ji qeraxê Avaşîn de lê xistibû, em hevraz dibûn, em gelek jî westiyabûn. Ji geliyê Qertelê re hindik mabû me navber da… Hevalê min ê rê dixwest em temaşeyî çûyîna ava ya rojê bikin. Sorahiya êvarê tevahiya girên Zagrosan girtibû. Di dilê min de jî ew perî hebûn. Ez difikirîm, dikarim wan li van gelî û zinaran bibînim. Ez hinekî din pêş ve çûm. Ez zûzûka ji zinarê li pêşiya xwe derbas bûm. Min temaşeyî geliyan kir. Min hîs dikir ku ew li wira bûn. Lewre gelî mekanê wan bûn. Dema roj diçe ava ew xwe dikişînin geliyan. Di tariya şevê de cihê herî ewle gelî ne. Ew di nava geliyan de disekinin û li benda sibehê dimînin. Ji bo mirov sekna wan bibîne jî divê çavên mirov baş bibînin… Ez nizanim min çiqas li wan geliyan temaşe kir tê bîra min, min ji xwe re digot ‘periyên xweşiktirîn ên çiyayan, qey çi dibe vê berêvarê, carek be jî xwe nîşanî min bidin, qey bes nîn e bi salan e ez li dû we dimeşim.’ Ji nişka ve ez li hevalê xwe yê rê haydar bûm.Min bala xwe dayê gelo, gotinên min bihîstibû? Hevalê min, hê jî bi kêfek mezin li çûna ava ya rojê temaşe dikir. Xuya bû nebihîstibû, ez rihet bûm
Min bi dengê kevirên ku şiqitîn berê xwe zivirand. Dengê kevirên ku şiqitîbûn di gelî de olan dida bilind dibû. Pêşiyê min fam nekir ku ji ku ketin xwarê. Lê dû re min dît ku du tişt li ser zinaran hereket dikin. Ev du tiştên ku hereket dikirin, ew bûn… Du pezkovî, du karxezal, du periyên van çiyayan di gelî de dimeşiyan. Ber bi geliyê Qertelê cihê ku em ê hinek paşê derketina biçûna wir. Ew jî ber bi wir ve diçûn.Weka ku rê şanî me bidin. Bi tevahiya bedewiya
xwe giran giran bi zinaran ve hildikişiyan. Di derbasbûna her zinarekî de disekinîn û li dû xwe, li min mêze dikirin. Ez yek ji kêliyên jiyana xwe ya xweştirîn dijiyam. Min meşek ew qas xweşik, ew qas bi raz careke din jî temaşe nekir. Hat bîra min ku divê ez vê demê, bi wênekêşê bikişînim nemir bihêlim. Lê makineya min, bi min re nebû, min dev jê berda. Vê carê min tenê temaşe kir. Dawiyê, dema gihîştin zinaran sekinîn. Cara dawîn zivirîn, li min meze kirin. Ew awirên wan ên dawîn bûn. Bi carekê çind dan xwe û ji berqefê derbas bûn. Û ew şeva ku em li serê Çarçelayê man, ez
li wan wêneyên ku min li ser zinaran dîtibûn fikirîm. Ew mirovên pêşîn, ew wênevanê ku biryar daye wêneyan li ser
keviran xêz bike, ew hunermendê yekem, dema ku xêza yekem çêkiriye li çi fikiriye? Kîjan periya çiya dilê wî /ê diziye, gava pêşîn a ber bi mirovbûnê ve pê daye avêtin… Kîjan delalê dilê wî/ê û aqilê wî/ê çeliqandiye û ew kevirê tûj ji erdê pê daye hilanîn û li wan zinarên reş xistiye, ew zinar bi wêneyên periyan neqişandine. Çima ne tiştekî din, pezkovî xêz kiribûn li ser zinaran…Dema ku bi kevirê destê xwe li kevirê din dabû, çima tenê pezkovî xeyal kiribû? Ger ku tenê li seydê ramiya be, di van çiyayan de gelek giyanewerên seydê hene, çima tu xêzeke wan tune… Yanî
çima wêneyên tu ajalên din nehatine xêzkirin…Hunermendê wan zinaran bûbû evîndarê/a kîjan periyê… Berya hezar salan ew wênevanê yekem yê/ya ku li zinarê Çarçelayê wêne xêz kiribû, tenê pezkovî hilbijartibû. Tenê bi daxwaza seydê xêz nekiribû, di heman demê de pezkovî ecibandibû, di nava ajalan de danîbû cihekî cuda. Dîtibû, fikirîbû û jê
hez kiribû… Tiştên ku ez niha hîs dikim wî/wê jî berya hezar salan hîs kiribû. Ez nizanim wê demê pê dizanibû an na, lê wî/wê yekem delaliya vê dîrokê ditibû û hezkirina xwe ya ji bo wê li ser zinarên ku bilindahiya wan digihîje hezar mîtroyan nexişandibû. Ew bûn yekem delaliyên dîroka mirovahiyê. Niha dengê dilê xwe, dilê min ê ku min roj bi roj dide meşandin, ji bo dîtina wan min çiya bi çiya dikişîne baştir fam dikim. Berî min bi hezaran salan ew mirovê/a ku ji van deran derbas bûye, wêneyê periyên ku dîtiye li ser keviran nexişandiye û bi hezar Salan daye jiyandin.
Halîl UYSAL
- Ayrıntılar
Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir.
Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî
Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam
Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan
Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar
Seranserê welatê min bibû taristan
Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da
Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman
Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ez bûme mêvan
Ez PKK me
Ez li Hîlvanê bûm mawzer û min deng veda
Li Sîweregê bûm tirsa dilê noker û began
Ez hicret im dîsa li ser şopa Brahîm Xelîl
Da ku têk bibim Nemrûdan
Û azad bijîm li ser welatê qedîm
Ez PKK me
Ez im êsîrê zîndana Amedê
Ez im şahid û mexdûrê wehşetê
Hawar, qîrîn û fîgan im
Bi laşê xwe yê tazî ji rûmeta mirovahiyê re mertal im
Ez im her sê şigarteyên dest Mazlûm
Ku Newroz nûjen kirin
Ez im roniya agirê Çaran
Ku tarîtiyiya reş veçirand
Ez im henaseya Xeyriyan
Ku di tîrmehê de can da miriyan
Ez PKK me
Ez bûm guleya yekem û teqiyam
Ji namlûya destê Egîd firiyam
Ez im roja vejînê ji destê zaliman derdixim jînê
Ez bûm gerîla û min xwe da çiya
Mîna dara çinarê min şax berda
Şaxeke min li Andok û Şaho ye
Şaxeke min li Helgurt û Cîlo ye
Şaxeke min li Ewrîn û Aso ye
Şaxeke min bû şoreş di Tîrmehê de dakete deşta Rojava
Ez PKK me
Ez li Cizirî tililiya dayîkan
Li Hezexê kevirê destê zarokan im
Li Nisêbînê şehîdê Pira Elaman
Li Licê birîndarê tang û topan im
Li Amedê Wedat Aydin
Li Dîgorê hevdeh can im
Bûm leyiyek ji mirovan û herikîm
Li seranserî Kurdistan û cîhanê şopdarê Bêrîvan im
Ez PKK me
Ez jin im, jiyan im
Mîrasgir û daxwazvanê sed û çar meyên Star im
Nînhûrsak, xwedawenda çiyayên bilind û bereketê
Piştî hezar salan bi tililiya jina azad rûbûye ji xewa mirinê
Bi eşq û evîna dayîktiyê
Şitlê rihanan bi cek û rextan dixemiliîne
Bi wan destên xwe yên pîroz keziyên şervanên xwe dihîne
Ez pkk me
Dîsa li hev kom bûn Nemrûd û Firewn
Êrîs kirin mina gurên har
Bi bêxtî ez revandim û birim li Îmraliyê, ez çarmix kirim
Dixwestin min tune bikin
Lê nizanîbûn ku ez sebr, vîn û heybet im
Min dolaba wan li sere wan gerand
Îmralî ji mirovahiyê re kire dibistan
Ez PKK me
Min bi ciwanî dest pê kir û ez ê bi ciwanî biqedînim
Vaye dîrok şahid e ku li seranserê cîhanê xwîna şehîdn min heye
Ma êdî kî/ê dikare hebûna gelê min înkar bike
Ma êdî kî/ê dikare gelê min tune bike
Heyanî ku ev destana pîroz hebe
Mijdar 2013
Ehmed QENDÎL
- Ayrıntılar
Di esmanekî sayî de
bi biriqandina stêrkan re
bi hev re awaza şevan digotin
ma gelo!
rast e stêrk bi hev re dipeyivin?
carekî were guhdar û temaşeke
biçe ser girekî bilind
wekî Katoyan
destê xwe yê rastê
deyne ser rûçikê xwe
bi destê çepê jî
çavên xwe
bi desmaleke spî pak bike
kûr kûr berê xwe bide
ezmanê jorîn
bi qasî çend deqeyan
temaşe bike
guhdar bike
tê wê çaxê
peyv û awazên stêrkan
di biriqandina wan de bibînî
çawa mirov
xwedî cîhanek bi hest û evîn e
cîhana stêrkan hîn xweşiktir e
ne kîn ne hesûdî
ne jî dilreşî
cîhanek tijî hêvî ye
baş temaşe bike
tê bibînî
evîndar çiqas dilsoz in
di her şevê de xwediyê soza xwe ne
soza wan
ji evîndariyê ne kêmtir e
ji soza Mem û Zînê
bûn sozdarê welat û azadiyê
ji ber ku stêrk
nefsbiçûk in
bi kêfxweşî
di destên sibehê de
cihê xwe didin rojê
ma gelo!
mirov nabe evîndarê vê cîhanê
Ji ber vê jî bila evîna dilê me
di cîhana stêrkan de be
bi vê hêviyê çavên xwe bigre
belkî wê demê
di xewna xwe de
tu bibînî ku
em bûne stêrk
- Ayrıntılar
