HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Evîneke ji eşqa Ferhad, heloyek ji şaho, ku mêvanê zagrosane. Ewe çîroka bi xwînê hatî şuştin.

Zagrosiye ew, ji warê xwedawendan e. Zarokekî tirse di dilê welatê xwe de, dîrokeke ew ji şûnwarê ku bi eşqê li şaho xemilî, serpêhatiya qehremanane li ser rêya kerbelayê. Li ser vê rîyê, li hember yezîdên demê ye. Evîndarê gelekî yê bê welate ew. Gelekî ku di welatê xwe de bê ziman maye. Di tarîtîya şevê de dibiriqe. Tîrêjeke ji tava heqîqetê ye li pişt çiyayê şaho. Egîdê keleha palengan, parêzwanê kurdistan’ ê ye ew.

Ji çiyayê Şaho yê bi heybet bi awirek tije bi wate li kûrahiya xaka xwe dinêre. Wê li ser lutkeyên Şaho gavên rûmetê ber bi dol û newalên Behdînanê ve biavêje. Ew lehengê herçar beşên welat e. Wê gelê Kurd şahidaya lehengekî Şahoyî bike.

“Xeyalê Wî Mezin Bû”

Li her çar hêla welat de wê şer bike ew. Ewê ti bend û astengiyan nas neke û ji bo jiyana azad têbikoşe. Ewê li Behdînan’ ê biqîre da ku deng bide Rojhilatê welatê xwe. Wê Li hember komara sêdarê ya ku gelan dike hedef û qirkirinê dimeşîne, bibe şopdarê Ferzad Kemanger ê welatê xwe. Wê zafera sexte di qirika neyaran de bihêle û nehêle ku ew şad bibin.  Bi meşeleya azadiyê ya ku hildaye wê jiyanê bi hestên tolhildanê li wan bike dojeh û şad bike zarokên ku xeyalên wan nîvco maye.

Armîn Kuwîk li şaho jawero ya girêdayî bajarê Kamyaran’ ê di nava malabetekî bi çanda xwe ve girêdayî çavên xwe li dinyayê vedike. Ew 11 salan li dibistana rejîma îranê dixwîne, di wê temenê xwe yên ciwan de li hember siyasetên dij mirovî û pergala kurdkuj a dewleta îran ê nakokiyan jiyan dike û dikeve nava lêgerînan. Polîtîkaya zirav a rejîma îranê ya li ser gelê xwe û Zilma dewletê ya li ser girtiyên kurd, pêşveçûnên li kurdistanê û êrîşên daîşê ya li ser rojavayê kurdistanê li ser Armîn gelek bandor dike. Ew êdî dikeve ferqa siya tarî ya li ser kurdistanê.

ŞOPDARÊ QAZÎ MIHEMED

Çawa dilwêrekên welatê wî li pey şopa qazî mihemedan-simko û cengzêrînan meşîyan û zilma dagirkeran hezim nekirin. Ew jî zilma ku li kurdistanê dimeşe nikare daqurtîne û di sala 2016’an de beşdarî refên gerîlayên azadiyê dibe. Armîn navê xwe dike Egîd Botan û dibe cengzêrînê çiyayên kurdistanê.

Ew êdî Egîdê tevgera azadiya welatê xwe ye. Egîd di demeke kurt ku li heremên parastina medya perwerde dibîne, pir lêhûrbûyinan dike. Ew hemû nakokiyên ku li pergalê jiyan dikir, bi şenberî tehlîl dike û derdixe zanebûnê. Ew bi xwandina pirtûkên Rêber Apo û tevgerê ve gelek mijaran de dibe xwedî zanist. Ew li ser Dîroka  û erdnîgariya kurdistanê lêkolînan dike û danehevên ku bi dest dixe jî bi rêhevalên xwe re parvedike. Her bihostek ji axa kurdistanê mereq dike, dixwaze bizane ka ew hemû kesayetên kurd ku derketine di kîjan erdnîgariya kurdistanê de jiyan kirine.

BERÊ WÎ LI ÇIYAYE

Piştî demek kurt li heremên parastina medya, derbasî rojavayê kurdistanê dibe. Li wir di gelek pêngavên li hember daîşê de cih digire. Ew jî weke her zarokek kurd dilê wî ji bo rojavayê kurdistanê lêdida. Egîd li rojava erka xwe ya milîtanî bi tempoyeke bilind bi cih tîne. Ew li rojava bi pisporiya xwe ya leşkerî ve di meydana cengê de pêşengtiya gelek çalekiyên li dijî çeteyan re dike. Kîna Egîd li hember çeteyên xwinxwar mezine. Ew êş û azarê ku çeteyan bi gelê wî daye kişandin jibîr nake û di her kêliyê de vê êşê jiyan dike. Di hemû şerên ku tevlî dibe de bi soza tolhildana ku daye Serok APO û şehîdên welatê xwe rol dileyze. Ji bo weke milîtaneke rêber APO ji hêviya zarokên rojavayê kurdistanê re bibe bersiv, di her warî de xwe pêş dixe û hewl dide di vî warî de pêşengtî bike.

 

 

Egîd botan piştî demeke li rojava erka xwe bi şanazî pêk tîne, Berê xwe dide çiyayê welat. Ew xeyalê xwe yê gerîlatiyê jî bi vî awayî pêk tîne. Dizane ku çiya di dîroka gelê wî de xwedî cêgeheke taybete. Çiyayên ku ji gelek kesayetê kurd yên mezin re şahidî kiriye. Ew di vê baweriyê de ye ku mirovên xwedî birdoziya APO’yî, li çiya dikare ji bo azadiya welatê xwe bêyî ku ti astengiyan nas bike gelek tiştan bike. Welatê wî bi çiya xwe xemilandiyê, ew jî li çiya vedigere da ku xemleke din li xemla welatê xwe zêde bike.

Şerê ku di destpêka 2021’an li herema zagros û zapê destpê kiribû, di sala 2022’an de jî bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dikir. Egîd ji şehadetên ku li Eyaleta Ş.Delîl ya rojavayê zapê çêdibûn pir bandor dibe û biryar dide tekoşîna xwe hîn mezintir bike. Dixwaze sekna zîlanî di xwe de bide runiştandin, li ser vê esasî di sala 2022’an de derbasî saziya hêzên taybet dibe. Li wir gelek ezmunan bi dest dixe, û fêrî gelek teknîkan dibe. Hemû tiştên ku di perwerdeyê de derbas dibe meraq dike û zû xwe fêr dike.

Li wir perwerdeya xwe bi serkeftî xilas dike û dibe endameke serwext ya saziya hêzên taybet. Ew ji bo li ser şopa fedayî û pêşenga mezin Zîlan bimeşe bi hemû hêza xwe ve tevlî kar û xebatên li wir dibe. her tim ji bo rola xwe bileyze li ser fedayitiyê lêhûrbûyîn dike û di jiyana xwe de jî li gorî wê tevlî dibe. Ti wextî şerê birdozî û şerê leşkerî ji hev cûda nagire dest, ew gotina serok APO ya ku dibêje ‘’yên ku birdoziya wî ne ya me be şerê wî jî ne ya me ye, ji xwe re esas digire û li ser vê bingehê gavan diavêje.

DI ŞERÊ XWE DE JÎ TAYBET BÛ

Dîsa şere, li çiya şer, li bajaran şer, li dol û newalan şere. şereke nemerdaneye. Şereke ku dagirkeran ji bo hebûna xwe bidin devam kirin dane destpêkirine. Ji bo egîd jî şere, şerê man û nemanê, şerê rûmetêye. Li binaniya zagrosan şere, şerê xwe parastin, şerê xilas kirina nasnameya kurde. Egîdê dilwêrek dereng nemaye, ew digihêje. Ew bi hêza tolhildanê ya ji serhildana jin jiyan azadî girtî ve xwe digîhîne şer. Şer dike raste, weke navê xwe, weke bazên zagrosan, weke lehengên amediyê, girê cûdî, girê bahar, girê hakkariyan şer dike. Şer dike da ku dijminê xwe li ser xaka pîroz ya welatê xwe derbixe. Şer dike ji ber di doza xwe de mafdare, şer dike ji ber li her devereke her roj zarokên niştîmanê wî tê kuştin. Şer dike ji ber ziman-keltûr û evîn li welatê wî qedexeye. Şer dike û ji behdînan silavan rêdike Rojhilatê welatê xwe.

Di sala 2023’an, egîd ji bo yekineya bi tevger tê vesaz kirin. Heloyê çiyayê şaho ku di hemû aliyê leşkerî ve xwe aniye asta pisportiyê, bi serberzî derbasî qada sergelê ya ser bi derelokê dibe. Ji gelek çalekiyan re pêşengtî dike, û ji hevrêyên xwe re dibe hêza moralê. Şerkerek dilnizm, rûken, û bi armanca xwe ve girêdayiye. Egîd şahidiya gelek fedaiyên weke hewrê çiya-serxwebûn serhed û helmet deralok dike. Ew şanaze ku bi hevreyên weke wan re rêhevaltiyê dike.

Egîd di pêşxistina taktîkên şer de xwedî pir nêrînên pisporaneye. Ew bi hevrêyên xwe re ji bo şikandina artêşa dagirker ya tirk çalekiyên nûjen pêş dixe û xwe di nû de avakirinê de xwe digihîne asteke bilind. dijmin Ruxmê ku di şer de ji derveyî teknîkê ti tiştî nikare li hember gerîlayan bike, dîsa jî bi pisportiya Egîdan nikare. Ew bi şêwazê gerîlatiya nûjen li hember hemû teknîka dijmin xwe û rêhevalê xwe diparêze û teknîka wan vala derdixe.

SIBATA JI QEŞA BI XWÎNA XWE GERM KIR

Egîd bi qasî 3 salan li devera Behdînan tekoşîneke bêhempa dide meşandin. Rolên ku dikeve ser milê wî bi azwerî di her warî de bi ser dixe. Soza ku daye şehîdan heta dawiya dilopek ji xweîna xwe jê xwedî derdikeve. Ew di 20 sibata 2025’an dema bi 2 rêhevalê xwe ve li ser erkêye, di encama êrîşên hewayî de birindar dibe. 21 sibatê dema dixwazin cihê xwe bigoherînin li gundê goherzê yê girêdayî derelokê bi dijmin re dikeve nava pevçûne. Ew her sê gerîla ruxmê birîndarin jî Çekên xwe himbêz dikin û li hember dagirkeran şer dikin. Yek ji wan gerîlayan ji bo nekeve dest neyaran bombeya xwe li ser xwe diteqîne, bi vî awayî Egîd bi 2 rêhevalê xwe xebat û goran ve digihêjin şehadetê û navê xwe di dîroka berxwedêr ya gelê xwe de dinivîsin.

Şehadeta wî gel û rêhevalê wî di kûr de êşand, dîsa soz dan yê ku li ser şopa heqîqetê dimeşiyan. Bi xwîna Egîdan sonda rakirina ala wî dan. Rêhevalên wî bi tîrêja rojê sond xwarin li ser çiyayê azad. Sond xwarin xeyalê wî bigihînin rastiyê. Ew di dilê kurdan de bû sembola kesayeta azad. Wê şoreşgertiya wî ji zarokên kurd re bibe çîrok .