HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Salên bêeman ên hêrsê ne. 

Divê mirov xwezaya şer baş fêm bike. Berpirsyariya şer çi ye, divê mirov vê yekê baş bizanibe. Min pirsên herî girîng di vê mijarê de ji xwe pirsîne.

Divê çawa bê jiyîn?

Rêxistiniya mezin, perwerdehiya baş, hesasiyeta mezin çawa tê bidestxistin? Tu yê hemû gavan bi baldarî biavêjî. Tu yê hemû hevokan di cih de bi kar bînî. Tu yê lez bihizirî. Lez bibînî. Lez bikî. Ez van tiştan hemû di kesayeta xwe de tînim ser ziman. Rexmî hemû hewlên dijmin ên tehrîk kirine, min biryar da ku ez şêwaza rast bi rê ve bibim.

Tehrîkên pir tirsnak hebûn. Carna di hundirê me de dijmin dihate ziman. Lê ez gelekî baldar bûm ku ez tehrîk nebim û nekim meseleya takekesî. Min firsenda ketina nava derfetên jiyana erzan nedan.

Li ser vê bingehê em gihiştin pirsa çawa bijîn.

Tu yê çawa netewî bî? Tu yê çawa civakî bî? Tu yê çawa xwedî rêxistin bî? Dê vebêja te çawa be? Bi kurtasî dê rêkûpêkî-disiplîn çawa bi pêş bikeve? Dê şêwaz-tempo çawa be? Di van salên şer ên bêeman de min karîbû xwe ji nû ve biafrînim

Cêwaziya min a ji kesên din ev e: baş dîtina derfetan, dema firsenda jiyanê dît, destpêkê raberkirina hewla fêmkirina wê ye. Destpekê ez vê yekê hildigrim ewleyî ye. Pişt re mirov dikare li ser vê zemînê çi bike, dikare çiqas giraniyê rabike ez wê dipîvim. Piştî ku min bersiva pirsa "ev hevîr çawa strîn" da ez dikevim nav de. Bi hewleke mezin, lez, daxwazê ve bi ser de diçim û bi teşe dikim. Ev dibe şerek û pişt re jî dibe jiyaneke nû. Sînoran nas nakim. Mînak, belkî di hindekan de zehmetiya karkirinê heye. Di min de berovajiyê vê yekê dema ez rihet bim ez tengezar dibim û zorê dikişînim. Dema rihetî çêbû, ez gelekî zehmetiyan dikişînim.

Lez meşîn, lez revîn û lez pêkanîn di min de şêwazek e. Dema ev yek nebe nerihetî dest pê dike. Ev yek jî min û binke tîne beramberî hev. A wî pir giran, pir bêamede, dikeve hewayên ku ez jê re pîrejin dibêjim. A me pir lez e û herikînêr e. Di encam de ji ber ku şêwaza encamgir a me ye, em bi ser dikevin. Di wateya takekesî de derveyî vê me firsend ji tu tiştên din re nedaye.

Ez jiyana xwe xwaromaro nakim. Ez her tiştî dikim xizmeta pêşveçûyîna giştî. Kî çi dike, çi nake, ez hemûyan bi helatekî ve bi xebatên xeta giştî ve girê didim. Însyatîf di destên min de ye, her ku çû hêz jî kom kir. Me ev hêz pir bi pisporaneyî bi kar anî. Di hemû qadên weke leşkerî, siyasî, dîplomatîk û hemû qadên jiyanê de pir bi pîvaneke hevseng pêş ket. Ji ber ku pir pêşveçûyîn çêdibin, ez neketim nava hewayeke nepixandî û bi xwehezkirinê ve neketim xeletiyan. An jî ji ber zêdebûna tengezariyan ez li aramiyê negeriyam.

Ev derkete holê: xebateke wisa bi rastî jî mirov gelekî berhemdar dike. Şertên jiyana giran dike rewşeke wisa ku mirov bikaribe bi hêsanî bijî. Westîn jî vediguhere aramiyê û xebatkariyê. Jiyaneke ku di kesayeta min de hatiye peyitandin heye. Aliyê dijber çiqas xwedî hêz dibe bila bibe, derfetên kesekî çiqas tengbin jî, ger bizanibe vê yekê baş rêkûpêk bike, ger bi qandî vac hestên xwe jî bikaribe baş bi kar bîne û hemûyan bike yek, bi qandî rastiyên xwe ji bo serkeftinê hemû şarezayiyên xwe tevbigerîne, dikare bibe kesekî serkeftî. Di asta netewetî de dikare serkeftinê bi dest bixe.

Niha di kesayeta min de, "kesekî serkeftî, gelekî serkeftî ye." Her kesek dikare di asta gelekî de kar bike û dikare hemû neyîniya vala derbixe. Dikare hemû zehmetiyan û qelsiyan têperîne. Ya nebawerkar dikare bike rojevê pêk bîne. Jixwe bûyîna hêza netewî, berbi nasnameya gelê azad ve çûyîn, di hawirdora PKK’ê de derketinên nasnameyên balkêş bi vê şêwaza min re girêdayî ye. Di aliyê hizir de, di aliyê hestan de şêwaza jiyan û pêşveçûyînê, bi şer re yekbûna vê yekê, bi cîhanê re xwe dayîna girêdan, xwe xistina rewşa kesekî erjeng di min de wisa bi pêş ket.

Min got ma pêwîstiya min bi azadiyê heye, "ez xwedî îdia me, xwedî hêrs im, ez ê xebatê bikim û biserkefim, min ev yek hindekî jî pêk anî. Jixwe ji ber vê yekê wateya PKK’ê tê wateya APO. Dîsa ji ber vê yekê gelê Kurd bi navê min re hevwate tê dîtin. Sedema dîtina bi vê teşeyê, di şexsê min de bi serketina, Kurdê windakirî, Kurdistana windakirî û kesê windakiriye. Bi qandî ku ez bi ser dikevim gel bi ser dikeve, welat bi serdikeve, takekes bi serdikeve û her wiha bi vê şêweyê ji min re nirx tê pîvan.

Bêguman ev yek rewşa min e. Ev yek raber nake ku her kes bi serdikeve. Lewra bi xwe spartina ji min re be jî, li şûna rewşa xweheyînîkirina kes, bi şerekî cêwaz pêwîstî bi xweheyînîkirina kes heye. Weke hemû olan, divê mirov nekeve nava xwexapandineke wisa: Di Xiristiyaniyê de Hz. Îsa gelekî baş e, Xiristiyaniyê îfade dike. Wê dem ê weke ku "hemû Xiristiyan baş in" em nikarin bi vaca Arîsto tevbigerin û mirov bi vê yekê ve nabe Xiristiyanekî baş. Bi heman şêweyê mirov nikare bibe misilmanekî baş jî. Bi nav mirov dikare bibe Xiristiyan an jî Misilman, lê bi hebûna xwe dê ji mûnafiqên kevin xirabtir bin. Divê mirov vê yekê baş bibîne. Kesayetê pirsgirêka nasnameya xwe û hebûna xwe çiqas peyitandiye? Di nava tekoşînê de weke teorîk û pratîk çiqas xwe ji nû ve afirandiye?

Karê afirandinê gelekî girîng e, divê mirov durû nebe. Divê mirov xwe nexapîne.

Ger dê misoger pênaseyeke min were kirin, ev yek dikare wisa be: ne bi gotinan xwe dixapîne, ne bi pratîka hemalgeriya erzan ve xwe dixapîne, bi qandî ku zanist e, xwedî vîne jî, bi qandî ku dikare bike dibêje û ev yek bi şerekî jî peyitandiye. Mirov dikare wisa pênase bike. Ma weke din li hember mirovahiyê ez dikarim bibim çi? Li hember rastiya gel a qediyayî û tune bûye, îdiaya neqedîne û hebûnê, îdiaya jiyanîbûnê. Di vê mijarê de ez kesekî xwedî şerê azadî, xebatkariyeke awarte û bi qandî hizirînê xwedî çalakî me.

Zagonên xwe ez bi xwe derdixim holê. Bi hewldan ez çerçoveya îdeolojîk, taybetmendiyên çalakiyê bi xwe diafrînim. Carna bi zimanekî pir şêrîn, carna bi peyvên qedînêr ez xwe amade dikim û pêşkeş dikim. Li gor hindekan wisa, li gor hindekan bi avayekî din. Lê ev mafên min ên azadiyê ne yan jî mafên ên tekoşîna pêşvexistina şerê azadiyê ne. Ez dizanim ku gelekî kes tevlî vê yekê nabin û heta dixwazin vala derbixin. Lê divê bizanibin ku li hemberî wan şervanek heye.

Ger hûn dixwazin misoger min nas bikin; ez kesekî xwedî pêşvexistina qada azadiyê me, xwedî zagonên rêkûpêk im, pêkanînêrê van im, bêeman baldariya taybetmendiyên bingeh ên mirovan dikim, aliyên kevin û nekêrhatî bi erdê re dikim yek û di vê mijarê de bi rastî jî xwedî rêgez im. Bi qandî baweriyê nirx didim zanistiyê, ne weke fanatîkekî çavtarî gerdûnî dihizirim, ez wate didim, mafên takekes, taybetmendiyên netewî û taybetmendiyên êşîrî û malbatî.

Yanî dîve were fêmkirin ku ez mafên her kesî ber çav digrim, di heman dem ê de jî di gelek xalan de bêmafiyê dibînim û li dij radibim. Mesele ne fêmkirin an jî nefêmkirina min e, mesele ne xwe nirxandin û ne nirxandina min e jî. Jixwe ez vê yekê her roj dikim. Mesele çawa fêmkirina kes û binke ye. Gelo ma dê bibin xwedî nasname? Ma dê di vê dinê de bibin xwedî cih? Bi rastî jî ma dê di nava vî gelî de bibin xwedî cih. Ma dê di asta temsîlkariyê de bikaribin hebûnekê raber bikin? Ma di vê mijarê de hişyariyên wan bes in?

Ez bawer dikim ku min baş xwe di hinava gel de daye rûnişkandin. Ez dihizirim ku pir di cih de min bi mirovan daye pejirandin. Dijminên min jî tevlî, derveyî pir kesên kêm tu kes nikare di derbarê min de xwedî îdiayên bêbingeh be. Ez çiqas di karê de xwe de serkeftî me, çiqas xweser û di cih de nêzîkatiyê raber dikim.

Hindek kesên ku dibêjin, "KT/TC’ê em xwarine, em bikar anîn e, em zarokên êşîran in, me ji axatiyê para xwe girtiye, tu zêde xwe têkîlî me neke me bi serê xwe berde" hene. Ew kesên van tiştan dibêjin bila baş bizanibin ku, ji dema ku ev yek gotin bi şûn ve dê belayên xwe bibînin. Ez ji van vê yekê dibêjim: "hûn dê ne sosretiyan, ne jî bi kêfan rizgar bibin! Şêwaz, tempo û rê û azîneyeke ku hatiye pêşvexistin heye, hûn dê li gor wê bin.

Wateya Apo hindekî jî ev e.

Divê her kes bizanibe xwedî hiş be. Rêhevaltî wisa hevaltiyeke ketûber nîn e. Tê zanîn ku ez madî û manevî hêzê li hev dicivînim. Ez ê vê hezê hindekî jî ji bo rêhehevaltiyê bi kar bînim. Ez dixwazim bînim ser ziman ku, dê tu kes nikaribe min bi kar bîne, dê nikaribe bi rast û çep ve bikişîne û nikaribe bixe nava serpêhatiyan. Dîsa ez dixwazim bînim ser ziman ku dê tu kes bi lîstokên nexweşiyê ve, bi fêlbaziya gundiyetiyê ve, bi bergerînan ve yan jî bi hestyarî û ketibûnan ve nikaribin pêşiya min bigre. Ez xwedî şêwaz, tempo, hîs, meş û vîna azad im.

Û ji beriya her tiştî ez şervanekî azadiyê me. Ez di heman dem ê de zagonan dibînim û derdixim holê. Di heman dem ê de disepînim. Ger mirin jî hebe dê ev yek werin kirin.

Ji ber ku azadî nirxa herî pîroz e. Ji bo gelê me azadî ji beriya nan û avê tê.

Li gor ku zagon ev e, dê pêwîstiyên zagonê bi cih werin. APO li cihekî zilamê vê pêkanînê ye. Yê li gor vê be dê were vê peywirê yê li gor nebe dê bireve biçe. Lewma hindek kes bi qandî ku dikarin direvin û diçin. Ger em rastiyeke di vê astê de ne, ger êdî hebûna me teşe girtiye divê mirov vê yekê fêm bike. Em bi ked, pir bi plan, pir hişyar û berpirsyariyekê ve em vê yekê didin meşandin.

Em pir vekirî vî tiştî tînin ser ziman; bar hilgirtina zêde peywira we ye, hûn dê bizanibin xwe bi rê ve bibin. Misoger pêwîstiya we heye ku hûn ji xwe re cihekî çêbikin. Ev ew rastînin ku em her dem ji bo binke tînin ser ziman. Hindek kesên ku dibêjin, "dê partî cih bide me, em ê rizgar bin. Dê hindek kes kar bikin em ê jî bixwin." Hetanî ku ez serokê vê tevgerê bim û hetanî ku ev tevger bimeşe ez ê misoger derfet nedim ku hindek kes bi xapandinê, bi çewisandinê, bi fêlbaziya gunditî yan jî bi fêlbaziya ronakbiriyê ji xwe re cih peyda bike û nirxên madî û menewî bi dest bixe. Di vê mijarê de kesayeta ku me afirandiye, xwedî dadwerî ye, kedê esas digire û ji bo serkeftinê dimeşe. Ger bi ser bixin cihekî xweş ji wan re heye. Ger alîkarî hebe, tu wê yekê bidî hîskirin eleqe heye. Ger ev werin kirin dê bêtir bibin xwedî cih. Ez pir eşkere bibêjim ku, gavavetînên xwe nespêre, vê azîneyê, van pîvanên ked, serkeftin, bergeha rast dê tenê belayê bîne.

Ger hûn baldar bin, gel di vê derê de jî rasteqînêr e. Ji ber ku şerê jiyanê dide hînkirin. Kêm zêde ev min didin nasîn, dê çi bibe, dê çi nebe, dê çawa bi dest were girtin, dê çawa bi dest neyê girtin, dê çawa were bikaranîn, dê çawa neyê bikaranîn ev hemuyan bi hindek aliyên xwe ve raber dikim.

Hîna di temenê gelekî biçûk de jî ez hişyar bûm ku xwe bi xwe bidim meşandin. Dema ez li cihekî rûdiniştim digotin "civa hat." Bûyereke herikînêr îfade dike. Tê bîra min ku ez gelek caran bi pirsa "ma di hundirê te de civa heye" re rû bi rû mame. Lê her dem meşeke bi heyraniyê re têkildar bû. Ez bawer nakim ku ez xwediyê yek rewşa bêriştmend bûm.

Ger pêwîst kiriba bi kesekî 70 salî re jî nakokiyeke bêeman derdixist holê. Lê riyekê wê didît, zilam dîn dibû. Bi ser min de dihat û min jî ji xwe re lê temaşe dikir. Min mirov bi rewşên cêwaz re rû bi rû dianîn. Min ew di nava sosretiyan de dihiştin. Armanc balkêşî derxistina holê bû. Ez ji ketûberiyê, yekrêziyê û fêrbûyînan qet hez nakim. Divê her roj ji bo min balkêşî be. Dema tiştekî nû neketiba rojeke min ez wê rojê tengezar dibûm û misoger min digot "ka tiştekî nû li kû ye". Ev yek ji bo min gelekî girîng bû.

Ez xwe pir azad berdidim. Tu kes nîn e ku xwe weke min azad berbide. Mesela bi qandî baldariyên zarokekî ez xwe baldar dikim, bi qandî hewesên zarokan xwe hewesdar dikim. Lê carna dikarim xwe bikşînim înzîvayê û tenê bi dilopeke av jî xwe bes bibînim. Ewqas nermbûneke berfireh heye. Carna dixwazim weke şahekî bim, carna jî baldar dibim ku weke xizanekî xwedî nanekî tisî bim. Carna her du sînoran jî lêkolîn dikim. Ez ewqas azad im. Carna ez quralgerekî erjeng im, lê ji aliyê din ve kesekî dewlemendê jiyanê me jî. Ez xwe ewqas di nava dewlemendiyan de berdidim.

Rexmî van hemûyan esas gihiştina helwesteke xwerû û zelal zehmet e. Bêyî ku ez tiştekî pêk bînim, ez hîs nakim ku min ew tişt pêk aniye, xwe naxapînim. Sosret dimînim, hindek kes rexmî ku nikarin gelek rêgez ên bingeh bi serbixin dikarin bijîn. Mînak rêgeza azadiyê, rêgeza şer, weke vê wilfên din û rêgez ên din. Ger negihiştiye serkeftinê ez jê qut nabim. Çil hezar carî, weke dorgerîna gezegenan a li dor rojê difertilim, da ku ez wê bi ser bixim.

Vaye meseleya Kurd, pirsgirêkeke bingehîn e, meseleyeke mezin e. Ez li ser bêemaniyê me, ev jî taybetmendiyek e. Weke vê hîna gelek taybetmendî hene. Mînak ez hema weke yekî ketûber dest pê dikim, lê hewlnak bi encam dikim. Dema ez destpê dikim, ji her kesî erzantir û ji her kesî bêîdiatir destpê dikim, lê di encamkirinê de divê misoger ez serkeftinê bi dest bixim.

Ez yekî demî me.

Ez gelekî pêvajoyî dijîm, hem jî kêlî bi kêlî.

Ji bo min jiyankirina kêliyê girîng e.

Rastjiyîna kêliyê.

Weke ku dê her tişt niha pêk were, şêwaza min a bi ser de çûyînê heye.

Jixwe em dahatûyan jî diafrînin. Ez bawer im ji sedem ên sereke yên serkeftinê yek jê jî ev e. Ji bo min tu demeke neyê bi serxistin nayê hizirîn. Divê hemû dem ên te weke xelekeke zincîrê bin, qet ji hev qut nebin. Ez dema xwe wisa hesab dikim. Ez di xafletê de bim, qut bim, serdemekê vala derbixim, ev ji bo min nabin mijara gotinê. Zincîreke hewlnak e. Weke helezonekê bilind dibe lê qet nayê dubarekirin, weke hespê gêj li gor xwe nazîvire, her tim xeteke li bilindahiyê ye. Ne weke fûzeyê firiya û ket ne jî weke hespê gêş li gor xwe dizivire. Na, bilindbûneke helezonî ye.

Wisa weke ya rêberekî bûrokratîk an jî teşeger, tu sekreter û şêwirmendên min nînin. Qet tiştên min ên wisa çênebûn û dê qet nebin jî. Lê ez dikarim bibêjim ku ez ji kesên wisa zêdetir bi rê ve dibim. Yek jî jiyaneke min a ku zêde xwe bi teşeyan ve girênade heye, ger ez wisa xwe li bûrokrasiyê û teşeyê biqelibînim, ez ê taybetmendiya xwe afirandêr wenda bikim. Xwe azad berdana min, nirxa herî mezin babistîna mirov û taybetmendiya mirov e.

Xwe azad berde, xwe azad bigre, li pêşiya azadiyê nebe asteng.

Ez xeyalên xwe yên zaroktiyê jî hîna azad berdidim. Di panzdehan de kevneşopî wiha dibêjin, di bîstan de wiha dibêjin û dema tu bigihê çilî tu yê wisa bibî. Di min de van hemûyan wateyên xwe wenda kirine.

Di Gelawêja 1994’an de gundiyekî me hatibû. Got, “tu hîna weke xwe ya berêyî, hindekî qelaw bûyî.” Min di deh saliya min de çawa dizane hîna dibêje, “tu niha jî wisa yî.” Ev yek rastiyekê diderbirîne. Ez di deh saliya xwe de çi bim niha jî heman tişt im.

Di min de wilfan pir di temenê biçûk de destpê kirin û min xwest ez pêşiya hemûyan vekirî bihêlim. Wilfa dibistanê, gelek wilfên mirovî, bi têgînên azadiyê ve ravekirina hindek xalan gengaz e. Ev alî hindekî giran dibe.

Ez bawer im mirovê herî baş nêzî xwe bûye ez im. Ez bawer im aliyên min ên herî xweser wiha ne, xwe girtî nehiştin, xwe nexistina zindanê, xwe kirêtnekirin, xwe radestî cahiliyê nekirin, xwe radestî hêjariyê nekirin, li xwe neheqî kirin. Ger tiştek ji min tê xwestin, ez rêzdar im. Xeyalên min ên zaroktiyê hene. Ez ê li cihekî bibim xizmetkarê wan xeyalan. Bêguman, ez, zarok an jî gel ferq nake. Ger zarok tiştekî dixwaze, xwedî hêvî ye em ê hetanî dawiya temenê xwe pê ve girêdayî bin.

Hîna bêyî ku ez dest bi siyasetê bikim jî, min bala hemû mamosteyên xwe kişandibû û ez xwendevanê wan ê yekem bûm. Ez dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim. Lê xebatên min jî hebûn. Tirsên min û gumanên min jî zêdebûn. Rexmî van hemû bêquralî serlêdanên azadiyê yên bi çavsorî ez gelekî xwedî guman im. Ez di nava gelek pîvanan de me. Ez dikarim bibêjim ku taybetmendiyeke min a ku çilî çil caran dipîve heye. Dibe ku tu kes ev aliyê min nizanibe. Tu kesekî weke min baş dipîve û bi pîvan gav diavêje nîn e. Di cihekî gelekî teng de pir xwedî pîvan jiyîn.

Bi derfetên gelekî kêm zorkirina serkeftinê.

Min ji vir ve rasterast kulma xwe li dijmin wernekir, lê li Enqerê hatin lêdan, min lêda ne wisa?

Eşkere ye.

Hetanî niha tu kurdan lêdaneke wisa sererast nekiriye.

Ez li vê derê me, min gav neavêt, lê tê wê wateyê ku ji dûr ve jî mirov dikare lê bide.

Weke din di gelek tiştên din de jî ev yek wisa ye. Ez xwe ji gel venaşêrim. Hundirê me derveyî me gelekî vekirî ye.

Ez mirovekî rasteqînêr im.

Ger welatê min ewqas kirêt bûye, ger mirovên me ewqas kirêt bûne, ez ê bizanibim ji xwe pirsan bikim. Gelek kurd reviyan Ewrûpa yan jî metropolan û heta xwestin weke tirkan tevbigerin ma ne wisa? Lê bi qandî ku min ev yek dît ez jê bandor bûm û min pê kir ku ez şêweyê sekna rast bigrim.

Ez jî pê re ew ez ê ku wisa kirêt, ew ez ê wisa hêjar, ew ez ê wisa bûye xirbe, ew ez ê ku wisa hatiye şêlîn ewqas bi têgîna dijmin re mijul dibim. Her rojê, her demjimêrê bi pirsan min nakokî derxiste holê. Min rê li tevgerbûnekê vekir. Bêguman van tiştan hemûyan, dema kesayeta min teşe digirt di pêvajoya lêpirsîna mezin de, ez xistim nava nefret, kîn, hêrs û di heman de xistim nava hizirînê. Min ev pêvajo bi hezaran caran jiyan kir.

Avabûn-pêşveçûn tê gotin. Bi qandî ku ez bi olê re mijul dibim, ez dixwazim bi felsefeyê re jî mijul bibim. Esas kesekî wisa afrandêr û fêmkar jî nebûm, ez vê yekê eşkere li xwe mukir werim. Min pirtûk dixwendin, lê hindek caran cihên ku min pêncî caran dixwend jî hebûn. Ez wisa kesekî hişmend û xwedî gotin jî nebûm, lê ez wê bernadim û min berneda. Olê vekole, xwedê li kû ye, xwedê çawa ye, bipirse hetanî ku tu dikarî bipirsî. Başî, xirabî û hwd.

Min bi olê çareser nedikir. Min xwe dirêjî felsefeyê kir. Felsefe hindekî din nêzî zanistiyê ye. Dîsa jî wisa nehizirin ku ez weke felsefegerekî hînbûme. Ger em hînî çend taybetmendiyan bûne jî ev ji bo me girîng e.

Nebû min xwe dirêjî siyasetê kir. Dema ez ketim nava siyasetê ez ji hemûyan bêtir bêhêçanbûm. Esas belkî jî ez hîna wisa bim.

Lê ez cêwaz siyasetê didim meşandin.

Ez heqê siyasetê didim.

Ez ji siyasetê re azadiyê nas dikim.

Ez siyasetê bi hizir bi ser dixim.

Min di siyasetê de çi bi ser xist? Bi taybet ji bo diyaloga siyasî min xwest ez van vebikim. Bêguman tu kesekî ku zêde fêmkir tunebû. Siyaset çawa hatiye çemandin, çawa ji nirx hatiye xistin, li şûna vê yekê mîlîtarîzma hişk û berhem ê difetisîne, çawa hatiye damezrandin û çawa ketiye nava jiyana mirovê Tirk, çawa berhem ê dibire çawa zerarê dide mirovahiyê? Ez ê vê yekê raberî wan, wan generalan bikim. Jixwe azweriya min a şer ji vê yekê bi pêş ve tê.

Aliyê min ê leşkerî çawa bi pêş ket?

Esas daxwazeke min a azadiyê heye û ji aliyan ve pêşiya vê yekê tê girtin. Ji ber ku ez jî di vê mijarê de li hemberî xwe rêzdar im, dixwazim di warê leşkerî de bibim hêz. Ger ew nebû, weke hêzeke leşkerî ya dijber dixwazim pêşiya xwe vebikim.

Weke din tu çareya vê yekê nîn e. Ger zanistiyê ev yek wisa destnîşan kiriye, divê tu ya pêwîst bikî, ji zanistiyê re xiyanet nayê kirin. Weke ku Îsmaîl Beşîkçî gotiye, zanistî tenê ji bo peyitandina hindek tiştan nîn e. Rêza min jê re heye, mezinahî ye. Ji ber vê sedem ê bi salan e di zindanê de ye.) lê yek jî tiştên ku zanistî difermîne hene. Mêtîngerî, mîlîtarîzm, tenê kirûyên peyitandinê nînin. Pirseke duyem jî: kî ji vê yekê zerarê dibîne? Ger Kurd ewqas zerarê dibînin, gava duyem a ku pêwîste zanyar biavêje, divê tu birûxînî, ger pêwîst bike divê tu li wê derê jî cih bigrî.” Ez mamoste Îsmaîl tawanbar nakim ku ka çima wisa nake. Hezar carî şukir ku wî got. Ew kesên ku wan gotinan ji xwe re esas digrin bila êrîş bikin. Em dikarin bibêjin parvekirina peywirekê jî.

Yek jî lez gelekî girîng e. Ger ez hêdî bimeşim dê misoger dijmin min daqurtîne.

Mijareke din a girîng jî, ne radestiya me ye. Cinawir her dem cinawir e. Mêtîngerî, faşîzm, şerê taybet her dem kesayeta xwe diparêze. Em tu caran cinawir ji hedefê ranakin û weke dost nabînin. Li gel vê yekê weke ku min gotiye, divê mirov taktîkên teknîkî baş diyar bike. Ez ê çi bikim destên xwe? Ma ez ê bi ço yan jî kevir lê bidim? Bi kurtasî, li beramberî dijmin ez çi bikim destên xwe ez ê çawa lê bidim, vê yekê dipîvim, û ditêkoşim. Ji bo serkeftinê hewl raber dikim.

Şêwaz, taktîk, tempo hemû ji bo serkeftinê ne.

Min hindekî cinawirê xwe daye rawestîn, nêzî xwe nakim.

Gelo ma ji ber çi min şêwaza xebata kir ewqas şidand? Çima ez ewqas lez, pir lez dihizirim û bi lezî bersiv didim? Ji ber cinawir e. Pir lez pêşveçûyîna min jînê heye, çima? Ji bo nerawestîna li hember cinawir e. Çima ez hemû şarezayiyên xwe di vê xalê de dişidînim? Ji bo ji rê dernekevim. Çima her dem dilê min di nava peroşmendiyê de ye? Ger carekê biqete dê min bi erdê re bike yek. Çima her dem çavên min li ser dijmin e, çima ez her dem ji piya û amade me? Ji bo bi xafiliyê min danequrtîne. Divê mirov di van hemûyan de hişyar be. Hişyarbûn girîng e. Carna bikim, carna nekim nabe. Ger carekê tempoya te bikeve, ger carekê lingê te bişemite, cinawirê li dûv te dê te daqurtîne.

Carna lez direvim, carna dirazim. Her dem lezgîn, her dem dest bi dar û ço, her dem li dijmin temaşe dikim, her dem navbeynê dipîvim. Çeka min tifinga destên min e.

Bi dem ê re me partî damezirand, me bi peyvê lê da. Me ARGK damezirand, me li herêmê gerîla belav kir. Me girse rakir ji piyan. Ev hemû taktîk in. Yek jî ez bi xwe dibezim. Lîstikvanê sereke ez im.

Kesê ku şer daye destpêkirin ez im, divê ez ji wê re baş serokatiyê bikim.

Divê em hindekî gel jî biparêzin. Gelek serhildêran mala gel xirabkirin. Roja duyem bi xwe jî hate daqurtandin. Em gel jî diparêzin, xwe jî, partiyê jî û kadro jî. Ev hemû şêwaz û taktîkên me yên şer in.

Çareseriya di min de çawa bi pêş dikeve?

Ji ber sedem ên weke yeknegirtin û nêrêkûpêkirina hizir, pratîk, şer, siyaset, rêxistinkirin, çalakgerî, însyatîfa takekesî, kolektîvîzim, destpêk, plankirina encamgirtinê, pêkanîn, têkîliya girseyî, rola pêşengtiyê, rêbertî, têkîliya navend û kadroyan, hîna bi giştî bêhevsengiya têkîliya bi gel re, bi taktîk re, têkîliya artêş-şer û li ser têgîna dost-dijmin wenda bûne û wenda kirine.

Lewra tercîhnekirina min a yek ji yekî yan jî hemû bi hev re di hevsengekê de bi ser ve xistina min, ez bawer im bi şarezayî û hêza min a serkeftinê re pêwendîdar e.

Ez hîna dikarim gelek tiştên wergir li ser vê yekê zêde bikim. Ji ya herî îlegal bigrin hetanî ya herî legal, em ji taktîkên şer ên bêeman bigrin hetanî taktîkên herî aştiyane vedibe. Gelek nakok diyar dibe, lê li gor min bi hev ve girêdayî ye. Ez herduyan jî bi nermbûneke têrker dibersivînim. Hindek dikevin şer, siyasetê û rêxistinê ji bîra dikin. Dikeve dîplomasiyê lê şer ji bîra dike. Dibêje ez ê siyasetê bikim, lê girêdana wê ya bi şer re zû ji bîra dike. Bi kadroyê siyasî re dikeve nava nakokiyan an jî kadroyê leşkerî qet ji yê siyasî hez nake. Ger mirov pêşiya van berde dê bigihê lûtkeyê herî jor. Tevlî artêşê dibe qet ji gel hez nake. Dibe fermandar min bi tu tiştî nahesibîne. Ev qelsiyên kûr ên mirovên me ne. Eleqeyên wan bi yek alî pêşketiye, hêza wan têra bihevrebûna çend karan nake. Yan jî şarezayiyên xwe zêde eşkere nekirine. Civaka me bi taybetmendiyên wisa ve barkirîne. Di bingehê vê yekê de xirabkariya mêtîngeriyê heye. Ez dixwazim vê yekê sererast bikim.

Ger em nepeniya vî şerî û vê mucîzeyê bipirsin, ez ê bibêjim, “ew bi xwe ye.” Ji asteke ku jê re şensê serkeftinê nedihate nasîn, hêviya serkeftinê nedihate dîtin, tenê dijmin ne, dostan heta şervanên me jî ji vê yekê bêwar bûn, gihiştina asteke mezin a serkeftinê tê girtin. Di eniya dijminê me de bêhêvîbûn di asta herî jor de ye, li aliyê me jî êdî her kes bi serkeftina me bawer e.

 

Encam; min riya tekoşînê hilbijart

Yek jî astengiyên bi hev re jînê hene, bêhezkirineke mezin heye.

Dema dayikbûna xwe îdia dike, tu daxwaza zarok nabersivîne. Hêza jina hêjar nîn e. Jixwe ji ber vê yekê ez bi ser mêtingeriyê de çûm. Me bi diya xwe re tirsnak lihev dida. Bihizirin hemû dayik rexmî ku şêhîd dane min ji kurên xwe nirxdartir dibînin. Lê min anîbû ziman, min bi diya xwe re şerekî tirsnak dikir.

Pişt re min ev têkîliya dayik-kur lêpirsîn kir. Min got diya min ji min çi dixwaze? Ez ji diya xwe çi dixwazim?

Dayik her ku çû bû welatek.

Kur her ku çû bû mîlîtanek.

Dê ev hetanî ku derê biçe. Keç kî ye, xort kî ye? Kur diçe Çukurovayê deh salan dixebite, nikare cîzekî bibîne. Dixwîne, dixwîne nikare bibe rayedarekî biçûk. Ez ê ji çiyê vê yekê re rêzê raber bikim, ji çi re rêzê raber nekim? Keç cîzekî erzan, zêrekî û hwd dixwaze. Ez ê çi jê bikim? Mirovahî di ku dera vê yekê de ye? Hezkirin di kû dera vê yekê de ye? Li hember van ez şêwaza xwe rêxistin dikim. Eman nekevin vê xefikê! Tu xwe jê bikşîne, lê pêwendiya xwe jî biparêze. Pêwendiya xwe ya ji dayikê re, ji keçê re, ya ji kurik re bi baldarî lêbikole, binirxîne. Tu yê misoger çareseriyekê peyda bikî.

Daxwaz, pêwendî û nêzîkatiyên min bi paş ve dikişînin, min hemû li paş hiştine. Min bi dem ê re berdan.

Ez her dem alîgirê hezkirina mezin bûm. Evîna mezin bi ser bixe ez ji te re li çepikan bidim. Ez nahesidim, evîna mezin esas digrim. Evîna Ehmedê Xanî tam evîneke mezin nîn e, lê belkî jî daxwaziya evîneke wisa ye. Di Ehmedê Xanî de kurdayetî heye, civaktî heye. Mezin dihizire, pir mezin li ser evînê dihizire. Hindekî bi şêwaza hizirîna min e, ez neçar im vê yekê bikim. Xweziya me her wisa bi evînê çareser bikira, me her wisa hez bikira û bihatana hezkirin. Vaye niha ez vê yekê dixim pêşiya we. Ger ez vê yekê nexim pêşiya we, wê demê ez ê di wateya neteweyî de durûtiyê bikim. Têkîliya taybet cuda ye, têkîliya beg-paşayî cuda ye, hezkirin cuda ye, peywirên siyasî cuda ne. Vaye bi van re danîna girêdana rast, taybetmendiya min a herî girîng e.