HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Li hember hemû zordarî, înkar û siyaseta tunekirinê ya dijmin, em berdewam in ku şer bikin. Li hember desthilatdaran, em tu carî Botanê, Serke Deryanê, Axiyanê û geliyê Hezilê bernadin.

Emê ji bo azadiya Kurdistanê û hemû gelên bindest, bi fedayîtî şer bikin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşînê bidomînin.

Me bi hêzeke tabûrê li milê Serke Deryanê yê ku ber bi Axiyanê ve dinêre, cihê xwe yê zivistanê girtibû. Em ji bêdengiya berfê hêdî-hêdî ber bi rengên biharê ve diçûn. Tevî sermaya qeşayî ya hewayê û zehmetiyan, em nêzî meha Adarê dibûn, ku mizgîniya biharê dide. Me Sibatê dîn li paş xwe dihîşt, lê ev Adar dê ji Adarên din cuda derbas bibûya. Me digot qey em ji zivistanê xilas bûn, lê di roja yekem a Adarê de berf dest bi barînê kir. Berf qet ne diwestê. Hemû der dîsa spî bûbû. Xweza careke din bi yek rengî hatibû xemilandin. Roj bi tîrêjên xwe her derê germ û ronî dikir. Dîmenê herî xweşik jî ew yekta bû ku ji yekbûna perdeya spî ya berfê bi ezmana şîn a paqij re çêdibû. Wekî ku me berê tu carî dîmeneke wisa nedîtibû, çavên me hatibûn sehirandin. Pelikên berfê wekî gewheran dibiriqîn. Xweza careke din hemû xweşikahiya xwe pêşkêşî afirîdiyên xwe dikir.

7’ê Adarê…

Rast li jêrê me gundê Axiyanê bû. Li aliyê jorê me, li cihê ku keşifvan çûbûn, gundê Hasyanê yê nêzî Kanî Botkê li hember me radiwestî. Li aliyê dinê me Serke Deryan hebû, û hinekî jêrê wê şikeftek hebû ku ber bi kampê ve dinêrî. Ji bo Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar a 8’ê Adarê amadekariyên moral hatibûn kirin, lê ji ber şertên cihê ku em lê diman, me dê rojek zû, yanî şeva 7’ê Adarê, pîrozbahî bikira. Di nav derfetên heyî de me bernameyeke xweşik amade kiribû.

Dor hatibû tîma me ku here serê girê. Ji ber ku li serê girê sê roj diman, me dest bi amadekariyan kir. Lê fermandarê bölûka me got ku emê beşdarî moralê bibin û berê sibehê herin serê girê. Herçiqas me got ku di berfê de vala hiştina wê derê rast nîne, wî got ku tiştek nabe. Bi vî awayî me 8’ê Adarê rojek berê pîroz kir.

8’ê Adarê…

Hevalên di tabûrê de dê biçûna erkê. Me jî plan dikir ku li serê girê rojeke aram derbas bikin. Şevê li derdora saet du an du û nîvê hevalan em şiyar kirin da ku em herin serê girê. Wekî manga, me çenteyên xwe dan ser pişta xwe, çekên xwe dan ser milên xwe. Di bin stêrkên şevê yên dibiriqîn de, bi mangayeke hevalên jin re em ber bi Serke Deryanê ve ketin rê.

Ji ber ku berfa barî qeşa bûbû, em bêyî ku di berfê de biçin bin, bi rehetî dimeşiyan. Dema me dest bi hilkişîna li ser deştê kir, hinekî zehmetî kişand; ji ber ku hevalên ku beriya me ji serê girê daketibûn, bi şemitînê daketibûn. Rê jî qeşa bûbû û êdî ji rê derketibû. Dema tempo giran bû, me guncaw dît ku du heval pêş ve biçin û rê vekin. Bi vî awayî emê zûtir pêş bikevin. Di dawiyê de, piştî vê hilkişîna zehmet, em gihîştin şikeftê.

Me tavilê derdor kontrol kir. Ji ber berfê em pir nikaribûn tev bigerin, ji ber ku şopên lingên me yên li ser berfê dikaribûn me eşkere bikin. Piştî kontrolkirina derdorê, me betaniyek hilda û devê şikeftê girt, agir vêxist. Piştî demeke kurt, keşifvanên ku me şandibûn hatin û gotin ku ji ber berfê rê hatiye girtin. Çi dibe bila bibe, ji bo ewlehiyê diviyabû rê bê vekirin û biçin cihê keşfê. Me neçar man ew careke din bişînin. Em li derveyî şikeftê, bi guhdarkirina cîhazê, derdor kontrol dikirin; heval jî ji aliyekî xwe germ dikirin, ji aliyê din ve taştê amade dikirin.

Hewa hêdî-hêdî vedibû. Stêrkên dibiriqîn yek bi yek winda dibûn. Tarî cihê xwe dida ronahiyê. Çiyayê Herekolê ku ji dûr ve xuya dibû, wekî ku hemû heybet û mezinahiya xwe îspat dikir, li hember me radiwestî. Wekî ku bi Pirûya Bestayê, yanî Girê Pirû, ketibû pêşbaziya xweşikahiyê. Her ku hewa vedibû, li jêrê aliyê Serke Mehemede Ûsê yê ku ber bi me ve dinêrî, li serê gundê Axiyanê, dîwarên spî yên qereqola ku sala 1993’an hatibû xistin, hêdî-hêdî eşkere dibûn.

Hema ku hewa vebû, me dûrbîna çêkirina Iraqê hilda û dest bi keşfê kir. Wekî ku erd kincê spî li xwe kiribû. Hevalên ku ji bo keşfê çûbûn jor jî hatibûn. Ezman azadiyê, erd kefenekî spî û valahiya di navbera wan de jî bi bêdengiyeke mezin û rawestîneke giran, wekî ku li bendê tiştekî bû, hest dikir. Ev bêdengî û rawestîn dişibî bêdengiya beriya bahozê.

Ji saet duya şevê ve em di nav berfê de bûn. Lingên me qeşa bûbûn û destên me êdî nikaribûn tiştekî bigirin. Li ser gazîkirina hevalan, em ketin hundir, xwarina xwe xwarin û xwe germ kirin. Dema germiya agir bi germiya hevalan re hat hev, em zû germ bûn. Bi çayê re me penîrê xwe xwar, ku hevalan di havînê de li ser ava Ware Kurdo ya li Beytüşşebapê çêkiribûn.

Dema em xwarina xwe dixwarin, dengên kobra jî dest pê kirin ku bên. Li ser vê yekê em tavilê derketin derve. Du kobra li ser Çiyayê Herekolê ber bi Hosyanê ve dihatin. Hawan dest bi avêtinê kiribûn. Di destpêkê de me fikir kir ku ji bo keşfê hatine, lê bi îhtîmaleke mezin, ji şopên ku me di berfê de hiştibûn, cihê me dîtibûn. Hema piştî wê, li serê Pirû du kobra yên din xuya bûn, ku me wan bi kodê “Çêla Reş” bi nav dikirin. Dema min ji hevala Têkoşînê, fermandara tîmê, re got: “Operasyon heye,” hevala Têkoşîn bersiv da: “Bi vê qas berfê dijmin nikare bê.” Lê gerandina kobrayan di vê berfê de normal nebû. Ji ber vê yekê, min hevalên din hişyar kir ku tev bigerin û bi dûrbînê dest bi keşfê kir. Min telsîzê xist otomatîkê. Ji cîhazê me fêm kir ku dijmin di tevgerê de ye. Li gorî kodên wan, me fêm kir ku çeteyên Hosyanê derketine erdê. Me xwest em agahiyê bidin noqteyê, lê ji ber ku em bi temamî ne bawer bûn ka operasyon derdikeve an na, em di rewşeke dudilî de bûn.

Helîkopter jixwe gihîştibû ser Kanî Botkê. Qorucî bi cîhazê rê û alîyê xwe ji pilot re tarîf dikirin. Dema min dûrbînê hema hema li ser Kanî Botkê sabît kir, ji nişkê ve min leşker dîtin ku li ser berfê wekî kefen li xwe kiribûn. Bêyî ku hevalên li rex xwe bixin nav panîkê, min got ku dijmin derketiye erdê. Kanî Botke bi leşkeran tijî bûbû. Min tavilê gazî noqteyê kir û rewş vegot. Dijmin qada Kanî Botkê, yanî cihê ku keşifvan çûbûn, girtibû. Hat pirsîn ka keşifvan çûne an na; me fêm kir ku negihîştine cihê xwe. Ji me re jî hat gotin ku em divê Serke Deryanê ya rast li jorê me bigirin û ewle bikin. Hat gotin: “Di demeke kurt de emê hêzeke piştgirî ji we re bişînin, xwe biparêzin.”

Di vê navberê de kobra hema hema li hemû derên Bestayê digeriyan û wekî ku dixwestin li hemû deran serdest bibin. Ji hemû aliyan kobra li dora me digeriyan. Li ser Gîre Rîjdeyê, ku li Uluderê navdar e û li jorê Şanstere û Bestayê dikeve, kobra, “çêl”, difirîn.

Li gorî talîmatê, me çekên xwe yên giran hildan. Beşek ji me dê biçe jor, beşek jî dê li şikefta li cihê girê bimîne. Tabûra me ya li kampa zivistanê jixwe bi lez û bezê ketibû tevgerê. Hin heval ber bi cihê keşfê ve, hin jî ji bo ewlekirina malzemeyên kampê ketin rê. Piranîya hevalên tabûrê jî diviyabû biçûna Tengava Deryanê. Ji ber ku her der bi berfê hatibû girtin û dijmin li gelek deran indirme kiribû. Tengava Deryanê qadeke di destê me de bû. Kevir û zinarên wê pir bûn; li hin cihên wê mirov dikaribû xwe ji teknîkê biparêze. Yanî ji bo gerîla qadeke guncaw bû.

Em jî ber bi Serke Deryanê ve, ku hinekî li jorê cihê girê bû, ketin tevgerê. Ji ber ku nêzîk bû, zû gihîştin. Lê pirsgirêkek me hebû. Lûtkeya Serke Deryanê tazî bû û kanalan ên ku berê hatibûn çêkirin jî bi berfê hatibûn girtin; êdî ji bo me nayên bikaranîn. Di dawiyê de me biryar da ku li şûna ku em derkevin lûtkeyê, li milê çiyê bimînin. Em li cihê ku daran hinekî kêm bûn mevzî girtin. Lê ya ku me ji wê re mevzî digot, yan binê darekê bû, yan jî valahiya binê zinaran. Her yek ji me li rex darekê, heta nîvê xwe di berfê de, dengên kobra û balafiran guhdar dikir.

Di wê kêliyê de, hevalên ku ji tabûrê ji bo piştgiriyê dihatin serê girê, dest bi xuya bûn kirin. Fermandara tîmê, hevala Berîvan, bi komeke piştgirî re hatibû. Dema heval Mehmet Can li pêşiya komê, bi dûrbîna li stûyê xwe, gihîşt cem me, ji me re got: “Îro jinên cîhanê 8’ê Adarê bi çalakiyên cuda pîroz dikin, lê jina ku di nav PKK’ê de cih digire, 8’ê Adarê bi şer pîroz dike û têdikoşe.” Her kes pir bi hest bû. Jinbûna me û gerîlabûna me bi hev re, ji aliyê têkoşîna jinê ve wateyên cuda û kûrtir dida.

Ji me re got ku em biçin rex dara ku hinekî ji me dûr bû û li wir bisekinin. Hema piştî wê hevalên din û hevala Berîvan jî hatin. Dema pirsî ka çima em li vir man, me got ku lûtkeya girê ne guncaw e. Piştre em dest bi bicîhbûnê kirin, dûr û bi navber ji hev. Di vê navberê de kobra û jet hin cihan wekî Tengava Dola Şiyûnê bombebaran dikirin û cihê ku herî zêde lêdabû, dîsa lê dida. Li ser girên hemberê me leşker û qoruciyên Hosyan û Segirkê hatibûn bicîhkirin. Ji ber ku dema wê dîmenek bidîtana, tavilê cih didan tarîfkirin û ew cih dihat bombebaran kirin.

Li jorê cihê ku em lê bûn, darên qelew û mezin hebûn. Ew cih ji cihê ku niha em lê bûn xurtir xuya dikir. Ji ber vê yekê min ji hevalan re got ku divê em biçin wê derê. Kobra pir nizm derbas dibûn û îhtîmala lêdanê pir zêde bû. Min dest bi çûna jor kir. Dema min dengê kobra bihîst, min ji hevalê ku li pey min dihat re got ku li cihê xwe bimîne û neyê. Hîn negihîştibûm cihê xwe, min dît ku kobra ber bi me ve tên. Ez ketim bin dara nêzî xwe; nîvê laşê min di berfê de bû. Kobra li ser me derbas dibûn, jet derdorê lê didan û cihên ku jet nikaribûn lê bidin, kobra lê didan.

Berî ku heval biçin xwarê cihê ku me diyar kiribû, ew min jî gazî kiribûn, lê ji ber ku min dengê wan nebihîst, min nikarîbû bersiv bidim. Ji ber vê yekê hevalan fikir kir ku ez şehîd ketim. Ji ber ku nikaribûn dîsa vegerin, wan berdewam kir ku biçin şikeftê. Ew di bin lêdanên kobra de diçûn xwarê û dibînin ku komeke heval ji cihê girê jî tên. Dema hevalên ku ji rex me ve diçûn, li ser me pirsîn, gotin ku em şehîd ketine. Li ser vê yekê hevala Berîvan got ku herî kêm divê çek û raxtên wan bên hildan.

Dema min dengê nalînê bihîst, dengê ku ji zarokatiya xwe ve jê nefret dikim, min xwest tev bigerim. Ev nalîn ya heval Mahîr bû. Hemû laşê min qeşa bûbû. Min dixwest tev bigerim, lê nikaribûm. Nalîn wekî mıknatîsekê min ber bi xwe ve dikişand. Min dest bi qîrînê kir: “Heval! Heval!” Lê min bersiv nestand. Careke din min qîrî: “Heval tu kî yî? Were şikeftê, em biçin xwarê cem hevalan.” Lê dîsa min bersiv nestand.

Min hemû hêza xwe li hev civand û ber bi aliyê ku deng jê dihat ve dest bi çûnê kir. Ji nişkê ve min fêm kir ku çekê min li cem min nîne. Vegerîna wê rêyê pir zehmet bû. Min bi zorê çend gav avêtibûn. Ji nişkê ve hat bîra min ku dijmin li Kanî Botkê ye û ji wir dikare bi hêsanî were Serke Deryanê, yanî cihê ku ez lê me; heta belkî hatibe jî. Çi dibe bila bibe, diviyabû ez çekê xwe bistînim. Min hemû hêza xwe li hev civand, vegeriyam û çekê xwe hilda.

Li pêşiya min sê darên mezin û qelew hebûn. Di dawiyê de ez gihîştim cihê ku dengê nalînê jê dihat. Û li wir ez bi rewşekê re rû bi rû mam ku mirov tu carî nexwaze bibîne. Min heval Gabar di navbera daran de dît; bi xwîna xwe berf sor kiribû û di rewşeke qeşa de bû. Hema hinekî li ser wî jî heval Mahîr hebû. Ez tavilê çûm cem wan. Min nikaribû bawerî bi çavên xwe bikim; bi rastî min nexwest bawer bikim. Dengê nalînê ya heval Mahîr bû. Min got: “Rabe, berxwe bide, em biçin xwarê cem hevalan.” Heval Mahîr ji serê xwe birîndar bûbû û ji ber ku asabên wî zirar dîtibûn, çavên wî êdî nedidîtin. Her wiha ji milê xwe jî birîndar bûbû. Ji min pirsî ez kî me; min jî got. Heval Mahîr bê navber dirûşma “Bijî Serok Apo!” dida. Şerê psîkolojîk ji şerê germ jî zehmettir bû.

Ji nişkê ve min li rex darekê, hinekî dûrî me, heval Mehmet Can dît ku razayî ye. Min ew ji montê wî yê şînê tarî nas kir. Ew wisa razayî bû, wekî ku ketibe xewneke kûr. Ew jî tevlî karwanê nemiran bûbû.

Têbînî: Ev bîranîn ji Rojnivîsên Botanê hatiye girtin…

2004