HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jiyan di nav tekoşînê de xweş û watedar e. Di dilên ku bi evîna jiyaneke bi rûmet û bi şeref diherikin de, ew jiyan bi serkeftinê dimeşe.

Bi serbilindî jiyan kirin, dema mirov dizane ku her gavê ku diavêje, bingehên xurt diafirîne. Bê rawestan ber bi lûtkeyên ku dengê serkeftinê lê bilind dibe ve bazdan. Ji wan lûtkeyan şahîya azadiyê ya bêhempa hildan. Ji xwe tiştekê ji jiyanê re hiştin. Armancekî manewî, xweşik û zehmetgihîştî ji dil xwestin. Xewn dîtin û xewnê bi rastiyê re gihandin. Ev e, ey gerîlayê min, navê rastiya van çiyayan: azadî. Û tu, li lûtkeya ya herî zehmetgihîştî, bi evîna heqîqetê azad î. Tu bi hêvî, bi evîn û bi berxwedanê xwe bi azadiyê ve girê da, û ji bo vê armancê bi îradeyeke mezin şer kir.

Li çiyayên azadiyê, armanca te ew bû ku ji bo dozeke mezin bigihîjî kemalê. Tu dixwestî bikevî nav her bahoza ku şoreşa azadiyê dizê, û bi lehengî tê de şer bikî. Êdî tu hevalê Egîdên ku bi felsefeya “pariyek nan û xirqeyek” jiyana xwe ya derwêşane bi wate kirine yî. Tu şahidê kedê yî ku li destên jinên Kurdistanê hatî neqşkirin, û şahidê wêrekîya ku di dilên wan de hatiye avakirin î. Tu milîtanekî ku li pey şopa şoreşgerên Apoyî bi rûmet dimeşe, û wekî ku gihîştiye kemalê xwe kûr dike yî.

Kemal ciwanekî Egîd ê herêma Serhedê ye; ji wê herêmê ku bi çiya û deştên xwe yên heybetdar, bi xweşikahiyeke bêhnbirîn tê naskirin. Malbata Kemal, hêj ew ji dayik nebûbû, ber bi bajarên mezin ve koç kiribû. Kemal jiyana xwe li Stenbolê vekir; bajarekî ku ji bo hinan cihê xewnên xweş e, û ji bo hinên din bajarê ku mirov di nav xwe de diqewirîne. Malbata wî ji wan kesan bû ku bêwext ji axa xwe ya ku her demsalê xweşikahiyeke cuda dihewand koç kiribûn.

Kemal salên dirêj li axa xerîbiyê, bê agahîya rastîn ji axa xwe, bi hesreta welatê xwe mezin bû. Bi taybetî, pir dixwest Çiyayê Agiriyê yê serhildêr ê welatê xwe bibîne. Çiyayê Agiriyê li welatê Kemal, wekî ku şîna êşên gelê xwe digire, her çar demsalan bi serê mij û berfê dimîne. Her çend Kemal zarokê axekê bû ku her dem bûye dayika serhildanan û hezaran ciwanên Kurd ên leheng di hembêza xwe de parastine, lê ew li destên xerîbiyê, ji rastiya xwe, ji nasnameya xwe, ji zimanê xwe û ji çanda xwe dûr mezin bû.

Ew pir dereng bi dengê dengbêjan ê ku dil dişewitîne re nas bû, û bi wan stranên ku bandoreke mezin lê kirin ve girêdayî bû. Bi çîrokên lehengên ku li welatê wî Agiriyê bûne efsane, dest bi naskirina Kurdîtiya xwe kir. Ew nikaribû qebûl bike ku gelê wî bê hêvî û domdar ber bi bajarên metropol ve koç bike, û zarokên gelê wî ne bi zimanê xwe, lê bi zimanekî din perwerde bibînin. Ji wê gavê şûnda, axaftina bi zimanekî din ji bo wî giran bû.

Biyanîkirina wî ji ziman, çand û axa xwe, ew xist nav nakokî û lêgerînan. Dema ku dest bi fêrkirina rastiya xwe kir, di hebûna wî û bîra wî de hişmendiya dijmin jî pêş ket. Her ku êş û azarên gelê xwe didît, şeref, serbilindî û wijdana wî ev tişt qebûl nedikir. Êdî nikaribû jiyaneke asayî ji xwe re rewa bibîne. Ew dest bi lêkolîna jiyana gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd şer dikirin kir. Dît ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo heqîqetê, bi azadî li dijî dijmin şer dikin û digihîjin şehadetê. Ev di dilê Kemal de bandoreke kûr çêkir. Wijdana wî nikaribû li hember van hemûyan bêdeng bimîne. Ew jî dixwest di doza azadiyê de bibe navekî din ê hêrsê. Ew hêrs dê di hebûna wî de yek bibûya û li ser dijmin bibariya.

Kemal li bajaran dest bi kar û xebatên ciwanan kir. Bi lêdanên li dijmin di her kolanê de, bi çalakiyên bi bandor, ciwanên Kurd rêxistin dikir. Lê ev hemû jî têrê nedikir ku hêrsê di dilê Kemal de sar bike. Kemal dizanibû ku ew dikare tenê li axa Kurdistanê û li çiyayên Kurdistanê bigihîje hebûna xwe ya înkarbûyî û cevherê xwe yê rastîn. Bi heyecan û hêvîya ku di dilê xwe de ji bo azadiyê mezin kiribû, rûyê xwe da refên azadiya Kurdistanê.

Ez di kûrahiyên deryayan de rêwiyekî xerîb bûm. Wekî ku ji welatê xwe dûr, di destên xerîban de girtiyê bûm. Bi hesreta welatê ku wekî dengê bilûrekî xemgîn di dilê min de diqîriya, xwe zindî digirtim. Wekî din, li hember vê dinyayê ku mirov dikare bi yek pariyê daqurtîne, wekî Kurd serî hildan ne hêsan e. Em bûn hedefa têlên tîr, zeviyên mayînkirî, rêyên sînordar û gulleyên bêşerm. Deng û nefesa me bi destên qirêj û botên xwîndar hat qutkirin. Xwîn xistin nav îradeya me. Lê em Kurd, dîsa jî bi şerefa xwe, serbilind û bêkes, li ser lingên xwe meşiyan. Hêza me her dem ji nirxên me, ji rûmeta me û ji evîna azadiyê ya di dilê me de hat. Li hember înkara rastiya gelê me ya ku sed salan dirêj bû, me her dem di serhildanan de şer kir. Em heta nefesa dawî, heta qatra dawî ya xwînê, heta şaneyê dawî yê laş, şer û serkeftinê didomînin.

Kemal di sala 2011’an de, ji bêmirovahîya Stenbolê ya ku bûbû çol, li çiyayên Dêrsimê yên dergaha mirovanên derwêş, cara yekem bi Kurdistanê re rast hat. Gihîştina Kurdistanê ji bo Kemal, gava yekem bû ji bo gihîştina rastiya xwe û azadiyê. Gerîlayê Kemal li çiyayên Kurdistanê, cihê jiyana gerîlayan, ji her gerîlayekî ku rastî wî dihat, bi çekên di destên wan de û bi rawestana wan a heybetdar di kincên gabardînê de, wekî ku mezintirîn wêneyê jiyanê didît, dihejand. Gotina “Heval” ku berî navê wî dihat gotin, bû peyva herî watedar ku ket guhê wî û kûr di dilê wî de hat neqşkirin. Wekî hevalê wan, ew êdî bû hevparê jiyana wan, îradeya wan, hêvîyên wan, xewnên wan û şerê wan.

Kemal bi girêdayîbûneke bê dawî û bi hêvî xwe bi vê gotina ku ji dilê wan dihat ve girê da, û bi wê xwe ava kir. Di sarbûna çiyayên fireh ên Dêrsimê de, di xweşikahiya wan a tijî sirrên ku mirov ber bi xwe ve dikişînin de, û di kavgaya wan de, wekî perçeyek ji canê wan gerîlatî kir. Di jiyana gerîlayên dilê çiyayî de, ku wekî Ava Munzurê bi coş û heyecan diherikî, ji bo gihîştina heqîqet û wateyê kedeke mezin da. Ew di dergaha jiyana Kemal de, û Kemal jî di dergaha jiyana wan de, bi aheng, bi mezinahîya dil, bi hezkirin û serkeftinê xwe xemiland. Di her çalakî û her şerê de, hevaltî bû zirgê herî xurt ê ku ew pê xwe diparast. Her hestê ku mezin kir û xwedî kir, di azadiya gel de gihand deryayeke zanînê. Gerîlayê Kemal du salên gerîlatiya xwe li Dêrsimê wisa bi wate, tijî û bi hêza milîtanekî xurt jiya.

Di sala 2013’an de, Rêber Apo ji bo pêşxistina imkanên çareseriyê li Kurdistanê di nava kedeke mezin de bû. Li ser vê bingehê, gazî li hêzên gerîla yên li bakur kir ku paşve vekişin. Gerîla di vê pêvajoyê de bi girêdayîbûneke mezin bersiv dan her biryara ku destê Rêber Apo xurt bikira. Pêvajoya paşvekişînê, tevî kemîn û êrîşên dijmin, hat pêkanîn. Kemal zû xwe li ser lîstikên dijmin perwerde kir û bû gerîlayekî kamil. Dema ku gihîşt Botanê, bi israr dixwest li herêma Cûdî bimîne. Hevalên wî ev daxwaz û israra Kemal bi qîmet dîtin, û Kemal li herêma Cûdî ma.

Di salên 2013 û 2014’an de, piştî êrîşên çeteyên DAIŞê li ser Rojava, ji bo parastina gelê Kurd û gelên Kurdistanê, ji çiyayan komên gerîla wekî alîkarî hatin şandin. Gerîlayê ciwan Kemal, piştî demekê gerîlatî li Cûdî kir, bi komeke gerîla ji Cûdî derbasî Rojava bû û beşdarî berxwedana dîrokî ya bajarê Kobanê bû. Wekî gerîlayekî di şoreşa Rojava de, bi hêrs, bi îradeyeke pola û bi girêdayîbûn şer kir. Di gelek hemle û çalakiyan de cih girt û rola xwe bi serkeftineke mezin lîst. Di şerê rûbirû yê ku ji bo parastina gel li dijî DAIŞê dihat meşandin de, gerîlayê Kemal bê tirs û bi wêrekî şer kir. Di şerekî de bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê ji Kobanê hat derxistin. Piştî demeke kurt ji dermankirina xwe, gerîlayê wêrek Kemal careke din derbasî herêma Cûdî ya Botanê bû. Piştî ku demekê li Cûdî ma, ji ber hewcedariya perwerdeyê şandin akademiyên îdeolojîk.

Li Akademiya Hakî Karer, li ser bingehê parastinên Rêber Apo, ji bo gihîştina pîvanên Fermandar Egîd, xwe kûr kir. Her wiha di xeta azadiya jinê de kûrbûneke girîng jiya; ji bo ku bi hevalên jin re li ser bingehê rast bijî û tekoşînê bimeşîne, xwe hişyar kir. Hewl da ku xwe ji wêranîya ku hişmendiya dijmin di nav wî de çêkiribû rizgar bike, prensîbên azadiyê di xwe de biafirîne û di têkiliyên hevaltî de girêdanên xurt ava bike. Xwe di mijarên rêz, hezkirin û baweriyê yên li hember hevalên jin de pêş xist. Li hember rastî û dilsozîya hevaltîya ku nîşan da, hevalên jin jî bi heman pîvanê rêz û qîmet dan wî.

Piştî perwerdeyê, ji ber tecrûbeyên ku di şerê li dijî DAIŞê de bi dest xistibû, Kemal li herêma Kerkûk-Maxmûrê hat organîzekirin. Bi pratîkên xurt ên ku li xeta Kerkûk-Maxmûrê nîşan da, bû gerîlayekî ku hevalên wî rêz lê digirtin, wî esas digirtin û jê hez dikirin. Bi tecrûbe û zanîna ku xwedî bû, ji bo parastina hevalên xwe û gelê li wir têkoşîn meşand. Kemal şervanekî hestiyar, jîr, lewaznebûn, çalak û cidî bû. Bi pîvanên milîtanîya xwe ji hevalên din re jî bû mînak. Di aliyê leşkerî de, çi çekek ku bikar dianî an jî bikar nedianî, dixwest xwe bigihîne asta gerîlayekî pispor. Li ser vê bingehê, pêşniyar kir ku biçî akademiyên Şehîd Mahir. Di çarçoveya akademiyên Şehîd Mahir de, derbasî Dibistana sûîkastê ya Şehîd Egîd bû. Gerîlayê jîr Kemal bi perwerdeya taybetî ya ku dît, bû gerîlayekî hoste. Ew milîtanek bû ku dixwend, lêkolîn dikir û her dem xwe perwerde dikir, da ku di şêwaz û taktîka serdema nû de bibe gerîlayekî ku barê mezin hilgire. Nêzîkatiyên wî yên hestiyar, dilsoz, cidî û rast, bala hevalên wî jî kişand. Kemal di hin karên girîng û bi sirr ên rêxistinê de cih girt. Bi pratîka ku li wir nîşan da, beşdariyeke mezin li karên rêxistinê kir.

Kemal ji bo careke din bikaribe here qada Bakûrê, di mehên dawî yên sala 2019’an de beşdarî komên xwehazirkirina bakur bû. Ji hevalên ku di van koman de nas kir û ji perwerdeyên ku dît, tecrûbe û ders ji xwe re derxist. Lê ji ber hin pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ji birîndariya wî derketibûn û ji ber hewcedariyên qadê, ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat organîzekirin. Her çend bi daxwaz û kedeke mezin dixwest li qada Bakûrê gerîlatî bike, lê milîtanê rast Kemal, li gorî hewcedariyên rêxistinê, ji bo her erk û berpirsiyariyê bê dudilî amade bû û li Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand.

Li wir di asta fermandariya tîmê de erk û berpirsiyarî hilgirt. Bû xwedî beşdariyekê ku li baweriya rêxistinê ya li wî hatiye kirin layiq bû. Di her karî de bi moraleke mezin, bi coş û bi hesta berpirsiyariyê beşdar dibû. Gerîlayekî hestiyar, baldar, paqij û disiplinê bû. Gerîlayê wêrek Kemal, bi hevalê xwe Dewran re, dema ku li ser erkekî ku rêxistinê dabû wan bûn, bi êrîşa xayîn a dijmin re bi hevalê xwe re tevlî karwanê şehîdan bûn. Peyva dawî ya Kemal ji bo hevalên wî di tekoşînê de bû çavkaniyeke moraleke mezin:

“Em di jiyanê de her tim keniyan û her tim jî dê bikenin. Îro tevî êrîşê, me moralê xwe çêkir. Me govenda xwe girt, stran got, helbest xwend. Dijmin nikarî moralê me bixe xwarê. Serê me her tim bilind e. Û em dê bi ser bikevin. Wekî Yilmaz Guney gotiye: ‘Bê guman em ê bi ser bikevin.’”

Wisa dibêje Gerîlayê wêrek Kemal. Ew baweriyeke mezin bi serkeftin û bi destxistinê re di dilê xwe de digirt.

Li pêşiya gelê Kurd, di lêgerîna jiyaneke heqîqetî de, du rê hatin xêzkirin: yek ew bû ku mirov di tarîtiya nifira xiyanetê de winda bibe; ya din jî ew bû ku mirov wekî Egîdekî, li ser xeta Apoyiyan, bibe kilîta azadiyê û ji bo her zerreyeke axa xwe bi fedakariyê şer bike. Gerîlayê leheng Kemal jî hilbijart ku li ser rêya azadiya gelê xwe bi fedayîtî şer bike. Li Kurdistana ku axa cennetê ye, jiyaneke bêwate û bêruh ji xwe re qedexe kir. Li ser rêya bi rûmet a gerîlayên Apoyî, xwe her gav û her kêliyê ji şoreşê re terxan kir.

Kemal wekî ronahiyeke zelal li ser hemû înkaran hilat. Bi wêrekîyeke bilind wekî Çiyayê Agiriyê, zincîrên înkarê yên li ser ziman, ax û çanda xwe şikand. Ji bo ku bibe dermanê êşa axa xwe ya tî ya azadiyê, û ji bo ku ji gelê xwe re jiyaneke heqîqetî soz bide, xwîdan rijand, hêsir rijand, xwîn rijand. Kemal bû tov; ket nav axê û bû mizgîniya jiyaneke nû. Axên hişk di bedena wî de hêvîya careke din zindîbûnê dîtin. Kemal bi hewayê re tevlihev bû, derya derbas kir û di dawiyê de gihîşt dergaha heqîqetê ya mirovê azad û zana, û ronahî bû.