Rêber Apo dibêje: “Xebat, têkoşîn, şer; kevireyên kilît ên bingehîn ên jiyanê ne.” Ev kevireyên kilît jî ji nasîna mirovan a rastiya jiyana xwe û ji perwerdekirina xwe li gorî prensîbên azadiyê derbas dibin.
Ger em hewl bidin ku jiyanê ne bi nêrîneke zanistî, lê bi nêrîneke felsefî bigirin dest; jiyan navekî din ê hevkêşeyekê û diyalektîkekê ye ku tenê ji bîranînan pêk nayê, lê hemû guhertin û veguherînên di nav çerxeke dîrokî de di xwe de dihewîne, di her kêliyê de dehan hestan dide jiyîn û hebûnê di navenda wan hestan de yekpare dike. Çawa ku anîna ziman a rastiya hebûnê, bi rastî jî rewşa rûşeymî ya hebûnê, zehmet e, her wiha çawa jiyan tê jiyîn jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Herçiqas cihêtiya di navbera jiyaneke azad û şêwazeke jiyana kolewar de divê wekî du xet, du raman û du çîn were girtin dest, lê diyar e ku jiyan divê bi tevahiya xwe, bi faktorên hebûnê, pêşketinê û ketina nav guhertinan ve were nirxandin. Jiyan ne tenê xeteke rast e; ev qasî ku eşkere ye, ew qasî jî rast e. Di encamê de, di jiyana bajêr, jiyana gund, jiyana kolanan û zêdetir jî di hemû wan jiyanên ku di dem û cihên cuda de derdikevin holê de, rengê jiyana çînî bi awayekî eşkere tê dîtin. Gelek şêwaz û rastiyên jiyanê hene ku em nikarin bi hejmarê biqedînin; lê xalek heye ku hemû tê de digihêjin hev. Ew jî teorîya “em ewqas dijîn çiqas em dikarin nefesê bistînin” e.
Di vê çarçoveyê de, şêwaza ramanê deriyê wê vedike ku mirov ji xwe bipirse: divê ez çawa bijîm? û li bersiva vê pirsê bigere. Şêwaza ramanê nêrîneke felsefî ye ku bandoreke mezin li jiyana mirov dike, rê dide jiyana wî/wê, û ji bo wî/wê kesayeteke exlaqî û siyasî bi dest bixe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ku parêzvanên felsefe û paradigmayê Apoyî ne û xwedî vê nêrîn û yekbûna îdeolojîk in, di pratîka jiyana xwe de teorîya “em ewqas dijîn çiqas em dikarin nefesê bistînin” vala derxistine.
Dema ku mirov bibêje gerîla, tiştê yekem ku tê bîra mirov ew e ku tevî hemû zehmetiyan dikare li gorî prensîbên azadiyê bijî û di têkoşîna jiyanê de bi azmên mezin destanan binivîse. Li çiyayan bi sê têgehên bingehîn têkoşîn tê meşandin. Di navenda hemû van têgehan de gihîştina rastiya xwe û têkoşîna li dijî şaşiyê heye. Ev têgeh bi rêzê ev in: têkoşîna bi xwezayê re, têkoşîna bi dijmin re, û ya herî girîng jî têkoşîna gihîştina kesayeta mirovê azad e. Yanî şerkirina bi kesayeta xwe re.
Ma bêyî ku mirov kesayeta xwe û hebûna xwe derxe holê, bêyî ku xwe çareser bike û xwe analîz bike, dikare dijmin analîz bike? Rastiya dijmin, rastiya gel, rastiya kes û xwezayê, eger mirov di cevhera xwe de analîz neke, çawa dikare rê bimeşe? Heta eger rêyek jî were meşandin, wê çiqas li ser xeta îdeolojîk be? Bersiva hemû van pirsan di têkoşîna jiyanê ya ku li çiyayên azad tê dayîn de veşartî ye; her wiha di wê nêrînê de veşartî ye ku her kêliya jiyanê wekî qadeke perwerdekirina xwe û civaka ku tu tê de dijî digire dest.
Li van çiyayan, ku hişmendiya kedê û hişmendiya hevaltiyê bi asta herî bilind dibe jiyan, kes kêlî bi kêlî xwe analîz dike û di hewla derxistina kesayeta xwe ya siyasî de ye. Kes çiqas dikare xwe nas bike, ew qas jiyana xwe bi wateyê û hebûna xwe bi bêdawîbûnê tacdar dike.
Rêber Apo xet e, felsefe ye û şêwazeke jiyanê ye. Rêber Apo, bi guhertinên ku kêlî bi kêlî di kesayeta xwe de pêk anî, ji tevahiya cîhanê re îspat kir ku kesayeteke sosyalîst bi rastî mimkun e, û rastiya ruhekî tevahî û şoreşger afirand. Bi milyonan mirovên ku dilê xwe dane Rêber Apo, bi esasgirtina Rêber Apo, kesayetên xwe digihînin qonaxeke watedar û jiyanî. Ji ber vê yekê, çawa ku derbasbûna ji jiyaneke çînî eşkere ye, deriyê jiyaneke azadîxwaz û biryardar jî heta dawiyê hatiye vekirin.
Di vê mijarê de Rêber Apo di analîzeke xwe ya 3 Çileya 1998’an de wiha dibêje:
“Jiyan, şaşiya bingehîn a di biryardariya we de, çawa ku tevahiya temenê we diyar dike, her wiha çavkaniya hemû pirsgirêkên we ye. Bi awayekî gelemperî, hûn nikarin bibin bersiva pirsa ‘jiyana mirov çi ye’; her wiha bûyerê ku wekî jiyan tê binavkirin, bi awayê ku li cem me teşe digire, li hemû xalan ên bingehîn bi cevhera xwe re dikeve dijberiyê û ev we pir xeternak dike. Bi rastî, ya ku em bi rêbaza şoreşgerî dixwazin bikin ew e ku bigihêjin pênaseyeke rast a jiyanê û eger jiyan were jiyîn, li ser vî bingehî biryareke rast a jiyanê bidin dayîn. Hemû berxwedana we hem li dijî pênaseya jiyanê ye, hem jî li dijî biryardariya me ya jiyanê ye. Dema ku em dixwazin ji hemû rewşên trajîk ên vê şerê re wateyeke kûrtir bidin, em digihêjin vê xalê. Ewên ku jiyan nas nakin, ewên ku derbarê çawa jiyankirinê de nikarin biryareke xurt bidin, di şer de pir xerab winda bikin, tiştekî xwezayî ye. Lê mesele ne ew e ka pênase tê pêşxistin an na, biryar tê pêşxistin an na; mesele ew e ku em nikarin vê berxwedana we ya dijber bişkînin. Ez nikarim vê çareser bikim. Bêguman li bin vê, hestên qels, rewşên pir bandor, bêperwerdebûn û her wiha rewşa girêdayîbûna ji destpêkê ve bi adetan ên ku em wan wekî şêwaza afyonî ya pir xerab bi nav dikin, hemû bi tevahî wê serhişkiya we ya dijber xwedî dikin. Û şikandina vê ji şikandina dijmin jî zehmettir e.”
“Serkeftin di ramanê de dest pê dike, şer her tim di ramanê de tê qezenc kirin”
Eşkere ye ku di kesayeta sosyalîst û şoreşger de, ku adet û pirsgirêkên kesayetê dibin asteng, pratîkeke saxlem û jiyaneke saxlem nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo ji kêliya yekem ve perwerdeyên ku guhertin û veguherîna kes digirin dest, esas digire. Ev jî rê li ber encameke baştir û girêdaneke îdeolojîk vedike. Eger ya tê xwestin azadî be, bedela wê jî ji afirandina “ez”eke nû di nav xwe de derbas dibe. Belkî ev rê û ev şer giran û bi êş e, lê encama wê kesayeteke şoreşger û sosyalîst a heybetdar e.
Ewên ku felsefeya Apoyî dijîn, bi hişmendiya ku watedarkirina jiyanê û teşegirtina kesayetê li gorî jiyanê rê dide serkeftinê, rastiya wê ku jiyaneke rast bi analîzên rast ên kesayetê tê girtin dest, bi xwendina Rêber Apo, lêkolînkirina wî û jiyankirina wî di xwe de dikin rastiyeke jiyanî.
Rêber Apo di analîzeke din de dibêje:
“Têkoşîna ku mêjiyê wê nafikire, ku di ramanê de serkeftinê bi dest naxe, bi xweberî nayê serkeftinê. Ji bo vê yekê, min di vê gotinê de giraniyeke mezin da hêza ramanê. Ez vê şerê bi hêza ramanê, bi hêza gotinê qezenc dikim. Ew çiqas rast be, tu çiqas bi baldarî li ser rawestî, pratîk bi xweberî di rêyeke saxlem de pêş dikeve û digihêje serkeftinê.”
Gotin rastiyek e ku divê derbasî kiryarê bibe. Perwerde, ku di nav çerxên sîstemê de amûra herî bingehîn a perçebûna mirov e, ji ber vê yekê di jiyana gerîla de dibe mijara herî girîng. Ji ber ku têkoşîna Apoyî esas digire ku nirxên mirovahiyê yên wenda bûne, rûmet, heqîqet û jiyana wê careke din bêne derxistin ber ronahiyê. Ji bo vê yekê, bi perwerdeyê ev tiştên wenda bûyî dikarin werin dîtin û nirxên aîdê mirovahiyê careke din bi mirovahiyê re werin gihandin.
