Dengek sar ji welatê min tê, cîranê xakek qedexe me. Rewşa her bûyerekî li vê deverê dişibe Kurdistanê. Ne tenê li kurdistanê li tevahî cîhanê xeyal di jiyanê de dîlgirtiye.
Li welatê wê jî wisa ye. Hinek çîrok hene dema bi lêv dibin, rûpel ditirsin û ji hev dûr dikevin. Çîroka wê jî ji bûyerên bi êş bû. Xwaziyek mezin di dilê xwe de dihewand ku jê re dibêjin evîn.
‘’Hemû Êş Yekin’’
Di hesretê de temenê wê, birînek ji êşa gelan bû. Ew di ferqa êşa hemû gelên Sûriyê de bû. Ne tenê gelê wê yên Ereb, Asûrî, Tirkmen, Çerkez û Kurd xwedî heman qederê bûn. bi êrîşa çeteyan li ser gelê Kurd êdî biryara giranbuha dide û li hember çeteyan tevlî şerekî giran dibe. Di asîmana azadiya gelan de biryara firendeyeke azad dide. Di sala 2017’an de di şerê li hember çeteyan de bi giranî birîndar dibe, lê kêliyekî jî dest ji tekoşîna xwe bernade. Di sala 2018’an dema dewleta Tirk êrîşê Efrînê dike, êdî hêrsa wê digihêje lûtkeyê. Êdî fêm dike li hember êrîşên mezin, tekoşînên mezin hewceye.
‘’Dûriya Ji Welat’’
Dîsa ji te dûrim welat, di keştiya hesretan de difetisim. Gava ji te dûr dikevim, ne ku ditirsim! Ji te dûr dikevim, ji ber ji te hez dikim. Xortên te ketin xewa giran, keçên te jî ji kûr ve dinalin. Îro divê bi çiyayan bikevim, li ser lûtkeyên bilind bêhna te bigirim. Ey welat her çiwqas dûr bî, ewqas di dil de dibî pertav.
‘’Biryara Mezin’’
Berfîn Zîlan di sala 2018’an de debasî çiyayê Kurdistanê dibe. bi hemû ezmûnên ku ji şerê li hember çeteyan girtî ve xwe digihîne asta leşkertiya pispor. Piştî demekî li herema Gare, ji bo hêrsa xwe ya li hember dagirkerên dewleta Tirk vala bike berê xwe dide Zapê. Li qiraxa çemê Zê li rex 3 hevreyên xwe ve li hember dijmin şerekî profesyonel dimeşîne. Heta kêliya dawî bi wate jiyan dike û bi hevreyên xwe Kurd re dibe rêhevalek Apoyî.
‘’Werza Şahiyê’’
Dema li werza Biharê hemû kulîlk serê xwe radikin û bi bişkûriyan hevûdu vedixwndin evîna xwezayê, hemû êş tên ji bîr kirin. Ew jî di bihara azadiyê de dibe kulîlkek rû bi ken. Bexteware ku di nav civata kulîlkên evîndar de hestên evînî şîndar dike. Rîma Ebdullah dizane her ku reng dide biharê ewqas nêzî welat dibe. ew sed hezar caran bû dilê welatek azad. her ku êrîş hat ser gelê wê, hîn zêdeir baweriya xwe bi biratiya gelan anî.
‘’Ji Hêviyên Birîndar Ber Bi Lûtkeyê’’
Her ku hêviyên wê birîndar bû, armanca wê mezintir dibû. Berfîn Zîlan ango Rîma Ebdullah di 7’ê Nîsana 2024’an de bi rêhevala xwe jiyanda dema dixwazin ava Zapê derbas bikin di encama qezayekî de digihêje şehadetê. bîranînên xwe ji dilê hevrêyên xwe re dike diyarî û bi ser bilindî baskê xwe vedike û tevlî karwanê nemiran dibe.
