Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 8 – 31'ê Tebaxê yên li hemberî hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê wiha ne:
– 8'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna 4 caran bi çekên giran hate bombekirin.
– 9'ê Tebaxê dagirkeran hewl dan li cihekî nû yê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna bi cih bibin û bi çekên giran bombe li tunelan barandin. Bi teknîkê dest li dagirkeran hate werdan.
– 11'ê Tebaxê Qada Deşta Kafya ya herêma Garê 5 caran bi çekên giran hate bombekirin.
– 18 û 19'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran bi çekên giran hate bombekirin.
– Di navbera 8 û 31'ê Tebaxê de dron, ÎHA û SÎHA bi rengekî zêde li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê geriyan û xebata keşfê meşandin.
31'ê Tebaxa 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG