Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Endama Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û YJA Starê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê fermandara me ya hêja hevrê Emîne Erciyes û milîtanên leheng ên xeta fedaî ya Apoyî hevrêyên me Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros di 20'ê Nîsana 2020'î de li herêma Garê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bi baweriya ji şoreşa hevpar a gelan û sosyalîzma rasteqîn li ser bingeha armanca Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad zêdeyî nîv sed sal in têdikoşin. Rêber Apo xwedî li bîranîn û armancên şoreşgerên leheng û pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan û Denîz Gezmîşan derket, bi vî rengî têkoşîna PKK'ê da destpêkirin û mezin kir. Rêber Apo ev têkoşîna ku di oxira jiyana azad a gelan de 52 sal in dimeşîne, li ser bingeha feraseta neteweya demokratîk û hevgirtina gelan dixwaze îro bigihîne encamekê. Gelek şoreşgerên Tirkiyeyê yên leheng û hêja di nava dehan salan de tevlî vê feraseta, xet û têkoşîna Rêber Apo bûn, şer kirin û hinek ji wan bi lehengî şehîd bûn, veguherîn ruh, nirx û hişmendiya hevpar a xwişk û biratiya gelan. Gelek hevrêyên me yên jin û mêr ên enternasyonalîst hîn jî ala vê têkoşînê bi rûmetdarî hildigirin û têkoşîna ji bo azadiya gelan bi biryardarî dewam dikin.
Yek ji hevrê û pêşengên me hevrêya me Emîne Erciyes bû ku weke jineke leheng a gelê Tirk ji quntara çiyayê Erciyesê tevlî vê têkoşînê bû, bêyî ku gavekê bi paşve biavêje 24 salan bê navber têkoşiya, sekneke gelekî xurt a jin a azad nîşan da û gelek wezîfeyên şoreşgerî bi rûmetdarî hilgirt û bi cih anî. Hevrê Emîne weke şoreşgereke Tirkiyeyî şoreşgereke sosyalîst û enternasyonalîst a rasteqîn bû ku di serî de gelê Kurd dilê xwe ji bo gelên bindest hemûyan lê dida. Bedewî û heqîqeta şoreşê di nava îdeolojiya Apoyî de li çiyayên Kurdistanê dît. Bi vê bawerî, têgihiştin, ked, coş û hezkirinê tevlî vê têkoşînê bû. Li her qada têkoşîna me cih girt, jiyan kêlî bi kêlî bi kedê hûnand û xwe jinûve ve afirand. Xwe gihand sekn û pêşengiya jin a azad ûw eke endameke Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di asta herî bilind de bi berpirsyariya têkoşîna me ya azadiya jinê rabû. Bi kesayatiya xwe ya pir reng û pir alî ji helbestê heta bi şano, ji muzîkê heta bi lîstika li nava fîlman nîşan da ku gerîlatî ne tenê şer e, lê modeleke herî mezin a jiyana azad e. Jiyana azad a gerîla jiya ku weke helbestê diherike, hem milîtanî hem jî fermandarî ji vê jiyanê re kir. Weke hevrê û milîtaneke heqîqî ya Rêber Apo, fermandareke jin a bêhempa ya têkoşîna azadiyê ya gelan têkoşîna xwe ya 24 salan di asta herî bilind de tacîdar kir.
Hevrêyên me Ekîn û Zîn jî jinên leheng ên Kurd bûn ku weke hevrêya me Emîne bi eşqa azadiyê tevlî nava PKK'ê bûn. Wan jî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me her cûre zor û zehmetî dan pêş çavên xwe û tevlî bûn. Li çiyayên Kurdistanê bi wêrekî têkoşiyan, her ku şer kirin azad bûn, her ku azad bûn jî bedew bûn. Weke şervan û fermandarên YJA Starê yên leheng navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
Hevrêyên me Emîne Erciyes, Ekîn Amara Toldar û Zîn Zagros weke jin ên leheng ên çiyayên Erciyes, Botan û Zagrosê dest dan hev, têkşoiyan û bûn milîtanên leheng û esîl ên gelê me. Em hevrêyên xwe bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelên Anatoliyê û Kurdistanê re dixwazin. Di şexsê van fermandarên me yên jin ên leheng de ji bo xwişk û biratiya gelan em soza xwe dubare dikin ku şoreşa xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî e:
|
Nasnav: Emîne Erciyes Nav paşnav: Nazli Taşpinar Cihê jidayikbûnê. Nevşehîr Dayik-Bav: Meryem-Abdûrahman Dem û cihê şehadetê: 20'ê Nîsana 2020 / Garê |
Emîne Erciyes – Nazli Taşpinar
|
Nasnav: Zîn Zagros Nav paşnav: Leyla Acar Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Sevkiyat-Aydin Dem û cihê şehadetê: 20'ê Nîsana 2020 / Garê |
Zîn Zagros – Leyla Acar
|
Nasnav: Ekîn Amara Toldar Nav paşnav: Şehrîban Akin Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Miselma-Mûstafa Dem û cihê şehadetê: 20'ê Nîsana 2020 / Garê |
Ekîn Amara Toldar – Şehrîban Akin
Emîne Erciyes – Nazli Taşpinar - Hevrêya me Emîne Erciyes sala 1976'an li bajarê Nevşehîrê yê li Herêma Anatoliya Navîn a Tirkiyeyê, li nava malbateke Tirk a ku bandora olî li ser gelek bû, muxafazkar û ji aliyê çandî ve ji derve girtî bû, ji dayik bû. Heta pênc saliya xwe zarokatiya xwe li gundê lê ji dayik bû, derbas kir. Hevrê Emîne ku piştî pênc salî neçar ma koçî navenda Nevşehîrê bike, bi vî rengî qala wan rojan kiribû: "Piştî ku me bar kir Nevşehîrê, em diçûn gund û dihatin. Me têkiliya xwe qet nebirî. Min bêriya gundê xwe dikir, tiştek li wir hebû ku dilê mirovan rehet dikir, tu xwe ji wir dibîne, tu zane ku koka te destpêkê li wir şîn bûye û ev yek jî timî te ber bi xwe ve dikişîne. Ez pênc salî bûm dema ji gund derketim, eger niha biçim belkî kes min nas neke, dibe ku ez jî kesî nas nekim lê belê mirov zane ku ji wê xakê afirî ye, çanda li wir çanda te ye û ev yek di şexsê te de nêzîkbûn û girêdaneke welê diafirîne ku qet ji nava te naçe.’' Hevrêya me Emîne ku hîn di zarokatiyê de dilsoziya bi xakê û welatparêzî weke pêwîstiya bûyîna mirov û civakê fêhm kiribû, di rêwîtiya xwe de ya ji bajarê Nevşehîrê heta Stenbolê qet ji van nirxan û koka çanda xwe qut nebû.
Hevrê Emîne Erciyes li Stenbolê, dema ku ji bo xwendinê çûbû wê derê, yekemcar bi nakokiya xwe ya bi sîstema modernîteya kapîtalîst hesiya. Her wiha jiyana ku mejiyê kevneşop ê feodal li jinê ferz dike, yekemcar wê demê xist ber lêpirsînê. Li gel ku digot, wê demê xwedî sîstemeke fikrî nebû ku vê yekê bîne ziman, paşeroja ku sîstemê lê ferz dikir didît, li vê dipirsî û bi pirsa 'Divê xwedî jiyaneke çawa bim' li alternatîfê digeriya. Hevala Emîne bi vî rengî ew dema xwendina li dibistanê ya ku prototîpa sazîbûna dewletê ne û jiyana ku malbatê lê ferz dikir, vedigot: '’Dibistana ku min lê dixwend navendeke dûrxistina ji rastiya xwe ya nûjen bû ku ji her devera Tirkiyeyê zarokên serketî hildibijart û kadroyên sîstemê ji nava wan perwerde dikir. Çûyîna dibistanê ji bo min paceyek li jiyana nû bû, weke ku timî tê gotin, 'Tu yê bixwîne, bibe xwedî pîşeyekî, ji aliyê aborî ve azad be'. Ji bo min jî ji wî alî ve rêyeke rizgariyê bû. Jiyaneke klasîk hebû ku li jinê dihate ferzkirin û min jî digot, 'Eger bixwînim ez ê karibim ji vê rizgar bibim, ez neçar im bi vî rengî bijîm'. Li aliyê me cudahiya navbera jin û mêr gelekî diyar bû. Mafekî jinê tine bû, li gel ku ji her detayên jiyanê berpirsyar bû, li tundiyê rast dihat. Min nedixwest bibim jineke bi vî rengî. Bi rengekî hişk min red nedikir, ê belê min hewl da ji vê jiyanê rizgar bibim. Ya ku dibistanê dabû min ev bû, weke ku ji min re digot, 'Tu dikare ji vê rizgar bibe'. Lê belê li Stenbolê ku ji bo xwendinê çûbûm wê derê, li nava wan avahiyên bilind min xwe weke gêrîkeke bêçare didît. Dibe ku mirov bi zanebûn bikeve nava tiştekî nikare ewqasî wêrek be. Ji Nevşehîrê rabû bûm û ber bi wî bajarê gelekî mezin çûbûm. Min zanîbûya Stenbol cihekî welê ye, dibe ku neçûbûyam. Piştî ku demek derbas bûm, ketim nava rewşeke welê ku min hin tişt fêhm nedikir. Min mafê xwendina zanîngehê bi dest xistibû. Lê belê bi destpêkirina zanîngehê re dawî li armancên min hat, di pîvanên feodal de nebe jî di pîvanên bûrjûvaya biçûk de herikîna jiyaneke rûtîn li pêşiya min bû. Bi taybetî pîvanên jiyana bajêr a berjewedîparêz, seranser û exlaqê lawaz, min dixist nava rewşeke xitimandî. Gelek heval dema ku diketin nava bajêr zû hîn dibûn, pê re dibûn yek, rabirdûya xwe ji bîr dikir, lê belê min zanîbû ku ji ku hatime û ji malbateke çawa me. Min nikarîbû dest ji wan berdim û jiyana min a li nava bajêr jî bi vî rengî dewam dikir. Xwendina dibistanê jiyanek li te ferz dikir, di heman demê de malbata min a li N evşehîrê jî rêbazeke jiyanê li min ferz dikir. Ya rast, min xwe ji herduyan jî nedidît. Min kir nekir nekarî cihê valahiya xwe ya manewî bi hin tiştan dagirim. Piştî ku min ev bêçaretiya xwe dît, bi fikrê 'Divê çi bikim' ketim nava lêgerînê. Ji ber ku jiyan bi carekê dikeve destê te û tu dixwaze bi rengekî bi wate bijî. Wateya ku min li Stenbolê û Nevşehîrê dît, têra min nedikir.'’
Hevrê Emîne ku ne li nava malbatê ne jî li zanîngehê bersiv ji lêgerîna xwe ya jiyana azad û valahiya xwe ya manewî nekarî bibîne, di dema xwendina zanîngehê de xwendekarên Kurd nas kir ku ji bo xwendinê ji Kurdistanê hatibûn. Cara yekê bi rêya wan navê Rêber Apo bihîstibû. Hevrê Emîne bi gotina, 'PKK'yîbûyîn bi giranî ji bo jiholêrakirina nakokiyên nava jiyana xwe weke rêyekê kete rojeva min' perspektîfa têkoşînê û jiyana azad a Rêber Apo weke alternatîfa valahiya manewî dît. Tevgera PKK'ê ku ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê xwe weke alternatîfa jiyaneke azad bi rêxistin kir, ji bo hevrê Emîne jî bû navendeke azadiyê û bala wê kişand. Weke jineke Kurd a ku biryar da li ser rêya şoreşê bimeşe, li ser sedema hilbijartina PKK'ê bi vî rengî axivî bû: 'Min sempatîzanên PKK'ê demeke dirêj nas dikir. Di dema lîseyê de jî ew mirovên welê bûn ku min herî zêde ji wan bawer dikir, ji bo min mirovên îdeal bûn. Nakokiyên min ên bi jiyanê re, PKK a ku min di şexsê hevalên xwe de dît, her wiha hêza PKK'ê ku xwe veguherandibû hêza rêxistinî, rasteqîiya PKK'ê radixist pêş çavan ku soza azadiyê dabû gelan. Li dibistanê derdorên cuda jî hebûn, weke mînak çep a Tirk. Gotinên çep a Tirk hîn tûj bûn, lê belê PKK'ê weke hêzekê xwe ispat kiribû, zor dida dewletê, gavên xwe hîn bi xurtî diavêt. Di nava çep a Tirk de rêxistiniyeke gelekî cidî tine bû, rêbaza xwe ya jiyanê û gotinên xwe li hev nedihat. Xeta bûrjûvaziya biçûk lê serwer bû. Wê demê min bi şênberî destnîşan nekiribe jî ji aliyê hestewarî ve bi vê dihesiyam. Min fêhm dikir ku hevalên têkiliya xwe bi PKK'ê re heye, hîn hevgirtî bû. Armanca xwe pêkanîna şoreşa Tirkiyeyê bû, bi hêza xwe ya ji çavkaniya baweriyê min biryar da ku ya rast PKK ye û li ser vê bingehê tevlî nava PKK'ê bûm.'
Hevrê Emîne Erciyes ji nava gelên me yên Anatoliyê rabû û ji Şêx Bedrettînan heta Îbrahîm Kaypakkayayan, ji Mahîr Çayanan heta Hakî Kareran, ji Denîz Gezmîşan heta Kemal Pîran weke dewama mîrateya nirxên berxwedanê di sala 1996'an de di ser Balkanan tevlî nava PKK'ê bû. Hevrê Emîne pirsgirêkên jinan, civakê, gelan û baweriyên cuda dît, bi qasî hêrsa xwe ya li hemberî sîstem û mejiyê serwer, helwesta têkoşînê ya li hemberî van ji xwe re kir esas. Lêgerînên wê yên şoreşgerî û jiyana sosyalîst, baweriya wê ya têkoşîna demokratîk û azadiyê ya ku xwe dispêre xwişk û biratiya gelan, kir ku bersiva hemû pirsên xwe yên li ser lêgerîna xwe ya li heqîqetê di nava Tevgera Apoyî de bibîne. Lewma fêhm kir ku azadiya jinan û gelan bi felsefe û têkoşîna Apoyî dibe û tenê bi vê yekê serketin dikare bi dest bikeve. Azadiya jinê bi kesayetiya sosyalîst û hişmendiya civaka sosyalîst nirxand, hemû rêbazên jiyanê yên ku sîstemê pêşkêş dikir bi têgihiştineke mezin red kir.
Hevrê Emîne demeke kurt piştî tevlîbûna xwe di sala 1997'an de derbasî Qada Rêbertî bû, bi serbilindahiya ku Rêbertî bi xwe nas kir, weke jineke şoreşger biryar da ku xwe li ser xeta Zîlan jinûve ava bike. Di dema pêvajoya qada Rêbertî de tevlî karên azadiya jinê bû ku Rêbertî diafirand û bi berirsyariya pêşengiyê rabû. Hevala Emîne ku beşdarî pêvajoyên gavên stratejîk ên weke 'Teoriya Qutbûnê' û 'Îdeolojiya Rizgariya Jinê' bû, li ser vê bingehê ji bo nasnameya jinê ya azad a ku xwe dispêre hişmendiya zayendê di kesayetiya xwe de biafirîne, dest bi têkoşîna îdeolojîk kir. Di demekê de ku ji bo azadiya jinê gavên dîrokî dihatin avêtin, nêzî Rêber Apo bû, bi sekn, lêgerîn û tevlîbûna xwe li ser vê bingehê ji Rêber Apo re bû çavkaniya îlhamê. Tespîta 'neteweya jinan nîne' ya Rêber Apo li ser bingeha tevlîbûna bi coş a li jiyana şoreşgerî ya hevrê Emîne hate destnîşankirin û di asteke bilind de analîzên jinê yên xurt hatin kirin, bi hêz bûn. Rêber Apo di heman demê de di şexsê hevala Emîne de qala lêgerîna azadiyê ya gelên Tirk û Tirkmen kir û ev tespît kir: 'Ji mêr ên Tirk bêhtir keç ên Tirk xwe nêzî PKK'ê dikin. Bi taybetî keçên nêzî gel û Tirkmeniyê. Ev yek jî pêşketineke bedew e, lêgerîna wan a azadiyê ya li nava nasnameya gelê Tirk, lawaz jî be wan ber bi PKK'ê ve dikişîne. Tu dibêje, 'Ji Nevşehîrê ne tenê faşîst, her wiha keçeke milîtan a azadiyê ya baş jî radibe'. Ev yek pêşketina herî bedew e, bibe îfadeya herî şênber a vê yekê. Rastiya gelê Tirk û Tirkmen a sed salan jî vê dixwaze'. Rêber Apo bi van nirxandinan re nîşan da ku tevlîbûna hevala Emîne li nava refên partiyê û cihê wê ya li nava refan çiqasî girîng dibîne û ev yek her carê bi hevala Emîne da hîskirin. Hevrê Emîne haya xwe ji vê mîsyonê hebû û her tim dilsoziya heqîqeta Rêbertî bû. Ji ber ku bi Rêber Apo re ji heman perspektîfê li Îdeolojiya Rizgariya Jinê û têkoşîna azadiyê dinihêrî, bû yek ji hevrêyên herî xurt ên Rêber Apo. Rêber Apo ku jin hemû gelekî hêja didît, potansiyela azadbûnê ya hevrê Emîne jî girîng dît û hevrê Emîne bi xurtî perwerde kir. Piştî perwerdeya berfireh demekê li gel Rêbertî xwe kûr kir û weke şoreşgereke Tirkiyeyî diyar kir ku li ser gelek bijarteyan dikare tevlî têkoşîna şoreşê bibe, lê hevrê Emîne anî ziman ku ew dixwaze wek gerîlayekê li çiyayên Kurdistanê tevlî têkoşîna şoreşgerî bibe. Li ser bingeha vê pêşniyara xwe ya bi israr derbasî adên gerîla bû û tevlî nava refên herî pêş ên têkoşînê bû.
Tespîta 'Netewe mejiyê hevpar e' ya Rêberê me gelekî bandor li hevrê Emîne kir. Hevrê Emîne di vê der bar ê de gotibû, 'Ez weke endameke neteweya demokratîk li vê derê me. Eger ez vî gelî re bû bim yek û bi ti awayî xwe cuda nabînim, wê demê yekbûneke rasteqîn a mejî heye. Jiyana min, zor û zehmetiyên ku min dît, nakokiyên min ên bi sîstemê re kir ku bi Kurdan re bibim xwedî zîhniyeteke hevpar. Lewma cudahiyên din zêde bi wate nîne'. Heval Emîne bi vê asta ferasetê û sekna xwe, ji bihara 1998'an heta bi kêliya ku şehîd bikeve, bi hevrêyên xwe yên Kurdistanî re li cografya Kurdistanê bênavber têkoşiya.
Fermandarî û şoreşgeriya jiyaneke ji eşqa heqîqetê di asta herî bilind de nîşan da. Hevrê Emîne Erciyes da ser şopa mîrateya Hakî Karer û Kemal Pîr ku hevrêyên destpêkê yên Rêberê me û pêşengên nemir ên têkoşîna me bûn. Ji çiyayên Erciyesê heta bi çiyayên Kurdistanê bû şopdareke bêeman a xwişk û biratiya gelan, şoreşger, avakara jiyana azad û welatekî azad. Di nava têkoşînê de ku li çiyayên Zagrosê yên Kurdistanê weke şervanekê destpê kir, gav bi gav xwe bi pêş ve bir, xurt kir, bû fermandareke mezin a ji pola ku ji bingehê perwerde bû. Di serî de Qada Zagrosê li seranserê Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfe kir. Hevrê Emîne dema gerîlatiyê ji bo xwe weke xaleke werçerxê pênase kir û têkildarî tecrûbeyên şer û jiyanê yên di vê demê de bi dest xist, ev nirxandin kiribû: 'Zagrosan gelek tişt dan min. Rojên ku min li ser serê Zagrosan derbas kir weke wan rojên ku min ji jiyanê qezenç kir, dibînim. Zagros ji bo min bû ew qad ku ji kesatiya xwe derbas bibim. Kêmasiyên min da ber rûyê min, gûrûra min a pûç şikand. Yek ji wan qadan bû ku serketin lê gelekî zehmet bû. Hemû tabû û taybetmendiyên ezeztiyê yên li pêşiya jîrbûyîna min dibûn asteng, şikand. Hêza baweriya bi xwe û înîsiyatîf da min. Bi hesasiyeta rakirina berpirsyariya jiyana hevrêtiyê, hesasiyetên ezeztiyê şikand. Zagros niha ji bo min tê wateya navbereke demê. Li rê, lûtke û geliyên ku gelek caran jê derbas bûm, bîranîna gelek hevrêyên ku me berê li vê derê bi hev re parve dikir, bi min re diçin û tên. Şehadetên qewimîn wateya jiyanê, azadiyê û hevrêtiyê, qîmeta wan gelek caran û jinûve danî ber min. Di şexsê wan de min hîn bêhtir xwe ji Partiyê, Partî jî ji xwe dît. Min wezîfeyên xwe yên partîtiyê herî zêde di şexsê wan de dît. Niha wate û armanca jiyanê ji bo min jiyana di oxira wan de ye'.
Fermandara me ya nemir Emîne Erciyes ji aliyê pêşvebirina pîvanên îdeolojîk-rêxistinî ve, di mijara zanekirina hevrêyên xwe de kedeke mezin da. Di serî de Akademiya me ya Jin a Azad a Şehîd Bêrîtan li Akademiyên Apollo tevkariyeke mezin li perwerdekirina hevrêyên xwe kir. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de wezîfeyên Endametiya Koordînasyon û Rêveberiya PAJK'ê hilgirt ser milê xwe.
Bi gelek wezîfeyan rabû ku perspektîfa îdeolojîk û rêxistiniya hêza gerîlayên jin nîşan dida, bi pêş ve dibir. Di her wezîfeyê de jî li nava hevrêyên xwe hemûyan bi taybetî jî li nava hevrêyên xwe yên jin dibû cihê hezkirin û hurmeteke mezin. Hevrê Emîne Erciyes ku xwedî meşeke bênavber bû, di navbera salên 2016 û 2020'î de weke endameke Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wezîfe kir, berpirsyariya dîrokî ya Artêşa me ya Jin a Azad kir ku ji jinên cîhanê yên azadîparêz re bûye ronahiya îlhamê. Li hemberî êrîşên dijmin ên ji bo tasfiyekirina gerîla, bi xurtî û bandor tevlî karên jinûve avakirinê bû ku têkneçûn û serketina gerîla nîşan da. Di vî karî de bû xwedî ked û serketineke mezin. Ji perwerdeya îdeolojîk a hevrêyên jin heta bi tevlîbûna li şer bi berpirsyarî rabû û ev berpirsyarî li gel cidiyetê bi coşeke mezin bi cih anî. Bi bawerî û hezkirineke mezin li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê û di nava jiyanê û şer de bû mînak. Pêşengî ji pêvajoya jinûve avabûna gerîla re kir, di afirandina taktîkên demê û pêşketina profesyonel a li qada teknîkê de, di amadekirina pêvajoyên çalakiyê yên operasyonên şoreşgerî û koordînekirina wan de ked da, kete nava hewldanan û mohra xwe li pêvajoyên pêngavê xist.
Hevrê Emîne weke şoreşgereke jin a Tirkiyeyî di pêşvebirina têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê de ked û hewldaneke mezin da. Wê her tim bawer dikir ku sosyalîzm, jiyana sosyalîstî ji bo her kesî, ji bo gelan hemûyan nirxê herî esîl ê mirovahiyê ye. Ji xwe di birêxistinkirina karên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) de, di serxistina vî karî de bi berpirsyarî rabû û roleke girîng lîst. Xwişk û biratiya gelan, enternasyonalîzm û azadîparêziya jinê ku di şexsê xwe de şênber kir, ji bo vê yekê birêxistin bike, hemû beşên civakê yên bindest tevlî nava vê têkoşîna pîroz bike kedeke bi wate û bi bandor da. Rêya ku di nava têkoşînê de li ser meşiya ji bo her kesên ku di nava lêgerîna azadiya jinê de ne û ji yekîtiya xwişk û biratiya gelan bawer dikin, bû nexşerêyekê.
Hêza cewherî ya ku bû sedem fermandara me ya hêja hevrê Emîne li çiyayên Kurdistanê bimeşe hesta wê ya hezkirinê, dilsoziya wê ya bi evînê re bû. Wê ji Rêbertî hez kir, ji cografya Kurdistanê hez kir, ji dil ji têkoşîna Kurdan hez kir, bi jinên Kurdistanî re girêdana xwe ya hezkirinê timî mezin kir. Ev yek bi van gotinan anîbû ziman: 'Hezkirin ji bo min wate û armanca jiyanê ye. Ez di wê baweriyê de me ku hezkirina di nava min de wê rê û rêbaza rast nîşanî min bide. Ji aliyê parvekirina hezkirinê ve jî; ji hezkirineke kêm an jî zêde wêdetir, di wê baweriyê de me ku her mirovek bi rengekî cuda yê hezkirinê dikare bê hezkirin, yanî bi qasî cihêrengiyê di hezkirinê de jî edalet girîng e'. Bi vê tespîta xwe re wê hezkirina di dilê xwe de bi rengekî wekhev bi her kesî re parve kir. Ji ber ku hevrê Emîne bi hest, fikir û dilê xwe yê kûr sosyalîstek bû.
Hevrê Emîne bi espiriya ‘ji hezkirinê huner çêdibe’ li qada çand û hunerê jî xebatên cuda meşand. Hevrê Emîne bedewî û kûrahiya ruhê mirovê azad di kesayeta xwe de ava kir. Ji bo qada çand – hunerê ji modernîteya kapîtalîst dûr bike û bigihîne cewherê wê yê rast, xebatên xwe yên hunerî domand. Tevî hemû zehmetiyên şert û mercên gerîla, her kêlî û li her derê şopeke hunerî hişt. Bi kesayeta xwe ya piralî, rengûreng û kêrhatinên xwe ji sînemayê heta şanoyê, ji muzîkê heta helbestê ji bo pêşketina şoreşgeriyê ya çand û hunerê tevkarî kir û li pey xwe berhemên bêhempa hişt. Di filmê ‘Dema Jin Hez Bike’ ya bi derhêneriya hevrêyê me şehîd Halîl Dag de, bi karakterê ‘Kulîlk’ rola sereke lîst û vê filmê bala gelek ciwanên jin û mêr ên Kurdistanî ber bi çiyayên azad ve kişand û ji bo tevlîbûna wan bû wesîle. Hevrê Emîne di salên amadeyî û zanîngehê de bi amatorî şanogerî kir û ev kêrhatina xwe li çiyayên Kurdistanê hîn zêdetir pêş xist. Li qadên ku şert û merc lê pir zehmet jî, ji parêznameyên Rêbertî sûd wergirt û gelek şano nivîsandin û bi lîstokvantiya xwe bi gelek karakteran rol lîst. Helbest nivîsandin, di her meşa xwe ya li çiyayên Kurdistanê de bi dengê xwe yê bilind û bi coş ê di dilê xwe de stran gotin. Strana azadiyê ya di dilê hevrê Emîne de bi çiyayan, gulan û çukan re bû yek û bû heqîqeta jina azad. Hevrê Emîne got, “Bêyî muzîk jiyan nabe, di hundirê mirov de timî muzîkek diherike. Jixwe Rêbertî jî dema PKK pênase kir, got, ‘PKK meşeke bi stran e’, di hundirê min de muzîkeke ku timî diherike heye.” Têkoşîna xwe ya azadiyê weke melodiya herî bedew kir rîtma jiyanê. Wê têkoşîna xwe bi tama stranekê pêş xist. Nîşan da ku leşkertiya rast karê wan kesan e yên ku dilê wan bi hezkirinê tejî, rûyê wan ken û bi dilsoziyek rast girêdayî gelê xwe ne, leşkertiya rast ne karê rûyên sar û li pişt dilên bûyî kevir e. Hevrê Emîne di şexsê xwe de pratîka fermandariyeke bijarte temsîl kir, vê pratîkê ferqa gerîlatiyê û fermandariya Artêşa Jina Azad a ji leşker û artêşên dewleta ceberut nîşan da.
Heval Emîne bi van aliyên xwe pênaseya ‘şoreşgeriya komple’ di jiyana xwe de şênber kir. Li çiyayên Kurdistanê bû xwedî meşeke şoreşgeriyê ya ku bi xwihdanê û kedê hatî avakirin. Her tim milîtantiya şert û mercên herî zehmet, fermandariya demên herî zehmet girt ser xwe. Bi şoreşgerî û fedakariya xwedî zanebûna sosyalîst, bi cesaret, zelaltiya şoreşgeriyê, teqezî û îradeyê bi ser her cure astengî û zehmetiyê de meşiya. Di her xebata ku dest avêtiyê de, serketin û pêşketin bi dest xist. Bi enerjiya xwe ya pozîtîf her tim ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Bêyî ku bêje biçûk yan mezin bû ziman û hêza çareseriya her pirsgirêkê. Bi keda xwe di me hemûyan de şopên kûr hişt. Bi berpirsyarî û hestiyariyeke bilind nêzî hemû hevrêyên xwe bû, bi aliyên xwe yên temamker di demên zehmet de alîkarî da hevrêyên xwe. Bi aliyên xwe yên perwerdekar heya kêliya şehîd bû, li her derê pîvanên jina azad, pîvanên jiyana sosyalîst û disîplîna gerîlatiyê kir serwer.
Hevrê Emîne her tim got, sira jiyanê li çiyayên Kurdistanê dîtiye û wateya ku li van çiyayan tevlî jiyana xwe kirî, wiha anî ziman: “Lêgerînvanên heqîqetê dema digihijin wateya jiyanê, hîs dikin ku êdî mirin zêde ji wan re girîng nîne. Ji ber ku te jiyana ku tu lêdigerî, dîtiye. Jiyana ku ez jî lêdigerim, liv ir e, em li gorî xwesteka xwe ava dikin û dimeşînin. Tu hîs dikî ku divê li dijî sîstemê têbikoşî û tu têdikoşî jî. Ev, wateya jiyanê ye. Piştî te ev wate dît ev şerê ku bi mirinê tê meşandin jî êdî mîna berê ji bo te zehmet nayê, ji bo tu hîn xurttir têbikoşî, li çeperê hîn pêştir bî û hîn zêdetir şer bikî dikevî nava pêşbirkê. Ji ber ku ji bo şerkirinê gelek sedemên te hene. Ew hingî ku diçe mezintir dibe û tu nikarî vê bigirî. Min wateya jiyanê ya ku li Stenbol û Nevşehîrê nedîtî, li çiyayên Kurdistanê dît û mîna di her lêgerînvanek heqîqetê de dema ez gihiştim vê wateyê min êdî mirin jî weke rastiyeke jiyanê fêm kir û ji ber ku ez bûme meşvanê vê rêyê, ez ti carî poşman nebûme.”
Şehadeta wê ya 20’ê Nîsana 2020’an di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de, ji bo me hevrêyên wê êşeke ku nayê vegotin hişt. Weke hevrê û şervanên Fermandar Emîne em soz didin ku bibin parêzvanên xurt ên tiştên ku wê fêrî me kiriye. Em ê nirxên jiyana sosyalîst û komunal weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna hevrêyên me yên mîna Emîne Erciyes biparêzin, yekîtiya gelan û netewa demokratîk teqez pêk bînin û armancên wê bi ser bixînin.
Zîn Zagros – Leyla Acar -Hevrêya me Zîn Zagros ji Wanê ku xwedî kevneşopiyeke welatparêziyê û berxwedanê ya bi kok e, hate dinê. Hevrê Zîn Zagros di nava malbateke welê de ku tevlîbûn jê çêbûne û xwedî şehîd û hestên xurt a welatparêziyê ye, mezin bû. Pêdiviya dilsoziya bi van nirxan, di tevlîbûna aktîf a ji bo têkoşînê de nîşan da. Dema li beşa sosyolojiyê ya Zanîngeha Sala Sedan a Wanê dixwend, sala 2015’an zanîngeh di nîvî de hişt û li dijî her cure polîtîkayên qirker ên li ser esasê asîmîlasyon û îmhayê bû xwedî helwest û tevlî nava refên têkoşînê bû. Di vê çarçoveyê de demekê xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz meşand. Lê belê ev xebat ji wê re têrker nebûn û li dijî polîtîkayên êrîşê yên sîstema desthilatdariya mêr ên li hemberî jinê û gelê me, li ser bingehê têkoşîneke hîn aktiftir beşdarî tevgera azadiyê bû. Piştî perwerdeya xwe ya gerîla ya ewilî dît, dest bi pratîka gerîla kir. Piştî tecrubeyeke diyar bi dest xist, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi aktîf tevlî pratîka şer bû. Hevrêya me Zîn roj bi roj pêşketin bi dest xist û di asta fermandariyê de wezîfe û berpirsyarî girt ser xwe. Qasî qadên çalakvantî û pratîkê xwe di warê îdeolojîk û rêxistinî de jî pêş xist û kir pispor. Bi feraseta şoreşgeriyeke komple, ji hemû xebatan re tevlîbûneke aktîf esas girt. Bi tevlîbûna xwe ya kedkar, fedakar, berhemdar, cesaret û bi coş li hemû qadan bû xwedî tevlîbûneke aktîf û di dilê hemû hevrêyên xwe de şopên kûr hişt. Hevrê Zîn jî di xebatên yekîneyê ya girêdayî Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de wezîfe û berpirsyariyên girîng girt ser xwe. Hemû wezîfeyên xwe bi hesasiyet û serketineke mezin meşand. Di vî warî de keda wê li ser me hemûyan heye û bi wezîfeyên yên bi hesasiyet dimeşand, bû temamker. Hevrê Zîn xwedî tevlîbûneke xwedî helwest bû, di wezîfeyên hesas de timî sekneke ku baweriya hevrêyên xwe û Tevgerê xurt dike, raber kir. Bi sekna xwe bû fermandarek me ya ciwan a YJA Starê ya ku moral, hêz û bawerî dida. Bi taybetî weke jinekê hewldaneke azadbûnê ya mezin raber kir. Di vî warî de ji hevalên mîna fermandar û hevrêyê xwe Emîne Erciyes, gelek tişt fêr bû. Hewl da ku tiştên fêr bûye bi eşqa azadiyê û samimiyet bixe pratîkê û sekna jina azad di kesayeta xwe de veguherand heqîqetekê.
Hevrêya me Zîn hevrêyek hêja, şervanek bi cesaret bû û sekneke şoreşgeriyê ya bi biryar raber kir. Li pey xwe nirxên mezin ên ku bi keda xwe hûnand, hişt.
Ekîn Amara Toldar – Şehrîban Akin - Hevrêya me Ekîn Amara Toldar li Geverê bi çanda malbatek welatparêz mezin bû. Beriya wê xwişka wê ya mezin hevrê Amara tevlî nava refên gerîla bû. Li pey şopa xwişka xwe meşiya û sala 2015’an tevlî nava refên têkoşînê bû. Zanebûna welatparêziyê ya ji malbatê girtî û hestên wê yên kûr di meşa têkoşînê ya hevrê Ekîn de pêşketina wê xurt kir û mezin kir. Hevrê Ekîn piştî Xakurkê ku perwerdeya ewilî ya gerîla lê dît, di serî de Avaşîn li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfe meşand. Heval Ekîn li qadên ku lê maye bi aliyên xwe yên aktîf, kedkar û fedakar derket pêş û weke fermandarek berpirsyarî girtin ser xwe.
Li Avaşînê di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, ji bo pûçkirina operasyonên dijmin rolek aktîf û berpirsyarî girt ser xwe. Heval Ekîn li ser bingehê projeya jinûve avakirinê ya ku serketina gerîla ya roja îro diyar dike, xwe pêş xist. Di tarzê fermandariyê ya YJA Starê de bû pispor, pisporiya xwe ya taktîk û teknîkê kir yek û gerîlatiyeke ku derbeyên giran li dijmin dixe di şexsê xwe de ava kir. Her tim bi kesayeta xwe ya milîtaniya fedayî ya Apoyî ya ku esas girt her tim li cihên herî zehmet û herî pêş be, di dilê hevrêyên xwe de şopên kûr hişt. Bi cesaret, afirênerî, kesayeta xwe ya aktîf wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî temam kir, ev yek her tim ji xwe re esas girt û bû xwedî tempoyeke bilind. Hevrê Ekîn her tim hewl da ku Rêbertî fêm bike, pêk bîne û di vî warî de nasnameya jina azad û kesayeta xwe pêş bixe. Timî esas girt ku xwe û hevrêyên xwe li vê bingehê perwerde bike. Hevrê Ekîn bi gerîlatiyeke xwedî fêmkirina kûr a Partiyê, zanebûna rêxistinê û disiplînek bilind û bi tempoyeke bilind xwe tevlî wezîfe û berpirsyariyên demê kir. Di vê çarçoveyê de demek dirêj di xebatên yekîneya girêdayî Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya YJA Starê de wezîfeyên girîng meşand. Hevrê Ekîn bi serketinê bersiva hemû wezîfeyan da. Bi hestiyariya hevrêtiyê û cidiyeta wezîfeyê, her tim bû hevrêyek ku ji bo hevrêyên xwe û Tevgera me bar sivik dike, çavkaniya baweriyê bû û çavê me tim lê digeriya. Bi hişmendiya xwe ya kûr, disîplîna xwe ya xebatê û sekna xwe ya şoreşgeriyê ya zelal, li her deverê baweriyek mezin ava kir û gelek xebatên girîng gihand serketinê. Hevrêya me Ekîn sekneke şoreşgerî ya ku her tim berê xwe dide ya baş û bedew, raber kir. Roj bi roj pêşketinên mezin bi dest xist û di kesayeta xwe de pêvajoyên pêşketinê ya jina azad şênber kir û bû xwedî sekneke ji her kesê re mînak.
Her sê hevrêyên me yên jin ên milîtanên fedayî yên Apoyî û pêşeng ji bo azadiya gelê Kurd ê li ber pencê qirkirinê û jinên ku di cendereya sîstema desthilatdariya mêr de êş dikêşin, berdêlên mezin dan, bi ked û tevlîbûna xwe nirxên mezin afirandin. Em van her sê hevrêyên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo dilsoziya bi bîranînên wan re dubare dikin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em car din ji gelên Tirkiye û Kurdistanê yê welatparêz û hemû jinên têkoşîna azadiyê meşandine re sersaxiyê dixwazin. Wan ala şoreşê bi zehmetiyên mezin gihand roja îro. Her ferdê ku dixwaze bi rûmeta xwe û li ser bingehê rêzdariya ji bo nirxên mirovî bijî, wezîfedar e ku vê alê bigihîne armanca xwe ya azadiyê. Weke çêkera fermandar û şervan a YJA Star û HPG’ê em car din soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyên xwe bi serketinê tacîdar bikin û ji bo vê yekê xwe ji berdêl dayînê nadin paş.
8’ê Îlona 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG