Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên xwe Rojerya, Bager, Dîren û Rêber ên di 12’yê Gulana 2017’an de li Zapê tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me yên hêja ên ku di pêvajoyeke ku dewleta Tirk bi dijwarî êrîşên xwe yên tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û çewisandina gelê me domand de tevlî refên PKK’ê bûne, bûne bîrdariya têkneçûyînê ya milîtaniya Apoyî ya xwedî ruhê azadiyê. Hevrêyên me yên ku li eniyên cuda ji bo heman armancê li ber xwe dane û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anîne, bi hesasiyeteke mezin li nêzî erk û berpirsiyariyên Tevgera me bûn. Bi hêvrêtiya xwe ya xurt, sadetiya di şêwayê jiyana Apoyî de û israra xwe ya derblêxistina dijmin cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Hevrêyên me yên ku bi tevlîbûna xwe ya fedaî têkoşîn weke mifteya serkeftinê pênase kirin, di şert û mercên herî dijwar de jî ji têkoşîna gelê me ya hebûn û azadiyê tawîz nedan. Bi xwebexşandineke ku dilsoziya ji gelê me, azadî û şehîdan re ji her tiştî girîngtir, li ber xwe dan û li dîroka gelê me ya azadiyê destanên berxwedanê yên nejibîr zêde kirin. Em diyar dikin ku em ê layiqî bîranîna hevrêyên xwe yên fedaî yên Apoyî bibin û li hemberî bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare didin ku em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin û têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Rojerya Şînda Nav û Paşnav: Narîn Temîzer Cihê Jidayîkbûnê: Wan Navê Dayik–Bav: Xezal – Şukru Cih û Dîroka Şehadetê: 12’yê Gulana 2017’an/ Zap |
Rojerya Şînda – Narîn Temîzer
|
Nasnav: Bager Bagok Nav û Paşnav: Ramazan Tûgûç Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn Navê Dayik–Bav: Gulsum – Abdurahman Cih û Dîroka Şehadetê: 12’yê Gulana 2017’an/ Zap |
Bager Bagok – Ramazan Tûgûç
|
Nasnav: Dîren Çaldiran Nav û Paşnav: Rahmî Tûnaç Cihê Jidayîkbûnê: Wan Navê Dayik–Bav: Safiye–Ferhat Cih û Dîroka Şehadetê: 12’yê Gulana 2017’an/ Zap |
Dîren Çaldiran – Rahmî Tûnaç
|
Nasnav: Rêber Cîlo Nav û Paşnav: Bayram Yorgûn Cihê Jidayikbûnê: Mersîn Navê Dayik – Bav: Besna–Siddik Cih û Dîroka Şehadetê: 12’yê Gulana 2017’an/ Zap |
Rêber Cîlo – Bayram Yorgûn
Rojerya Şînda – Narîn Temîzer - Hevrêya me Rojerya li bajarê Wanê di nava malbateke Serhedî ya bi welatparêziya xwe tê naskirin de ji dayîk bû. Ji ber welatparêziya malbat û eşîra xwe bi çanda dêrîn a Kurdî û hestên welatparêziyê mezin bû. Hevrêya me ya ku 11 salan diçe dibistanên pergalê, di hemû qadên jiyanê de weke keseke zîrek û serkeftî li hemû cihên li lê dima hemû caran gelekî hate hezkirin. Hevrêya me ya ku lêgerînên wê yên azadiyê xurt bûn, bi qasî ku rewşa jinan a di nava civakê de dît nakokiyên wê jî zêde dibûn. Di encama lêgerînên têkildarî çareseriya nakokiyên xwe de îdeolojiya Apoyî û tevgera azadiyê di warê fikrî de nas kir. Hevrêya me ku bi naskirina tevgera me têkildarî azadiya jinan li rastî bersivên nuwaze û analîzên dîrokî hat, bi sempatiyeke mezin berê xwe da partiya me PKK’ê. Hevrêya me ya ku girêdayî van yekan beşdarî xebatên ciwanên welatparêz dibe, tevî hemû zextên dijmin jî xebatên xwe bi awayekî serkeftî bi rê ve birin. Hevrêya me Rojerya ya di zarokatiya xwe de bû şahidê zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê û rastiya dijmin nas dikir, di hemû kêliyên xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de kûrbûnên mezin jiya. Hevrêya me ya ku roj bi roj lêgerîna wê ya azadiyê û xwesteka wê têkoşînê mezintir dibû, êdî xwe bi bajaran sînordar nekir û biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrêya me di sala 2014’an de xwe gihan çiyayên Botanê û tevlî nava refên gerîlayan bû. Hevrêya me ya ku di serdema Berxwedana Kobanê û ciwantiya Kurdistanê bi ruhê seferberiyê berê xwe dida nava refên têkoşînê de yekem pêngavên jiyana gerîlatiyê avêtin, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me ya ku beşdarî perwerdeya şervanên nû dibe, bi biryardariyeke mezin di jiyan û perwerdeyê de tevlîbûnek pêk anî. Hevrêya me Rojerya ya ku mezintirîn xeyala xwe ya xwegihandina çiyayên Kurdistanê, jiyana gerîlayan û tevgera jinên azad pêk tîne, şadî û kêfxweşiya xwe ya bidestxistina hesretên xwe vediguherîne tevlîbûneke bicoş. Hevrêya me ya ku bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe temam dike, piştî pratîkeke kurt ji bo perwerdeyên pisporiyê xwe pêşniyar dike. Hevrêya me ya ku xwe di warê leşkerî de pêş dixe û serkeftbûna di gerîlatiya jinên azad de dike armanca xwe, di akademiya resen a bes ji hevrêyên jin pêk tê de encamên xurt bi dest xistin. Hevrêya Rojerya pêvajoya akademiyê bi van gotinan bilêv kirin: ‘’Bisaya perwerdeyan haya min ji gelek tiştan çêbû. Bi analîzên di dersên PKK û dîroka jinan de min xwe, malbata xwe û civaka xwe nas kir. Min hestên xwe yên jidestdayî ji nû nû ve hîs kirin, cesaret û hêrs bi dest xistin. Rêza min a li hemberî jinan zêde bû. Berxwedana jinan, dilsoziya wan ji Rêbertî re û çalakiyên wan ên bêhejmar weke jinekê hem ji bo bûn cihê serbilindiyê hem jî berpirsiyariya derwrstandna erka jinên di berxwedanê de çalakî pêk anîne, li min zêde kir.’’
Hevrêya me ya ku di perwerdeyan de encamên xurt bi dest xistin û dest bi pratîkê kir, di serdema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên paşverî yên li ser gelê me de weke hemû milîtanên Apoyî xwest li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê erkên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Di pêvajoya ku hemû kes ji şerkirina li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê direviyan û artêşê dewletan jî li hemberî DAÎŞ’ê şer nedikir de bi yek ji gerîlayên Apoyî yên bêdudulîli hemberî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û şer kirin. Ji berxwedana hevrêyên xwe yên bi cesaret, aqil,hişmendî, zekaya taktkî û ruhekî fedayî yê mezin hêz girt. Weke milîtaneke artêşa jinan a azad a ku Rêbertiya me bi kedên mezin ava kir, di gelek çalakiyên serkeftî de cihê girt. Hevrêya me ya ku di berxwedana jinên Kurd ên azad a ji hemû jinên cîhanê re îlham ya bi îdeolojiya Apoyî xwe birêxistin kiriye, cihê xwe girt û bi mîsyona xwe ya dîrokî tev geriya. Hevrêya me Rojerya ku bû yek ji aktorên girîng û milîtaneke fedaî ya vê pêvajoyê piştî ku erkên xwe yên şoreşgertiyê li serkeftî bi cih anîn dubare berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo ku tecrûbeyên xwe yên di têkoşîna li hemberî DAÎŞ’ê de bi dest xistine, di rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi kar bîne di eniyên şer de bi awayekî aktîf cihê xwe girt. Bi fedekarî û wêrektiya xwe ya mezin beşdarîgelek çalakiyan bû û di bicihgirtina birêxistinkirina binesaziya çalakiyan de kedeke mezin nîşan da.
Hevrêya Rojerya ya ku di çalakiyên li hemberî dijmin ên girîng de cihê xwe girt, bi îdîa û biryardariyeke mezin li hemû deran mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi cih anî. Hevrêya me ya ku bi sekna xwe ya zelal a di xeta PKK-PJAK’ê de weke milîtaneke azad û wêrek ya YJA Starê navê xwe di dîroka têkoşîna me da da nivîsandin, di 12’yê Gulana 2017’an de li Zapê di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê nemiran bû. Em ê bîranînêçn hevrêya xwe ya di jiyana xwe ya kurt de gelekî serkeftî bi dest xistine, zindî bigirin û soza dubare dikin ku em ê xeyalên hemû şehîdên xwe pêk bînin.
Bager Bagok – Ramazan Tûgûç - Hevrêyê me Bager li navçeya Qoser a Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yêku li derdoreke welatparêz mezin dibe, di zarokatiya wî de li hemberî Partiya me li cem sempatiyek peyda dibe. Qetilkirina bapîrê wî ya bi êşkenceyê ya Ramazan Tûrgûç a di sala 1996’an de ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bû wesîle ku hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de rastiya dijmin nas bike. Hevrêyê me yê ku di nava malbateke ku dibe şahidê zilma dewleta dagirker û ji xetên welatparêziyê tawîzê nade de mezin dibe, li hembertî her cure polîtîkayên pergalê yên înkar û tunekirinê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Hevrêyê me yê ku demekê diçe dibistanên pergalê ên navendên asîmîlasyonê, pê dihese ku pergala perwerdeyê ya netewdewletan navendên veqetandina ji rastiyê û reseniyê ne. Hevrêyê me yê ku li hemberî dibistanên pergalê nerazîbûnên xwe nîşan dide, biryarê dide ku neçe navêndên asîmîlayonê. Dixwaze ji bo debara malbata xwe kar bike û gelek karan dike. Bi kesayeta xwe ya kamil û durist li her derê gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me ku di ciwantiya xwe de dike nava lêgerîn û kûrnûnên mezin, dest bi lêgerîna tevlîbûna nava refên gerîlayên ku li hemberî zilma dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan didin, kir. Hevrêyê dizanî ku ciwantî hêza civaka ne û tirsa mezin a di dilê dijmin de ye û girêdayî vê yekê bi dil û can di nava xebatan de cihê xwe girt. Hevrêyê me yê ku dixwaze di pêvajoya şerê dijwar de roleke aktîf bilîze, bi cidîyeteke mezin xebatên xwe bi cih tîne. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan di xebatan de tim alikariya hevrêyên xwe kir. Her çend li rastî zextên dewleta Tirk jî hat bê navber xebatên xwe meşand. Tevîku tim di bin zexta dijmin de jî bû hêrs û xwesteka xwe ya têkoşînê mezintir kir. Hevrêyê me yê ku xebatên wî weke hincet tên dîtin, tê binçavkirin û girtin, ji sekna xwe ya bibiryar tawîz neda. Pêvajoya li zindanê weke akademiyekê derbas dike û xwe ji bo tevlîbûna nava regên gerîlayan amade kir. Hevrêyê me piştî ku demeke kurt li zindanên dewleta Tirk tê rehîngirtin, tê berdan. Hevrêyê me Bager yê ku biryarê dide tevlî nava refên gerîlayan bibe, dizanî ku pîroztirîn rêya bersivbûna ji zulma dewleta Tirk re tevlîbûna nava refên gerîlayan e.
Hevrêyê me yê ku di sala 2012’yan de li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê ku gava ewil di jiyana gerîla de avêt, kêfxweşiya bidestxistina xeyalên zarokatiyê jiya. Bi coşeke mezin tevlî perwerdeya şervanên nû bû û di kesayetiya xwe de guhertinên xurt kirin. Hevrêyê me di dersên hatine dayîn de pêvajoya ku Tevgera me daye destpêkirin fêm kir û ji bo ku di şerê domdar de di peywira dîrokî de cih bigire lêhûrbûnên kûr jiyan. Hem di dersên îdeolojîk û hem jî leşkerî de pêşket û perwerdeya xwe bi serketî bi dawî kir. Di pêvajoya perwerdeyê de û beriya wê jî ji têkiliyên hevrêtî û jiyana komunal a gerîlayên ku dîtî bibandor bû. Weke hevrêyek ku di qadên pratîk de cihê xwe girt, di xebatên ku tevlî bûne de di demeke kurt de tecrube wergirt. Weke gerîlayeke serketî hezkirina hevrêyên xwe qezenç kir û ji bo felsefeya Apoyî baştir fêm bike û bi cih bîne ti carî navber nedan perwerdeyên xwe. Di demên herî zehmet ên pratîkê de jî, nirxandinên Rêbertiyê me yên derbarê leşkerîbûnê de xwend û lêhûrbûnên girîng jiya. Hevrêyê me, ku li herêma Zapê jêhatîbûneke leşkerî bi dest xist, bi hişmendiyeke dîrokî tevgeriya û xwe li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dijmin di her warî de amade kir. Bi hevrêtiyê xwe ya ji dil û can di jiyanê de û bi jêhatîbûna xwe ya pêşeng di pratîka şer de alîkariya hevrêyên xwe kir. Hevrê Bager, ku li herêma Zapê di gelek xebatan de cih girt û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir, bi şêwaza xwe ya Apoyî bû xwediyê pratîkek serketî. Di pêvajoya ku li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî dijwar dihat meşandin de, hevrêyê me şêwazek fedaî bo xwe esas girt û erkên xwe yên demê bi cih anî. Ew yek ji gerîlayên pêşeng bû ku li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên di çarçoveya ‘Plana Hilweşînê’ de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê hat destpêkirin, li ser xeta fedaî Partiya me temsîl kir. Bi beşdarbûna bi hemû hêza xwe di berxwedanê de bû sembola îradeya parastina destkeftiyên me.
Hevrê Bager bi kesayeta xwe ya gihîştî û dilnizm ku milîtanê felsefeya Apoyî ye, 12’yê Gulana 2017’yan li herêma Zapê tevlî karwana şehîdan dibe. Hevrêyê me Bager ji bo me hevrêtiyek germ û hêrsa têkoşîneke domdar li pey xwe hişt, ew ê bi têkoşîna xwe her tim rêya me ronî bike. Em weke hevrêyên wî soz didin ku em ê têkoşîna wî bi serketinê tacîdar bikin.
Dîren Çaldiran – Rahmî Tûnaç - Hevrêyê me Dîren li navçeya Ebex a Wanê ku bajarê qedîm ê Serhedê ye û gelek fedaî jê derketine ji dayik bû. Hevrêyê me li derdoreke ku bi nirxên welatparêzî û Kurdewariyê ve girêdayî mezin bû û di temenek biçûk de bû xwedî wê derfetê ku Tevgera me nas bike. Hevrêyê yê ku demek kurt çû dibistanên ku navendên qirkirinê yên sîstema dewleta Tirk e, bi nakokiyên ku di derbarê zimanê dayikê de jiya, rûyê rastîn ê sîstemê baştir fêm kir. Hevrêyê me ya ku her tim li hemberî sîstemê nanokî jiya, dev ji dibistanê berda û ji bo tevkarî li aboriya malbatê bike dest bi xebatê kir. Hevrêyê me dizanîbû ku dewleta Tirk a dagirker û qirker gelê me xizan kiriye û bi sîstemê ve girêdayî hiştiye û ew neçarî koçberiya mecbûrî kiriye. Di van şert û mercan de ji bo karibe alîkarî bide malbata xwe di înşaetan de xebitî. Hevrêyê me yê ku bi taybetmendiyên xwe yê kedkar û fedekar dihat nasîn, ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê her kesî ve dihat rêzgirtin. Di pêvajoya ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê belav dibû û gerîla li her qadê destan dinivîsand de, ji bo tevlî nava refên gerîla bibe lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me yê derbarê jiyana gerîla de xwedî agahî bû û ji wan gelek bibandor bibû, her çend xwestibû di nava şerê pêk dihat de cih bigire jî neçar ma biryara xwe ya tevlîbûnê ji bo demekê taloq bike. Hevrêyê me yê ku bi hesreta roja tevlîbûna nava refên gerîla de dijiya, ji şehadetên ku rû dan gelek bandor bû. Di demeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker giran bûn de, hevrêyê me dizanîbû bersiva herî mezin a li dijî dijmin di nava refên gerîla de cih girtine û li ser vê bingehê jî weke her ciwanekî Kurd ê birûmet berê xwe da çiyayên azad.
Hevrêyê me ku di sala 2013’yan de tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me ku di demeke kurt de hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê bû, xwest bi awayekî çalak tevlî her xebatê bibe. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan û bi hewldana hînbûnê bû şervanek bimînak. Bi van taybetmendiyên xwe bala hevrêyên xwe kişand û weke gerîlayekî serketî xwest ji bo pêvajoyê bibe bersiv. Hevrêyê me yê ku dixwest tiştên ku di perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî de hîn bûye bixe pratîkê, perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî qedand. Piştî perwerdeya şervanên nû tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêyê me yê ku her tim taybetmendiyê xwe ya kedkariyê diparast û dixwest di her projeyê de cih bigire, li herêmên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatên pratîkî bû. Di demeke kurt de tecrubeya leşkerî qezenc kir. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya dilnizm û jêhatîbûna xwe ya di warê leşkerî de dihat naskirin, di her xebatê de erkên xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me di wê ferqê de bû ku Partiya me partiya şehîdan e û ji ber vê hewl da di her kêliya jiyana xwe de bibe layiqê şehîdan. Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe yên li herêma Zapê tevlî karwanê şehîdan bûne, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me ku bi biryardariya xwe ya di taktîkên serdemê de ya li dijî dijmin û sekna xwe bû milîtanek bi mînak, tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Di pêvajoyeke ku dewleta Tirk a dagirker qirker li hemberî Tevgera me û gelê me operasyona tinekirinê dabû destpêkirin de bi zanabûneke dîrokî tevgeriya û berpirsyarî hilda. Hevrêyê me Dîren ê ku berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih anî û baweriya hevrêyên xwe qezenc kir, bû yek ji gerîlayên qehreman û nehişt ku dijmin bigihêje armancên xwe. Hevrêyê me yê ku mîna gerîlayekî bêyî tirs û kedkar di dîroka têkoşîna me de cih girt, di 12’yê Gulana 2017’an de dema tevî hevrêyên xwe li ser erka xwe bû, di encama êrîşên dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevrêyê me Dîren ê ku her kêliya jiyanê alîkarî da hevrêyên xwe û lêgerîna heqîqetê kûr kir, wê bi wêrekî, sekn, tevlîbûn û şehadeta xwe her tim rê nîşanî me bide. Careke din em soz didin ku em ê her tim bîranîna hevrêyê xwe Dîren ku xwedî sekneke bi pîvan, fedekar, di fedaîbûnê de sînor nas nake û îradeya ji polaye bidin jiyîn.
Rêber Cîlo – Bayram Yorgûn - Hevrêyê me Rêber Cîlo li Mersînê weke endamekî malbatê yê bi eslê xwe ji Colemêrgî ji dayik bû. Di encama polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger de ku her êrîşa li dijî gelê Kurd rewa dibîne, hevrêyê me tevî malbata xwe û bi hezaran malbatên ji gund di salên 1990'î de piştî gundên wan hatin şewitandin û wêrankirin, bi darê zorê hatin koçberkirin. Hevrêyê me ji ber vê li metropolên Tirkiyeyê mezin bû. Hevrêyê me tevî êşkence û zordariya dijmin jî serî netewand, tevî ku neçar ma cih û warê xwe biterikîne jî ti carî ji sekna xwe ya welatparêziyê tawîz neda û li hawireke welatparêziyê ku her tim nirxên xwe yên cewherî parast, mezin bû. Hevrêyê me yê ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû, her tim bi hesret û bêrîkirina Kurdistanê jiya. Hevrê Rêber 10 salan li dibistanên dewleta Tirk xwend, lê dît ku ev dibistan navendên qirkirinê ne, ku ew hewl didin Kurdan ji nasnameya wan dûr bixin û wan bikin Tirk. Hevrêyê me ku bênasnamebûnê qebûl nekir, xwest dev ji dibistanê berde û ji aliyê aborî ve destekê bide malbata xwe. Hevrêyê me di gelek xebatên cuda de ked da û ji bo debara malbata xwe hewl da. Hevrê Rêber ê ku bi çanda welatparêziyê ya ku ji malbata xwe wergirtibû mezin bû, li hember pirsgirêkên civakî û têkoşîna azadiya gelê me berpirsyarî hilda. Li ser vê bingehê, cihê xwe di xebata ciwanên welatparêz ên şoreşger de girt. Hevrêyê me yê ku di pêvajoya xebatên ciwanan de bi kesayetiya xwe ya çalakvan derket pêş û bala dijmin kişand di sala 2010’an de tevî ku zarok bû jî hate girtin. Hevrêyê me, ku 2 salan di zindanê de ma, li hember zextên faşîst ên ku dijmin li zindanê pêk dianî serî netewand, ji helwesta xwe tawîz neda û xwe ji bo têkoşînek çalaktir amade kir. Piştî ji zindanê derket, ji ber zexta dijmin a domdar û gefa girtinê lêgerîna wî kûrtir bûn. Hevrêyê me yê ku hêrsa xwe ya li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker derxist zanabûnê, gotina Rêber Apo “Pîvana wêrekî û mêrxasî ew e ku mirov li dijî neheqiyê derkeve” ji xwe re kir esas girt. Li ser vê bingehê li dijî zilma dewleta faşîst sekinî û di sala 2014’an de berê xwe da çiyê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervanên nû dît û jiyana gerîla nas kir, gava ewil a jiyana gerîlatiyê di pratîkê de hîn bû. Hevrêyê me yê ku piştî derbasî herêma Zapê bû û derfet dît ku tiştên di perwerdeyê de hînbûye bipartîk bike, li vir bû xwedî pratîkek serketî. Hevrêyê me ku xwedî kesayetek kedkar e ji bo parastina axa Kurdistanê ji êrîşên dagirkeriyê li Zapê di çêkirina tunel û çeperên parastinê erk girt. Bêyî navber bi ked, hewldan û fedekariyeke mezin di çêkirina gelek tunel û çeperan de rol lîst. Mîna bi hezaran hevrêyên me keda ku hevrêyê me Rêber daye, li Zapê bingeha berxwedanên destane ku darbeyên giran li dijmin hatin xistin, ava kir. Hevrêyê me ku armanc dikir di qada leşkerî de bipêş bikeve, tevlî perwerdeya pisporiyê bû û tecrûbeyeke mezin a leşkerî bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li ser xeta Apoyî xwe gihand asteke xurt, bi hêz û perspektîfa ku ji perwerdeyê wergirtiye, careke din vegerî ser erka xwe. Hevrêyê me Rêber ê ku bi daxwaz, hewldan û coşeke mezin tevlî xebatên Partiyê bû, cihê xwe di nava xebatên binesaziyê û tîmên bitevger de girt. Hevrêyê me yê ku bibû pisporê jiyana çiyê, her çend bi şerê li çiyayên Zapê ku li hemberî Colemêrgê ye hewl da hesreta xwe ya ji bo warê xwe sivik bike jî, her tim xeyal dikir rojekê li Bakur gerîlatî bike. Hevrêyê me Rêber ê ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêma Zapê bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bû, bi wêrekî û kesayetiya xwe ya peyaner re erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Ji şerê gerîla heta birêxistinkirina binesaziya şer û amadekariya wê, bi fedekariyeke mezin tevlî her xebatê bû. Di çalakiyên ku darbe li dijmin hat xistin de cih girt û li ser vê bingehê bi ruhekî fedaî tevlî bû. Hevrêyê me Rêber bi hemû hêza xwe ji bo tola gundê xwe yê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye şewitandin hilîne, ji bo tola gelê xwe yê ku hatiye qetilkirin hilîne û ji bo tola zarokatiya xwe ya ku jê hatibû dizîn hilîne û tola dîlgirtîbûna xwe hilîne, bi hemû hêza xwe şer kir. Di vê wateyê de ji bo hemû hevrêyên xwe tevlîbûnek mînak raber kir û hezkirina her kesî qezenc kir.
Hevrêyê me Rêber di 12’yê Gulana 2017’an de li herêma Zapê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû. Em soz didin hevrê Rêber ku em ê hesreta wî ya welateke azad, teqez pêk bînin û her tim xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin ku rê nîşanî me didin.
17’ê Pûşperê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG