HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe Gelhat Egîd, Kurtay Feraşîn, Şervan Şoreş, Rizgar Rojka, Argeş Bagok, Mahîr Destîna û Şiyar Destîna Zana yên ku bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan û di têkoşîna azadiyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihiştin şehadetê, em bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me yên ku ji roja tevlî refên gerîla bûn, bi hemû hêza xwe têkoşîneke bêhempa meşandin, li herêmên cûda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdariyeke mînak nîşan dan û di gelek xebatan de bê westan ked dan. Hevrêyên me hewl dan ku hemû peywirên ku girtin ser xwe bê hêmanî bi cîh bînin, li gorî pêdiviyên mîlîtaniya fedaî ya Apoyî tevgeriyan. Hevrêtiya wan a kûr, şêwaza jiyana wan a fedaî û sekna wan zelal a li ser rêgezên PKK'ê di dîroka têkoşîna me de şopeke bêhempa hiştin. Em destnîşan dikin ku em ê biryardariya têkoşîna hevrêyên xwe mînak bigirin û meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez bi ser bixînin. Li ser vê bingehê, em soz didin ku ala têkoşîna ku ji hêla mîlîtanên fedaî yên Apoyî û hevrêyên me Gelhat, Kurtay, Şervan, Rizgar, Argeş, Mahîr û Şiyar ji me re hiştine bi serketinê bilind bikin.

Em sersaxiyê bi taybetî jî ji malbatên hêja yên hevrêyên yên şehîd û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


           

Nasnav: Gelhat Egîd

Nav û Paşnav: Umît Muradî

Cihê Jidayîkbûnê: Saqiz

Navê Dê û Bav: Soybe – Abdullah

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13'ê Tebaxa 2020'an / Garê

Gelhat Egîd – Umît Muradî


           

Nasnav: Kurtay Feraşîn

Nav û Paşnav: Şehmuz Başaran

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayîk û Bav: Kudret – Mustafa

Dîrok û Cihê Şehadetê: 13'ê Tebaxa 2020'an / Garê

Kurtay Feraşîn – Şehmuz Başaran


           

Nasnav: Şervan Şoreş

Nav û Paşnav: Heyder Mamo

Cihê Jidayîkbûnê: Efrîn

Navê Dayîk û Bav: Mûne – Îbrahîm

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11'ê Tebaxa 2020'an / Zap

Şervan Şoreş – Heyder Mamo


           

Nasnav: Rizgar Rojka

Nav û Paşnav: A Sîracettîn Kondû

Cihê Jidayîkbûnê: Mûş

Navê Dayîk û Bav: Asya – Sînan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 14'ê Tebaxa 2020'an / Metîna

Rizgar Rojka – Sîracettîn Kondû


           

Nasnav: Argeş Bagok

Nav û Paşnav: Ferhat Guler

Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê Dayîk û Bav: Makbûle – Şahabettîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 14'ê Tebaxa 2020'an / Metîna

 

Argeş Bagok – Ferhat Guler


           

Nasnav: Mahîr Destîna

Nav û Paşnav: Rişvan Seleh Resûlî

Cihê Jidayîkbûnê: Çarqurne

Navê Dayîk û Bav: Fatîm – Seleh

Dîrok û Cihê Şehadetê: 31'ê Adara 2020'an / Xakurkê

 

Mahîr Destîna – Rişvan Seleh Resûlî


           

Nasnav: Şiyar Destîna Zana

Nav û Paşnav: Fesîh Vûral

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Navê Dayîk û Bav: Mence – Behçet

Dîrok û Cihê Şehadetê: 11'ê Tebaxa 2020'an / Metîna

 

Şiyar Destîna Zana – Fesîh Vûral

Gelhat Egîd – Umît Muradî - Hevrê Gelhat Egîd li gundê Dergawanê yê navçeya Çilçeman a Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Li vî gundî wek zarokê malbateke cotkar mezin bû. Bi girêdaneke kûr a bi axê re mezin bû, fêrî çandiniyê, ked dayînê, heqê keda xwe qezenc bike û jiyana nava xxwezayê bû. Di nava gundekî xwezayî de, bi kedê, taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk, dûrî bandorên modernîteya kapîtalîst û li ser nirxên komunal mezin bû. Hevrê Gelhat wek kesekî paqij, rastgo, dilsoz û kedkar mezin bû û bi xwezayî bû dildarê têkoşîna gelê xwe ya azadiyê. Ji ber ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi xwezayî welatparêz in, hişt ku dilê hevrê Gelhat bi van hestan tijî bibe. Gelê me yê Rojhilat timî li dijî dagirkeran di nava berxwedaniyê de ne, di oxira vê de gelek tevger hatin avakirin, berdêl dan, li ber xwe dan û hişt ku damarê welatparêziyê pêş xist. Xalê hevrê Gelhat jî dema ku di nav refên tevgera KOMALA de têdikoşiya şehîd bû. Şehadeta xalê wî hevrê Gelhat gihand wê encamê ku divê ew jî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têbikoşe. Li ser vê bingehê dest bi lêgerînê kir, Rêber Apo û PKK’ê nas kir. Piştî lêkolîn û lêpirsînê ku kûrtir îdeolojiya Apoyî û PKK’ê nas kir, dît ku ne tenê azadiya gelê Kurd, ji bo mirovahiyê ye. Ji bo demokrasî bi rengê heqîqî pêş bikeve, hilweşîna ekolojîk were rawestandin û ya herî girîng jî civaka exlaqî û polîtîk a ku li ser bingeha azadîxwaziya jinan hatiye rêxistinkirin, armanc kir ku bi hemû hêza xwe tevlî têkoşîna PKK’ê bibe. Hevrê Gelhat heta lîseyê li dibistanên rejîmê xwend, lê ji bo wî ne gengaz bû ku bi tevahî tevlî vê rejîmê bibe. Ji ber vê yekê dev ji xwendinê berda û di bihara 2012’an de bi birayê xwe Têkoşer Çilçeme û Zanyar Muradî re tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrê Gelhat perwerdehiya yekem li Qendîlê dît. Ji ber ku ewladê malbateke cotkar a çiyayî bû, zû hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Gelhat ji ber kesayeta kedkar, fedakarî û komunal û dûrî ezperestî bû, di PKK’î bûnê de zû pêş ket. Piştî ku fêrî gerîlatiyê bû û di mijarên leşkerî de xwe pêş xist û dest bi pratîkê kir. Heta sala 2014’an li Qendîlê gerîlatî kir û tecrûbeyek girîng bi dest xist. Dema ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê di sala 2014’an de zêde bûn, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê û ji gelê me re bibe mertal çû Mexmûrê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên Apoyî di serî de li Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Kobanê û gelek deverên din li dijî DAÎŞ’ê de dest bi têkoşînê kir û DAÎŞ rawestand. Îro her kes hewl dide ji vê serketinê ji xwe re pay derxe di sala 2014’an de her kes ji bela DAÎŞ’ê ditirsiya û paşve dikişiya, artêşên dewletan û rêxistinên hevkar çekên xwe diavêtin û direviyan, lê şervanên Apoyî bi wêrekî bi ser DAÎŞ’ê de çûn. Her çiqasî îro hewl tê dayîn ku rastiya ku şervanên Apoyî mirovahî ji belaya DAÎŞ’ê rizgar kirin ji nedîtî ve bên jî, lê ev yek wekî destana berxwedan û azadiyê di dîrokê de cihê xwe girtiye, bi delîlên belgekirî di bîra hemû mirovahiyê de hatiye neqişandin. Hevrêyê me Gelhat jî, wekî neferekî bi rûmet, di vê têkoşîna dîrokî cihê xwe girt û bi hişmendiyeke neteweyî axa Başûrê Kurdistanê parast. Li Mexmûrê di têkoşîma li dijî DAÎŞ’ê de rola xwe bi awayekî çalak lîst. Bi wêrekî û şervaniya xwe derket pêş û li qada şer zanîn û tecrûbe bi dest xist.

Hevrê Gelhat bi bilindkirina tempoya têkoşînê hewl da ku hêjayî Rêber Apo û şehîdan be. Evîna wî ya kûr ji bo Rêber Apo, hevrêyên xwe û Kurdistanê ku bi saya wan jiyaneke azad bi dest xistibû, ji her cûre fedariyê xwe dûr girt. Wî qet dîlgirtina Rêber Apo ji bîr nekir. Her tim hewl da ku Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe û gelê Kurd bi Rêberê xwe re bîne gel hev. Ji bo ku di têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de encamên zûtir were bidestxistin û xwe bi tevahî ji bo vê armancê xwe feda bike, biryar da ku li ser şopa Zîlanan bimeşe û bibe endamê Hêzên Taybet. Li ser vê bingehê, di sala 2015’an de tevlî Hêzên Taybet bû. Di sala 2015’an de, dema ku dewleta dagirker a Tirk li ser bingeha "Plana Çokdanînê” li dijî gelê Kurd êrîşa qirkirinê ya topyekûn da destpêkirin, wî bi dil û can bawer kir ku yekane bersiv bi xurtkirina ruhê fedaî ya Apoyî ye û bi çalakiyên fedaî yên bi bandor dikare bibe bersiv. Li ser vê bingehê, xwe bi tevahî da perwerdehiya fedaîtiyê, bû endamekî profesyonel ê Hêzên Taybet û di nav Hêzên Taybet de xebatên cûrbecûr meşand. Hevrê Gelhat, milîtanek bedew, gihîştî, dilnizm, rêzdar û dilsoz bû, di her hawîrdorê de li gorî rêgezên fedaî tevdigeriya. Girêdana wî ya bi îdeolojiya rizgariya jinê, hewldana wî ya ji bo ku bibe hevalekî rastîn ê jinên azad û hewldana wî ya ji bo derbaskirina kesateya zilamê klasîk hişt ku kesayeta hevrê Gelhat bedewtir kir. Li ser vê bingehê, xwe wekî milîtanekî ku bi hevrêyên xwe yên jin re bi awayekî rast, bihêz û bipîvan têkilî deyne û bixebite derket pêş û hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrê Gelhat girêdana wî ya bi şehîdan re di asta herî jor de bû, bi taybetî piştî ku birayê wî, hevrê Têkoşer Çilçeme di payîza 20162an de li Qendîlê şehîd bû, hîn bêtir li ser heqîqeta şehîdan hûr bû. Hilgirtina barê birayê xwe yê şehîd, pêkanîna xeyalên wî û bi têkoşînek hîn xurttir zindî hiştina wî tevlîbûna xwe xurtir kir. Hevrê Gelhat di bin banê Hêzên Taybet de li gelek deveran bi awayekî çalak xebatên cûda meşand û ti carî xwe ji fedakarî û têkoşînê dûr negirt. Timî bi tempoyek bilind xebatên xwe pêk anî û hişt ku bi serketî bi encam bibe. Bi vî alî de tevkariyeke mezin da Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Hevrê Gelhat dema ku li ser erka xwe bû, di encama êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di 13’ê Tebaxa 2020’an şehîd bû. Em Hevrê Gelhat ê ku ewladê wêrek ê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê, gerîlayê azadiyê yê fedaî yê Apoyî, endamê Hêzên Taybet û lehengê me bi rêzdarî bi bîr tînin, em girêdana xwe ya bi sekn, karakter, têkoşîn û hewldana wî ya mezin re tînin ziman. Em bi mînakgirtina kesayeta hevrê Gelhat re biryardariya xwe ya ku têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin û armancên şehîd pêk bînin tînin ziman.

Kurtay Feraşîn – Şehmuz Başaran - Hevrê Kurtay Feraşîn li navçeya Payîzava ya Wanê di malbateke welatparêz a Kurd de ji dayik bû. Carinan li gund û carinan li bajêr mezin bû. Gelê me yê Serhedê li ser kevneşopiya qedîm, welatparêziya kûr a derdora xwe û pîvanên exlaqî yên ku ji malbatê girtibû kesayetiyek xurt pêş xist. Karakter, têgihîştin û dilpakiya ku di kesayetiya Hevrê Kurtay de pêş ket, kir bibe ciwanekî hêja û hezkirî. Hevrêyê me yê ku deh salan xwend, dema ku dît ku perwerdehiya asîmîlasyonîst a pergala dewleta Tirk nasnameya wî ya Kurd înkar dike, dev ji xwendinê berda. Hevrêyê me ji zarokatiyê ve bi hestên welatparêzî û hişmendiya kûr mezin bû, wekî ciwanekî Kurd ê bi rûmet, dixwest xizmeta doza azadiyê ya gelê xwe bike. Li ser vê bingehê, ew ket nav lêgerînekê û xwest tevlî gerîla bibe. Lê ji ber ku nekarî rê yan rêbazê bibîne, bê xwesteka xwe pêk neanî. Lê hevrêyê me Kurtay di biryara xwe de israr kir, diyar kir ku êdî tehemûla wî ya ji bo dîlgirtina Rêber Apo û Sîstema Îşkenceyê ya Îmraliyê nemaye û di 15’ê Sibata 2013’an de rêya ku tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe dît û tevlî gerîla bû.

Hevrê Kurtay sedema sereke ya tevlîbûna PKK’ê ji bo azadiya Rêber Apo bû û meşa şoreşgerî di salên piştre jî li ser vê bingehê domand. Timî xwe li azadiya Rêber Apo kîlît kir û li ser vê bingehê kete nava hewldeneke mezin. Ji ber ku Hevrê Kurtay dizanîbû bê Rêber Apo ji bo gelê Kurd tê çi wateyê, xwedî girîngî û nirxekê ye. Di şexsê Rêber Apo de îradeya gelekî temsîl dike, pêşengiya rewşenbîrî û îdeolojîk dike, hişê Kurd ê hemdem îfade dike hişt ku hevrêyê me Kurtay tevahiya jiyana xwe di têkoşîna bêhempa de derbas bike. Hevrê Kurtay, li ser bingeha rastiya Rêbertiyê gava xwe ya yekem avêt nava têkoşînê û perwerdehiya şervaniyê ya nû li Garê dît. Navê hevbajariyê xwe hevrê Kurtay Faraş-Abdulkerim Ertaş ê ku fermandarê efsanewî yê Botanê bû û navê xwe di dîroka têkoşîna çekdarî de nivîsandiye, li xwe kir û li ser vê bingehê li ser şopa şehîd meşiya. Jevrê Kurtay piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, li Avaşînê dest bi pratîkê kir Li çiyayên Zagrosê bi lez û bez fêrî gerîlatiyê bû, û li erdnîgariya dijwar û zehmet de bû gerîlayekî bihêz. Hevrê Kurtay ji bo di leşkerî de kûr û jêhatî bibe li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî perwerde dît. Bi saya vê perwerdeyê hewl da ku bibe gerîlatiyek bi hişmendîtir û li gorî rêziknameyên leşkerî û taktîkên gerîla tevlî xebatan bibe. PHevrê Kurtay piştî pratîka du salan a li Avaşînê,  li Fermandariya Cebilxaneya Navendî ku qadeke ked, fedakarî, rastbûn û baweriyeke bilind hewce dike, tevlî xebatan bû. Li gel fermandarê me Şehîd Bedran Gundikremo - Saît Tanit ku yek ji Apoyiyên pêşîn ên ku li Botanê tevlî bû, tevahiya malbata xwe tevlî têkoşîna azadiyê kir û bi têkoşîna xwe ya destanî bûbû efsaneyek, pratîk meşand. Tevî ku ew gerîlayekî gazî bû jî, enerjiya wî ya bêdawî, tempoya bilind a têkoşînê, şêwaz û uslûba Apoyî û gelek taybetmendiyên şoreşgerî yên nû di hevrêyê me Kurtay de ava kir.

Piştî ku xebata li Fermandariya Cebilxaneya Navendî bi serketî qedand, ji bo biçe Hêzên Taybet xwe pêşniyar kir. Dema ku dît ku azadiya Rêzdar Apo û Kurdistanê tenê bi têkoşînek fedaî dikare were bidestxistin, biryaryara fedaîbûnê da. Armanca wî ew bû ku  li ser şopa şehîd Zîlanan û şehîdên li dora Rêber Apo bûne xelekek ji agir bimeşe. Hevrê Kurtay li ser vê armanc û biryarê, çû Hêzên Taybet û bi ezîm, îrade, biryardarî, dilsozî û cangorî bû gerîlayekî fedaî. Hevrê Kurtay, bi şêwaz û sekna xwe ya beşdarbûnê, xebata xwe ya ku hezkirin û dildarî da avakirin re peywirên girîng meşand. Piştî ku perwerdehiya Hêzên Taybet bi serketî qedand, di xebatên krîtîk û girîng de rol girt ser xwe. Hevrê Kurtay ji bo serketina xebatan bi hemû hêza xwe xebitî û meşa ber bi serkeftinê esas girt.

Hevrê Kurtay ê ku milîtanekî Apoyî yê fedaî û fermandarekî bijarte bû, dema ku li ser erka xwe bû, di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, 13’ê Tebaxa 2020’an de şehîd bû. Em soz didin ku em ê armanc û xeyala herî mezin a hevrê Kurtay ku hemû hebûn û ciwaniya xwe ji bo doza azadiya gelê me feda kir a ku Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê.

Şervan Şoreş – Heyder Mamo - Hevrê Şervan li navçeya Şêrawa ya Efrîn di malbateke welatparêz de ji dayik bû.  Ji ber ku malbat û bajarê Efrîn bi çand û kevneşopiyên Kurdî re girêdayî bûn, hevrê Şervan li ser bingeha vê çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bû. Tevî ku demekê li dibistanên rejîma Baasê xwend û rastî êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijwar hat jî, ew girêdayî nirxên xwe ma. Hevrêyê me Şervan ji ber ku malbata wî ji salên destpêkê yên têkoşîna me ve girêdayî tevgera me ya azadiyê bû, ji temenê biçûk ve têkoşîna me û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas dikir û gerîla bûbû lehengê zarokatiya wî. Ji ber vê yekê, tevlîbûna nav gerîla xeyala wî ya herî mezin bû. Hevrê Şervan bi tovên pêşîn ên Şoreşa Azadiya Rojava dest pê kirin re rastiya têkoşîna me bêtir nas kir û ji bo berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me bicîh bîne di nava xebatn ciwanên şoreşger de cih girt. Di heman demê de, ji bo debara malbata xwe bi karên cûrbecûr xebitî, berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me û malbata xwe bi baldarîyek mezin bicîh anî. Hevrêyê me Şervan ji bo tevkariya aboriya malbatê bike di karên cûda de xibitî û pewirên li hember gelê me û malbatê bê kêmanî bi cih anî. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de têgeha kedê nas kir, pîroziya nirxên ku bi kedê hatine afirandin fêm kir, hişmendiya ku bi dest xist kir bingeha rêxistinkirina gel û ciwanan. Dema ku bêwestan dixebitî, dît ku ciwanên welatparêz ên mîna wî diherikin refên têkoşînê. Dema ku encam bi dest dixist, hewl da ku têkoşîna xwe hîn bêtir berfireh bike. Hevrêyê me Şervan bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelê me xwe bi rê ve dibe re, êrîşên çeteyan jî zêde bûn û hewlda ku di nava parastina gelê me de cihê xwe bigire û pêşî tevlî nava hêzên parastinê yên Efrîn bû. Hevrêyê me yê ku demekê li wir têkoşîn meşand, piştre biryar da ku xeyala xwe ya zarokatiyê ya tevlîbûna refên gerîla pêk bîne. Li ser vê bingehê, di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Şervan perwerdehiya yekem li herêma Garê dît û di gemeke kurt de bi jiyana çiya û gerîla re bû yek. Hevrêyê me kêfxweşiya ku xeyala xwe ya zarokatiyê pêkaniye di her kêliyê de jiya û vê yekê veguherand beşdariyeke bi coş. Hevrêyê me bi dersên îdeolojîk ên ku dît re, rastiya me ji nêz ve nas kir û li hember dagirkirina welatê me Kurdistanê û gelê me ji aliyê dewletên dagirker ve di qirkirinê re dihatin derbaskirin bi hêrs bû. Hevrê Şervan di heman demê de dîroka têkoşîna me û fedejariyên mezin ên ku hatine dayîn fêr bû. Hevrêyê me ji wan ders û tecrûbe derxist û vê yekê kir bingeha têkoşîna xwe. Hevrêyê me bi perwerdehiya dît re, rastiya xwe bêtir analîz kir û li dijî taybetmendiyên ku di kesayetiya wî de asteng bûn, têkoşîneke dijwar meşand. Bi vî awayî kêmasî û nebesiyên xwe çareser kir û wan xist xizmeta têkoşînê. Hevrêyê me Şervan di zanebûna ku pêdiviya herî mezin a gelê me bi hêzên parastinê heye de bû û ji bo bibe gerîlayekî azad û gihîştî, di aliyê leşkerî de di naba hewldaneke bêhempa de bû. Hevrêyê me bi fêrbûna hemû hûrguliyên şerê gerîla, xwe li gorî rewşa şerekî mezin amade kir.

Hevrê Şervan piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, çû herêma Qendîlê û nêzîkî salekê li wir têkişiya. Hevrêyê me vê yekê wekî serdemeke jêhatîbûna gerîla dît û li gorî wê beşdar bû, bi taybetî giranî da perwerdehiya pisporiya leşkerî. Hevrêyê me di perwerdehiya akademîk a ku dît de xwe ji bo gelê me ji êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê biparêze amade kir. Hevrê Şervan li ser vê bingehê, bi komek hevrêyên xwe re çû herêma Mexmûr-Kerkûkê û di têkbirina êrîşên çeteyan de kedek mezin da.  Hevrêyê me bi wêrekî, fedakarî û kesayetiya xwe ya kedkar re pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û bi beşdarbûn û helwesta xwe ya mîlîtanî hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Şervan di dema şer de tespîtkirina kêmasiyên taktîkên leşkerî de zehmetî nekişand û her tim li ser derbaskirina wan sekinî.  Hevrêyê me difikirî ku divê pêşî guherîn û veguherînê divê pêşî di xwe de destpê bike, ji bo ku di gerîlatiyê de bibe pispor xwest ku careke din beşdarî perwerdehiya akademîk bibe. Hevrêyê me li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û beşdarî perwerdehiya pisporiya branşan bû. Hevrêyê me dixwest ku di branşên pisporî yên ku derbên giran li dijmin bixe de we pêş bixe, bi fedakarî û keda xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, berê xwe da çiyayên Zagrosê û pratîka xwe ya yekem li herêma Avaşînê kir. Hevrê Şervan di demek kurt de bû xwedî beşdariyeke çalak û paşê ji ber hewcedariyê derbasî herêma Zapê bû. Hevrêyê me li wir çû herêma Ertûşê ku yek ji eniya herî pêş e û di nava gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt. Hevrêyê me di nava pratîka ku herêma Zapê ji bo dijmin bûbû kabûsek de rolek lîst. Piştre di pêşveçûna dijmin a ber bi vê herêmê û berxwedana ku piştre pêş ket de rolek girîng lîst. Hevrê Şervan piştre li gelek deverên herêma Zapê beşdarî gelek xebatan bû û wê demê tecrûbeya leşkerî û îdeolojîk a girîng bi dest xist. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, durustî û dilsoziya xwe, hezkirina hemû hevalên xwe qezenc kir û bû milîtanek Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me dema ku dijmin di sala 2020’an de dest bi êrîşên li ser herêma Zapê kir, berê xwe da herêma Cîloya Biçûk a ku yek ji deverên şerê dijwar lê diqewimî û li vir di pêşxistina têkoşînek destanî de bê xwedî hewldan û kedeke mezin. Hevrê Şervan bi vî awayî, ji bendewatiyên xwe hevrêyên xwe re bû bersiv û bi fedakarî û bê teredût  têkoşiya. Hevrê Şervan di êrîşa dijmin a li herêma Cîloya Biçûk de 11’ê Tebaxa 2020’an de tevlî karwanî şehîdan bû. Hevrê Şervan meşa xwe ya azadiyê ku ji Çiyayê Kurmênc destpê kir, li lûtkeya Çiyayên Zagrosê bi serketî bi dawî kir. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrê Şervan li Kurdistanek azad bidin jiyîn.

Rizgar Rojka – Sîracettîn Kondû - Hevrê Rizgar bajarê kevnar ê Serhedê ku bi welatparêziya xwe tê nasîn, li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Hevrêyê me ji ber ku malbata wî ê derfora ku lê mezin bû welatparêz bûn, di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me ku bi welatparêzî û karakterê xwezayî yê Serhedê mezin bû, her tim meraq dikir ka gerîla çawa têkoşîna bêhempa dimeşîne. Qet neçû dibistanên sîstemê û girêdayî nirxên xwe bû û bû ciwanekî Kurd ku li hember polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku ji hêla pergalê ve li ser gelê me dihatin ferzkirin hestiyar bû. Hevrêyê me her ku mezin dibû, hewl dida ku jiyan û berxwedana destanî ya ku di bin pêşangiya gerîlayan de li Kurdistanê pêş ket, kûrtir fam bike. Hevrêyê me ji bo debara malbata xwe şivantî kir û di înşeatan de xebitî. Hevrêyê me fam kir ku pergal mêtingeriya kedê dike û dixwaze civakan bi pereyan terbiye bike. Hevrêyê me ku pîroziya kedê dizanibû û ji ber kesayetiya xwe ya gihîştî ji hêla civakê ve dihat hezkirin û karakterek kedkar bi dest xist. Hevrêyê me, ku dixwest bêtir tevgera me ji nêz ve nas bike û bi taybetî fîlma ku behsa fermandara me ya mezin, Şehîd Berîtan Gulnaz Karataş dike, pir bandor bû. Dema ku hevrêyê me fam kir ku pergala heyî kesan ji manewiyatê dûr dixe û wan dike koleyên bi dilxwazî ​, dest bi lêgerînê kir ku tevlî tevgera me bibe. Hevrêyê me yê ku têkoşîna milîtanên Apoyî yên ku ji bo hemê gelên bindest bûye îlham û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşiya dişopand, ji bo rojên ku ew ê tevlî refên gerîla bibe xwe amade kir. Hevrêyê me ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava û çalakiyên gerîlayan morelek mezin girt, biryar da ku tevlî gerîla bibe.

Hevrêyê me di demeke de ku êrîşên dijwar li dijî tevgera me diqewimin, ji bo parastina destketiyên gelê me berê xwe da çiyayên bi heybet ên Kurdistanê. Di sala 2015’an de, li ser Erziromê tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me yekem perwerdehiya gerîla li herêma Bakur dît, ji ber karakterê xwe yê bi coş zû pêş ket. Hevrêyê me li qadeke ku ji bo tevgera me girrîng e dest bi jiyana gerîla kir û perwerdehiya xwe bi serkeftî qedand. Hevrêyê me yê ku bi jiyana gerîla re bû yek û bi daxwazeke mezin tiştên ku fêr bûye bicîh bîne û tecrûbeya xwe ya yekem li Herêma Serhedê bi dest xist. HEvrêyê me ku ji tecrûbeyên kûr sûd wergir û ji bo di aliyê leşkerî de bibe pispor, bi hewesa xwe ya fêrbûnê beşdariya mînak nîşan da. Hevrêyê me piştî demekê li Herêma Serhedê pratîk kir, berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi xwesteka ku bibe gerîlayekî profesyonel û di taktîkên heyî de pispor bibe, beşdarî perwerdehiya pisporî bû. Perwerdehiya akademiyê wekî derfetek mezin dît û bi kûrahî li ser taktîkên serdema nû sekinî. Hevrêyê me bi rêya dersên îdeolojîk ên ku girt, têgihîştinek kûrtir a paradîgmaya Apoyî û pêvajoyên ku Tevgera me tê re derbas dibû bi dest xist, ji bo gihîştina armancên xwe kete nava hewldanê. Hevrê Rizgar, yek ji milîtanên Apoyî bû ku dixwest bi awayekî çalak beşdarî şer bibe û rê li ber dagirkeran bigire. Hevrêyê me perwerdehiya xwe bi serketî qedand. Hevrêyê me ku pêşniyara çûyîna herêmên Bakur kir, bi hişmendiya berpirsiyariyên xwe yên dîrokî tevgeriya. Her peywira ku girt ser xwe bi baldariyeke mezin bi cih anî û her kêliya jiyana xwe ji bo zindî hiştina bîranîna hevrêyên me yên şehîd pêk anî, bi hevrêtiya xwe ya paqij, saf û kûr di dilê hevalên xwe de cih girt.

Hevrê Rizgar di jiyana şoreşgerî ku bi coşeke mezin destpê kir, timî biryardariya xwe têkoşînê mezin kir. Hevrêyê wekî gerîlayekî pispor gelek ked da. Hevrêyê me di nava lêgerîna ku ji bo têkoşîna hevrêyê xwe yên şehîd bilind bike û derbeyek mezin li dijmin bixe de bû. Hevrêyê me di 14’ê Tebaxa 2020’an de li herêma Metîna tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ku hevrê Rizgar ji me re hatiye hiştin bi serketî bilind bikin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Argeş Bagok – Ferhat Guler - Hevrê Argeş Bagok li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ew di nav çanda zindî ya Kurd a Nisêbînê ku bûye sembola serhildan û welatparêziyê de mezin bû. Herêyê me Argeş ê ku di nava vê çandê de mezin bû, hişt ku hişmendiyek dîrokî ya xurt, heqîqeta têkoşînê, hesta civakî û kesayetiyek xurt pê re çêbibe. HevrêArgeş heta dibistana navîn xwend û piştre dev ji dibistanê berda û di karên cûrbecûr de wekî karker û dikandarî de xebitî. Hevrê Argeş dema ku dixebitî, bi kûrahî beşdarî têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Bi taybetî ji hêla tevgera gerîla ya derdora xwe ve bandor bû. Şoreşa ku li ser xaka Rojavayê Kurdistanê ku tenê çend metreyan dûrî Nisêbînê ye pê dihat, êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me yên li wir û berxwedana dîrokî bala hevrê Argeş kişand. Hevrê Argeş, bi biryar bû ku bibe neferekî bêwestan ê doza azadiya gelê Kurd û di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Argeş ê ku cara yekem li Çiyayê Cûdî rastî gerîlayan hat û ji bo perwerde û tecrûbeyê bi dest bixe wî şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrê Argeş li Garê perwerdehiya şervanê nû dît. Hevrê Argeş bi hêza ku ji vê perwerdeyê girt dest bi pratîka xwe ya gerîlatiyê kir. Heta sala 2017’an li qada ku lê bû bi fedakariyeke mezin tevlî xebatan bû. Xeyala hevrê Argeş a herî mezin di gerîlatiyê de xwe xwe kêr bike û bibe fermandarekî serketinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike. Hevrê Argeş li ser vê armancê hewl da ku xwe perwerde bike û tecrûbeyê bi dest bixe. Di sala 2018’an de, ji bo pisporbûnê li akademiya leşkerî perwerdehî dît. Hevrê Argeş di gelek çek û taktîkên gerîla de bû pispor û bi vî awayî perwerdehiya xwe qedand. Hevrê Argeş piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, xwest biçe Bakurê Kurdistanê. Ji bo bersivdayîna pêşketinên dijmin li Bakurê Kurdistanê, mezinkirina berxwedanê û ji dijmin hesap bipirse, di vê pêşniyara xwe de israr kir. Her tim ji bo li Bakur gerîlatiyê bike di nava lêgerînê de bû û israr dikir.

Hevrê Argeş piştî ku bi serkeftî perwerdehiya xwe qedand, xwe ji bo serdema nû ya şerê gerîla amade kir û di sala 2019’an de derbasî Metîna bû. Li Metîna erka xwe bi coş û fedakarî bi cih anî. Kesayetiya wî ya rêkenî, beşdariya wî ya bi moral û dînamîzma ciwan a ku îlham dida hevrêyên xwe, taybetmendiyên hevrê Argeş ên herî berbiçav bûn. Hevrê Argeş ê ku ji ziman û çanda Kurdî hez dikir û her tim dijiya, bi helwesta xwe ya di nav refên gerîla de bû sembola herî bingehîn a ciwanên Kurd ên azad. Hevrê Argeş bi fedakariyeke mezin xwe da her karî, bi tempoya xwe ya bêwestan li her qadê piştgirî da hevrêyên xwe. Hevrê Argeş beşdarî erkên herî girîng ên şer bû û xebatên misogerkirina amadekariyên binesaziyê, dabînkirina pêdiviyên hevrêyên xwe û wan bi ewle bigihîne cihên wan meşand. Hverê Argeş bi kesayetiya xwe ya mutewazî hewl da ku her erkêm çi mezin çi biçûk bi serkeftî biqedîne. Hevrê Argeş bi taybetî li ser gihîştina gerîlatiya modernîteya demokratîk û gerîlatiya serdemê bi hosteyî pêk bîne hûr bû. Hevrê Argeş hûrbûna xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û li ser vê bingehê ji bo perwerde bike ked da. Hevrê Argeş bi hezkirin, moral û coşa xwe ya bilind a jiyanê dihat naskirin, di têkoşîna me de wekî milîtanê Apoyî yê fedaî ku dihat hezkirin, rêz lê dihat girtin û dixwest li kêleka hemû hevrêyên xwe bixebite, bi serkeftî rola xwe ya têkoşînê lîst.

Hevrê Argeş di 14’ê Tebaxa 2020’an de dema ku li Metîna li ser erka xwe bû, di encama êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em ewladê fedakar û wêrek ê gelê Nisêbînê hevrê Argeş bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya girêdana bîranîna şehîdan nû dikin.

Mahîr Destîna – Rişvan Seleh Resûlî - Hevrê Mahîr li navçeya Çarqurne ya Ranya ya Başûrê Kurdistanê, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrê Mahîr ji ber ku malbata wî bi nirxên civakî yên gelê me ve girêdayî bû, li gorî nirxên wan mezin bû. Hevrêyê me heşt salan xwend, zêdetir bi bavê xwe re xebitî û bi vî awayî debara malbata xwe dikir. Hevrêyê me ji ber vê yekê zû fêrî jiyanê bû û bi keda xwe karîbû debara xwe bike. Hevrêyê me, ji ber ku malbata wî welatparêz bû di ferqa ku gelê me di nava pozîsyona mêtingeriyê de ye de bû û bi têkoşîna li herêmên din ên Kurdistanê re jî eleqedar bû. Hevrêyê me dizanîbû ku heya ku deverên din ên Kurdistanê dagirkirî bin, ti cîhek azad nayê misoger e û çarenûsa gelê me yeke Ji ber vê yekê, ti carî nêzîkatiyên parçebûyî, malbatî yan eşîrî qebûl nekir. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku gelê me tenê bi yekîtiya neteweyî dikare azadiyê bi dest bixe û kêmasiya hêzên li Başûrê Kurdistanê yên di vî warî de rexne kir. Hevrêyê me bawer dikir ku dema ku hemû partiyên Kurd bibin Kurdistanî dikarin bi ser bikevin, nêzîkatiyên Rêber Apo û PKK’ê yên di vî warî de zêdetir qebûl kir. PKK ji damezrandina wê ve xîtabîhemû qadên Kurdistanê dikir, ji her qadên Kurdistanê ciwan diherikîn nav refên gerîla û di serî de her çar aliyên Kurdistanê û ji derveyî welat gelê me bi coş û kelecan xwedî li berxwedana gerîla derdiketin, ev yek hişt ku hevrê Mahîr bibe dildarê PKK’ê û Rêber Apo. Ji sala 2012’an heta 2013’an, ev sempatî veguheriye girêdaneke kûr û bi taybetî ji berxwedana gerîla ya fedaî ku li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê, bi taybetî yên ku Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava hedef digirtin pir bandor bû. Hevrêyê me êdî bi tevahî îqna bû ku PKK û gerîla hêza parastinê ya yekane ya gelê me ne û wekî ciwanekî welatparêz ê fikirî ku divê berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me bi cîh bîne. Hevrêyê me, bi baweriya ku ev tenê bi tevlîbûna refên gerîla li çiyayên Kurdistanê pêkan e, berê xwe da çiyê û di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Mahir li herêma Xakurkê perwerdehiya şervanên nû dît, ji ber ku di beşdarbûnê de zelal bû bi coş û daxwaz tevlî jiyanê bû. Hevrêyê meji ber vê yekê di jiyana çiyayî û gerîla de zehmetî nekişand û di nirxandineke xwe de beşdarbûna garîla wekî "ji nû ve zayînê” bi nav kir. Hevrêyê me dixwest her hûrgiliya jiyana gerîla fêr bibe û hewl dida vê yekê bi dest bixe û di demek kurt de pêşketinên girîng bi dest xist. Hevrêyê me bi saya perwerdehiya îdeolojîk a ku dît, hewl da kesayetiya xwe li gorî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ji nû ve biafirîne û di vê wateyê de, bi xwe re têkoşînek dijwar meşand. Hevrêyê me hewl da ku taybetmendiyên ku ji pergalê bi dest xistibû derbas bike û rêgezên modernîteya demokratîk ku jiyana komunal û ferdê azad pêş dixin, di nav xwe de bicîh bîne. Hevrê Mahîr di her gavê de xwe ji nû ve ava kir û bi têkoşînê re bû yek. Hevrêyê me Mahîr dema ku tevlî refên gerîla bû, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi taybetî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hemê deverên gerîla hişt ku bi girîngî li ser perwerdehiya leşkerî hûr bibe. Hevrêyê me Mahîr ji serketina şerê gerîla bawer dikir û hewl da ku fêrî hemû taktîkên gerîla bibe. Hevrê Mahîr di demek kurt de tecrûbe bi dest xist, dixwest ku di zûtirîn demê de bixe pratîkê. Hevrê Mahîr di pêvajoya perwerdehiyê de bi kesayetiya xwe ya kedkar, taybetmendiyên neteweyî li pêş bûn û hewldana ji bo xwe bi pêş bixe dida hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Mahîr ji bo layîqî şehîdan û nûzkatiyên hevrêyên xwe bibe bêtir têkoşiya.

Hevrê Mahîr piştî ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, li herêma Xakurkê tevlş xebatan bû, ji bo perwerdehiya xwe têxe pratîkê xwest tavilê biçe deverên ku şerên dijwar lê hene. Lê pêşniyara hevrê Mahîr ji bo bidestxistina ezmûnek zêdetir hate redkirin. Hevrê Mahîr wekî milîtanekî Apoyî, vê yekê bi nêzîkatiyeke erênî pêşwazî kir û bi coş tevlî xebatên li qada xwe bû. Hevrê Mahîr bi taybetmendiyên xwe yên fedakar û kedkar, di demek kurt de pêşengiya hemû xebatan kir û bi tempoya bilind û serketina di xebatan bi dest xist hezkirina hemê hevrêyên xwe qezenc kir û bû mînak. Zêdebûna êrîşên dijmin ên li ser gelê me û Tevgera me û şehîdên çêdibûn bû sedem ku hevrê Mahîr têkoşîna xwe mezintir bike. Herêyê me bi taybetî li hember têkoşîna fedaî ya sala 2016’an xwe kêm dît, xwest tavilê biçe deverên ku şerên dijwar lê hene û ji hevrêyên şehîd re bibe bersiv. Hevrê Mahîr bi saya helwesta xwe ya di jiyanê de û baweriya xwe bi şerê gerîla, hevrêyên xwe îqna kir û bi coş, moral û heyecaneke mezin berê xwe da deverên ku şerên dijwar lê hene.

Hevrêyê me Mahîr di ked û hewldana lehengiyên mezin û berxwedana sala 2018’an de bû milîtanekî Apoyî yê mînak û li wir derbên giran li dijmin û têkbirina hewldanên wan ên dagirkirinê da. Hevrê Mahîr şehadeta hevrêyên ku bi hev re têdikoşiyan kir hinceta mezinkirina têkoşînê û tolhildanê. Hevrê Mahîr bawer dikir ku tenê bi vî rengî ew dikare bi rastî jî layîqî rastiya şehîdan û hewldanên bêhempa yên Rêber Apo bibe. Hevrêyê me li ser vê bingehê her roj bi awayekî hîn bi beşdar dibû ked dida tevdigeriya û dixebitî, bû yek ji milîtanên herî jêhatî li herêma Xakurkê. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ku li ser bingeha konseptek berfireh a bi hedefgirtina Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine pêşxistin, beşdarî gelek çalakiyan bû û di van çalakiyan de derbên giran li dijmin da. Hevrê Mahîr bi şêwazê xwe yê bêrawestan, li gorî mîsyona xwe ya pêşengtiyê beşdarbûn raber kir.

Hevrê Mahîr di 22’ê Adara 2020’an de di êrîşa dijmin de bi giranî birîndar bû, tevî hemû mudaxeleyên hevrêyên yên hefteyekê nehate rizgarkirin û di 31’ê Adara 2020’an de tevlî refên şehîdan bû. Weke şopînerên hevrê Mahîr, em soz didin ku heta xeyala Kurdistaneke azad, demokratîk û sosyalîst pêk were, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Şiyar Destîna Zana – Fesîh Vûral - Hevrê Şiyar bi eslê xwe ji malbateke Dêrika Merdînê ye, li Wêranşarê ji dayik bû. Hevrê Şiyar ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bûn bi girêdayî nirxên Kurdewarî re mezin bû. Heşt salan dibistanên dewleta Tirk xwend û paşê ji bo debara malbata xwe di karên cûrbecûr de xebitî. Hevrêyê me ji ber vê yekê  zû jiyanê nas kir û bi saya berpirsiyariyên ku wî girt ser xwe, kesayetiyek gihîştî qezenc kir. Hevrê Şiyar di vê pêvajoyê de, nakokiyên xwe yên yekem ên li ser jiyanê dît û tevî ku bi seatan dixebitî j, çima heqê xwe distend di lêpirsînê de derbas kir. Hevrê Şiyar wekî ciwanek Kurd sedema çima ji dibistana seretayî û pê ve, ew nikaribû bi zimanê xwe biaxive, çanda xwe bi azad pêk bîne û ramanên xwe bi azadî îfade bike di lêopirsînê de derbas kir. Hevrê Şiyar ji bo dîtina bersiva van pirsan kete nava lêhûrbûnê û rastiya Rêber Apo nas kir. Ji ber ku malbat û civaka hevrê Şiyar nirxên welatparêzî û azadîxwaz dipejirandin û kekê wî hevrê Xemgîn-Mehmet Vûral di sala 2004’an de tevlî refên gerîla bû, di temenê zaroktiyê de PKK û gerîlayên azadiyê bihîst, ji temenê ciwantiyê ve têkoşîna me bêtir nas kir. Hevrê Şiyar ji sala 2009’an pê ve beşdarî xebatên ciwanan ên şoreşger û welatparêz bû, berpirsiyariyên xwe yên li hember gelê me bi cih anî. Hevrê Şiyar nêzîkî du salan xebat meşand û derfeta ku xwe ji hêla îdeolojîk û rêxistinî ve pêş bixe dît. Hevrê Şiyar ji beşdarbûna gerîlayên 2011’an pir bandor bû, neçar ma ku demekê navberê bide xebatên xwe. Paşê, bi destpêkirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava û Şengal, hevrê Şoyar dîsa tevlî rêxistinê bû û dît ku xebatên dimeşîne êdî têrê nakin. Hevrêyê me bi zanebûna ku mirov tenê dikare bi dewrgirtina têkoşînê hêjayî şehîdan bibe, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Şiyar perwerdehiya yekem li Amedê dît, li wir ji tecrûbeyên şer û jiyanê yên hevrêyên xwe sûd wergirt. Hevrê Şiyar ji ber vê yekê zû zanînek girîng li ser gerîlatiyê bi dest xist û bi bêsebrî li benda kêliya ku vê zanînê bixe pratîkê bû. Hevrê Şiyar, ji ber êrîşên çeteyan ên li ser Rojava û qirkirina ku gelê me pê re rû bi rû ma, bi hêrs bû û dikiriî ku divê teqez ew bi helê me re tevlî eniyên berxwedanê bibe. Hevrêyê me li ser vê bingehê, derbasî Kobanê. bû û tevlî berxwedana dîrokî ya xeta fedaî bû. Hevrê Şiyar li dijî çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk hewl didan destketiyên gelê me têk bibin, bi hevrêyên xwe re şerê rûmet û îradeyê dan û di serketina li wir de roleke girîng lîst. Hevrê Şiyar têkoşîna li dijî çeteyên ku ji bo gelê me bûbûn gef domand û beşdarî gelek çalakî û pêngavan bû. Hevrêyê me di vê demê de gelek caran birîndar bû, bi biryardariya Apoyî ya xurt, van birînan wekî astengiyek li pêşiya têkoşîna xwe nedît. Hevrê Şiyar berevajî vê, ev yek kir hinceta mezinkirina têkoşînê û beşdariya xwe hîn zêdetir kir. Hevrê Şiyar bi taybetî piştî ku kekê wî hevrê Xemgîn-Mehmet Vûral, di sala 2017’an de li Botanê şehîd bû, biryardarî û israra wî ya têkoşînê zêde bû. Hevrê Şiyar, di zanebûna ku girêdana bîranîna şehîdan di pêkanîna xeyalên wan de ye û hemû lêhûrbûnên xwe di vê çarçoveyê de kir. Êrîşên dewleta Tirk ên her ku diçû li ser Rojava zêde dibûn û dagirkirina hin deveran, hişt ku hevrêyê me Şiyar bala xwe bi tevahî bide ser dewleta Tirk. Hevrê Şiyar bi zanebûna ku dewleta Tirk berpirsiyarê êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me ye, biryar da ku derbasî çiyayên Kurdistanê bibe û têkoşîna xwe li wir bidomîne.

Hevrê Şiyar di nava kêfxweşî û heyecana ku wê li çiyayên ku hevrê Xemgîn bi salan li wir têkoşiyaye, ew ê jî li wir têbikoşe de bû û bi çûna herêma Metînayê re hesreta xwe ya bi salan sivik kir. Hevrêyê me wekî fermandarê yekîneyê tevlî xebatan bû û bi saya kesayetiya xwe ya sade û cewherî, di demek kurt de hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenc kir û xwe da qebûlkirin. Hevrê Şiyar li herêma Metînayê beşdarî gelek çalakiyên li dijî êrîşên dewleta dagirker a Tirk bû, dizanibû ku her derbeyek ku li dijmin dixe, tola şehîdan radike. Hevrêyê me bi vê re hem xwe û hem jî hevrêyên xwe li gorî taktîkên şerê serdema nû perwerde kir û keda wî di gerîlayên modernîteya demokratîk çêbû. Bi taybetî di çêkirina tunelên şer ku hişt derbên giran li dijmin bê xistin û têkneçûna gerîlayên Apoyî piştrast kir û paşê berxwedana pêş xist, rengê xwe dayê.

Hevrê Şiyar di 11’ê Tebaxa 2020’an de li herêma Metîna di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrê Şoyar bi têkoşîna xwe ya fedaî wê her tim pêşengiya meşa me ya azadiyê bike. Em wekî hevrêyên wî soza xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad, ku di şexsê hevrê Şiyar de ji hemû şehîdên xwe re daye, dubare dikin.

31’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG