HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Em hevrêyên xwe Azê Rojgirav, Lêgerîn Canfeda, Hêlîn Kobanê, Dijwar Nûrheq, Milîtan Heqî, Dilêr Serdar, Rojhat Ararat, Azad Minbic, Şevger Dirbesiyê û Rohat Zagros yên di têkoşîna sala 2024’an de li Qadên Berxwedanê yên Zap, Metîna û Xakurkê li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dane û tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Azê, Lêgerîn, Hêlîn, Dijwar, Milîtan, Dilêr, Rojhat, Azad, Şevger û Rohat yên hêja yên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê ji felsefeya Apoyî bawer kirine û tevlî nava refên têkoşînê bûne, bi şêwejiyana xwe ya fedaî û hevrêtiya xwe ya kûr karîn bibin milîtanên mînak. Bi ruhekî fedaî li ber xwe dan, li hemberî hemû êrîşên dijmin bi îradeyeke polayî li ber xwe dan, di gerîlatiya modernîteya demokratîk de xwe kûr kirin û têkoşîn bilind kirin. Hevrêyên me yên ku ji bo taktîk û terzên gerîlatiya serdemê bi hosteyî pêk bînin, bûn xwediyê hewleke biisrar û di çalakiyên serkeftî de cihê xwe girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û serkeftina têkoşîna gelê Kurd bi hemû hebûna xwe têkoşîneke bêdawî dan meşandin. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine û em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:


           

Nasnav: Azê Rojgirav

Nav û Paşnav: Mijdar Mihemmed

Cihê Jidayîkbûnê: Kobanê

Navê Dê û Bav: Fatma- Omer

Dîrok û Cihê Şehadetê: 23’yê Mijadara 2024’an / Zap

Azê Rojgirav – Mijdar Mihemmed


           

Nasnav: Lêgerîn Canfeda

Nav û Paşnav: Berçe Şaşmaz

Cihê Jidayîkbûnê: Elmanya

Navê Dayîk û Bav: Sureyya- Lokman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Mijdara 2024’an / Zap

Lêgerîn Canfeda – Berçem Şaşmaz


           

Nasnav: Hêlîn Kobanê

Nav û Paşnav: Şemsa Adil Feyyad

Cihê Jidayîkbûnê: Minbic

Navê Dayîk û Bav: Nebîha-Adil

Dîrok û Cihê Şehadetê: 20’ê Mijdara 2024’an / Zap

Hêlîn Kobanê – Şemsa Adil Feyyad


           

Nasnav: Dijwar Nûrheq

Nav û Paşnav: Hisên Nebhen

Cihê Jidayîkbûnê: Şehba

Navê Dayîk û Bav: Hemîde-Ehmed

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2024’an / Zap

Dijwar Nûrheq – Hisên Nebhen


           

Nasnav: Milîtan Heqî

Nav û Paşnav: Mustafa Akyildiz

Cihê Jidayîkbûnê: Amed

Navê Dayîk û Bav: Ulmiye-Abdurahman

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa2024’an / Zap

Milîtan Heqî – Mustafa Akyildiz


           

Nasnav: Dilêr Serdar

Nav Paşnav: Arman Kadirpur

Cihê Jidayikbûnê: Bokan

Dayik-Bav: Meryem- Osman

Dem û Cihê Şehadetê: 31’ê Cotmeha 2024’an / Zap

Dilêr Serdar – Arman Kadirpur


           

Nasnav: Rojhat Ararat

Nav û Paşnav: Meysem Muhammedzade

Cihê Jidayîkbûnê: Makû

Navê Dayîk û Bav: Seyran-Hesen

Dîrok û Cihê Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2024’an / Xakurkê

Rojhat Ararat – Meysem Muhammedzade


           

Nasnav: Azad Minbic

Nav û Paşnav: Ednan Şewax

Cihê Jidayîkbûnê: Minbic

Navê Dayîk û Bav:  Muna-Ehmed

Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Tebaxa 2024’an / Zap

 

Azad Minbic – Ednan Şewax


           

Nasnav: Şevger Dirbesiyê

Nav û Paşnav: Ridvan Osman

Cihê Jidayîkbûnê: Dirbêsiyê

Navê Dayîk û Bav: Edlê-Ednan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 7’ê Tebaxa 2024’an / Zap

Şevger Dirbesiyê – Ridvan Osman


           

Nasnav: Rohat Zagros

Nav û Paşnav: Yûsûfcan Evren

Cihê Jidayîkbûnê: Stenbol

Navê Dayîk û Bav: Melîke-Îlamî

Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2024’an /Xakurkê

Rohat Zagros – Yûsûfcan Evren

Azê Rojgirav – Mijdar Mihemmed - Hevrê Azê li bajarê Kobanê ku bi berxwedana xwe ya li dijî çeteyan navê xwe li tevahiya cîhanê da bihîstandin, di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi saya parastina nirxên Kurdewarî yên malbata xwe, ew bi kokên xwe ve girêdayî mezin bû. Malbata wê berovajî hewirdor hê civakîtir û demokratîktir bû û ev yek bû wesîle ku hevrê Azê ji temenê ciwaniyê ve xwe bi awayekî azad û jixwe bawer îfade bike. Bi bandora hem malbat û hem jî hewirdora xwe kesayetiyek wê ya hevseng pêş ket. Malbata wê ji salên destpêkê yên têkoşîna me ve Rêber Apo nas dikir û dilsozê tevgera me ya azadiyê bû. Ji ber vê yekê, hevrê Azê jî ji temenê ciwaniyê ve Tevgera Apoyî ji nêz ve nas kir. Bi saya hevrêyên ku serdana mala wan dikirin, ew derfet dît ku tevgera me ji nêz ve nas bike û hêdî hêdî dilsoziya wê xurtir bibe. Her çend di ciwaniya xwe de gelek lêgerînên wê pêşketibe jî, ji ber felsefeya azadiyê ya Rêber Apo fêm kir, lêgerîna wê li ser vê esasê pêş ket. Di sala 2011’an de, di gavên pêşîn ên Şoreşa Azadiya Rojava de beşdarî xebatên ciwanan ên welatparêz bû. Di vê demê de, nîqaşên bi hevrêyên xwe re hem têkoşîna me û hem jî felsefeya jiyana azad kûrtir fêm kir. Dema ku dît ku şoreş li ser vê bingehê xurt dibe, wê biryar da ku tevlîbûna xwe berfireh bike. Di sala 2012’yan de, ew tevlî yekîneyên parastinê bû û beşdarî eniyên berxwedanê yên li dijî êrîşên li ser gelê me bû. Hevrê Azê di tevahiya şer de bi wêrekiya xwe derket pêş û ji bo jinên ciwan bû mînak. Wê rolek bi bandor lîst û ji bo tevlîbûna jinan di nava refên şoreşê de xebat meşand. Hevrê Azê, bi naskirina hêza paradîgmaya rizgariya jinan a ku di pêşengiya Rêber Apo de pêşketiye, armanc kir ku bi îdîayek mezin pêşengî bike. Ji bo vê armancê, wê girîngiyek mezin da xwe-pêşvebirina leşkerî, rêxistinî û îdeolojîk. Bi hewildan û fedakariyeke mezin di vê rêyê de pêş ket. Hevrê Azê ku cihê xwe di eniyên şer de heta berxwedana dîrokî ya Kobanê girt û carekê birîndar bû, ev birîndarî wekî sedemek ji bo berfirehkirina têkoşînê dît.

Hevrê Azê piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê, biryar da ku li vir tevlî berxwedanê bibe. Niyeta wê nîn bû ku axên lê ji dayik bûye û mezin bûye ji çeteyên dijmirovahiyê û hevkarên wan re bihêle. Di vê berxwedana destanî de ku di dîrokê de cih girt, bi hevrêyên xwe re bi rengekî fedaî şer kir. Tevî hemû astengiyan, bi baweriya xwe ya xurt û îradeya xwe ya Apoyî karî çeteyan têk bibe. Tevî ku di şer de sê caran birîndar bû jî, qet cihê xwe terk nekir. Hevrê Azê, ku her birînekê wekî nîşanek rûmetê didît, heta ku tola hevrêyên xwe yên şehîd hilgirt û Kobanê azad kir, nesekinî. Piştî rizgarkirina Kobanê jî têkoşîna xwe berdewam kir. Li Hesekê, li dijî hêzên rejîmê roleke çalak lîst, ku carekê jî li wir birîndar bû. Piştre beşdarî gelek xebatên cuda bû û di her hewildanê de serketin bi dest xist. Kesayetiya wê ya milîtan, dilnizm û helwesta wê ya pêbawer ji bo hemû hevrêyên wê mînak bûn.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, destketiyên gelê Kurd û ji holê rakirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava li cem hevrê Azê hêrsek mezin çêkir. Bi baweriya ku divê bersiva van êrîşan ji nava refên gerîla bê dayîn, di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Tevî ezmûna xwe ya leşkerî jî, pêşî beşdarî perwerdehiya îdeolojîk bû. Di vê pêvajoyê de, li ser pratîka xwe ya borî lêhûrbû û hewl da ku kêmasiyên xwe derbas bike. Li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe ji nû ve ava kir û perwerdehiya xwe bi rengekî serketî qedand. Piştre li cem Şehîd Delal Amed (Hulya Eroglu) tevlî xebatan bû. Ji zanîna kûr a leşkerî û îdeolojîk a hevrê Delal Amed gelek tişt fêr bû û vê demê wekî serdema herî bi qîmet a jiyana xwe bi nav kir. Piştre li herêma Garê beşdarî gelek xebatan bû û bi helwest û fedakariya xwe bû gerîlayekî YJA Star ê mînak. Şehadeta gelek hevrêyên ku ew nas dikir, bi taybetî hevrê Delal Amed û Azê Malazgirt, wekî bangek ji bo berfirehkirina têkoşînê dît. Ji bo pêkanîna xeyalên wan û tola wan hilîne, biryar da ku bi rengekî fedaî tevlî jiyan bibe. Bi vê biryardariyê re di sala 2019’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Piştî ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, hevrê Azê derbasî herêma rojavayê Zapê bû û perwerdehiya xwe ya bingehîn li wir wergirt. Bi parvekirina hevrêtiya gelek kesên fedaî, bi taybetî şehîd Doga Viyan (Gulbahar Hizmali), hêzeke mezin girt. Hevrê Azê li vir lêhûrbûnên kûr jiyan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke armanca herî mezin da pêşiya xwe. Bi baweriya ku ev tenê bi tevlîbûneke fedaî dikare were bidestxistin, li ser vê bingehê xwe bi tevahî da vê armancê. Hevrê Azê, bi zanîna ku fedaîbûn cewhera zindî ya PKK’ê ye, hemû lêhûrbûnên xwe li ser xeta fedaîbûnê kûr kir.

Hevrêya me piştî perwerdehiyê li qadên cuda xebat meşand. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi israr xwest derbasî deverên ku şer lê dijwar dibû. Berxwedana fedaî ya gelek hevrêyên wê yên şehîd ku berê li rojavayê Zapê bi hev re perwerde dîtibûn, berpirsiyariyeke mezin da wê û hesta tolhildanê di kesayetiya wê de xurt kir. Hevrê Azê armanc kir ku tola van hevrêyan hilîne û li ser şopa hevrê Sara, Rûken, Rojhat û Erdal yên ku bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Mersîn û Enqereyê çalakiyên fedaî pêk anîn, bimeşe. Tevî hemû zehmetî û êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker jî hevrêya me Azê karî derbasî herêma Girê Cûdî ya herêma şehîd Delîl a rojavayê Zapê bibe. Li vir li hember her êrîşa dijmin li ber xwe da û derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Azê bi helwesta xwe ya fedaî di şer û jiyanê de bû xwedî tevlîbûnek pêşeng.

Hevrê Azê heta dawiya îradeya xwe ji berxwedanê dûr neket û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya îlhamê. Hevrê Azê di 23’yê Mijdara 2024’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Bi vî awayî, têkoşîna xwe ya 13 salan a bênavber û fedaî ya ji bo azadiyê di lûtkeyê de bi dawî kir û navê xwe di dîroka azadiya gelê me de nivîsand.

Lêgerîn Canfeda – Berçem Şaşmaz - Hevrê Lêgerîn wekî endama malbatek welatparêz ê Wêranşarê ya Rihayê li Elmanyayê ji dayik bû. Piştre bi malbata xwe re vegeriya Kurdistanê û li gundekî Wêranşarê mezin bû. Ji ber di hawîrdoreke gundewarî û xwezayî de mezin bû, ew bi nirxên xwe yên bingehîn re dilsoz ma û ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergala kapîtalîst û dewleta Tirk a mêtinger pir bandor nebû. Ji ber vê yekê, hesasiyeta wê ya civakî her gav xurt bû. Mîna gelek Kurdên ku li Kurdistanê dijîn, ew ji têkoşîna azadiyê ya ku ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê ve dihat birêvebirin haydar bû. Her çend ew di aliyê rêxistinî de têkoşîna me nasnedikir an jî gerîla nedîtibû jî, her tim li hemberî tevgera azadiyê sempatiyek kûr hîs dikir. Ji ber vê taybetmendiyên xwe ji aliyê hewîrdor ve bi navê Bêrîtan dihat bangkirin. Di temenê xwe yê ciwan de, hevrê Lêgerîn rastî wêneya Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş - û fîlma "Bêrîtan" hat û ew ji xwe re mînak girt. Wê armanc kir ku bibe gerîla, qehremanek mîna wê. Hevrê Lêgerîn ku di ciwaniya xwe de bi vê xeyalê mezin bû, eleqeya xwe ya ji bo têkoşîna me hîn kûrtir kir. Destketiyên mezin ên ku gelê me bi pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava bi dest xist û li dijî vê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hişt ku hevrêya me bikeve nava lêgerînên xurt. Berxwedan gelê me ji 7 salî heta 70’ê salî û şehadeta hevrêyên me di her warî de bandorek kûr li ser hevrê Lêgerîn kir. Wekî jineke ciwan a Kurd, gihişt wê qenatê ku divê tevlî têkoşînê bibe û berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê xwe bicih bîne. Wê van fikrên xwe bi hevrêyên xwe yên nêzîk re parve kir û wan teşwîq kir ku xwe birêxistin bikin. Di destpêkê de, wekî gavek sembolîk wan biryar da ku li dibistanê bi Kurdî biaxivin. Lê belê vê helwestê bi tenê kêm dît û li ser vê bingehê hevrê Lêgerîn fikirî ku divê bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bibe. Piştî nîqaşên demdirêj, ew û komek ji pênc jinên din derbasî Rojava bûn û tevlî refên şoreşê bûn. Li vir, bi tevlîbûna berxwedanê wê gavek biryardar ber bi pêkanîna xeyalên xwe ve avêt.

Piştî ku derbasî Rojava bû, hevrê Lêgerîn pêşî perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk wergirt. Hevrêya me ji ber girîngiya perwerdeyê di nava şer de dizanî, lêhûrbûnên xwe li ser vê esasê kûr kir. Hevrê Lêgerîn a ku xwe di aliyê leşkerî de pêş xist, xwest ku biçe deverên herî dijwar ên şer û li kêleka hevrêyên xwe di çeperan de cih bigire. Hevrêya me xwest li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku dijminê jinan e şer bike û li ser vê esasê derbasî eniya Cezaa bû. Li vê qada şer a giran, wê bi wêrekiya xwe derket pêş û di têkbirina êrîşên çeteyan de roleke girîng lîst. Piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengal, hevrêya me berê xwe da Şengalê. Li wir, wê bi çavên xwe şahidiya komkujî û qirkirina li ser gelê Êzidî, bi taybetî jinan, kir. Wekî şervaneke jin a ciwan, hevrê Lêgerîn sond xwar ku li hember vê zilmê bêdeng nemîne û ew bêtir biryardar bû ku bi awayekî çalaktir tevlî şer bibe. Ew tevlî gelek pêngavên leşkerî li Şengal û Rojava bû û bû xwedî kedeke mezin. Di heman demê de li perwerdehiyên akademîk ders da û tecrûbeyên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re parve kir. Bi vî awayî, hevrêya me di perwerdekirina gelek şervanan û parastina gelê me de roleke girîng lîst. Wê jêhatîbûna xwe di taktîkên şer ên cûrbecûr de pêş xist û bû fermandarekî jêhatî. Lê belê, tevî vê yekê ew tevlîbûna xwe lewaz dît. Bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re û xwendinên berfireh ku kiriye wê têgihîştineke kûrtir a di aliyê raman û felsefeya Rêber Apo de bi dest xist. Hevrêya me ku dizane encax bi tevlîbûneke fedaî li ser xeta Rêbertî dikare layiqê gelê xwe bibe, li ser vê bingehê tevlî bû. Bi vê hişmendiyê, wê lêhûrbûnên xwe kûrtir kir û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî armanca xwe ya sereke diyar kir. Bi têgihîştina ku ev armanc tenê bi tevlîbûneke fedaî dikare were bidestxistin, hevrêya me Lêgerîn di sala 2017’an de derbasî çiyayên Kurdistanê bû û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Hevrê Lêgerîn, ku di adaptebûna jiyana çiyayan de zehmetî nekişand, bi sekna xwe ya zelal a li xeta azadiya jin û kesayetiya xwe ya dirust û jidil bawerî da hevrêyên xwe û di gelek peywirên girîng de cih girt. Di van xebatan de, bi baldariya xwe, hesasiyet û sekna xwe ya tejî bawerî, ew bû gerîlayek YJA Star a mînak. Piştre, ji ber ezmûna xwe ya perwerdeyê, ew di asta fermandariyê de derbasî perwerdehiya şervanên nû bû. Li wir, wê berpirsiyariya perwerdehiya hevrêyên nû girt ser milên xwe. Hevrêya me Lêgerîn bi gerîlayên nû re di aliyê perwerdehiya leşkerî, îdeolojîk û jiyanî de yek bi yek mijûl bû wan li gorî şert û mercên çiyê amade kir. Hevrêya me bi rê û rêbazên dewlemend a ku pêş xistiye re hişt ku hevrêyên wê di demeke kurt de bibin milîtanên Apoyî yên jêhatî. Hevrêya me a ku di vê xebatê de encamên serketî bi dest xist, pêşniyarên wê hat qebûlkirin û li ser vê bingehê di Cejna Nevroza 2018’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Hevrê Lêgerîn ku tevlîbûna wê di jiyanê de li ser xeta fedaîbûnê bû, derfet dît ku xwe di fedaîbûnê de kûrtir bike. Bi perwerdehiya îdeolojîk a ku wergirt, xwe di nav felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de pêş xist û xwe di her alî de lêpirsîn kir. Taybetmendiyên xwe yên ne li gorî felsefeya Rêber Apo, bi rexne û rexnedayînê re derbas kir û têkoşîneke mezin meşand. Bi zanîna ku kûrbûna di fedaîbûnê de, bi xwe fedakirina li ser rêya heqîqetê pêkan e, ew ev wêrekî di xwe de dît û xwe fedayê rêya heqîqetê kir. Bi vî rengî xwe ji bandorên pergala kapîtalîst rizgar kir, kesayetiyek sade, dilnizim û azad bi dest xist. Bi felsefeya "Yek parî, yek xirqe" jiya û cîhana xwe ya giyanî xurt kir û sînorên di navbera xwe û Rêber Apo de rakir. Hevrêya me ku bi berdewamî li ser Rêbertiyê me difikirî û li gorî felsefeya wî ya jiyana azad dijiya, perwerdehiya xwe ya akademîk bi serketî bi dawî kir. Wek fedaiyek ku xwe ji bo hemû peywiran amade kir û tevlî gelek xebatên girîng bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê zêde kir û hedefa wê tasfiyekirina gerîla bû, hevrêya me israr kir ku derbasî deverên ku şer lê giran dibû.

Piştî israra wê ya mezin, pêşniyara wê hate qebûlkirin û derbasî herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê bû. Li wir ligel fermandarê fedaî şehîd Asya Alî û gelek hevrêyên din perwerde dît, di tunelên şer de ked da û di şiverê de bi hev re meşiyan. Li vir, bi awayekî çalak beşdarî gelek eniyên şer bû û bi wêrekî, fedaî û biryardariya xwe di berfirehkirina berxwedanê de roleke girîng lîst. Tevî serdestiya teknolojîk a dewleta Tirk û êrîşên dijwar jî, hevrê Lêgerîn îradeya Apoyî xurt girt û bû sembola tevlîbûna bêdudil, fedaî û berxwedanê li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê. Hevrê Lêgerîn, ku di 20’ê Mijdara 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû, wekî yek ji nûnerên herî şênber ên ruhê fedaî yê Apoyî, cihê xwe di dilê gelê me û di dîroka azadiya me de girt.

Hêlîn Kobanê – Şemsa Adil Feyyad - Hevrê Hêlîn li bajarê Minbicê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava malbateke Ereb de ji dayik bû. Ew di nav civakekê de mezin bû ku dilsozê nirxên xwe bû û demekê li dibistanên rejîmê xwend. Tevî polîtîkayên perwerdehiyê yên mêtinger û nijadperest ên rejîma Baasê, hevrê Hêlîn her gav hurmet li gelên din ên ku ew bi wan re dijiya nîşan da. Dema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, Minbic ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate dagirkirin. Di vê demê de, tevî ku DAÎŞ îdia dikir ku ew bi navê Îslamê tevdigere jî, wê rûyê wan ê rastîn dît û ji ber zilm, êşkence û komkujiyên ku wan li ser gel pêk anîn, pir hêrs bû. Ji aliyekî din ve, hevrê Hêlîn şahidiya Şoreşa Azadiya Rojava ku hemû gel û baweriyan li ser bingeha azadiyê dicivîne û wan di nava aştiyê de didomîne, hêviyên wê yên azadiyê her tim zindî hişt. Minbic di sala 2016’an de ji aliyê hêzên azadiyê yên Rojava ve ji dagirkeriya DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Di vê demê de, hevrê Hêlîn hêzên azadiyê ji nêz ve nas kir û bi taybetî ji sekna pêşengiya jinan bandor bû. Wekî jineke Ereb, wê berpirsiyariyek li hember gelê xwe hîs kir û di sala 2017’an de cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt.

Heval Hêlîn demekê perwerdehiya leşkerî dît. Di vê pêvajoyê de, ezmûnên ku li dijî çeteyan bi dest xistiye xurttir kir. Hevrêya me ku di vî alî de bû xwedî hewldan û kedek mezin, ji bo hevrêyên xwe jî bû mînak. Her wiha perwerdehiya îdeolojîk û siyasî jî wergirt. Wê derfet dît ku felsefeya Rêber Apo, ku hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike yek, çêtir fêm bike. Ew bi hêza îdeolojîk û rêxistinî ya Rêber Apo bandor bû, analîz û nirxandinên wî, bi taybetî yên di derbarê azadiya jinan de, hîn bû û di jiyana xwe de bi pratîk kir. Hevrê Hêlîn, dema ku dît ku jinan bi Şoreşa Azadiya Rojava re pêşketinek mezin pêk anîne û di her aliyê jiyanê de bûne pêşeng, fêm kir ku ev yek bi saya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pêkan e. Ji ber vê yekê, ket ferqa ku divê ew layiqê keda Rêbertiyê me be û divê têkoşîna xwe li dijî hemû êrîşên li ser herêmên azadiyê ku bi berdêlên giran hatine avakirin xurttir bike. Li ser vê bingehê, ew bi taybetî li herêma Dêra Zorê tevlî gelek çalakî û operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Wê di têkbirina çeteyan û jiholêrakirina îdiayên wan ên xîlafetê de roleke girîng lîst. Wêrekiya wê û rola wê ya pêşeng di şer de rê li ber azadkirina gelek jinên Ereb vekir. Di sala 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker tiştê ku çeteyên wê nekarîn bi êrîşan bi dest bixin bixwe êrîşê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Hevrêya me di vê demê de berê xwe da Serêkaniyê û li vir tevlî berxwedana destanî bû. Wê derfet dît ku rastiya dewleta Tirk, dijminê gel, ji nêz ve nas bike. Dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, komkujiyên li ser gelê me hatine kirin û koçberkirina bi darê zorê ji warên wan, ku bi hezaran salan lê jiyane, hêrsa hevrê Hêlîn li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde kir. Ji ber vê yekê, wê li derfetekê geriya ku hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk veguherîne têkoşînek bibandortir. Hevrêya me gihişt wê encamê ku dikare vê têkoşînê herî baş li çiyayên Kurdistanê bimeşîne. Di heman demê de, bi berxwedana destanî ya ku gerîlayan li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî dewleta Tirk a dagirker pêşxistine, bandor bû. Hevrê Hêlîn piştî lêhûrbûneke kûr biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrê Hêlîn, ku bi heybeta çiyayên Kurdistanê bandor bû, ji ber dereng tevlîbûna xwe zora wê diçû. Ji bo ku dema windabûyî telafî bike, ew bi hewildan û fedakariyeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Ew bi hevrêtî û jiyana komunal a gerîlayan pir bandor bû û ji bo bibe endamek çalak a vê jiyanê, lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêya me ku pîvanên milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de dida rûnişkandin, bû gerîlayeke YJA Star a dihat hezkirin û hurmet girtin. Tevî ezmûna xwe ya leşkerî, wê dizanibû ku divê xwe di taktîkên şer ê gerîla de pêş bixe û li ser vê bingehê di demeke kûrt de di gelek taktîkên gerîla de xwe pêş xist. Ew di warê pêkanîna van taktîkên îsbatkirî û bibandor de di şerê li dijî dagirkeran de, bi israr û bi coş bû. Biryardariya wê ya xurt di têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker de, kir ku hevrêyên wê qanih bibin ku ew derbasî herêma rojavayê Zapê bibe. Hevrê Hêlîn armanca xwe ya çûna herêma Şehîd Delîl bi zelalî anî ziman. Wê dixwest têkoşînekê bide meşandin ku layiqê ruhê berxwedanê yê hevrêyên me Rûken, Sara, Erdal, Rojhat û yên din ên ku ber bi şehadetê ve meşiyan be. Xwest ji dijminê ku cenazeyên zarokan di qutîkan de radestî malbatan wan dikir, tolê hilîne. Bi têkoşîna xwe, armanc kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi dest bixe û tevlîbûn û xebata xwe roj bi roj berfirehtir kir. Sekin û tevlîbûna wê ya bi rengekî fedaî ji bo hemû hevrêyên wê bû mînak. Hevrê Hêlîn, ku di her kêliyê de di aliyê hest de bi Rêber Apo re dijî û xeyal dikir ku pê re hevdîtinê bike, bawer dikir ku ev tenê bi serketinê dikare were bidest xistin. Ji ber vê yekê hewl da ku di kesayetiya xwe de ‘gerîlatiya serketî’ ava bike. Hem hewl da êrîşên dijmin yek bi yek têk bibe û hem jî gav bi gav pêş ket. Armanca wê dijmin ji herêmên dagirkiriye bi temamî derxistin bû. Hevrê Hêlîn, ku hewildan û fedakariya wê di vî warî de pir mezin bû, bi sekna xwe karîbû ji bo hemû hevrêyên xwe bibe çavkaniya hêz û moralê.

Hevrê Hêlîn di 20’ê Mijdara 2024’an de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ligel hevrê Lêgerîn di êrîşa dijmin de şehîd bû. Ew wek milîtana jin a enternasyonal mohra xwe li têkoşîna me ya azadiyê da. Weke hevrêyên wê, em soz didin ku em ê Kurdistana azad a ku hevrê Hêlîn xeyala wê dikir pêk bînin û warek ku hemû gel û bawerî bi hev re di şert û mercên wekhev de bijîn, ava bikin.

Dijwar Nûrheq – Hisên Nebhen - Hevrê Dijwar li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Şehbayê ji dayik bû. Malbat û derdora wî welatparêz bûn û dilsozê nirxên neteweyî bûn, ku ev yek hestek kûr a welatparêziyê di wî de pêşxist. Hevrê Dijwar ji ber di temenê xwe yê biçûk de bi çîrokên têkoşîna destanî ya gerîla mezin bû, gelek ji gerîlayan hez dikir. Hevrêyê me, ku bi çand û nirxên Kurdewarî mezin bû, her tim li hember Partiya me xwedî sempatiyek mezin bû. Tevî ku demekê li dibistanên rejîma Baasê xwend jî, wî israr kir ku nasnameya xwe ya rastîn li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên pergalê biparêze. Hevrê Dijwar li dijî hişmendiya yekreng a dewletê, xwe nêzîkî Tevgera me ku cudahiyan wekî çavkaniyek dewlemendiyê dibîne, hîs kir. Ji ber Rêbertî bi salan li Rojava mabû û gelê me bi hezaran ewladên xwe fedayê têkoşîna me kirine, bû wesîle ku lêgerîna hevrêyê me xurtir bibe. Ji ber şehadetên hatine dayîn û êrîşên dijmin, weke ciwanek Kurd ê bi rûmet wîjdana xwe lêpirsîn kir. Tevî ku temenê wî biçûk bû û nedikarî di her xebatê de cih bigire jî, dilê wî her tim ji bo jiyaneke şoreşgerî diavêt. Hevrêyê me, ku ji aliyê malbat û civaka xwe ve dihat hezkirin û hurmet girtin, bi kesayetiya xwe ya gihîştî û dilsoz bandor li derdora xwe kir. Ji malbateke ku xwe dispêre keda giran dihat û bi çandiniyê re mijûl dibûn. Ji ber vê yekê wî her tevkariya debara malbata xwe dikir. Di salên xwe yên ciwaniyê de lêhûrbûnên kûr di her alî de jiya, li ser vê bingehê hevrêyê me fêm kir ku bersiva lêgerîna wî di têkoşîna Partiya me ya ji bo azadî û demokrasiyê de ye. Hevrêyê me pêşî di hin xebatan de cih girt, lê wî îdîaya xwe berfirehtir kir û biryar da ku beşdarî xebatên asta kadro bibe.

Hevrê Dijwar, ku di sala 2014’an de tevlî nava refên partiyê bû, piştî perwerdehiyê beşdarî xebatên Partiyê bû. Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser destketiyên gelê me li Rojava û deverên derdora wê, hişt ku hevrêyê me zû di şer de cih bigire. Îradeya Apoyiyan a ku di Berxwedana dîrokî ya Kobanê de derket holê, ew pir bandor kir. Wî hewl da ku vê îradeyê di kesayetiya xwe de temsîl bike. Ji bo vê armancê, wî bê dudilî cihê xwe li eniyên herî dijwar ên şer girt. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de hunera leşkerî bi dest xist, di operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de weke şervanekî leheng hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Tevî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker jî, projeya konfederalîzma demokratîk a li Rojava hatî damezrandin hêvî da gelên bindest. Hevrê Dijwar di vê pêvajoyê de bû yek ji kadroyên Tevgera me ku ji bo mayîndebûna Şoreşa Rojava bedelên giran da. Di nava şer de pêş ket û berpirsyarî girt. Beşdarî gelek operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bû û birîndar bû. Lê tevî birîndariya xwe jî israr kir ku vegere eniyên pêş. Piştî dermankirinê bi biryardariyek mezintir berê xwe da herêmên şer. Hevrêyê me ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn, pêşniyar kir ku derbasî çiyayên azad bibe. Hevrê Dijwar ê ku perwerdeya îdeolojîk dît, hem ji bo bikaribe xwe di taktîkên demê de xurt bike û hem jî ji bo ku bersivê bide êrîşan lêhûrbûnên kûr jiyan. Li vir zanîn û jêhatîbûneke leşkerî û îdeolojîk bi dest xist û weke milîtanek fedaî yê Apoyî xwe ji bo her peywirê amade kir. Wî dilsoziyeke kûr ji bo hevrêyên xwe, fermandarên fedaî Andok Adil (Ramazan Bilal) û Nûrî Yekta (Cevat Etarek), ku ew ligel wan li Heleb şer kir, hîs dikir. Di yek ji nirxandinên xwe de, wî biryardariya xwe wiha anî ziman, "Ez dixwazim bi ruhê êrîşkar ê hevalên me yên şehîd bersivê bidim pêvajoyê." Li ser vê bingehê, derbasî herêma Zapê ku dagirkeran windahiyên giran lê dan û berxwedaneke qehremanî lê hate dayîn bû.

Li dijî operasyonên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li herêma Zapê hatin meşandin, hevrê Dijwar hêz û îradeya Apoyî ya ku nayê şikandin nîşan da. Bi taktîkên ku bikar anî û pisporiya ku bi dest xist, rê li ber derbasbûna dijmin girt. Bi tevlîbûn û çalakiya xwe ya li herêma Zapê, bi meşa di xeta fedaîbûnê de navê xwe di dîroka têkoşînê de nivîsand. Em careke din soza dubare dikin ku em ê bîranîna hevrê Dijwar, ku di 24’ê Tebaxa 2024’an de li herêma Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû, her tim biparêzin û em ê xeyalên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Milîtan Heqî – Mustafa Akyildiz - Hevrêyê me Milîtan, li navçeya Bismil a Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Xwedî li nirxên welatparêziya dêrîn ên gelê me yê Amedê û taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk yên gelê Kurd derket û wisa mezin dibe. Ev nirxên exlaqî û civakî bandor li hest û ramanên hevrêyê me Milîtan kirin û karekterê wî ava kirin. Bi taybetî jî tevlîbûna xalê wî hevrêyê me Mahîr – Eşref Akyildiz ya ji bo naca refên gerîyayan ya di sala 1994’an de û şehadeta wî ya di sala 1996’an de ya li Bagoka girêdayî Mêrdînê bandoreke mezin li hevrêyê me Milîtan dike.  https://sehidjiyane.com/ku/2024/11/22/mahir-esref-akyildiz/  Her çend xalê xwe yê tevlî karwanê şehîdan bûye, nedîtibe jî lehengî û têkoşîna wî ya şoreşger dilê wî feth dike. Ew jî ji bo ku rojekê mezin bibe û li ser şopa xalê xwe bimeşe, xeyalan dike.

Hevrêyê me Milîtan ê ku neh salan diçe dibistanê, piştre dev ji dibistanê berdide û weke kedkarekî dixebite. Hevrêyê me ji aliyekî ve dixebite û ji aliyekî ve jî bi hesasî geşedanên têkildarî têkoşîna azadiya gelê xwe dişopîne. Hevrêyê me Milîtan ê ku tim dixwaze tevlî nava têkoşînê bibe, beşdarî xebatên ciwanên şoreşger dibe. Piştî ku demekê dixebite ji bo ku tempoya têkoşîna xwe zêde bike û bibe şoreşgerekî profesyonel di sala 2017’an de dixwaze tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibe. Lê belê dijmin ferq dike, wî binçav dike û ew hewldana wî têastengkirin. Lê belê hevrêyê me Mılîtan, astengiya ku dijmin derdixe pêşiya wî nas nake û dikeve nava lêgerînên rê û rêbazên cuda. Bi jêhatîbûn û zîrekiya xwe di sala 2018’an de rêya tevlîbûna nava têkoşînê peyda dike û dikare xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê.

Li çiyayên Kurdistanê di destpêkê de di bin siya Komalên Ciwan de li Akademiya Ciwanan a Şehîd Elî Çîçek perwerdeyê dibîne. Weke şoreşgerekî profesyonel navê Navdar Şerzan li xwe dike û bi vî navî dest bi têkoşînê dike. Lê belê piştre navê xwe yê Navdar Şerzan diguherîne û navê xizmê xwe yê nêz ê di sala 2022’yan de tevlî karwanê şehîdan dibe fedaiyê Apoyî Milîtan- Ahmet Yavûz li xwe dike. https://www.hpgsehit.com/index.php/ehit-kuenyeleri/item/8124-militan-heqi-ahmet- Yavuz Hevrêyê me Milîtan ê ku perwerdeya xwe ya li akademiya ciwanan bi serkeft temam dike, ji bo fêrbûna gerîkatiyê û hînbûna rê û rêbazên xweparastina li çiyayên Kurdistanê û têkoşînkirinê daxilî perwerdeya şervanên nû dibe. Piştî ku perwerdeya xwe ya li vir jî bi awayekî serkeftî temam dike, li qadên Garê, Metîna û Heftanînê pratîkê dimeşîne. Bi cesareteke mezin beşdarî Berxwedana Cenga Heftanînê dibe û hewl dide rola xwe bilîze. Piştî ku li qada şerî pratîkê dimeşîne ji bo ku xwe di taktîkên segvaniyê de pêş bixe li akademiya leşkerî perwerdeyan dibîne. Hevrêyê me tecrûbeya xwe ya di Berxwedana Cenga Heftanînê de di perwerdeyê de kûrtir dike, dike armanc ku xwe bigihîne gerîlatiya modetnîteya demokratîk û xwe ji erkên serdema nû re amade dike.

Hevrêyê me Milîtan ê ku xwe li ser terz û taktîka serdema nû kûr dike û xwe gelekî pêş dixe, ji bo ku li qada şerî cih bigire gelekî israr dike. Di encama israr û ferzkirinên xwe, bi xwe derbasî herêma Metînayê dibe. Hevrêyê me Mılîtan ê ku bi dil û can girêdayî şehîdan e, ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe Mahîr û Milîtan ku xizmên wî yên nêz in û gelek hevrêyên xwe yên li cem wî şehîd bûne, beşdarî berxwedana li Metînayê ya dîrokî dibe. Di salên 2023 û 2024’an de li Metînayê pêşwaziya êrîşên dijmin dike, bi îradeya xwe ya fedaî ya Apoyî têdikoşe, têkariyê li gelek çalakiyan dike û rola xwe ya dîrokî dilîze. Hevrêyê me Milîtan ê ku jêhatî, xwe pêş dixe û ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, di berxwedanê de erk û berpirsiyariyan digire ser milên xwe. Di xebatên şerî de berpirsiyriyan digire ser milên xwe û karî heqîqeta şerî û berxwedana hevalên xwe ya dîrokî ji fermandariya xwe ya bilind û yekîneyên me yên çapemeniyê re ragihîne. Tevî hemû astengiyên dijmin jî di ragihandina rastiyên têkildarî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya de ya ji gelê me û hemû raya giştî re dibe xwediyê kedeke mezin.

Hevrêyê me Milîtan, dema ku li Mewziya Şehîd Sabrî a girêdayî Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya li herêma Metînayê li ser erka xwe bû, di 4’ê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Milîtan ê ku ji serî heya binî fedaiyekî Apoyî ye, weke bîrdardiya cesaretê ye û dibe navê meşa lehengiyê, bi rastî jî karî weke navê xwe bijî û navê xwe li dîroka têkoşîna me da nivîsandin. Em soz didin ku em ê kesayeta hevrêyê xwe Milîtan, karekterê wî yê resen, hevrêtiya wî ya jidil, kêfxweşiya wî ya jiyanê ya bihêz û esareta wî ya di nava şerî de ji xwere bikin mînak, têkoşîna wî teqez bighînin serkeftinê û bîranînên wî zindî bigirin. 

Dilêr Serdar – Arman Kadirpur - Hevrêyê me Dilêr ê ku li Bokan a ku li dijî dagirkeran hemû caran hesas e û bi welatparêziya xwe ya kûr têkariyeke mezin li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dike û bi sedan ciwanên wê tevlî nava Tevgera me dibin, ji dayîk dibe, bi hişmendiya welatparêziyê mezin dibe. Hevrêyê me yêku bi exlaq û terbiyeya ji malbata xwe digire mezin dibe, di zarokatiya xwe de derfeta naskirina Partiya me bi dest dixe. Hevrêyê me weke hemû zarokên Kurd ew jî di salên dibistanê de dikeve nava makokiyan û hemû caran çanda xwe diparêze. Hevrêyê me yêku tevî polîtîkayên asîmîlekirin û dejenekirinê yên pergalê jî hemû caran girêdayî nirxên xwe ye, li gel mezinbûnê ji bo ku ji nakokiyên xwe re bersivekê peyda bike dixwaze Tevgera me ji nêz ve nas bike. Hesasbûna hevrêyê me ya li hemberî geşadanên di nava civaka xwe de dibe sedem ku bikeve nakokiyan. Hevrêyê me yê ku fêm dike jiyana Apoyî ji hemû qirêjiyên pergalê dûr e û jiyaneke sade û xwezayî ye, dibe heyranê jiyana gerîlayan. Hevrêyê me yê ku ferq dike azadî derveyî pergalê ye û bi xwejêrizgarkirina pergalê pêkan e, dixwaze têkiliyê bi Tevgera me re ava bike. Hevrêyê me yê ku hemû rojeva têkildarî Partiya me ji nêz ve dişopîne, ji şehadeta fedaiyane ya hevrêyên me yên ku li Kurdistanê di berxwedana pêşengtiya gerîlayan de pêş dikeve, bandor dibe. Bi taybetî jî ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî destkeftiyên gelên me yên li Rojava, Şengal û Başûr û li hemberî vê yekê lehengiyên ku di encama ruhê seferberiya partiya me PKK’ê daye destpêkirin, derdikeve holê gelekî bandor dibe. Ji têkoşîna milîtanên Apoyî yên bi ruhekî fedaî û îradeyeke Apoyî çeteyên DAÎŞ’ê tune dikin, bandor dibe û biryara tevlîbûnê distîne. Hevrêyê me pê dihese ku tekane cihê ku ji lêgerîn û nakokiyên wî re bibe bersiv refên Partiya me ne. Hevrêyê me yê ku xwediyê gelek derfetên jiyana moderniteya Kapîtalîst e, derfetên pergalê red dike û berê xwe dide mekanên gerîlayan ên pîroz.

Hevrêyê me yê ku di sala 2020’an de li ser Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan dibe, çawa ku ber bi jiyana Apoyî ve yekem pêngava xwe diavêje ji hevrêtiya gerîlayan bandor dibe. Hevrêyê me yê ku di demeke kurt de adapteyî jiyana kollektîf a di nava gerîlayan de û şert ûmercên dijwar ên çiyayan dibe, daxilî perwerdeya şervanên nû dibe. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xweya ji dersên leşkerî û îdeolojîk re dibe şervanekî nû yê mînak, bersiva pirsên lê digeriya di perwerdeyan de dibîne. Hevrêyê me yê ku zû bi zû fêm dike û bi azweriya xwe ya fêrbûnê balê dikşîne ser xwe, piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike derbasî qadên pratîkê dibe. Hevrêyê me yê ku bi azweriya xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe tim dixwaze di eniyên herî pêş de cihê xwe bigire, di demeke kurt de tecrûbeyên têkildarî jiyana gerîlayan bi dest dixe. Tevî ku gerîlayekî nû ye jî ji bo ku derbasî qadên ku lê gerîla li dijî dijmin têkoşîneke destanî dimeşînin bibe, israr dike. Tevlîbûna bi moral a di jiyanê de û kûrbûnên wî yên îdeolojîk dibin wesîle ku têkoşîna xwe mezintir bike. Hevrêyê me yê ku dixwaze bi awayekîçalak di nava şerê heyî de cihê xwe bigire û tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne, bistîne, xeta fedaîbûnê ji xwe re esas digire. Hevrêyê me ji bo ku di bin Hêzên Taybet de di nava xebatên Partiyê de cihê we bigire pêşniyaran dike. Hevrêyê me yê ku dizane fedaîtî cewhera Partiya me ye û ji bi layiqbûna ji şehîdan re daxilî perwerdeyên Hêzên Taybet dibe, di perwerdeyan de jiyana hevrêyên me yên çalakiyên fedaî pêk anîne ji xwe re dike rênîşander. Hevrêyê me yê ku ji pêvajoyeke perwerdeyê ya dijwar re derbas dibe, ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr dike û tecrûbeyên leşkerî bi dest dixe, piştî ku perwerdeya xwe temam dike, israr dike ku derbasî qadên şer lê dijwar e bibe. Hevrêyê me Dilêr ê ku tevlî xebatên Partiyê yên li Eyaleta Şehîd Delîl Zagros dibe, bi kesateya xwe ya pêşketî û mutewazî ji aliyê hemû hevalên xwe ve gelekî tê hezkirin. Hevrêyê me yê ku di nava tîmên bi tevger û xebatên binesaziyê de kedeke mezin nîşan dide, li gorî ruhê serdemê tevgeriya.

Hevrêyê me Dilêr ê ku dilsoziya ji bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd re ji xwe re weke deynekî dibîne, bi hemû taybetmendiyên xwe karî bibe milîtanekî Apoyî yê mînak. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiyê ya hevrêyê me Dilêr ê ku di 31’ê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bûye, dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi hişmendiya layiqbûna ji hemû şehîdan re bi serkeftinê tacîdar bikin.

Rojhat Ararat – Meysem Muhammedzade - Hevrêyê me Rojhat, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Hevrêyê me yê ku li Makûyê mezin dibe lê welatparêziyeke kûr heye û ji bo têkoşîna me jê gelek tevlîbûn çêdibin, weke kesekî girêdayî nirxên xwe mezin dibe. Welatparêzî û dilsoziya malbatawî ya ji kevneşopiyên xwe re bûn wesîle ku li gel hevrêyê me jî kesayeteke welatparêziyê peyda bibe. Hevrêyê me yê ku neh salan diçe dibistanên pergalê û tevî polîtîkayên asîmîlekirinê yên pergalê jî cewhera xwe diparêze, hê di zarokatiya xwe de li gel şahidbûna tiştên ku dewlet li Kurdistanê pêk tîne, li dijî pergalê hêrsek li cem peyda dibe. Ji bo têkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek karên cuda de dixebite. Ji aliyê malbat û derdora xwe ve dibe xwediyê kesayeteke rêzdar. Hemû caran karî aliyê xwe yê kedkar biparêze. Hevrêyê me yê ku tevî temenê xwe yê ciwan jî dikeve nava lêpirsîn û lêgerînên kûr, her çend pergalê nas dike sempatiya wî ya ji têkoşîna me ya azadiyê re jî zêde dibe. Ji berxwedana destanî ya Tevgera me ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bandor dibe û li hemberî gerîlayên ku bi fedaiyane şer dikin û destanên lehengiyê dinivîsin heyraniyeke mezin li cem peyda dibe. Hevrêyê me yê ku îdeolojiya Partiya me û felsefeya jiyanê ya Rêbertiya me mereq dike, lêgerînên xwe kûrtir dike. Hevrêyê me yê ku biryarê dide tevlî nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya hêviya hemû gelên bindest e û ji her neteweyî jêre tevlîbûn çêdibin, bibe, jiyana jirêzê ya di nava pergalê de qebûl nake û ji bo ku xwe bigihîne çiyayên azad kedeke mezin nîşan dide.

Hevrêyê me di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe û ji bo perwerdeya şervanên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji hevrêtiya germ a gerîlayên ku dibîne hêzeke mezin distîne. Hevrêyê me yê ku daxilî perwerdeya şervanên nû dibe, bi saya daxwaza hînbûnê û tevlîbûna xwe ya bikelecan tevlîbûneke mînak nîşan da. Bi perwerdeyên ku dibîne xwe di hemû waran de xist nava lêpirsînekê. Piştî demeke kurt adapteyî jiyana Partiyê dibe, tevlîbûneke xurttir nîşan da. Hevrêyê me yê ku li gel dersên dibîne derfeta baştir a Partiya me bi dest dixe, bi awayekî serkeftî perwerdeyên xwe temam dike. Piştî perwerdeya şervanên nû li herêma Xakurkê di nava xebatên Partiyê de cihê xwe digire. Hevrêyê me yê ku ji xwezaya herêma Xakurkê gelekî bandor dibe, di xebatên pratîkî de bi saya taybetmendiya xwe ya kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin. Bi saya hevrêtiya xwe ya jidil û fedaîbûna xwe di hemû xebatan de alîkarîkirina hevrêyên xwe ji xwe re weke erkekî nirxand. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin, xwest erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Hêrsa xwe ya li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên tasfiyekirina Tevgera me û çewisandina gelê me yê welatparêz mezin dike û xwest derbasî qadên ku lê şer dijwar e, bibe. Bi hêza ku ji berxwedama destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya hemû teknîk û teqemeniyên dijmin ên qedexekirî pûç kirin û bi îradeyeke Apoyî li ber xwe didin, distîne, xwe ji erkên herî jijwar re amade kir. Hevrêyê me yê ku li herêma Xakurkê di gelek xebatan de cihê xwe digire û bi keda xwe tê naskirin, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me yê ku ji bo tolhilanîna hevrêyên xwe yên şehîd dixwazexwe di warên leşkerî de pêş bixe, di nava çalakiyan de cihê xwe digire. Piştî hemû çalakiyên serkeftî yên li dijî dijmin hatine lidarxistin, armanca xwe mezintir dike û tevlîbûneke bêyî dudilî nîşan da.

Hevrêyê me Rojhat ê ku li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Xakurkê mîsyona xwe ya dîrokî bi cih tîne û rênîşanderiya hevrêyên xwe dike, di 24’ê Tebaxa 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Em diyar dikin ku em ê tim û tim bîranînên hevrêyên xwe Rojhat zindî bigirin û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Azad Minbic – Ednan Şewax - Hevrêyê me Azad Minbic, weke ewladekî hêja yê gelê me yê Ereb li bajarê Minbic ê Sûriyeyê ji dayîk dibe. Li rex Çemê Firatê weke ferdekî malbateke welatparêz mezin dibe. Hevrêyê me şeş salan dixwîne û piştre dev ji dibistanê berdide û weke karker hêsinkariyê dike. Di sala 2011’an de dema ku pêvajoya bihara gelan pêş dikeve li gel destwerdana hêzên hegemonîk li Sûriyeyê gelek komên çeteyan derdikevin holê. Sûriye vediguhere cihê çeteyên hov û ev çete herî zêde jî gelên li ser van xakan aciz dikin. Bajarê Minbic ê ku hevrêyê me Azad lê ji dayîk dibe û mezin dibe, ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve tê dagirkirin. Rûbirûmana zulma çeteyan a li hemberî malbata wî û şahidiya hovîtiya ku li kolalan rû dide bandoreke mezin li hevrêyê me dikin. Azadkirina bajarê Minbicê ya ji aliyê Hêzên Azadiyê yên Rojvava ve ya di sala 2016’an de û paqijkirina ji çeteyên DAÎŞ’ê, ji bo hevrêyê me Azad dibe destpêka azadiyê. Piştî pêngavê ji tariyê ber bi pêşerojeke ronî ve naskirina hevrêyê me Azad a hêzên azadiyê bandoreke mezin lê dike. Hevrêyê me Azad ê ku bi qasî însanên ku xwe bi fikrên Rêber Apo birêxistin kirine û saziyên ku bi hişmendiya neteweya demokratîk tev digerin, nas dike, li hemberî îdeoojiya Apoyî li cem sempatiyeke mezin peyda dibe. Ew jîweke neferekî vê Tevger û têkoşînê ji bo têkoşînê bimeşîne beşdarî xebatên ciwanên welatparêz dibe. Her çend dixwaze beşdarî xebatên leşkerî yên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe jî ji ber ku temenê wî biçûk e ev daxwaza wî nayê qebûlkirin. Hevrêyê me Azad jî bi tu awayî dev ji vê daxwaza xwe bernade û beşdarî xebatên cuda yên şoreşê dibe û li benda roja ku derbasî nava hêzên leşkerî bibe, ma.

Hevrêyê me Azad ê ku di sala 2018’an de li Kobanê beşdarî şoreşê dibe, bi kelecan û xwestekeke mezin têkoşîna parastina şoreşê û mezinkirina nirxên xwe da meşandin. Bi dilsoziyeke mezin a ji îdeolojiya Apoyî û Rêber Apo re erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşê hembêz kirin. Di şexsê kadroyên Apoyî de bi dîtina însanên azad, biexlaq û nû re mest dibe û ji bo ku ew jî nebe kesekî jirêzê dixwaze di meşa şoreşê de weke milîtanekî Apoyî rola xwe bilîze. Girêdayî vê yekê heya sala 2022’yan li Kobanê, Dêrazor, Hesekê û herêmên Firatê bi awayekîçalak pratîk meşandin. Xwe di warên îdeolojîk, çandî, rêxistinî û leşkerî de pêş xist. Bi jêhatîbûn û zekaya xwe ya pratîk di taktîka sabotajê de gelekî pêş xist. Di pêvajoya têkoşîna xwe ya bê navber de birîndar dibe, lê belê di demeke kurt de birînên xwe sax dike û meşa xwe ya şoreşê didomîne.

Dema ku dibîne dewleta Tirk a dagirker dijminahî û êrîşkariya herî mezin li Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hevrêyê me Azad jî sond dixwe ku li hemberî vî dijminî şer bike. Girêdayî vê yekê di sala 2022’yan de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û tevlî nava refên PKK’ê dibe. Hevrêyê me Azad ê ku karekterê PKK’ê yê enternasyonalîst dizane, fêm dike û bi hemû» hebûna xwe qebûl dike, weke gerîlayekî enternasyonalîst ji bo azadiya gelan bi awayekî bêyî dudilî beşdarî têkoşînê dibe. Weke ewladekî gelê me yê Ereb ê wêrek li gel neferên fedaî yên gelê Kurd di demeke kurt de adapte dibe û hînî gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê dibe. Bi saya tecrûbe, zanîn, coşû kelecana xwe her wekî ku bi salan e li çiyayan gerîlatiyê dike, xwe di demeke kurt de pêş dixe. Beşdarî têkoşîna li çiyayên Kurdistanê dibe û rola xwe dilîze. Piştî ku salan bi xwestek û biryardariyeke mezin têkoşînê dimeşîne sekna xwe ya heyî kêm dibîne û biryara fedaîbûnê distîne. Ji fedaiyên ku di nava refên PKK’ê de dibîne, ji lehengên ku çalakiyên fedaiyane pêk tînin bandor dibe, çav li wan dike, biryarê dide ku weke wan be û di sala 2024’an de pêşniyar dike ku derbasî Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me Azad ê ku pêşniyara wî tê qebûlkirin, bi ruhekî fedaî yê Apoyî di nava xebatên Hêzên Taybet de cihê xwe digire.

Hevrêyê me Azad, bi îdîaya xwe ya bilind a têkoşînê, tempo û îradeya xwe ya saxlem dibe xwediyê tevlîbûneke bihêz. Li hemû deverên lê dimîne rengê xwe yê resen nîşan dide, di dilê hevrêyên xwe de dibe xwediyê cihekî mezin û bi sekn, jidilî û hevrêtiya xwe ya kûr li her derê şopa xwe dihêle. Hevrêyê me Azad ê ku ji bo xwe bigihîne kesayeta milîtaniya fedaî gelekî li berxwe dide, li şûna beşdarî pêvajoya perwerdeyê bibe, dixwaze beşdarî pratîka şer ya bi awayekî, fedaiyane tê birêvebirin, bibe. Beşdarî berxwedana li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê dibe û erk û berpirsiyariyan digire ser milên xwe. Hevrêyê me Azad, li bejahî û tunelên şer û nava tîmên gerîlayên pispor de cihê xwe digire û bi ruhekî fedaî yê Apoyî hewl da erka xwe bi cih bîne.

Hevrêyê me Azad, di 29’ê Tîrmeha 2024’an de dema li ser erka xwe bû di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Azad Minbic, weke ewladekî wêrek ê gelê me yê Ereb beşdarî şoreşê bû, piştre li çiyayên Kurdistanê bû gerîla û ev yek jî kêm dîtin û biryara fedaîbûnê stand. Beşadrî Hêzên Taybet bû û ev biryara xwe bi xîret û kedeke mezin di paratîka xwe de jî nîşan da. Li Qada Berxwedanê rola xwe lîst, bi lehengî gihîşt şehadetê û navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kir. Girêdayî bingeha tiştên ku em ji Rêber Apo fêr bûne, baweriya me ji xwişk-biratiya gelan û neteweya demokratîk re bi saya lehengên fedaî ên weke hevrêyê me Azad xurttir bûye. Em soz didin ku em ê tu caran hevrêyê xwe Azad ê ku bêyî dudilî têkoşîna azadiya gelan mezin kiriye, ji bîr nekin û wê bîranîna wî di nava xwişk-biratiya gelan de tim û tim zindî be.

Şevger Dirbesiyê – Ridvan Osman - Hevrêyê me Şevger, li bajarê Dirbesiyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Li bajarê Dirbesiyê yê lê ji dayîk dibe û mezin dibe, pêkhatina bi hezaran tevlîbûnên ji bo nava têkoşîna me ya azadiyê û şehadeta bi sedan dibin wesîle ku hevrêyê me Şevger hê di zarokatiya xwe de bi çandeke şoreşgerî mezin bibe. Hevrêyê me yê ku di serdemên destpêkê yên pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava de hê zarok e, di nava şert û mercên şoreşê de mezin dibe. Ji ber wê yekê şahidiya hemû qonaxên şoreşê dike, bedêlên giran ên hatine dayîn bi hemû hebûna xwe hîs dike. Hevrêyê me gelekî ji têkoşîna fedaiyane ya hêzên azadiya Rojava ya li hemberî çeteyan, rejîma BAAS’ê û dewleta Tirk a dagirker û bedêlên hatine dayîn bandor dibe. Ji ber vê yekê jî tim û tim şervanên azadiyê ji xwe re mînak digire. Hevrêyê me Şevger ê ku bi çand û exlaqê Şoreşa Azadiya Rojava mezin dibe, tim xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe yên civakî derdikeve. Hevrêyê me yê ku li Rojavaya lê paradîgmaya civaka demokratîk ya Rêber Apo dikeve meriyetê, xwedî li nirxên komunal û prensîbên azadiyê derdikeve, gihîşt wê baweriyê ku divê şoreşa heyî tevî hemû şert û mercan jî were parastin. Hevrêyê me yê ku ji serdema ciwantiya xwe û pê ve zêdetir xwe kûr dike, weke gava destpêkê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cihê xwe digire. Di hesasiyeta birêxistinkirina hemû ciwanên Rojava, birêxistinkirina li hemberî polîtîkayên şerê taybet û parastina destkeftiyên gelê me de bû xwediyê ked û hewleke mezin. Cihgirtina birayê wî û hevrêyê me Şevger-Sîpan Osman a di nava refên berxwedanê de û şehadeta wî ya di encama êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ya sala 2018’an de dibe sedem ku kûrbûnên hevrêyê me Şevger zêdetir bibin.

Hevrêyê me yê ku dizane zindîhiştina bîranên şehîdan girêdayî pêkanîna xeyalên wan in, bi vî awayî ji bo tolhilanîna birayê xwe Şehîd Şevger tevlî nava refên berxwedanê dibe.  Hevrêyê me Şevger ê ku hem navê birayê xwe li xwe dike û hem jî çeka wî hildigire, bi coşeke mezin tevlî têkoşînê dibe. Hevrêyê me yê ku xwe di gelek waran de pêş dixe, dibe şervanekî azadiyê yê profesyonel. Hevrêyê me Şevger ê ku tecrûbeyên bi salan ên di şerê li hemberî çeteyan û dewleta Tırk a dagirker de hatine bidestxistin di demeke kurt de bi dest dixe, xwe ji hemû aliyan ve ji bo pêvajoya şer û têkoşîneke mezin amade dike. Hevrêyê me yê ku ji ber şehadeta birayê xwe ya di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de li hemberî dewleta Tirk li cem hêrseke mezin peyda dibe, yek ji mezintirîn armanca xwe weke şerkirina li dijî dewleta Tirk diyar dike. Hevrêyê me yê ku ji ber vê yekê roj bi roj kûrbûnên xwe zêdetir dike, digihîje wê baweriyê ku wê vê yekê herî baş bi tevlîbûna nava refên gerîlayan pêk bîne. Girêdayî vê yekê di pêvajoya ku dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medayayê dike de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêyê me Şevger ê ku piştî tevlî nava refên gerîlayan dibe beşdarî perwerdeyan dibe, bi vî awayî di demeke kurt de adapteyî jiyana çiya û gerîlayan dibe. Hevrêyê me yê ku ji ber ku di warê leşkerî de xwediyê tecrûbeyên zêde ye û zêdetir berê xwe dide felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, di kesayeta xwe de taybetmendiyên milîtaniya Apoyî diafirîne. Hevrêyê me yê ku bi vî awayî terzeke fedaî bi dest dixe, bi awayekî bê sebir li bendê dimîne ku derbasî qadên lê şer dijwar e, bibe. Hevrêyê me yê ku derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dibe, li vir daxilî berxwedana bêhempa ya li Qada Brxwedanê ya Girê Biharê dibe. Hevrêyê me Şevger ê ku di nava tîmên gerok de cih digire, di nirxandineke xwe de tîne ziman ku mezintirîn armanca wî tolhilanîna hevrêyên xwe yên şehîd, şikandina êrîşên li ser qadên gerîlayan û dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hevrêyê me yê ku bi vî awayî bi coş, moral û kelecaneke mezin berê xwe dide têkoşînê, di hemû kêliyên jiyana xwe de dikeve nava kûrbûnên derblêxistina dijminî.

Hevrêyê me Şevger ê ku girêdayî vê yekê cihê xwe di nava berxwedaneke bibandor a li Qada Berxwedanê ya Girê Biharê ya di 7’ê Tebaxa 2024’an de digire, di cezakirin û birîndarkirina bi dehan dagirkeran de rola xwe ya pêşeng lîst. Hevrêyê me yê ku bi cesareteke mezin bi ser dijmin de meşiya û hêrsa di dilê xwe de nîşanî dijminî da, heya nefesa xwe ya dawîn şer dike û tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Şevger ê ku ji roja ewil a tevlî têkoşînê dibe û heya şehadeta xwe tim û tim girêdayî nirxên azadiyê yên ji aliyê Rêbertiya me û şehîdên me yên leheng ve hatine diyarkirin, dimîne, bi saya kesayeta xwe ya durist û jidil li dîroka azadiya gelê me me navê xwe bi tîpên zêrîn dide nivîsandin. Weke hevrêyên wî di serî de hevrêyê me Şevger, em soz didin ku em ê bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad zindî bigirin.

Rohat Zagros – Yûsûfcan Evren - Hevrêyê me Rohat Zagros di nava malbateke ji Sêrtê wekî zarokê herî biçûk ê malê li Stenbolê ji dayik bûye. Ew weke ewladekî wêrek ê gelê Botanê, li metropolên Tirkiyeyê dûrî Kurdistanê mezin bû. Her çend ji welatê xwe dûr mezin bû jî, ew her tim hezkirina Kurdistanê di dilê xwe de hewand. Ew bi nirxên malbateke welatparêz mezin bû û ziman û nasnameya Kurdî zindî hişt. Hevrê Rohat 7 salan li dibistanên dewletê yên Tirkiyeyê xwend lê xwe ji polîtîkayên asîmîlasyonê parast. Piştî ku ji dibistanê derket, li gelek karan xebitî, bi xebatên giran debara xwe kir û hebûnek xurt bi dest xist. Hevrê Rohat sempatîzanê PKK’ê bû û ji ber tevlîbûna gelek xizmên xwe di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bandor bibû. Vê yekê meraqek kûr di wî de çêkir û dest bi lêkolîna tevgera me kir. Bi saya xwezaya xwe ya meraqdar û jîr, ew ji nêz ve têkoşîna gelê Kurd a ji bo hebûn û azadiyê nas kir. Dema ku hevrê Rohat xurtbûn û mezinbûna têkoşînê fêm kir, berpirsiyariya xwe di vê dozê de dît û xwest ku weke ciwanek ê bi rûmet xwedî lê derkeve. Li ser vê bingehê di sala 2022’yan de, ji bo di têkoşîna azadiya gelê xwe de bibe milîtanek fedaî ji Stenbolê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Di demeke ku dijmin hewl dida bi her cure rêbazên şerê taybet pêşî li tevlîbûna şervanan bigire û zextek mezin li ser civakê pêk dianî de, hevrê Rohat vê tarîtiyê şikand û bi tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla bersiva herî xurt da. Hevrê Rohat di sala 2022’yan de gihîşt çiyayên Kurdistanê, tevlî berxwedana fedaî ya gerîla bû û bi gava xwe ya yekem hemû planên dijmin têk bir. Piştî perwerdehiya şervanên nû dît derbasî pratîkê bû. Hevrê Rohat, ku bi kesayetiya xwe ya exlaqî, çandî û gihîştî dihat nasîn, bi hezkirinek mezin ev jiyan hembêz kir. Dizanibû ku şerê gerîla ne tenê şer e, di heman demê de şêwazek jiyanek azad e jî. Li hember zehmetiyên fîzîkî, bi hêza xwe ya giyanî û hevrêtiyê her astengî derbas kir. Hevrê Rohat pala xwe da hevrêyên xwe, dema hewce kir pariya nanê xwe parve kir. Hîs û hevrêtiya xwe xurt kir û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Çanda herêma Botanê ku di giyana wî de cih girtine bi îdeolojiya Apoyî re kir yek û bû şoreşgerekî qehreman. Hevrê Rohat bi awayekî çalak li herêmên Qendîl, Bradost û Xakurkê tevlî pratîkê bû.

Di pêvajoyeke ku dijmin êrîşên xwe yên dagirkeriyê dijwartir dikir de, hevrê Rohat bi israr xwest derbasî herêmên berxwedanê bibe û bersiva herî xurt bide van êrîşan. Hevrê Rohat bi tevahî xwe fedayê tevgera gerîla ya serdema nû kir. Armanca wî ew bû ku xwe di gerîlatiya modernîteya demokratîk de pêş bixîne. Bi saya van lêhûrbûnên xwe, karî derbasî herêmên berxwedanê bibe. Bi salan, hesreta xwe ya ji nû ve gihîştina çiyayên azad ên ku di dilê xwe de digirt, hilgirt û erkên xwe bi kêfxweşî û fedakariyeke mezin bi cih anî. Her berpirsiyariyekî ku digirt bi rengekî serketî bi cih anî û di demek kurt de pêşketinên girîng bi dest xist. Wêrekî, dilsozî, dilnizmî û hevrêtiya wî ya rastîn li her cihê ku ew lê bû, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moral û hêzê. Bi sivikkirina barê hevrêyên xwe, parvekirin û xurtkirina hevgirtinê, hevrê Rohat sekneke ku fedaîbûna Apoyiyan temsîl dikir, nîşan da. Bi saya vê seknê, di dilê hemû hevrêyên xwe de cihek qezenc kir û bû gerîlayekî bedew ku her kes dixwest pê re bijî.

Hevrêyê me Rohat, ku siberojek geş û rojên tijî azadî li pêşiya wî bûn, di 4’ê Tebaxa 2024’an de li Qada Berxwedanê ya Lolanê ya Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Armanc, xeyal û hesreta herî mezin a hevrêyê me, milîtanê fedaî yê Apoyî ew bû ku meşa Rêberekî Azad û Kurdistaneke Azad bi ser bikeve. Em diyar dikin ku em ê bi pêşxistina manewiyet û hevrêtiya pîroz a PKK'ê, ku hevrêyê me bê dudilî jiyana xwe ji bo wê feda kir, layiqî bîranîna wî bin.

27’ê Cotmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG