Ji çapemenî û raya giştî re!
Hevrêya me Dilzar Rêber Andok 31'ê Cotmeha 2025'an li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber teqîna roketê şehîd bû.
Em hevrêya xwe Dilzar a ku ji ber qezayê şehîd bû bi hurmet bi bîr tînin, di serî de malbata hêja ya hevrêya me sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dilzar Rêber Andok bi vî rengî ne:
| 
 
  | 
 Nasnav: Dilzar Rêber Andok  | 
Dilzar Rêber Andok – Rojbîn Sonmez
Hevrêya me Dilzar li nava malbateke ji çand û kevneşpiya Kurd ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wê Tevgera me zû nas kir. Hevrêya me li bajarekî weke Amedê mezin bû ku welatparêzî lê xurt e û bi saya çanda welatparêziyê û terbiyeya ji malbata xwe wergirtî bû xwedî kesayetiyeke têgihiştî. Hevrêya me pênc salan çû dibistanên sîstemê û li hemberî kiryarên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk her tim bi baldarî û berpirsyarî tevgeriya. Hevrêya me ku refleksên wê yên civakî xurt bûn, bi bûyerên li derdora xwe eleqedar dibû û ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelekî hez kir ku pêşengî ji şerê li Kurdistanê re dikir. Hevrêya me ku heyrana têkoşîna bê eman a gerîla bû, her nûçeya li ser milîtanên YJA Starê ji nêz ve şopand. Her ku têkoşîna wan jinan didît ku bi felsefeya Apoyî ber bi jiyaneke nû ve gav diavêtin û ji bo azadiya gelê me têdikoşiyan, ji xwe re kir armanc ku rojekê tevlî nava refên gerîla bibe. Têgihişt ku di nava jiyana modernîteya kapîtalîst de jin weke amûreke reklamê û metayekê tê talankirin, lewma kete nava nakokiyan. Ji ber ku ji derdora wê ya nêzîk tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, hevrêya me Dilzar jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me ku zanîbû pîvaneke welatparêziyê xizmeta ji bo gel e, tevlî karên hin yekîneyan bû. Di kar de bi nêzîkatiya xwe ya hesas bal kişand ser xwe. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser Şengal, Başûr û Rojava, dema ku dît gerîla bi berdêlên giran destketiyên gelê me diparêze, xwe xist nava lêpirsînê. Hevrêya me Dilzar baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê ev berxwedana dîrokî û destanî bê mezinkirin û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.
Hevrêya me ku sala 2015'an ji Amedê beşdarî nava refên gerîla bû, ber bi jiyana azad ve gava destpêkê avêt, ku ji ber xwe re kiribû armanc. Piştî ku demeke kurt li Amedê perwerde dît, hînî jiyana gerîla û çiyê bû û bi rengekî çalak beşdarî nava pratîkê bû. Hevrêya me gihîşt wê şensê ku li Bakur gerîlatiyê bike û li qadeke girîng a weke Amedê bi qasî salekê pratîk kir. Hevrêya me tecrûbeyên xwe yên destpêkê û gelek detayên li ser jiyana gerîla li vê qadê wergirt, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li her cihê ku lê bû bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û moral bû milîtaneke mînak. Ji bo derbasî wan qadan bibe ku çeteyên DAÎŞ'ê êrişî wan kirin, pêşniyar kir. Di demekê de ku heqareteke mezin li jinên Êzidî dihate kirin û destketiyên gelê me di bin êrişên giran de bû, ji bo wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih bîne derbasî herêma Mexmûr-Kerkûkê bû. Li vê derê li dijî DAÎŞ'ê têkoşiya, ji aliyê leşkerî ve şareza bû û bi wêrekiya xwe ya di şer de bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Bû yek ji wan milîtanan ku ispat kir, li hemberî îradeya Apoyî ya ku hemû êrişên dijmin pûç dike, ti êriş nikare encamê bigire. Hevrêya me piştre derbasî herêma Xakurkê bû û ji xwezaya bêhempa û çiyayên bi heybet ên Xakurkê bi bandor bû. Li vî warê ku fermandara me ya mezin Bêrîtan Hêvî - Gulnaz Karataş lê şehîd bû, bi serbilindî û rûmetdarî gerîlatî kir. Bi sekna xwe ya zelal û hevrêtiya xwe ya kûr a li ser xeta azadiya jinê di her karî de encam bi dest xist. Hevrêya me tevlî perwerdeya dibistana operasyonê bû, tecrûbeyên ku di demeke kurt de bi dest xist bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Hevrêya me ku bi biryar bû ku di taktîkên gerîlatiya dema nû de şareza bibe, bi xwesteka xwe ya hînbûnê û morala bilind a di dersan de perwerde bi serketî qedand. Analîzên Rêbertî û materyalên Partiyê yên ku xwend, kir ku bêhtir kûr bibe. Ji xwe re kir armanc ku pîvanên Îdeolojiya Rizgariya Jinê di kesayetiya xwe de temsîl bike û li ser xeta PAJK'ê gihîşt asteke girîng. Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên ku bi fedaîtî li tunelên şer têkoşiyan di her şaneya bedena xwe de hîs kir. Ji bo karibe mîrateya têkoşînê ya ku şehîdên me ji me re hiştiye bigihîne serketinê pêşniyar kir ku derbasî qadên ji şerê giran bibe û bi vî rengî helwesta xwe ya li pêşberî pêvajoyê di asta herî bilind de nîşan da.
Hevrêya me Dilzar ku herî dawî li herêma Qendîlê bû, kete dilê hemû hevrêyên xwe û weke gerîlayeke pispor tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi jiyana xwe ya dilnizm, şarezabûna xwe ya leşkerî û sekna xwe ya li ser xeta PKK û PAJK'ê mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku ti carî neyê jibîrkirin. Hevrêya me Dilzar 31'ê Cotmeh 2025'an ji ber qezayekê şehîd bû. Em soz didin wê ku ala têkoşînê ya ku radestî me kiriye bi serketinê li ba bidin. Weke hevrêyê wê em dibêjin, bi hişmendiya ku hêjayî hevrêya xwe Dilzar û şehîdên xwe hemûyan bibin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin
4'ê Mijdara 2025'an
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê

            
            
            
    