Ji gelê me û rayagiştî re;
1- Di 29’ê avrêla 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên Kelatê û Govendê ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne operasyonek hatiye destpêkirin.
Digel ku hêzên gerîlayên me di pozîsyona bêçalakbûnê de bûne jî, ji neçarî danê nîvroj saet li derdora 12:30’an de bi leşkerên artêşa dagirker a tirk re ketine pevçûnê. Di pevçûna ku hatiye jiyandin de 2 ji wan çawişê pispor bi tevahî 3 leşker hatine kuştin. Piştî pevçûna qada ku şer lê qewimiye bi topan û bi firokeyên kobra hetanî danê êvarî hatiye lêdan.
2- Di 30’yê avrêlê de balafirên şer ên artêşa dagirker a tirk qadên Mawata û Basya ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ne danê sibeyî saet ji 9:00’an hetanî saet 12:00’an êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama van êrîşan de 2 gerîlayên me gihîştine şehadetê.
Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd de;
![]() |
NECBÎR KAHRAMAN HEDIYE CUMA 1974 / DÊRIK ADLA CUMA 1996 ZAGROS |
![]() |
CIWAN JIYAN ÇELENK M.ALÎ KAÇAR 1979 / COLEMÊRG HANÎ ABDURRAHMAN 2003 ŞEMZÎNAN |



