Ji gelê me û raya giştî re!
1. Di 26’ê sibatê de danê êvarî bi şev saet di navbera 16:30-17:30’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Girê Xeregol ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Nameya Ebumuslum Dogan wiha ye: Gelê kurd ê bi hezaran salan e li ser van axan dijî, di tu serdemên dîrokê de bi qasî vê demê rastî înkar, îmha û lîstikên qirêj nehatibû, ev yek li ber çavan e. Tevî vê yekê ez heta dawiyê bi baweriyê me ku gelê me bi mafdarî û rêbazên têkoşîna xwe ya rizgariyê wê bi serkeve û her wiha bibe wesîleya rizgarbûna hemû mirovahiyê...
Dîrokê êdî reng û karakterekî wisa daye têkoşîna gelê kurd ku nema kes dikare pêşiyê lê bigire. Divê hemû gelê kurd bi vê hişmendiyê li dîroka xwe xwedî derkeve û li ser bingeha jiyaneke azad helwesta xwe nîşan bide. Rewşa em têde ne, îspat dike ku êdî siyasetên îmha û înkarê û lîstikên qirêj wê bi ser nekevin. Êdî her kes dibîne ku gelê kurd ê ku berê navê wî jî dihat înkarkirin, îro bi hemû heqîqeta xwe ve tê naskirin û dîsa têkoşîna Rêber Apo û PKKê ku wan gelê kurd gihand vê astê, hêjayê teqdîrê ye. Di serî de siyasetên melisandinê yên ku li hemberî Rêber Apo dihatin pêk anîn, niha li dijî PKK’ê û tevahiya gelê kurd ketin dewrê. Wezîfa pêşîgirtina li van siyasetên dijmirovîn û hovane dîsa dikeve ser milê PKK’ê û gelê kurd. Ji ber vê yekê weke ku PKK jî destnîşan dike; “Roj roja azadkirina rêberiyê ye.
…Gelek tu caran nikare ji kesê ku ew ji mirinê rizgar kiriye, cuda were hiştin. Di vê wateyê de ez dixwazim dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo re bînim ziman û her çendî ez nikaribim wî bibînim jî hemû hewldana min ew e ku ez wî rast têbigihîjim û di rêça wî de bimeşim. Baweriya min ew ku 11’emîn sala komployê wê bibe şîara ji bo azadiya Rêber Apo û serhildanên gelê me. Ez zanim ku têgihîştina ji Rêber Apo, û dilsoziya pê re vê yekê li ser me ferz dike. Di vê riyê de eger pêwist be, divê em karibin canê xwe jî bidin. Ez jî di vê riyê de tu caran dudilî nebûm. Ji ber ku ez zanim di PKK’ê de soz her tişt e, ji ber vê yekê ez xwe ji bo Rêber Apo û gelê me û ji bo PKK’ê xwe feda dikim.
Ez di wê baweriyê de me, ku gelê kurd pir nêzî hesreta xwe ya sedan salan azadiyê bûye. Di vê wateyê de gelê bivênevê gelê kurd wê di ronahiya konfederalîzma demokratîk de weke ku Rêber Apo jî dibêje, wê rizgar bibe. Xuyaye ku Komara Tirkiyeyê jî bi vê hesiyaye ku bi navgîna hikûmetê bi navê pêşîvekirina demokratîk ketiye pey lîstika tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê. Lê belê diyar û bêguman e ku ev lîstik giş wê bên pûçkirin, gelê kurd di bin ronahiya nexşeriya Rêber Apo de wê konfederalîzma demokratîk bi serkeve.
...Beriya her tiştî min dixwest vê nivîsa xwe bi gotina gerîlayan, bi kurdiya akademîk binivîsim. Lê ez bi her kitekita kurdî nizanim û vê yekê weke kêmasiyeke xwe dibînim. Min mîlîtaniya ku helwesta PKK’ê ya li hemberî jiyanê ye, di şêweyê jiyana xwe de bi temamî pêk neanî. Partîtî û partîbûyîn bi temamî bi cih neanî, ev rexnedayîna min e.
Ez silav dikim, di destpêkê de gelê kurd ê ku azad dijî û wê azad bijî;
Zarokên rojê, welatê Kawayan, Xaniyan, Seîdan, Agirî û Zîlanan Kurdistanê;
Rêber Apo, yê gelê min û welatê min gihand heqîqeta xwe, nasnameya me da me, wê qet neyê jibîrkirin û timî were bibîranîn;
Gerîlayên cewherê wan agir e, şervanên azadiyê yên bêtirs şer dikin;
Tevahiya hevalên ku li ser riya jê bawer kirî dimeşin û yekane gunehê fikirîna rast e û ji ber vê ketine zindanan,
Dayikên Aştiyê yên ku bedenên mirî yên zarokên xwe jî nedîtine, tevahiya gelê xwe yê ku wê azadiyê di bedena xwe de bijî û biparêze silav dikim!
Çawa hevala Viyan jî gotî, êşa ku dîlbûna Rêber Apo yê ‘roja tarî’ ronî kirî, peyde dike, weke gelekan di beden û ruhê min de jî heqîqeteke mezin e. Me jiyan bi te manedar kir. Me ew qasî hez ji te kir ku em di riya te de bimirin. Bedena me ya bi rondikên çavan mezin kirî, her cara gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, nîşanî me da ka mahne û azadiya rastî çiqasî bi nirx e. Her roja Rêber Apo gelê xwe silav nake, ji bo me birîneke mezin e, êşeke mezin e ku em dikşînin.
Rêber Apo gelekî navê wî jî qedexekirî, endamên wî yek bi yek ji ariya wan ji nû ve zindî kirin. Ji ber vê yekê weke her ciwanê kurd ez jî hezar caran minetdarê Rêber Apo me. Bila fêm bikin ku careke din xiyanet wê li gelê Kurd neyê kirin. Ez dixwazim bi baweriyeke mutleq bînim ziman ku ku vê roja ku agir wê bedenan bikeve jî em ê ber bi cewherê xwe azadiyê ve biçin, ji riya em pêde diçin veger nîne.
Bêrîtanbûyîn, bi Semayan bilind bûn, Mazlûmbûyîn gihiştina Viyanan e.
Bijî Serok Apo, Bijî Kurdistan, Bijî Azadî!
Lawikê Bêzar.”
- Ayrıntılar
Veqetîn bi zerbûna xwe payîzeke dawîn e
Fena bayek hênik dibalive
Û di her balivandinê de
Ji dil hinek tiştan qut dike
Veqetîn dareke qirase a çinarê ye
Pelên wê zer bûne
Ji dil tiştek kêm dike
Veqetîn deryayeke bêwate ye
Şînbûna wê çilmisiye
Her dema ku li asoyan dinêrim
Veqetîn ji dil hinek tiştan dikuje
Cesûr Gever
VEGERIYAM
Ma min ji te re negotibû ku ez ê rojekê vegerim
Û ez hatim çiyayên azadiyê Heftanînê
Çiyayên azadiyê yên Heftanînê, her dem di xeyalên min de bûn
Gelek sal bihûrîbûn, min çiyayên Heftanînê nedîtibû
Ew xeyalên min pêk hatin
Ez nizanim ez ê çawa xweşikbûnên wê vebêjim
Mirovek ku Heftanînê nedîtibe, nikare xweşikbûna wê bîne ziman
Êdî xeyalên min bûn rastî
27.11.2004
Gabar Çiya
Heftanîn
- Ayrıntılar
“Dewrêşê Evdî bixwe gerîlayekî mezin e.
Edûl, ew keçikê me yê ku her xwe dişewitînin...”
Rêber Apo
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê Dûran Kalkan
Di serî de şehîdên leheng ên têkoşîna bêhempa yên 2006’an, ku hejmara wan digihê 150, bi rêzdarî û bi minetdarî bibîrtînim.
Ji bona ku di pratîkê de em armanc û bêrîkirinên wan bigihînin serkeftinê, wekî tevger û gel, em di wê biryariyê de ne ku, em ê têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serkeftinê. Em careke din soza xwe nû dikin ku, der barê birêvebirina xeta serkeftî ya têkoşînê de, em ê xwe bikine qatix. Sala 2006’an di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de saleke awarte bû. Ev nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû bû. Sedema awartebûna salê, hem bingeha xwe ji nêzîkatiyên hêzên mêtînger digirt hem jî li hember vê jî, bingeha xwe wekî tevger û gel, ji planên me yên têkoşînê digirte.
- Ayrıntılar
Rêber Apo
Ji bona demokrasiyan yek pirsgirêkeke dîtir a çalakbûnê jî, der barê di rewşa parastina rewa de wê çawa bê tevgerîne. Parastina Rewa encax di zirûfên dagirkeriyê de dibe xwedî wate. Dema ku li ser gelekî sîstemeke dagirker, mêtînger an jî zextên cuda cuda pêk bên, wê demê li wir dagirkerî heye. Dagirkeriyê, bi tena serê xwe hêzek biyanî jî dikare bike, carnan jî ev nîv bi nîv ji hêla nokerên xwecihê(yerli) jî tê kirinê. Di vê rewşê de peywira parastinê derdikeve holê. Li vir hedef, rakirina dagirkeriyê û sazkirina demokrasiyê ye. Bes ji ber di nav de biyanî hene, em ji parastinê re rewa û demokratîk bibêjin, wê nêzîkatiyeke rastirîn be. Di van zirûfan de, dîsa zirûfên serhildanan û şer derdikeve holê. Dîsa jî şerê rizgariya netewî esas nayê girtin. Her çiqas hêla wê ya netewî hebe jî, li gorî pêwîstiyên demê em ji vê re şerê parastinê bibêjin wê di cî de be, ji ber ku di oxira yekbûnên demokratîk de tê dayîn. Ev cure serhildan û şer, dikarin li bajar û gundan, ya bi tena serê xwe yan jî bi hev re bipêşbikeve.
- Ayrıntılar
BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –I-
Gelê kurd ku di dîrokê de wekî Hûrî, Gutî, Mîtanî, Naîrî, Ûratûyî, Hîtîtî û Medî hatine binavkirinê, yekane neteweke ku bi hejmara xwe ya zêde, hem li ser welatê xwe hem jî li her devera dinyayê gelekî ji her cure mafên mirovî û welatekî ne azad bêpar mayî ye. Zihniyetên dewletparêz hewl dane vê yekê wekî qeder bi gelê kurd bidine qebûlkirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 30’yê çile de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Dola Kanî Sarkê û Girê Çiyareşkê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 28’ê çile de bi roj saet di navbera 12:00-12:30’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Girê Cehenemê, Gundê Êlê û Dola Şîvê ku girêdayî Zapê ne êrîşeke bi hawan bû obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Rêheval Şehîd Necla Bîlgîn
Nave Rêxistinî: Şervîn
Nav û Paşnav: Necla Bîlgîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê:1974 Ewrûpa
Dîroka Tevlîbûnê: 1992
Cih û Dîroka Şehadetê: 1998 Metîna
Di nav civakê mey roja îro de şexs bi pîvana sûd dayina xwe di nav van civaka de cih digre, wate dibîne, nirx digre. Ne raste kesê ku bê sûd be di cihekî de zêde bimîne. Em ê niha vê rêgezê pêk bînin. Serkeftina kapîtalîzmê ya herî mezin eve ku kesayet di mijara sûd dayinê de dinirxîne. Ê bi fêde jiyan dike, maf digre, sened digre, vê dibêje, wê dibêje. Ê bê fêde tê avêtin. Bawerim hûn dibin vê hesta giran ya zaroktî de jiyan dikin, tevdigerin. Kê ez anîme cîhanê lazime min bide jiyan kirin. Ev ferasetek gelek kêm ya malbatî ye. Ferasetek ji nêzîkatiyên kevn, ê eşîrî, qabîleyî û van sînoran dernakeve. Ferdê civaka pêşketî nakeve nav nêzîkatiyek wisa.
Yek hiceta Rêbertî’yê; ji bo têkoşîna rastiya di nav civakê de ferd xebitandine. Her ku dere li gor pêdiviyan di cihekî de xwe bi cihkirin, bi wate be çûna derkê, bi fêde be di cihekî de seknandin, di erkekî de cih girtin, di karekî de xebitandin, heta bûyîna pêşeng… ez ji cihekî re çiqas hewce me, çiqas girîngiya min heye, bi rastî jî ez di xebitim? Bi fêde me, di xebitim, na xebitim? Pêwîstî ji min re heye, bi fêde me? Bi gengazî em dixwazin van pirsa bibersivînin.
Niha em ji kesên herî hestewar re bihêlin. Li gor wan her tiştê xwe fedayî partiyê kirine. Ma hîn çi tê xwestin? Lê rojane ma fêda wê heye, zirara wê heye ev pîvan tine ye. Tenê xwe feda kiriye. Lê xwe fedayî çi kiriye zêde ne diyare. Çeka herî zêde hûn di parêzin ev e: “min xwe fedayî partiyê kiriye. Ma hîn çi tê xwestin”. Na! Ev ne bese. Ev xwe feda kirin tenê gava vî karî ya yekemîne. Ev xwe feda kirin piştre çiqas derbasî hêzê dibe, çiqas pêş dikeve, çiqas bi fêdeye, vedughere fêdeyan,ev girînge. Lazime bi gengazî hûn vê pîvanê di hemû karê xwe de esas bigrin. Hûnê her roj ji xwe bipirsin; cihê ku ez lê me, di erka xwe de bi fêde me an na, pêwîstim an na? Baş dixebitim an na? Ger birsiva we “erê be “ hûnê bimînin. Ger “na” be hûnê li sedemê wê bigerin û derxin hole. Hûnê ji bersiva neyênî dûr jiyan bikin.
Xisûsek din jî, girûr û pîroziya li ser axê welat ê pîroz jiyan kirin, şeref û zewqa wê jiyan kirin, lazime di ser her tiştî re were girtin. Ez vê tenê ji bo gotinê nabêjim. Cave we fêrî her tim li derve jiyan kirinê bûye. Binêrin ev hejdeh salin ez livirim. Ez neçûm qehweyekê, ne sînemayekê heta yek malbatekê, min çav berneda jiyan kirina derve. Ger li welat bûma dibû ku ez di derbarê derve de hin tiştan fêr bibûma, min hin tişt bibîr bianîna. Li vir min ew jî jibîr kirın. Lê niha ev li ber çavê we ye. Hûn derin xaka pîroz ya welat. Terze jiyana herî pîroze, ger xirbeyek jî be, şikeftek jî be, ew xakên dîroka jiyana te ne. Di be ku tiştekî jî nedin te, zikê te jî têr nekin, lê cardin jiyana herî tê tercîh kirin ya wire.
Îsraîlî bi xwe berî deh hezar salan ji çolê Hebeşîstanê çûn. Emerîqa her tim di destê wan deye. Ewrûpa, Rûsya di destê wan de ye. Lê cardin tên, bi sedhazaran hatin çûn wê çolê, bajar avakirin û çawa ji balafirê peya bûn nebûn, hema xaka xwe maçî kirin. Ev rastiyeke û ew e hemû mîlyonerin, cihanê bı xwe bı wate dıkın.
Hûn jî derin xakekî wek ji perçê bıhıştê. Wek her tim dibêjim, hêzekî axê ku hertim min dikşîne heye, ew hesta kişandina axê bi xwe ye. Di bingeha hemû çalakiya min de dibêjim axek min dikşîne. Diyariya herî mezin ku ji bo were dayîn, ew axa dayik ku em tabîr dikin, gav avêtina wê xaka ku lazime hûn jiyan bikin, hewayê wê henase bikin. “ çawa ku masî bê av nabe” hûnê jî bibêjin “ ez bêy vê axê nabim”. Hin hest pêwîstin.
Ji zaroktiya xwe de, weke min got adeta ez xwe weke bi ben hatime girêdan hîs dikim. Her devera ez diçûmê giramiya (îtîbar) min hebû. Lê belê ji panzdeh roja zêdetir li cihekî bimama ji bo min wek êşkencê dihat. Heta li vir jî ya min li ser piya dihêle ev xebatin. Hemû mal, hemû dever wek êşkencê bûn. Tenê ez daketama wan çiyayên welat, hema ji perçeyekî wir ê zindîbûna hestan ku nayê bawer kirin, bûyera ku nayê bawer kirin bi jiyanê re hevbidîta bi min re pêşbiketana. Yani afirandina ku ez li vir dikim, ji deh qata zêdetir minê li wir li wan axa, bi kelecana gîhandina wir bikrana. Hela hin cihên bi gorkem hene ku minê gelek xweşik bikrana.
Ev hest û di kêde ewqas mezin be, di kê de ewqasî kûrbe ê çalekî û zanebûna wê jî ewqasî kûr be. Ger we jiyan û şer mezin û kûr nekiribin, ji ber ku li ser wan axa bi mafdariya hûn dera hûn negeriyane. Ji ber vê hestê bilind bi wata wê ya dîrokî re girêdayî di rihê xwe, zanebûna xwe ne da kolan hûnb nikarin çalekiyên mezin bikin. Kesên nirxê mezin û hejaya mezin bide axa xwe ne gengaze ku li ser wan axa tewşo mewşo bimeşe.
Em tevgera berxwedaniyê ne hûn hemû dizanin. Em tevgera yên radest nebûne. Tevgera çavên wan li nirxên herî jorin. Hûn dikarin bibêjin “qet şensê vêy serkeftinê nine”. Dibe, lê me berxwedanî tercîh kiriye, em vê jibîr nekin. Ji bo erzan jiyan bikin me ev tevger ava nekiriye. Ji bo erzan were jiyan kirin, li qoziya û rexa xwe xelas bikin em vê tevgerê nameşînin. Tevgerekî berxwedanê bê hempa ye. Ya ku maye hûn li ser vê berxwedanê dijîn. Mitleq berxwedaniye ya we dide jiyan kirin. Wisa nebûna ê çi hêjaya Mazlûman hebûna? Dema dibêje “berxwedan jiyane” ev emrê bilind ji bo me tê çi watê? Heta dawiyê liberxwedan ji bo me yek şertê jiyanê ye. Rexmî her tiştî em ê vê dozê bidomînin. Ji bo vê mîlîtanên pêwîst ên hêja em ê bi afirînin. Em ê mirovên layiqê vî gelî pêşbixin.
Sozê herî mezin, sozê rêhevaltiyê ye, şerefa herî mezin li gor pêdiviyên rêhevaltiyê jiyan kirine. Em ê bi wan re şerefê parvebikin, vê pêk bînin. Ji bîr nekin pêşveçûnek me jî heye, em ê vê pêk bînin. Bi yên bi şeref me ev meş pêk anî em ê hîn jî bidomînin. Ez bi meşekî mîlîtanî çawa dimeşim, hûnê jî bimeşin. Lazime meşekî dîrokî bi temamî li gor vê pêşbikeve. Ez lanetê ji wan meşê tine, wenda, weke kû dere rêwitiya dojehê dikim. Lazime ew nemînin. Yek saniye jî lazime ew li cem me nemînin, nesekinin. Lazime ew ne meşin, ew nemînin, ew soz nedin, pêwîstiya me ji wan re nine. Ê kêrî kar nayên, nikarin ji vî karî re bibin bersiv qet cihê wan li cem me nine. Yên nikarin nirxên me fêhm bikin qet cihê wan li cem me nine. Ev manîfestoya me ya çûyînê ye. Nebêjin me nebihîst, fêhm nekir. Ger hûn wisa bin em ji vî karî re hene. Bi wate ye û bi gengazî dibe serkeftinê.
Biminre bûyîn di her derê de xebat kirine.
Şervîn: Navî min Şervîn’e. Bîst û sê salîme. Di sala 1992 de ji Ewrûpa tevlî bûm. Demekê li Ewrûpa di nav kar de mam. Di kanuna 96 de hatim vê qadê. Ev neh mehe li vê qadê me. Gîhaştim hin encamên girîng. Li ser vî bingehî amademe Rêber’ê min.
-Di dewre? Ti li Ewrûpa mezin bûyî? Eslê xwe ti ji Sirûcê yî?
Şervîn: Raste Rêber’ê min.
-Ti bi gengazî welat dixwazî?
Şervîn: Dixwazim Rêber’ê min.
-Bi hale xwey belengaz ji ser û binbûnê tê çawa xwe xelas bikî?
Şervîn: Bi hêza ku Rêber
-Ne bi hêzê. Çarçovê xêz dikim. Hûn dibînin ên hêza min birin û xistin çi halî! Cardin bibêjim, vê bêkariya mezin tê çawa derbas bikî? Tê herî, bi sedan kes xwar xew dikin û xwar radibin. Gavek biçûk davêjin dikevin, têk derin. Jixwe gelek jî birçî dimînin, tê vana çawa derbas bikî?
Şervîn: Rêber’ê min, ev terzê şer…
-Mixabin karê Rêvebirên mey sereke nedana şerkirin, seknandina hêza şervana ye. Minak ez bi eyaleta Zaxrosê re axifîm berî çend roja, pirsgirêka Zaxros ya niha eve : rêvebiriyek wek bela seriya derketiye, şervan jî dibêjin “hûn çima me nadin şerkirin” wisa hêrsa xwe ya neşerkirinê heta qirikê didin diyar kirin. Belê, mixabin bi hezaran şervan, hêrsa ne şerkirinê jiyan dikin. Ewqas şervan nedana şerkirin ji îxanetê xerab tire. Rewş wisaye. Zilamekî wisa bide şerkirin tine ye. Hûn dikarin wek pisîka jî herin. Ev çawa tê derbas kirin? Bi nêzîkatiyek birdozî a mezin û rêxistinî derbas dibe. Bi me bawer nekin. Nêzîkatiyek wey ecêb heye, têbêy qey em begê we ne, paşê we ne. Em ne begin, ne paşe ne. Bibe bibe em dikarin bibin rêhevalên dixwazin rewşê rizgar bikin, rêhevalên wekhevî û azadiyê. Hûnê afirêner bin. Birçî dimînin, heta hemû qûtê (gida) xwe bi dest dijmin de berdidin. Însan qe nebe karê xwe baş dike, bi hezaran ton erzak bi dest dijmin de berdan. Ew arazî gelek xweşike, heta li wir dare berû hene, guz hene. Bawerim wek van mêw ê tirî cûrbecûrin. Li wan devera nikarin erzaqê xwey zivistanî berhev bikin. Ew xwe nizanin. Perê partiyê belavî çep û rast kirine. Evên wisa ê sibê we hemûyan lanet bikin. Gelek jiwan jî, bi pera re reviyan. Ev kîne, Rêber’î kiye? Em nanê xwe ji kevir derdixin, ev derin perê partiyê li derdora bela dikin. Yên nizanin jiyan bikin nikarin bi me re bimeşin. Ji bo vê dibêjim herin, ji dayika min bipirsin. Bi rastî jî em şervanê kedê ne. şoreşger şervanê kedê ye. Ji we keçkên belengaz re vê hişyariyê dikim: eger hûn bibin şervanê kedê bê eman, bi gengazî hûnê berbi rêya jiyanê de bımeşın. Eksî vê hûnê tine bibin. Hat fêhm kirin, ev çarçove bese? Ez ê bişopînim, ger hûn bibêjin “em bê kar man, bê hêz man” ez ê bibêjim te çima çarçove esas negirt?
Şervîn: Ez ê balê bidimê Rêber’ê min.
-Belê, jixwe. Li yên din nenêre, ez dixwazim xwe bidim jiyan kirin. Bi nave erkê dikarin mirova li jor bi meha bidin seknandin. Tê bibêji “ heval ez dikarim baştir bixebitim”. Yani tê xeta şer hindekî tengav bikî. Jixwe ew hêza te heye tine ye ez nizanim. YAJK birêxistin bû. Ji bo vê lazime YAJK gelek nîqaş bike, xwe bi berhem bike, xwe bike xwediyê aboriyê. YAJK hêza aborî bi dest bixe bi rastî jî em dikarin wê hêza aborî bidin YAJK ê. Lê dikare çiqas rêxistinî be, çiqas bi rêve bibe, ew girînge. Dikarin hemû zilama bînin ser rê, keçik dikarin vê pir baş bikin. Berhevkirin, çandînî karê jinê herî kevne. Dizî, şerkerî karê zilame. Rêya xerakirina vê lîstokê jî bi rêvebirina we ya aborî re girêdayî ye. Ev çek e. Li beramberî vê ger hûn dixwazin wan nêzîkatiyên zilam ê destpotî, diziyê asteng bikin, lazime hûn xwe pir baş birêxistin bikin. Me lêhûrîna van hemûyan kir. Hûn derin, hûn nekin, xerab bimrin berpirsiyarê vê hûnin.
Şervîn: Ezê terzê Rêber’tî esas bigrim.
-Çarçove, terzê Rêber’tî weke min got. Li wir weke hûn dihesibînin pêşengek nine. Biminre bûyîn, bi çar desta ev xisûsên min dan diyar kirin pêkanîne. Vala nesekinandine, bêfêde nesekinandine, bê berhem nesekinandine, di her alîde ji bo xwe karekî kirinê dîtine. Sozê dawî ji bo te eve heval, hat fêhm kirin? Jibîrnakî, tê bibî rêwiyê rêya ku dere berbi serkeftinê hêsan nayê kuştin, bi fêde. Hay ji xwe hebe, xwe bi parêze û şensê xwey jiyanê mithîş binirxîne. Ger ti biserbixî, bijî ji te re, em jî li benda vê ne.
Sozê me cardin pir giran bû. Serkeftin nîv bi nêvî ya rastî soz bi xwe ye. Ev soz li ser amadekariyek mezin çêbû. Cardin dibêjim, hûn ên ku jiyana wenda bûye cardin dixwazin bi xwe ne. Hûn ê ku her tiştê xwe wendakirine lê cardin vê jıyanê digrin bixwe ne. Ev soz li ser van tê dayîn. Lê wekî din tiştekî din jî heye. Kurda xwe tine kiriye. Çiqas soza jî bide, piştî demekî kin bi vî sozî dileyîze. Wisa nekin, hûn wisa bikin hûnê gelek perîşan bibin. Bihêlin welat, tişta bi sere we de were, bi sere dîna de nayê. Evê çawa çareser bibe? Hûnê berî her tiştî, berî xwarin û vexwarinê, wek bingehê vê amadekariyê cih bidin vî sozî. Derveyî vê jiyan nabe.
Tenê bi min re, bi xebata min re nayê jiyîn. Em hemû xebata xwe yek bikin. Bila karê me hevdû rakin, mezin bikin, bila karê me hevdû temam bikin. Bila kes bi kesî neleyîze. Kes bêrêziyê ji kesî re neke. Hûn dibînin, di virde me biryarên mezin girtin. Kes bi xebatê nikare bileyîze. Ev şerefa me ye. Yani bêy vê em nikarin hevdû bibexişînin. Sozê ez didim sozê milyonane. Ez sozê şehîdê me ne. Sozê şerefa insane. Bi vê nayê lîstin. Bi her tiştî bileyizin lê bi sozê xwe neleyîzin. Sozê xwe ji bo xwe bikin sermayeke mezin. Seat bi seat ji xwe re bixebitin. Di dawiyê de bi gengazî ê jiyan were bi dest girtin. Şert û merc her çiqas zor bin bila zorbin, bedele vê gelek heja ye. Gelek bi nirxe. Yên ji destê me hatine girtin bi vî şerî cardin tên qezenc kirin.
Cardin bibêjim, wekî din çareya me nine. Bihêle çareyê, em rezîlê alemê ne. Em dixwazin xwe ji vê rewşê derxin. Ev jî bi çi dibe? Bi gavên ku ji niha de tên amadekırın dıbe, bi vî soz û biryarî, bi qehremaniyê dibe. Her dem û her roj bi sozê xwe re bin, ti tiştî ji destê xwe bernedin. Wê demê şer jî, serkeftin jî, jiyan jî dibe ya we.
11 Êlûn 1997
Ji Kovara Zîlan
- Ayrıntılar
