Cemîl BAYIK
Newroz ne tenê cejna kurdan e, gelek gel vê cejnê pîroz dikin û weke cejna xwe dibînin. Li Rojhilata Navin, Asya û Qafqasyayê tê pirozkirin. Cejna gelek gelan û mirovahiyê ye. Dewleta dagirker Tirkiyeyê heta demekê Newroz qedexe dikir. Di cejna Newrozê de girtin, kuştin, îşkence û heqaret pêş dixist. Bi vê helwesta xwe dît ku nikare encam bigire û encam negirt jî. Ji bo vê di siyaseta xwe de guhartin çêkirin. Vê carê gotin, Newroz cejna tirkan e jî. Xwestin cejna Newrozê bikin milkê xwe, kurdan jî ji vê cejnê mehrûm bihêlin. Ji bo vê gelek têkoşîn kirin, lê encam negirtin û mecbûr man bêjin ku cejna Newrozê ne tenê a kurdan e, ya gelek gelan e. Gelê kurd cejna Newrozê bi têkoşîna xwe da qebûlkirin. Li Tirkiyeyê hinek dibêjin, divê vê cejnê bikin fermî. Mumkûn e dema pêş ev pêk bê jî. Ev encama berxwedanê ye. Berxwedan hemû înkar û zilmê bê encam dihêle.
Newroz heta derketina PKK’ê bi rengekî dihat fêmkirin. Bi PKK’ê re di wateya Newrozê de guhartin çebû. Maneyeke nû da Newrozê. Newroz ji bo gelan rojeke nû îfadê dike. Sekna li dijî zilmê ye. Dagirkeran wisa kiribûn ku rastiya Newrozê çi ye nedihat fêmkirin. Naveroka wê guhartibûn. Di vir de PKK’ê rastiya Newrozê derxist holê. Milê Newrozê yê dîrokî derxist holê. Dîrok bi roja me re kir yek, roja me jî bi dîrokê re kir yek. Newroz xwe rizgarkirina ji bin dagirkeriyê îfade dike. Yekitiya xwe xurtkirin, hestê xwe xurtkirin, ruhê xwe xurtkirin, fikrê xwe xurtkirin, xwe rêxistinkirin, têkoşîn û berxwedana xwe pêş xistin îfade dike.
Bi PKK’ê re rastiya Newrozê hate fêmkirin. Heta PKK Newroz pîroz nekir tu kesî nizanibû Newroz çi ye. Ji bo destpêkê gel jî zêde wate nedida Newrozê û digot, ev çi ye? PKK’ê ev bi gel da fêmkirin. Ji bo vê gel niha bi serhildanan pîroz dike. Niha êdî gelê me Newrozê li ser vê bingehê pîroz dike.
Gelê me ji 15’ê Sibatê dest pê kir, bi 8 Adarê û heta roja îro li ser piyan e. Bi qehremanî dimeşe. Hemû tişt dide berçavên xwe û wisa dimeşe. Ji bilî azadiyê jiyaneke din qebûl nake. Ji bo jiyaneke azad hemû tişt daye berçavên xwe. Gel amade ye ku hemû planên dîjmin pûç derxîne.
Rêxistina me bi Kongreya 10’emin a PKK’ê re hedefek diyar kir û gel xwedî li vê hedefê derket. Azadîya Rêber Apo hedef kir. Çareseriya pirsgirêka kurd li ser vê bingehê bû û azadiya gel di azadiya Rêber Apo re derbas dibe. Hereketa me ev tespît kir, îlan kir û gel jî li vê xwedî derket. Gel jî dizane azadiya Rêber Apo, azadiya gelê kurd e. Ji bo vê jî li azadiya Rêber Apo xwedî derdikeve. Niha hereketa me li ser vê bingehê nêzikî vê salê dibe. Bi Newrozê em dikevin saleke nû.
Sala nû jî bo me, xwe jî bo vê salê amadekirinê îfade dike. Di her alî de xwenûkirinê, têkoşîn û berxwedanê hêj zêdetir xurtkirinê îfade dike. Li ser hereketa me planên tasfiyekirinê hene. Çawa me bi azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd da diyarkirin, em hemû têkoşîna xwe li ser vê bingehê dimeşînin, dagirker û hevalbendên wan jî li dijî hedefên me hedef tespîtkirin. Armanc û hedefên wan da ku çawa hedef û armancên me pûç derxinin û bikaribin hedefên xwe pêk bînin. Hemû derfetên xwe li ser vê bingehê xistine hereketê.
Sala 2009’an bi her alî ve saleke girîng e. Ji me kurdan jî, ji bo dagirkeran jî saleke gelek girîng e. Tevgera Azadiyê di qonexeke girîng de derbas dibe. Li aliyekî talûke hene, li aliyê din jî îmkanên çareseriyê hene. Em dixwazin pêşiya talûkeyan bigirin, pûç derxînin û îmkanên azadiyê bi ser bixin. Dagirker jî dixwazin pêşiya azadiyê bigrin û siyaseta înkar û îmhayê bi ser bixînin. Wê çawa kurdan û cîhanê bixapînin û piştgiriyê bigirin. TRT 6 vekirin, dixwazin li zanîngehan beşên kurdolojiyê vekin, ji bo vegera malê di qanûnan de hin guherînan çêkin. Bi başûrê Kurdistanê re têkiliyan pêş dixin. Hemû li ser esasê dê çawa PKK’ê tasfiye bikine. Ji bo ku PKK’ê tasfiye bikin, divê kurd di planê de cih bigirin, bê kurdan ev nabe. Bi Başûr re têkilî datînin, li Bakur jî hinek gavên xapandinê davêjin ku kurdan bixapînin. Bi vî awayî dikin ku hin kurdan bixin nava plana tasfiye yê. DYA, Ewropa û dewletên dagirker li gel wan in, eger kurdan jî bixin nava planê, wê demê dikarin siyaseta înkar û îmhayê bi hin wesfên nû bimeşînin û pêş bixin. Dixwazin bi hilbijartinan plana xwe temam bikin. Di hilbijartinan de dixwazin me lawaz bikin, îradeya gel bişkînin û bêjin, ‘Gel dewlet û AKP’ê dixwaze, gel DTP û PKK’ê naxwaze’ bi vê dixwazin PKK ji holê rabe. Dixwazin bi vê alikariya hemû kesan bigirin û bi her kesî bidin qebûlkirin da ku bikaribin hedef û armancên xwe pêk bînin. Li ser vê bingehê kar dikin. Gavên ku bi TRT 6 û di Başûr de avêtin dixwazin bi hilbijartinan jî temam bikin. Yek jî dixwazin Konferansa Neteweyî pûç derxînin û di navbera kurdan de nakokiyan derxin. Hîn zêdetir kurdên Başûr li dijî PKK’ê bixin hereketê, li beşên Kurdistanê yên din jî kurdên bi Başûr re di nav têkiliyê de ne, van li dijî PKK’ê bixin hereketê û bikaribin tasfiyeyê pêk bînin.
Em jî li dijî vê planê, berxwedana parastina rewa xurt bikin û vê planê pûç derxînin. Em ê yekitiya kurd xurt bikin. Bi vê em bikaribin ku îmkanên azadiyê hêj zêdetir xurt bikin û pirsgirêkê bixin riya çareseriyê. Niha piştî hilbijartinan, nakokî dê zêdetir pêş bikevin, ji ber ku hemû kes li benda hilbijartinan e. Piştî hilbijartinan siyaset hêj zêdetir dê zelal bibe. Divê gelê me vê rastiyê baş fêm bike û xwe ji bo vê jî amade bike.
Pêwîst e gelê me meşa ku ji 15’ê Sibatê dest pê kir, 8 Adarê hêj xurtir kir, bi Newrozê re jî bigihîne asta herî bilind. Newroz li her derê bi awayekî xurt bê pîrozkirin. Divê gelê me îradeya xwe nîşanî dagirkeran bide. Ji ber ku DYA, YE, dewletên dagirker û kurdên ku bi wan re tevdigerin biryar dane ku dê çawa PKK’ê ji partiya çareseriyê derxin. Kurdên ku girêdayî xwe derxînin pêş, kurdên azad tasfiye bikin, pirsgirêka kurd jî bixin bin bandora kurdên girêdayî xwe. Rêber Apo û PKK’ê derveyî pirsgirêka kurd dihêlin. Divê gelê me bi Newroza 2009’an vê baş bidin diyarkirin ku ‘Bê Rêber Apo û PKK li Kurdistanê çareserî nabe. Îradeya gelê kurd Rêber Apo û PKK temsîl dike, derveyî vê em îradeyeke din nas nakin. Îradeyek me heye, ew jî Rêber Apo û PKK ye.’ Di vê Newrozê de vê yekê bi awayekî zelal bêjin bi her kesî bidin qebûlkirin. Dema ku bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin muxatabê vê Rêber Apo û PKK ye. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî heye. Ev hilbijartin ji bo me û dewletê girîng e.
Em dixwazin hilbijartinan bikin sedema çareserkirina pirsgirêka kurd. Bi riya siyasî, aştî û demokrasiyê pirsgirêka kurd çareser bikin. Ên ku aştî û aramiyê dixwaze hereketa me ye, yên ku vê naxwaze dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirkiyeyê di siyaseta înkar û îmhayê de israr dike. Berxwedana ku me pêş xist, siyaseta înkar û îmhayê pûç derxist. Dixwazin hin guhartinên taktîkî pêş bixin ku bikaribin siyaseta xwe careke din bimeşînin. Li ser vê bingehê gavan davêjin û dixwazin bi hilbijartinan jî gavên xwe temam bikin.
Bi vê hilbijartinê dixwazin hereketa me tasfiye bikin. Ji bo ku bi ser kevin hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Şert û mercên me û yên wan ne yek in, lê her çiqas lîstik hebin jî, gelê me pêwîst e di van hilbijartinan de baş bixebite û xwe bigihîne her kesî û siyaseta ku dewlet dimeşîne baş bide fêmkirin. Ji ber ku dewlet û AKP bûne yek. Dewlet bi riya AKP’ê dixwaze li Kurdistanê xwe rêxistin bike û desthilatdariya xwe çêke. Eger bi serkevin wê siyaseta înkar û îmhayê pêş bixînin, lê bi ser nekevin wê demê siyaseta înkar û îmhayê bi temamî îflas dike.
Hêviya me mezin e, em dixwazin vê salê bikin pêngava meşa azadiyê. Em ê di vê meşê de pêngavên herî mezin bavêjin û ji her demê zêdetir nêzikî çareserî û azadiyê bibin. Li ser vê bingehê Newroza gelê kurd pîroz dikim û ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.
Eger Newroz gihîştibe nasnameya xwe ya rast, ev bi têkoşîna Rêber Apo çêbû. Dîsa bi têkoşîna PKK’ê, bi têkoşîna gelê ku PKK ava kir çebû. Bi taybet jî bi şehîden PKK’e çêbû. Di zîndana Amedê de Mazlûm Dogan, berxwedaneke dîrokî pêş xist. Li derve Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan. Di xwe de dagirkerî, zilm, îşkence, siyaseta înkar û îmhayê di xwe de şewitandin. Li dijî siyaseta înkar û îmhayê sekinîn. Canê xwe danîn holê, bi vê azadiya gel, kerameta gel parastin. Ji ber ku dijmin dixwest îrada gel bişkîne û teslîm bigirin. Ji bo pêşiya zilmê bê girtin, fedaiyên vê hereketê û vî gelî li dijî zilmê sekinîn. Gel li ser vê bingehê rabûn ser piyan. Ditîn ku ji bo azadîya gel, ji bo kerameta gel êv qehramanan canê xwe didin. Rastîya van şehîdan di hestên gel, nêrîna gel û ruhê vî gelî de guherîn çêkir. Gel rastiya dagirkeriyê fêm kir. Ev rastî di şexsê çalakiya van hevalan de dîtin. Newroz bi vê têkoşînê gihîşt nasnameya xwe. Gelekî fedayî derket holê. Ji bo azadiya xwe hemû tişt daniye berçavan û bê dudilî dimeşe.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 20’ê adarê de artêşa tirk a dagirker nîvroj saet di navbera 15:00 – 16:00’an de gundê Bermûzê, Bênavok, Şapana ku girêdayî qada Xakurkê ne, hevrazên Ebdilkovî û Geliye Reş daye ber hawan û obûsan.
21 Adar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di şeva 7’ê adarê de saet di navbera 01:00-02:00’yan de û bi roj saet di navbera 09:00-12:00’an de artêşa tirk a dagirker qada Çiya Reş û gundên Elêh û Siwê ku girêdayî Zapa Qadên Parastina Medyayê ne daye ber hawan û obûsan.
8 Adar 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 5’ê adarê de ji hêla artêşa tirk ve li hember gundê Stûnê ku girêdayî bajarokê Şeladiza Zapê ye û li Qadên Parastina Medyayê ye, hawan û obûs hatine avêtin.
2. Di 3’yê sibatê de li Qadên Parastina Medya, hevala me ya bi navê Sarîna Botan (Gûlbihar Gûrgen) ji bona komploya navnetewî ya li hember Rêber Apo li dar ketibû şermezar bike xwe şewitandibû şehîd ketiye.
Sarîna Botan?
Hevala Sarîna di sala 1989’an de li Stenbolê hatiye dinê û bi eslê xwe ji Sêrtê ye. Rêheval Sarîna ku di temenê xwe yê ciwan de Serokatî nas dike, di sala 2003’yan de beşdarî refên gerîla dibe. Di perwerdehiyên dîtiye de ji ber beşdarbûn û serkeftinên wê xelatan digire. Rêheval Sarîna bi şîara “Ezê xeyalên nîvcomayî yên hevalên xwe yê ku negihîştine bakur pêk bînim” û bi girêdana xwe ya şehîdan, li hember çewsandinên li ser Rêber Apo û gelê kurd, di çalakiya xwe ya fedayî de bi giranî birîndar dibe. Digel hemû hewldanan rêheval Sarîna nayê rizgarkirin û bi beşdariya karwanê nemiran xwe gihandiye viyanbûnê.
Agahiyên der barê hevala me ya şehîd de;
![]() | Navê kod: Sarîna Botan |
7 Adar 2009
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Dijminê faşîst û mûnafik, careke din rûyê xwe qirêj nîşan da. Gelê me li hember komplo û bêbextiya dîrokî ya li dij Rêber Apo û li dij vîna kurdê azad, li her deverî li ser piyan bû û careke din girêdana xwe ya bi serokatiya xwe re nîşan da. Di van çalakiyan de gelê me yê welatparêz xelekek ji agir li derdora serokatiya xwe ava kir. Em gerîla vê helwesta gelê xwe yê berxwedêr ji çiyayê azadiyê silav dikin. Ev coşa we, ev berxwedêriya we û ev xeleka agirîn ku we li derdora Rêber Apo ava kiriye, berfên çiyayan dihelîne û wê bi xwe re biharan zûtir bîne.
Li hember vê berxwedariyê rûyê semayan, fîkriyan, viyanan bi bedeldayîneke watedar dibişirin. Sema û fîkriyan dan zanîn ku “Hûnê nikaribin roja me bitemirînin” û bi agirê laşê xwe, xwe ji ariyên afirandin; Şehîd Viyan da zanîn ku, “Jibîrkirin îxanet e” û “Ezê bi vê komployê re jiyan nekim” û îro jî xeleka agirîn a parastinê geştir bûye û diqîre, “Yan azadiya Rêber Apo, yan azadiya Rêber Apo”
Gelê me yê berxwedêr di salvegera dehemîn a Roja Reş de, destpêkê li Amed û Batmanê ji hemû komplovanan re da diyar kirin ku, “Bê serok emê dinyayê li serê we bihilweşînin”
Dijmin di serî de li Batmanê û li Amedê bi hovîtî êrîşî dayîk, ciwan û zarokan kir. Ev jî bi fermana Erdogan hate kirin. Jixwe di gelek daxuyaniyên xwe de, serokwezîr ketî got ku, “zarok be jî, jin be jî emê êrîş bikin”, “ku hesabê we yê neyê ji vî welatî biterikînin”.
Belê!
Em van gotinan tu carî ji bîr nakin! Wê her Kurdistanî jî vê ji bîr neke!
Divê gelê me bizanibe ku, di dîroka têkoşîna me de, tu carî dijminek wisa mîna bûkelemûn, dirû û mûnafik derneketiye. Ev dijmin ji her cure rêbazên şer ên qirêj bikaranînê xwe li paş nahêle. Ev dijmin bi bêexlaqiyeke gerdûnî, bengiyê xwînrijandinê ne.
Lewre divê gelê Amedê, di 21’ê sibatê de Erdoganê mûnafik tênexe Amedê. Hatina Erdogan du peyaman dide. Peyama yekemîn; ezê dayîk, zarok û ciwanên we bidin ber copan û di ser vê de jî werin. Duyemîn; 21’ê sibatê, roja sefera Zapê ye. Her hal Erdogan hatina xwe dişibîne sefera Zapê û xwe dike Enwer Paşayê duyemîn. Lê her kes dizane ku sefera Zapê çawa encam bû. Di 21’ê sibatê de, artêşa tirk êrîş bir ser herêma Zapê û bi gotina gelê me “Siwar hatin, peya çûn”
Lewre divê gelê me yê Amedê mîna berxwedaniya Zapê bersiv bide dijmin û bike ku çawa artêşa tirk kete Zapê û nikaribû derê, heman tiştî bîne serê Erdogan û xwefirotiyên pê re. Çawa ku artêşa tirk, li Zapê hezîmeteke dîrokî jiyan kir, divê heman hezîmetê Erdogan jî li Amedê jiyan bike.
Ey Amed!
Tu kela berxwedaniyê yî. Li gorî mîsyona xwe rabe ser piyan. Qet meraq neke, wê gerîlayên te li çiyayên azadiyê û li bajaran, bi hatina biharê re, bi hezaran kulên mîna Zapê û Oremaran di dilê dijmin de biçikîne. Dilê gerîla bi we re, bi Rojê re, li ser bircên qedîm di nava govenda azadiyê de ye.
Qet xem nekin, çawa ku ev bi salane ye bircên Amedê ji Wedat Aydinan bigire heta zekiyeyan hemêz kir û di hezaran serhildanan de parastina we kir, wê ji niha pê de jî vê erka xwe bîne cî.
Ey dayîka me ya qedîm, bircên Amedê!
Tu gerden û xemla Kurdistanê yî. Qet xem neke, wê zarokên te li çiyayên azadiyê, di oxira te de têkoşînê gûrtir bikin û te bigihînin azadiyê. Qet xem neke! Pir ne dûr e, li benda me be. Emê Rêber Apo re bên û li ser te govenda azadiyê bigerînin.
Ey ciwanên Amedê!
Tu vê êşê û zilmê bixwe jiyan dikî. Binêre û bibîne, di dilê xwe de vê zilmê bineqşîne! Li hember vî dijminê har û hov, xwe amade bike. Li hember te du rê hene.
Riya yekem; berê xwe bide çiya û bibe gerîlayê tolhildanê.
Riya duyem; di serhildanan de bi molotof, bi keviran, bi çekan bibe parastvanê gelê xwe. Çeperên xwe zexm bike. Tu hêza parastinê ya serhildana ye. Divê di çalakiyan de yek peywira te, parastina gel be.
Ey ciwanên Amedê!
Ji bîr neke ku ew polîsên ku li hember dayîkan ava bi şid, gazên çavsotîner û copan bikartînin jî, xwedî zarok û malbat in. Ew derdorên xwefirotî yên ji partiya AKP’ê, CHP’ê û MHP’ê re dixebitin jî xwedî zarok û malbat in.
Ey ciwanên Amedê!
Çi dibe bila bibe, divê Erdoganê ku li ser dîn û xwînê siyaset dike, hûn nehêlin ku ew lingên xwe yen qirêj û xwefirotiyên derdora xwe li Amedê bigere.
Divê dirûşmeya we, “Ketina Zapê hebe, derketina Zapê nîn e” Dibe ku Erdogan û xwefirotiyên pê re, bi artêş û polîsên xwe bikevin Amedê, lê divê derketina wan wisa hêsan nîn be. Bila dinya tev bizanibe, ev der Amed e, ev der paytext e, ev der KURDISTAN e.
Ey Amed!
Ey bircên qedîm!
Ey dilê Kurdistanê!
Wê gerîlayên te êrîşên dijmin bêbersiv nehêlin. Di salvegera Destana Zapê de rabe serhildaneke hişk! Tu ji tanq, parzêr, M-16, G-3, qilêş, demançe, cop, ava bi şid û gazên kîmyevî bi hêztir î. Û bi hêza xwe ya berxwedaniya azadiyê bimeşe, bimeşe ser dijminên mirovantiyê. Tu jî, di bingeheke parastina rewa de, li hemberî êrîşan bi çek, dar û beran û bi kulman bimeşe. Bimeşe ku azadî, wekhevî û edalet were. Bimeşe ku carek din li hember te şer venebe. Bimeşe ku roja me ya azadiyê bila bêje; “Amed ev bû ya layîqî te!”
Ma ji bilî vê yekê, wê çi layîqî te be Amed!
De rabe û ji hemû kurdan re bibe pêşeng!
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl BAYIK
Wexta ku Serok Apo bi komployê hate girtin, ji derveyî me hinek hêzan ji me re mesaj şandin. Hin mesaj bi kanaleke Ewropa dihatin, hin mesaj jî ji başûrê Kurdistanê dihatin. Mesajên ku ji her du kanalan dihatin jî digotin; “Pêwîst e hûn dev ji Serok Apo berdin, pêwîstiya bi Serok Apo xilas bû, pêwîst e hûn ji bo xwe Serokatiyeke nû ava bikin. Ger hûn van pêk bînin hûn dikarin bijîn. Ger hûn van pêk neynin heta şeş mehan em ê we tasfiye bikin.” Her wiha yên wekî Doktor Silêman wisa digotin; “Êdî her tişt xilas, pêwîst e em xwe xilas bikin. Va ye Amerîka û dinya li dijî me ye, tên ser me aşkera aşkera jî dibêjin ‘ger hûn daxwazên me pêk neynin, temenê we şeş meh maye.’ Em ê çawa li dijî vê dinyayê bisekinin? Em nikarin, ji ber vê jî pêwîst e ku em van daxwazên wan bipejirînin, yanî em teslîm bibin” Belkî wan wisa aşkera digot, lê di nava kadroyan de jî dudiliyek hebû. Digotin, gelo rêveberiya tevgerê wê bikare valahiya Serokatî dagire, wê bikare li tevgerê xwedî derkeve, mudaxelên li ser tevgerê dibin gelo wê bikare pûç derxe. Tevgera Azadiyê wê bikare Serokatî biparêze? Tevger wê berdewam bike? Em bi hêsanî dikarin bibêjin dudiliyên wisa hebûn. Gelekan digot gelo tevger wê teslîm bibe yan wê berxwedanê esas bigire, berxwedanê esas bigire jî gelo wê bikare li ber xwe bide yan na? Bêgûman yên ku komplo fam kiribû, yên ku dixwestin li dijî komployê tevgerê biparêze, yên ku dixwestin berxwedanê bi pêş bixin, yên ku ew hêz di xwe de dîtin pir kêm bûn. Ji bo wê, gelekan bi wê kîn û nefreta heyî dixwest çalakiyên fedayî jî pêk bînin. Gelek kadroyan dixwest çalakiyên fedayî pêk bînin. Lê beşeke biçûk jî, yên wekî Doktor Silêman wan, yên ku îradeya wan şikestî, yên ku nedixwestin şer bikin, ne dixwesitin berxwedanê bidin. Tevger hem li dijî vê sekinî, hem li dijî dudiliyan sekinî. Ji bo yekîtiya tevgerê biparêze, ji bo berxwedanê xurt bike, yêkîtiya xwe û Serokatiyê xurt bikê û komployê pûç derxê berxwedan bi pêş xist.
Ez ji bo wan şehîdan hemûyan girêdana xwe, hurmetên xwe didim diyarkirin. Bi vê munasebetê careke din wan bi bîr tînim. Bi rastî yên ku Komploya Navneteweyî berî her kesî fêm kir, ew şehîd bûn. Wan komplo baş fêm kiribû, ji bo wê li dijî komployê bi canê xwe sekinîbûn. Dibe ku însan dikarin gelek fedekariyan bikin lê belê fedakirina canê xwe fedakariyeke mezin e, ji wê zêdetir tiştek nîn e. Ev heval, ev welatparêz li dijî komployê bi canê xwe rawestiyan, ev rawestineke pir mezin e. Mirov di van de ruhekî mezin, hestekî mezin fikrekî mezin dibîne. Ger di van de hestên mezin nebûna, fikrên mezin nebûna, ruhên mezin nebûna ne mimkûn bû ku canê xwe bidan û zû bi zû kes canê xwe nade.
Yên ku bêdudilî canê xwe şewitandin û çembereke ji agir li dora Serokatî çêkirin komplo baş fêm kiribûn. Serok Apo ji bo gelan, ji bo kurdan, ji bo herêmê û mirovahiyê tê çi wateyê, baş fêm kiribûn. Ji ber wê xwe şewitandin. Mirov li dîrokê lêkolîn bike, tu caran ji bo serokan, heta jibo pêxemberan kesekî xwe neşewitandiye. Lê ji bo Serok Apo ne yekî ne duyemîn, nêzî 90 mirovan xwe şewitand. Ev di dîrokê de tiştekî nû ye. Heke yek an jî du mirovan xwe bişewitanda, mirov dê bigota yek-du mirovan xwe şewitandiye, zêde tişt nabe. Lê belê 90 mirovan xwe ji bo Serok Apo şewitand. Pêwîst e mirov vê baş fêm bike. Di vir de gelek peyam hene, yên ku ji bo Serokatî xwe şewitandin dikarin her kesî jî bişewitînin. Serok Apo tu caran nexwest tu kes xwe bişewitîne, heta li dijî vê sekinî. Lê belê van hevalan, van welatparêzan bixwe ew biryar girtin û bixwe pêk anîn. Bi çalakiyên xwe gelek peyam dan her kesî. Peyam dan partiyê, peyam dan gelê Kurdistanê, peyam dan dagirkeran û hemû komplogeran. Her wiha gotin “Eger hûn me bişewitînin em ê jî we bişewitînin.” Eger van mirovan ji bo Serokatî xwe dişewitadin, bi sedema ku bawerî bi Serokatiyê anîbûn, serkeftinê dîtibûn, berjewendiyên vî gelî û mirovahiyê û nirxên mirovahiyê dîtibûn, ji ber van xwe dişewitînin.
Bêguman guhertinên ku Serok Apo dan çêkirin, di fêmkirina wan de gelek zehmetî, êş hat kişandin û heta ku şaşîtî jî hatin kirin. Ew guhertinên hatin kirin bi hêsanî çênebûn. Heta ku komplogeran dît em di fêmkirinê de zorû zehmetî û êşan dikişînin, ji ber wê xwestin ji wê sûd wergirin û hedef û armancên xwe jî pêk bînin. Çawa li Sovyetê dema gavên guhertinên pêşketinê bûn gavên tasfiyekirina Sovyetê, komplogeran jî xwest ku ew guhertinên Serokatî di tevgerê de pêşxistî li dijî tevgerê bizivirînin tasfiyekirina tevgerê. Ji milekî ve pêwîst bû ku guhertinan bike ji milê din ve jî pêwîst bû ku xwe biparêze û di wê guhertinê de jî têk neçe. Ev gelekî girîng bû. Ji bo wê jî gavên ku tevgerê ji bo guhertinê diavêtin, bi tedbîr diavêtin. Dibe ku gavên ku ji hinek aliyan ve pewîst bûn bên avêtin, di dema rast de nehatin avêtin. Ji ber ku tirsek hebû. Tirs ji ber her gavê ku Serokatî dixwaze em bavêjin gelo dibe ku em têk jî biçin bû. Pêwîst bû me gav biavêta lê belê me nedixwest em bêtedbîr bavêjin. Ji ber ku dibin komployê de, hem fêmkirina komployê hem jî fêmkirina guhertinên pêk tên ne hêsan bû. Eger mirov tedbîrên wê negire dibe gavên ku tu bavêjî li dijî te bizivirin û te tasfiye bikin.Di Kongreya 7’emîn de me gelek gav avêtin lê belê ligel wê me gelek şaşîtiyên mezin jî kirin. Mesela me tevgera gel, rêxistina gel ERNK tasfiye kir û li dewsa wê me tu rêxistin ava nekirin. Me rêxistina gel ji holê rakir, gel bêrêxistin hişt. Ji ber ku gel bêrêxistin ma, serhildan zêde bi pêş neketin. Pêwîst bû ku me rêxistina gel hîn xurttir bikira, me serhildan bi pêş bixistana ku pêvajo bi pêş biketa. Ger pêvajo bi pêş neket ji ber wê bi pêş neket. Ev şaşîtiyeke mezin bû. Piştî wê dîsa me rêxistina kadroyan tasfiye kir, me partî tasfiye kir. Wexta ku me Civata yekê ya KONGRA GEL li dar xist, me şaşîtiyeke wisa mezin kir. Vê carê me kadro bêrêxistin hişt. Serok Apo ev şaşîtî rast kirin, me li dewsa ERNK’ê KONGRA GEL bi pêş xist, nûavakirina PKK’ê bi pêş xist. Me pêşiya xetereyan wisa girt. Komplogeran ew didîtin, xwestin ji wê şaşîtiyê sûd wergirin û bigihîjin armanca xwe. Komplogeran kêm ma ku bigihîjin armanca xwe. Komplogeran piştî esareta Serok Apo xwe di nav tevgerê de birêxistin kirin. Şerê taybet xwe di nava rêxistinê de birêxistin kir. Lewre me tahrîbat û xetereyên mezin dîtin. Paşê bi alîkariya Serokatî me pêşiya van girt, dawî jî bi Kongreya 10’emîn me careke din bi Serokatî re, bi xeta Serokatî re yekîtiya xwe çêkir. Me bi cewherê xwe, bi rastiya xwe re dîsa yekîtiya xwe çêkir.
Bêguman em di bin komployê de ji guhertinan gelekî qut bûn û ji Serokatî dûr ketin. Ji ber van qutbûn û dûrketinan, komplogeran xwest me bi temamî ji Serokatî, ji xetê qut bikin û me bikişînin xeta pergalê. Lewre di wir de me tahrîbat jiyan kirin. Bi mudaxeleya Serokatî me pêşiya van girt, ew şaşîtiyên ku çêbûne me ji holê rakir û yekîtiya xwe û Serokatî careke din xurt kir û me ev bi Kongreya 10’emîn a PKK’ê gihande zîrveyê. Ez dikarim bêjim pirsgirêkên me di wî alî de neman, yanî niha tevgerê guhertinên ku Serokatî çêkirine baş fêmkiriye û bi kadroyan jî vê dide fêmkirin. Êdî guhertin di tevgerê de çêbûn, kadro ketin xeta Serokatî û yekîtiya xwe bi xetê re çêkirin. Guhertinên ku di PKK’ê de çêbûn guhertinên pir mezin in, ne guhertinên hêsan in.
Me tu caran dîlgirtina Serok Apo nepejirand, wê li me kîn nefret çêkir. Di Kongreya 10’emîn de me armanc danî pêşiya xwe. Ev tenê ne xwestekek e. Eger daxwaz hebe bêguman me nexwest ku tu caran Serok Apo dîl we re girtin.
Azadiya Serok Apo azadiya gelê kurd e. Azadiya Serok Apo û pirsgirêka kurd bi hev ve girêdayî ne, hevdu temam dikin û ji hev ne cuda ne. Êdî pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareseriyê dixwaze.
Niha dewletên dagirker ji ber ku siyaseta înkar û îmhayê nikarin bimeşînin, siyasetekeke din bi pêş dixin. Li gorî vê siyasetê jî taktîk bi pêş dixin. Dixwazin careke din zemîna siyaseta înkar û îmhayê meşrû bikin. Tirkiye ji bo bikare vê siyasetê bimeşîne di TRT’ê de weşana kurdî da destpêkirin. Dibêjin em ê li zankoyên Tirkiyeyê beşên wêjeya zimanê kurdî vekin. Dibêjin em ê ji bo gerîlayan vegera mal bi pêş bixin. Didin diyarkirin ku pirsgirêka kurd dipejirînin û dixwazin li gorî xwe çareser bikin û gavan bavêjin. Di vir de çareserkirina pirsgirêka kurd nîn e, tasfiyekirina PKK’ê esas digirin. Tasfiyekirina PKK’ê jî tasfiyekirina pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd nîqaş nakin. Dixwazin pirsgirêkê ji navbera xwe û Ewropayê rakin. Ewropa pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka miletekî nabîne. Wekî pirsgirêkeke takekes dibîne, wekî pirsgirêkeke çandî dibîne. Tirkiye jî dibêje; ez pirsgirêka takekes û çandî çareser dikim.
Em dikevin 11’emîn salvegera komployê. Me azadiya Serokatî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk ji xwe re kiriye armanc, li ser vê bingehê em çalakiyan bi pêş dixin. Divê kadroyên me, gelê me gorî vê tevbigerin. Qaşo li gorî xwe çareseriyekê bi pêş dixin. Dixwazin li derveyî Serok Apo û PKK’ê wê çareseriyekê bi pêş bixin. Lê bê Serok û bê PKK çareserî nabe. Çareseriya ku li derveyî Serok Apo û PKK’ê tê pêşxistin ne çareserî ye, lîstik e, divê neyê pejirandin. Pewîst e di yekîtiya kurd de îrada kurdan hemûyan hebe. Li derveyî PKK’ê tu yekîtî tu îradeya kurd çênabe. Pewîst e her kes vê baş fêm bike. Divê gelê me li hemû beşan li derveyî welat li derdora Serok APO û PKK’ê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bike. Divê bi dengekî bilind bang bike û bêje; em çareseriyeke bê Serok Apo napejirînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 16’ê sibatê de bi roj saet di navbera 11:00-14:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember gundên Bîrcela, Reşaperaxa, Ertîş û Horê ku bi ser qada Zapê girêdayî ne û di nava tixubên Qadên Parastina Medyayê de ne, êrîşek obûs û hawan li dar ketiye.
2. Di 16’ê sibatê de danê sibeyî saet di navbera 05:00-06:00’an de artêşa dagirker a tirk gundê Stûnê bi ser qada Zapê ku girêdayî Qadan Parastina Medyayê ye, daye ber obûs û hawanan.
3. Di 15’ê sibatê de li bejahiya navçeya Qilabana Şirnexê, mayîneke artêşa dagirker a tirk ku li erazî danîne, di sivîlek de teqiyaye û di encamê de hemwelatiyek bi giranî birîndar bûye.
Der barê vê de berevajî daxuyaniyên serfermandariya tirk ev mayîn ji hêla artêşê ve li qadên ku sivîl lê jiyan dikin û bikartînin eletexmînî hatiye danîn. Bi vê bûyera teqîna mayînê re tu têkiliya gerîlayên me nîn e.
17 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê sibatê de bi şev saet di 23:00’yan pê de hetanî saetên sibeyî artêşa tirk a dagirker hawan û obûs avêtiye gundên Navçela, Stûnê, Satê û Dêyê ku girêdayî qada Zagrosê ne.
2. Di 13’ê sibatê de saet di navbera 14:00-16:00’an de artêşa tirk a dagirker qadên Çemço û Mazî û gundên Horê û pira Horê ku girêdayî qada Zapê ne, daye ber obûs û hawanan.
14 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
10’emîn salvegera Qomploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku di şexsê Rêber Apo de xwestin azadî û vîna gel ji dest bigirin û qirkirina gel hedef girtin, em lanet dikin.
Dema ku li dîroka têkoşîna me bê nihêrtin, li hember serokatiya me bi sedan qomplo hatine li dar xistin û ev hemû qomplo ji hêla Rêber Apo ve û bi berxwedaniya gelê kurd vala hatine derxistin. Li gorî vê rastiyê ev qomploya ku li dar ketiye, bi çarçove, rêbaz û bandora xwe ji hemû qomplayan cudatir e.
Ev qomplo bi beşdariya hemû hêz û dewletên emperyalîst ku li ser rûyê dinyayê ne, bi hevkariya wan pêk hate û tu hêleke wê ya însanî nîn e, encax bi berxwedaniya bêhempa ya serokatî û ya gelê kurd ev qomplo vala hate derxistin. Tenê bi vala derxistinê neman, bi paradîgmaya nû serokatiya me derketineke dîrokî û bi xwe re demeke nû anî û têkoşîna me ya azadiyê mezintir û bi hêztir kir. Rêber Apo bi berxwedaniyeke bêrawestan li hember hemû êrîşên tunekirinê ya ku sîsteman xwest bi pêş bixe bû bersiv; pê re jî gelê kurd û hêzên gerîlayên me yên fedayî yên ku bi ronahiya felsefeya Rêber Apo xwe xemilandine, girêdana xwe ya Rêber Apo selmandin.
Ji roja ku qomplo destpê kiriye û heta roja me ya îroyîn, gelê kurd rojekê jî serokatiya xwe tenê nehiştiye û ciyê ku pêwîst kiriye xwe kiriye goga êgir . Dayîk û ciwanên me kuçe bi kuçe, bend bi bend li ber xwe dane û hemû kelayên zilmê ku sîsteman ava kirine zanibûne qebas bikin.
Gerîla di warê taqtîk û stratejiyan de xwe nû kiriye û bi tarza şerê xwe yê nû li hember qomployê çalakiyên bi bandor pêk aniye û li ser van kelayên zilmê, her yek ji wan bûne alek. Rêber Apo hemû emr û ramanên xwe raberî hemû milîtanên Tevgera Azadiyê kir û her milîtanek bû neferek bêrawestan ê Rêber Apo û ala ku dihejiya sor kirin.
Di nava vê demê de dema ku dijmin propagandayên “me qedand, me tune kir û belav bûne” de jî, gerîla bi pêngavên xwe zanibûye ku serî li dijmin bitewîne. Di şopa fermandara me ya mezin Zîlan de ku gotiye, “Ji bilî canê min tiştek ku min bidana hebûna, minê bidana” re, fedayiyê hevpiştên wê bi şîara “Hûn nikarin roja me bitemirînin” hemû qomplovanan poşman kirin. Rojbîn, Şehristan, Berwar û gelek rêhevalên din bêyî ku terredût bikin meşiyane û bi rihê Pêngava 1’ê Hezîranê rêheval adilan, nûda, kûrtay û gûlbiharan li çiyan û li bajaran bûn milîtanê Rêber Apo.
Encax hê jî bi awayên cuda cuda qomplo berdewam dike. Hewldanên tunekirinê yên ku li demê hatine belavkirin hê jî didomin, hewl tê dayîn bi êrîşên fizîkî yên li hember serokatiya me sebra gelê kurd bipîvin.
Em wekî gerîlayên HPG’ê, didin diyarkirin ku, em xwedan wê hêzê ne ku qomplayên li hember serokatiya xwe û li hember gelê kurd vala derbixînin û em di wê hişmendiyê de ne ku, ji bona ku em berpirsyariyên xwe bînin cî, emê ji tu fedekariyê bi paş ve nemînin û em vê wekî peywir dizanin.
Di 10’emîn kongreya tevgera me de ku di salvegera 31’emîn têkoşînê de li dar ket, biryara me ya esasî azadiya Rêber Apo hate destnîşan kirin û divê gelê me jî vê wekî yekane vebêjirk bibînin. Divê di 10’emîn salvegera qomployê de gelê Kurdistan berxwedaniya xwe zêdetir bilind bikin. Xwedîderketina Rêber Apo, xwedîderketina vîna gel bi xwe ye. Ji bona vê armanca pîroz, em bang li ciwanên kurd dikin beşdarî gerîla bibin û di hemû çalakiyan de di rêza pêş de cî bigirin.
Bibehice Qomploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê!
Bijî rastiya gelê ku li hember qomplovanan li ber xwe dide!
Bijî ew fedayiyên me yên bi şîara “Hûn nikarin roja me bitemirînin” ber bi azadiyê ve meşiyan!
Bijî Serok APO!
13 Sibat 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 10'ê Sibata 2009'an de artêşa tirk a dagirker bi roj saet di navbera 11:00-15:00'an de obûs û hawanan avête gundê Horê, Bircêla, Reşmê û Reşperexa ku girêdayî qada Zapê ne.
11 Sibat 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar