Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê Îlonê de li navçeya Lîcê ya bi ser Amedê ye li dijî gundên Sîsê, Dêrxust û Alî Xişo ku bi ser Şehîd Kenale ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Dİ heman rojê de di derdora saet 12.00’an de di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnek hatiye jiyandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 23’ê Îlonê û vir ve li dijî navçeya Solxanê ya bi ser Çewlikê ji aliyê arteşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî hewldanên keşf û kemînan tê lidarxistin. Di 30’ê Îlonê de (îroj) li dijî vê herêmê bi daxistinan operasyonek hatiyek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê Îlonê de di navbera saet 10.00-10.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Fila ku bi ser Metîna ye ji aliye artêşa dagirker a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê Îlonê de di saet 11.10’an de li navenda Dersimê li herêmên Uzuntarla, Pira Xilbiz û Geliyê Harçik li dijî du helîkopterên skorskyan ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyan de her du helîkopterên skorskyan derbe xwariye û naçar maye li herêma Kirmizikopru dakeve. Piştî çalakiyan bi qasî saetekê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 24’ê Îlonê li Herêmên Parastina Medya li dijî Heftenînê ji aliyê artêşa TC’ê bi balefirên şer di heman rojê de du caran êrîşên hewayî hatiye lidarxistin. Di encama van êrîşan de 5 gerîla yê me giran birîndar bûne, tevî hemû hewldanên me gihîştine şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 20’ê Îlonê û vir ve li Herêmên Parastina Medya li dijî Şehîd Newal, Helwesîs û Semedar ku bi ser Zagrosane ji aliyê artêşa dagirker a TC’ê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25’ê Îlonê de di navbera saet 22.00-22.45’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Lelikan ku bi ser Xakurkê ye û li dijî Kolît û Kanî Qirêj ku bi ser Xinerê ve ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21’ê Îlonê de li navenda Sêrtê li dijî Dibistana Bilin a Pîşeyî ya Polîsan Hevalê me Erdal – Mehmet Emîn Sevîlgen xwestiye çalakiyekê lidarbixe, dema paş de vekişînê bombeya wî bi wî de teqiyaye û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24’ê Îlonê de di saet 21.20’an de li navçeya Hênê ya bi ser Amedê li dijî muduriyeta ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 polîs ji aliyê gerÎla yê me hatiye kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê ve li dijî herêmê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Wek tê zanîn ku şoreşa gelê Suriyê şeş meh li pey xwe hîştin, di encamê de eşkere xuyakir ku ev rewş her diçe kûrtir dibe û rêbazên dewletê yên çewsandinê ti encaman nagre; berovajî wê, pirsgirêkan kûrtir û rewşê aloztir dike. Dîsa diyar bû ku qaşo "gavên reforman" yên dewlet behsê dike ne ciddî, ne jidilin û seranserin; ne bi armanca çareserkirina pirsgirêkan, lê bi armanca sivikkirina bertek û dijbertiyê gel behsa van "reforman" dike. Ev "reform" bersîva daxwazên gel ên bingehîn nade û pirsgirêka demoqratîkbûyînê çareser nake, ji ber vê yekê ev "reformên" behsa wan tê kirin dilê gelê Suriyê rehet nake.
Hemû rê û rêbazên çavtirsandin, kûştin û zextan ên ku dewlet dimeşîne ew gelê Suriyê natirsîne û gavê bi wan paşve navêje û ji israra wan tiştekî kêm nake. Îsbat bû ku bi zextan li pêşiya gelê Suriyê nayê girtin û her biçe wê rabûna gel mezintir bibe. Ne dûr e ku Suriyê berve şerekî navxweyî yê piralî de biçe. Hem dewlet û hem jî hêza muxalefetê wê bikevin pêvajoyek nû, hêzên cîhanî û herêmî jî xwe li gorî vê yekê amade dikin.
Wekî ku dewletê plankiribû, ku di demek kurt de vê pirsgirêkê çareser bike û dawiyê li raperîna gel bîne nebû. Zêdebûna zextên dewletên derve li ser rejîma Suriyê û di serî de jî zextên Fransa û yekîtiya Ewrupa, Tirkiyê û hin dewletên Ereban wê rewşa Suriyê girantir û aloztir bike. Bi piranî helwesta hêzên derve li dijî rejîmê zivirîn. Ev yek jî rejîmê lewaztir dike.
Di derbarê hêzên muxalefetê de, mirov dikare wan li du beşan parvebike. Divê ku mirov muxalefeta gel a hindirîn û hêzên derve ku xwe wek nûnerên muxalefetê dibînin ji hev cuda bigre dest. Di kesayeta muxalefeta gel a hindir de rastiya gelekî serhildêr û şoreşger derket holê. Mirov li hemberî vê berxwedaniyê bi rêzdarî radiweste. Li rex dayîna evqasî şehîd, bi hezaran girtî û evqasî êrîşan, zext, hovîtî, destwerdanên artêşê, dîsa jî raperîna gel ji bo azadiyê dewam dike; ev jî helwesta gelekî şoreşger e ku îfadeya şoreşa gelan dike. Ev gel ji bo azadiyê, demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî rabûye, ev rabûn, rabûneke mafdar û bi wateye; ne wek ku rejîm îddîa dike "ku destwerdanek hêzên derveye". Ev yek misoger bû ku dewlet nikare pêşiyê li vê raperînê bigre; raperîn jî didome û her diçe berfireh dibe.
Mirov rabûna gelê Ereb ên Suriyê wek şoreş, helwestek şoreşgerî û tê de îfadeya şoreşa gelên Rojhilata navîn dibîne. Her wiha rabûna gelê Kurd jî, wek beşek ji şoreşa gelê Suriyê dibîne. Roja îro tevgera azadiyê ya Kurd jî, hewl dide ku bi vê şoreşê re peywendî çêbike, piştgiriyê bide wan û li wan xwedî derbikeve. Lê mixabin ku ji ber rewşên awarte û nebûyîna ewlekariyê, heta niha şoreşa Suriyê nekariye rêberên xwe bi xwe derxîne .
Li derve jî, hêzên muxalefetê hene, ev hêz bi giranî di bin çengên dewletên derve de ne û li gorî plan û daxwazên wan dimeşin. Muxalefeta derve li ser sê navendan belav bûye: muxalefeta di bin çengên Tirkiyê de, muxalefeta di bin çengên Fransa de û muxalefeta di bin çengên Qeter û Suudiyê de. Di van demên dawiyê de rûyê veşartî û rastiya vê muxalefeta derva derket eşkerehiyê. Pir baş diyar bû ku muxalefeta derve bi bercewendiyên dewletên derve re girêdayî ne û li gorî daxwaz û planên wan dixebitin û tevdigerin. Ji ber ku ev hêzên muxalefetê di esasê xwe de desthilatiyê hedef dikin, ji lewra di nava xwe de binakokin û nikarin yekîtiya xwe çê bikin. Hemû civîn û kongreyên ku çêkirin jî, bêencam man û vala derketin, pir eşkere bû ku muxalefeta li derva gelê Suriyê temsîl nakin û ti têkiliya wan bi şoreşa gel re nîne. Piraniya wan jî keysperstin û li ser xwîna şehîdên şoreşa gelê Suriyê bazirganiya siyasî û madî dikin.
Di nêzikatiyên dewletê ya înkara pirsgirêka Kurd dike de ti guhertin çênebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti gav navîtê ye. Jixwe gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî van nêzikatiyên dewletê ji doza Kurd re qebul nakin û mehkum dikin. Nêzikatiyên dewletê li ser bingehên şovînîstin û tê de qet çareserî nîne. Eger rewş wisa dewam bike, wê gelê kurd jî bi giştî bibe dijberê dewletê. Heta niha, ew hevdengiya ku Kurdan çêkiribû wê xerab bibe û rabûna Kurdan jî wê mezintir û hişktir be. Di esasê xwe de heta niha rejîma Suriyê bi du rengên cuda nêzî muxalefeta Ereb û muxalefeta Kurd dibe; ew bi zor û zextên leşkerî bi ser muxalefeta Ereb de diçe, li hemberî muxalefeta Kurd jî, bi înkara siyasî bi ser de diçe.
Di aliyê pratîkî de, di dema derbas bûyî de hat xuyakirin ku rejîm li hemberî herêmên kurdan polîtîkayên nerm bikartîne; jiber ku ew bêtaqet bûye, bê hêz û pasîf bûye û nikare kiryarên xwe yên berê di roja me ya îroyîn de bimeşîne. Dewlet li herêma kurdan lewaz bûye û xwe paşve kişandiye; vê yekê jî bi xwe re zemînek guncaw ji bo ku Kurd bêhna xwe bikşînin çêkiriye. Derfet çêbû ku Kurd bi xwe saziyên xwe yên perwerde û navendên xwe yên çandê vebikin û hin pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin; li hemberî van gavan dewlet – heta niha- bêhelwest ma û nekarî mudaxele bike.
Bi giştî wê rewşa Suriyê bi kûve biçe pir ne zelal e; lê ya teqez ewe ku her biçe û wê rewş germtir, aloztir û kûrtir bibe. Ji ber ku rejîmê riya çareseriya ewlekariyê û çewsandinê hilbijartiye; gelê şoreşger jî, riya şoreşê heta dawiyê hilbijartiye; her wiha wê gelek aktor û lîstikvanên nû jî têkefin dika welêt. Ka em ê bibînin wê buhara gelan di payîza îsal de çawa be?
Polat Can
- Ayrıntılar