Mustafa KARASU
Polîsekî gir yê dewleta tirk zebaniyê cehenemê serê zarokekî kurd parçe dike. Ev zebaniyê cehenemê, bê ku bifikire ka ev zarok zindî ye an na bi hêrs li zarok dixe. Kîna di nava xwe de tevî di sere vî zarokî de dirijîne. Ew zarok dibe ku bi wan derbeyan li wir bimire jî.
Ev kîn, di encama gotina “jin be jî zarok be jî tiştê pêwîst em ê bikin” de çêbûye. Li gorî vê zîhniyetê her zarok û her jina ku zordestiya dewleta tirk şermezar bike, kuştinê heq kiriye. Ji bo wê polîs lê dide heta dibe ber mirinê.
Ev zarok di wê navê de tenê temaşeyî bûyeran dike; dema polîs tê nareve jî. Lê bedelê sekna xwe pir giran dide. Ev êrîşên polîs û leşkeran li ser zarokan bûne karên ji rêzê. Di hemû xwepêşandanan de em rastî bûyerên wiha tên.
Yên kamera wan digirin em wan dibînin; yên nakevin ber kamerayê nayên jimartin. Ev bûyer zordestiya polîs û leşkeran ya li ser kurdan dide diyarkirin. Eger yê li hemberî wan kurd be, zarok ne zarok ji bo wan ne girîng e. Di cih de weke kûçikên har êrîş dikin.
Lê nenêrin ku generalek li nexweşxaneyê çû serdana wî zarokî. Tiştê par li Wanê hatî serê jin û zarokan, vî gelî ji bîr nekiriye. Ji ber wê serdana vî generalê JÎTEM’ê tenê ji bo dîtin e.
Yên leşker û polîs xistin vê rewşê kesên siyasî ne. Kesên siyasî bi çavê ku civakeke doza mafê xwe dike, li kurdan nanêrin. Bi çavê xayîn û cudakaran li wan dinêrin. Kurd ji zarokiya xwe ve der barê kurdan de van gotinan dibihîzin.
Di encama vê siyasetê de weke jina Xirant Dînk Rakel Dînk gotî; ji pitikan qatil tên afirandin. Sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û rêveberî sîstemeke wisa ye ku ji pitikan qatil û işkencekaran diafirîne.
Yên li hemberî vî polîsî bihêrs, berî her tiştî divê li hemberî sîstema Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan bihêrs bin. Hindik maye DTP’ê ku siyaseta demokratîk dike dixwazin di kolanan de bidin lînckirin.
Hinek ji çapemeniya tirk bi çavê civikeke ku pêwist e bê perçiqandin li DTP’ê dinêre û wisa nîşan dide. Yên ku vê dikin bê ku şerm bikin ji xwe re dibêjin em misilman in. Wisa tê fêmkirin ku dema tirkîtî tê, misilmanî jî ji cewherê wê tê derxistin.
Ya rast ev zîhniyeta şovenîst ya dijberî kurdan tirkîtiyê jî dilewitîne. Sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û rêveberî li ser zordestî û dîktatoriyê hatiye avakirin. Ji ber wê li xebata meclisê jî ku DTP û civaka kurd dixwazin bi awayekî berfireh gotûbêj bikin, bi çavê xebateke sûc dinêrin.
Wisa tê fêmkirin ku xebata DTP’ê ya modela rêxistina demokratîk gemara sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û rêveberî derdixe holê. Ji ber vê jî dixwazin DTP’ê tune bikin. DTP’ê di vê hilbijartinê de careke din paşverûtiya sîstema Tirkiyeyê ya siyasî û îdarî derxist meydanê.
Partiyên din tev 5 şaredarên jin derxistin lê DTP’ê bi sere xwe 14 şaredarên jin derxistin. Ev rewş bi serê xwe dide diyarkirin ka kurd çawa civakekî demokrat û civakî ne û Tirkiye çawa paşverû ye. Ji bo vê jî ji DTP’ê hêrs dibin.
Li Amedê fermandarek plaqeya navê Osman Baydemir li serê bi piyê xwe lê dide diavêje. Tu girtîgehan bi zarokan tijî dikî, di xwepêşandanan de işkenceyên herî giran bi wan dikî, jin be jî zarok be jî tu dikujî; ji bo çi wê Osman Baydemir bibe hevalbendê durûtî û gemara te?
Cejna zarokan tiştekî baş e, lê dive mirov ne durû be. Tu ji her aliyê dinyayê zarokan bîne wan bixapîne ji wan re bêje li welatê me cejin heye, lê li zarokên kurdan jî dinyayê bike jehir. Bêguman pêwist e ev durûtî were diyarkirin.
Ew dîmenên zarokê li Colemêrgê jî dê neyê jibîrkirin. Cara yekê ye ku çapemeniya tirk çawa pêwist dit û cih dan van dîmenan. Eger çapemeniya tirk herdem vê berpirsyariyê bigire ser xwe, dibe ku Tirkiye dev ji siyaseta zordestiyê ya li ser kurdan berde. Di pirsgirêka kurda de dê hê zûtir çareseriya demokratîk bikeve rojevê.
Lê mixabin çapemeniya tirk vê nake. Berî çend rojan bû, li Agriyê tiştên hatîn serê kurdan ji nedîtî ve hat. Kuştinên li Amara weke nûçeyên ji rêzê dan. Dema ku wisa be, leşker û polîs cesareta êrîşê bi xwe re dibîne.
Êrîşên li ser DTP’ê hatin kirin çapemeniya tirk jê re bêdeng ma. Êrîşên li ser DTP’ê, ya rast êrîşên li ser qada siyaseta demokratîk, li gora agahiyên polîsan hatiye weşandin. Dema wisa be, ev êrîşên li ser siyaseta demokratîk çawa ku li ser rêxistineke ku çalakiyên leşkerî bike hatin dayîn.
Dewlet DTP’ê sûcdar dike dibêje we meclis ava kiriye. Wisa xuya dike li dinyayê cara yekê ye ku sûcekî wiha tê îcadkirin. Dîktator û zordest yên dijberî xwe saziyên wiha demoktatîk û rewa mehkeme dikin û ceza dikin.
Bi salan e ku DTP rêxistina meclisê gotûbêj dike. Meclisên jina û ciwanan ava dikin. Par jî kongreya civaka demokratîk, an jî meclis ku DTP jî di nave de bû çêbû. Di serî de Leyla Zana gelek siyasetmendar di nave de cihê xwe girt û ev xebat eşkere bû. Niha sûcdarkirina xebatên weke ya wê sûc û eyaba demokrasiyê ye.
Di demokrasiyan de her xebata zora hêza leşkerî û çek tê de tunebe û exlaqê civakê xirab neke demokratîk e û rewa ye. Bi taybetî mafê partiyan heye ku li gora îdeolojî û siyaseta xwe modelên rêxistin û gotûbêjan ava bikin.
Mafê DTP’ê heye vê bike. DTP’î yên hatîn girtin yekî tenê jî xebateke derveyî qanûnan nekiriye. Eger hin ji wan bi dehên salan di girtîgehan de mabin, an jî fikrê PKK’ê diecibînin, ev nayê wê wateyê ku bi vê xebatê sûc kirine.
Li tu welatê azadiya fikrî û rêxistinê lê heyî tiştên DTP’ê kirin sûc nayên dîtin. Yên sûc kirin ew in ku qanûn li gora xwe şîrove kirine û yên DTP’î girtîne. Yên DTP’î sûcdar nîşan didin û berê polîs û leşkeran didin ser zarokên kurdan sûcdar in.
- Ayrıntılar
Berxwedanî û têkoşîna azadiyê ya gel û kevneşopiya berxwedaniyê, her dem kesayetên ku vê di şexsê xwe de bi cî kirine û bi awayekî herî bi hêz temsîl dikin derxistine holê.
Rêheval Orhan vê mîrateya berxwedaniyê ji Kawayan, Bedrettînan û Mahîran girtiye, gihandiye şîara biratiya gelan a Denîzan, Heqiyan û Kemalan. Rêheval Orhan di vê têkoşîna şoreşgerî û sosyalîst de ciyê xwe bi rûmetî girtiye û di 27’ê avrêla 2009’an de li hember bi sedan tîmên taybet bi lehengî li ber xwe daye û beşdarî kerwanê şehîdan bûye. Em vê berxwedaniya rêheval Orhan ku piştî Denîz û Mahîran di dîroka Tevgerên Çep ên Tirkiyê de kêm mînakên wê hene silav dikin û em sersaxiyê ji gelên Tirkiyê û rêxistina Biryargeha Şoreşger dixwazin.
Rêheval Orhan Yilmazkaya, bi berxwedaniya ku nîşan daye bi awayekî herî baş rih û bawermendiya têkoşîna Mahîran temsîl kiriye û ew gihandiye roja me ya îroyîn. Rêheval Orhan bi dirûşmeya “Bijî Yekîtiya Têkoşîna Karker û Kedkaran” heta nefesa xwe ya dawîn berxwedaniyê bilind kiriye û têkoşîna karker û kedkarên Tirkiyê ronî kiriye û li hember modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê helwesta xwe bi şoreşgerî nîşan daye.
Rêheval Orhan gotinên Denîz Gezmîşê ku rêberê ciwanên şoreşger bû û di dema diçû dika darvekirinê gotibû, “Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd” ji xwe re rêgez qebûl kiriye, bi dirûşmeya xwe ya “Bijî Yekîtiya Têkoşîna Gelên Tirk û Kurd” berxwedaniya xwe tacîdar kiriye û bal kişandiye ser biratiya gelan ku encax bi yekîtiya têkoşînê pêk bê û pêşengiya vê kiriye.
Rêheval Orhan ku lawekî rastîn ê gelê kedkar ê Tirkiyê ye, bi gotinên xwe yî “Ez ê bikevim, lê wê hetanî dawiyê têkoşîna me bidome” baweriya xwe têkoşînê daniye holê. Bawerî û hêviya me ew e ku wê rayagiştî ya demokratîk û şoreşger û hemû ciwanên Tirkiyê li vê mîrateya ku ji Mahîran hatiye girtin xwedî derên.
Em wekî HPG, wekî ku serokatiya me digot; “Ez şopvanek Mahîrana me û ez ji wan im” bi vê hêza ku me ji serokatiya xwe girtiye, rêheval Orhanê ku di şopa Mahîran û Denîzan de meşiyaye silav dikin. Em e hetanî dawîn bi dirûşmeyên rêheval Orhan girêdayî bimînin û soza vê didin. Didin diyarkirin ku em ê vê ala têkoşîna ku rêheval Orhan bilind kiriye, bihejînin.
Bijî Yekîtiya Têkoşîna Karker û Kedkaran!
Bijî Şoreş û Sosyalîzm!
Bijî Yekîtiya Têkoşîna Gelên Kurd û Turk!
Şehîdên şoreşê bêmirinin!
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Kalikê kalikê min hatibû dinê.
Berî ku ez li welatê xwe li stêrkan binêrim, kal û pîrên min hemûyan li stêrkan dinihêrtin.
Kal û pîrên min bûn ên ku yekem car bi nihêrtina stêrkan zanistiyê îcad kirin.
Ew nanê ku her kes dixwe, ew mala ku bûye stare, ew maşîna ku hûn dajon, ew taye, ew hiriya ku veguheziya ben û rîsan, ew teşî, nivîs û jimarên şaristani û hemû evînên destpêkê, pêşiyên min bûn.
Yên ku yekem caran şaristaniyê afirandin û zimanê yekemîn îcad kirin pêşiyên min bûn.
Ji bav û kalan ev welat, welatê me ye.
Me bi dexsokî xwe bernedaye van axan.
Li ser vê axê em qewmê herî resen û otantîk in.
Me bi sarbûna maran jahriyê li ser vê axê nereşandiye û me bi hovî dagir nekiriye.
Em li ser vê axê bi nazenîn û sîtembariya xezalek jiyane.
Fena kulîlkên şilêr ên li Zagrosan em bi xweşikbûna xwe xweser bûn.
Di dest me de şûr û bi qîrînên “ya bîsmîllah ya Allah” me canên ciwan qetl nekir.
Me di dest xwe de bi şûran rûman, ermeniyan, sûryaniyan, ji qewmê xwe û birayên xwe yên olê qetl nekiriye.
Di dest me de şûr û bi qîrînên “ya bîsmîllah ya Allah” me Enatolyayê û Trakyayê dagir nekiriye.
Ji heft bavan me zarokên pênc, heşt û panzdeh salî ji komkujiyan derbas nekir û me ew di dibistanên Endurun de nekir tirk.
Em veneguhezîn ew celadên Yenîçerî û artêşa tirk.
Me di tu demên dîrokê de ne eslê xwe înkar kir û ne jî me netewek înkarok afirand.
Me ne li ser navê îslamê û ne jî li ser navê kurdbûnê ji zarokan mêrkûjan afirandinê, ji xwe re layîq nedît.
Me tu carî rûmeta xwe ya mirovî bin pê nekir.
Û em li nasnameya xwe xwedî derketin û me xwe gihande van rojan.
Em her dem ji qewmê arî ku yekem nirxên azadî û wekheviyê afirandine serî bilind bûn. Me li hember dagirkeriyan, talanan û gelek şeran li ber xwe da.
Ji ber dîroka xwe me tu tişt ku zarokên me jê şerm bikin li pey xwe nehiştiye.
Me tu carî îxanetê li xeyalên xwe yên zaroktiyê nekir û em ê van xeyalan ji zarokên xwe re bibexşînin.
Baş e, ya hûn.
Hûn ên keriyên mêrkujan ên kuliyên beyar û çolan.
Ji bona ku hûn bibin xwedî welatek me xwîna xwe rijande, lê we li hember vê çikir?
We îxanetê li me kir, we bêbextiyan li me kir.
We li ser navê yekbûna çarenûsê, li ser navê dîrokê û li ser navê olê pûtperestiya tirkbûnê afirand.
We me ji qirkirinan derbas kir û we zikê dayîkên me qelişand.
We me avêtin nav agirên bizotî.
We negot ev giyanîwer e an negiyanîwer e, we em hemûyan şewitandin.
Qirş û qal jî di nav de çi yê me hebû, bi qasî ku hêza we têr kir we talan kir û we mêtand.
Baş e, hûn ên ku fena kuliyên beyar û çolan keriyên mêrkuj û dagirkerên Kurdistanê yên dawîn.
Ev deh hezar sal in em li ser axa kal û pîrên xwe jiyan dikin, lê wê demê we çi dikir?
Hûn li ser xwînrijandina me, her çûn çilek bûn.
Her ku hûn çilek bûn, hûn hov bûn.
Eynî mîna ew çilekê hov ê tîmê taybet ê li Colemêrgê hov dibin.
Her ku hûn hov dibin, em mirovî dibin.
Bi qasî wê jî em dibin çiyayî û em çiyayan dikin war.
Her ku em çiyayan di war ji xwe re, em ewqas jî azad dibin.
Her ku em azad dibin jî, pê re jî em xweşik dibin.
Mîna ku helbestvanek digot, “Ê xwedê mezin e, ev çiya qedrê me dizanin”
Lê hê ku min ji bîr nekiriye vê jî bêjim, em jî qedrê çiyayan dizanin.
Piştî ku em gelê van çiyan bin û ev çiyan jî yê me bin, wê demê di derketin û di daketina çiyê de em ê biryara xwe bidine.
Jixwe maye ku em çiyayî ne.
Çiya warên azadiyê ne, ew bajarên ku zindanên hemdem jî warê bêehleq û rizandî yên modernîteya kapîtalîst in.
Ji ber vê yekê ye ku hetanî ku bajêr azad nebin, wê ev sekn û berxwedaniya me ya fena çiyayan berz bidome.
Hetanî ku ew rejîma nîjadperest û pûtperest û mîna kuliyên çilek welatê me neterikînin, em ê li ber xwe bidin û em ê ji çiyayan danekevin.
Ji ber ku çiya û welatê me stareya me ya pîroz in.
Bila ev wisa bê zanîn.
(Ozgur Bîlge)
- Ayrıntılar

Gurê bozê rûreş ji paş ve digihîje te û te dide ber qondaxên tifingan, li te dide, li te dide! Ax em ê çavên xwe çawa rizgar bikin ji vê dîmena li Colemêrgê? Giyana me bû gola xwînê. Li Colemêrgê… Li Colemêrgê şikest her tişt, lewre serê Seyfiyê me şikest. Li Colemêrgê her tişt bû xwîn, lewre ser û çavê Seyfî bû xwîn.
Hewar e hewar! Dil jî çav jî, por jî, dest jî digirîn bi xwînê û tîmê rûreş li me dide, li pêşeroja dilê me li Seyfî dide. Xuya ye ku dixwaze heyf û tola serfiraziya Colemêrgê ya di hilbijartinan de ji Seyfî bistîne. Xuya ye ku dewlet har û dîn bûye, nikare wê serfiraziyê bipejirîne û êrîşê canê wî dike, êrîşê stêrka çavên me dike!
Belê roja 23’ê Nîsanê ango, roja cejna zarokan li Colemêrgê wehşetek hate lidarxistin ku ji Naziyan kêm namîne. Diviyabû cîhan bileriziya, diviyabû cîhan û tevî pergalên wî yên polîtîk û civakî û leşkerî bişikestana! Lewre dilê Seyfî şikest, zarokatiya wî şikest û niha giran birîndar e, ne li ba me ye, em ne li balê ne. Jixwe dema ku me ew xuyang dîtin me hezar car şerm kir ji mirovbûna xwe, ji ‘mezinatiya xwe’, ji hebûn û nebûna xwe! Wek gulek Newroz û Nîsanê ma di nav lepên gurên har de. Ew bilbilê Seydayê Xanî bû, lê kete nav destê wan cinawiran û me nekarî em biçin balê! Ya rastî ev wehşet neçariyê dike wek marek reş û bera tevî hebûna mirov dide, jiyanê dike jehrî! Ango ez ji me jî hêrs dibim lewre ew zarok… Hêviyên delal tik û tenê dimînin û wisa têne ‘şikestin’, têne peçixandin! Ango hesta ‘ji bo ku em nikarin herin hewara wan jî sûcdar in’ xwe li jiyanê dilefîne û ew derbên tîmê gur, herî pir bi vî awayî me diêşînin.
Seyfî niha li nexweşxanê, li Wanê ye. Hêvîdar im ku beriya ev nivîs biqede ew baş bibe, rabe ser piyan û bi çavên xwe yên berbangî li me binêre, dilê me û jiyanê xweş bike.
Hêvîdar im tu rabî, tu baş bî, tu roj bî, tu heyv bî, stêrk bî, tu bihar bî. Hêvîdar im tu bihara bextewariyê bî Seyfî… Divê tu baş bî, divê tu ji wî gurê har ê ku ji paş ve bi bêbextî li te dixist re, bêjî “ez nemirim, ez li vir im, li welatê xwe me, li ser piya me. Ez nemirim, ez bihara bi milyona me, baş, delal û leheng im.”
Niha Kurdistan li benda te ye, li benda başbûna te ye, li benda vebûna çavên te. Niha Kurdistan tu yî, Colemêrg tu yî, Amed tu yî, Ararat tu yî. Qey çi dibe rabe careke din jî veke çavên xwe. Da ku ev dewleta ku bi her tiştî ketiye, êrîşa tolhildanê, careke din jî bibehece û ji derbê serfiraziya me xwe li gorên xwe yên faşîst û deremirovî biqelibîne.
Belê, em hewldan û êrîşên dewletê yên piştî hilbijartinan dibînin û peyamên cuda cuda digirin. Em careke din wateya bindestî û serfiraziyê hebûn û nebûnê, xwebûn û dijminahiyê fam dikin. Em di kesbûna Seyfiyê serbilind de lehengî û biryardariya Colemêrgê û tevî Kurdistanê dibînin û em dizanin ku divê em gurbûna agirê Newrozê ji dil û aqil, jiyan û têkoşîna xwe tu car kêm nekin. Em dibêjin Seyfiyê delal, tu niha dilê Kurdistanê, vîna Kurdistanê yî, bilezîne çavên xwe veke û ji rika kujeriya dewletê ve bikene, bimeşe dilê me geş bike.
Em têne destên te Seyfî, destên te yên bi kevir û Colemêrgî Kurdistanî!
(Mizgîn Ronak)
- Ayrıntılar
Di berxwedaniya Çiyayê Katoyê ya sala 98’an de di topavêtinên dijmin de hevalê Serdar birîndar bibû. Her ku min alîkarî bi hevalê Serdar dikir, kezeba min ji ber wî dişewitî. Ka Serdarê berê, mala min xira be. Xwîneke sor î zelal ji birînên wî diherikî. Xwîn dilop dilop ji birînê diniqutî ser axê. Cilên wî yê zerî zagrosî kunkunî bibûn. Lê baş bû ku birîna wî ne di cihê hesas ê mirinê de bû û çar parçeyên roketê lêketibûn. Min parçeyek ji şûtika xwe jêkir, xwîna wî paqij kir û birîna wî girê da. Min hindekî cihê wî xweş kir, li ser piştê min ew dirêj kir. Min dikir û nedikir kela giriyê min nesekinî. Hêdî hêdî çavên Serdar vedibûn, ez li raserî wî bûm, destê wî di destê min de bû. Piştî ku çavê xwe vekir, yekser çavên wî bi çavên min ê şil ketin û got.
-Hevalê Erdal, ez birîndar bûm. Înşelah tiştek bi te nehatiye.
Min jî bi kelagirî bersivand; “Na, Na tiştek bi min nehatiye. Xema min nexwe. Ka hindekî hêza xwe kom bike ez ê xeber bidime Mazlûm wanan.” Gotina hevalê Serdar tevzek bi bedan min de anî xwarê. Di vî halî xwe yê birîndar de, li halê min dipirsî, ev yek min gelek hestiyar kir.
Hîna em di nava vê kelecanê de bûn, berî ku ez bang li Mazlûm bikim, wî bang li me kir, “Çi bi we hatiye!”
Vê pirskirina Mazlûm ez pir dame hizirandin. Ji aliyekê ve ez kêfxweş kirim. Ji ber ku tiştek bi wan nehatibû. Ji ber ku bi qasî ku kobrayê li cihê me dida, zêdetirîn jî li cihê wan jî dida. Min ji xwe ve digot pêwîst e fermandar wisa be û di eniya şer de li herî pêş be. Rewşa wan jî ya me girantir bû. Lê dîsa jî her ku firsend didît pirsa rewşa me dikir. Çi xweş e ku Mazlûm li rewşa me pirsî. Cihê wî di dilê min de çêdibû. Belê berî niha parastina me kirin û me ji wê eniya tengavbûyî de xelas dikirin û li halê me dipirsî.
Mazlûm erka fermandartiya xwe baş dizanîbû. Bi wêrekiya xwe, wêrekî dida me jî. Çavên wî şîn, rûyê wî sorik, her tim lêvken bû. Di hundirê wî de mêrxasiyek kurdînî dijiya.
Li ser pirsa wî ya, ka çi bû? Min bersivand û min got ku hevalê Serdar di rahnê xwe yê çepê de birîndar bûye. Lê niha kêmekê bi ser xwe ve hatiye. Ka em çibikin, tu çi dibêjî?
- Hevalê Erdal tu ecele neke, hevalê Serdar bigihîn cem girê parastinê, lê zû bikin. Dijmin qederekê pêş de hatiye. Heta ku hûn dikarin lez bikin, xwe bigihînin ciyê parastinê.
Min jî got temam û min berê xwe da Serdar û birînên wî. Min ji xwe re digot ”Çi dibe bila bibe, pêwîst e ez Serdar bi silametî bigihînim hevalan” Lê ez baş dizanim ku ew ê hêsan nebe. Tehtên Katoyê pir asê û nexweş in. Jixwe ji wan tahtan ên sax bi rihetî nikarin bimeşin. Nexasim birîndar hebin, hingê asta zehmetiyê du sê caran zêde dibe. Mesafeya di navbera me û cihê tîma parastinê de, herî kêm du sed gav hebû. Ger ne zêdetir be jî ne kêmtir e. Ger ji vê dûrbûnê di rewşê tenha de çend deqîqe dixwarin. Di rewşa birîndariya heyî de wê hîn zêde dem bixwe. Ev yek jî bi meşa hevalê Serdar ve girêdayî ye. Tişta baş rê berwar bû û ji milekî dinê ve jî kobrayên şer hê nû ji meydana cengê çûne. Ev jî avantejek bû. Heta ku kobra biçin cihê xwe, cebilxaneya xwe dagirin û bizivirin wê qederekê din berbend bikin. Jixwe Mazlûm gotibû, “em ê we biparêzin” Baweriya min jî bi Mazlûm pir zêde bû. Lewre jî bê ku ez zêde xwe mijûl bikim, min ji Serdar re got:
-Hevalê Serdar, te bi xwe bihîst, pêwîst e em zû xwe bigihînin cihê tîma parastinê. Ka rabe em biçin.
Min çenteyê Serdar avête ser çentê xwe yê li pişta xwe û min çeka wî jê xwest. Lê min çikir û nekir Serdar çeka xwe neda min. Çiqasî min israr jî kir, lê neda û got: “Hevalê Erdal barê te zahf giran e. Ez dikarim çeka xwe rakim. Çi bi destê min were ez ê bikim. Jixwe ez dikanim bimeşim. Tenê tu hinedkî alîkariya min bike em ê zû biçin.”
Bi israr min careke din çeka wî xwest û min destê xwe dirêjî çeka wî kir. Lê dîsa neda û vê carê jî got ku; “Hevalê Erdal, mirin carek e. Ger mirov mir, bila bi mêranî be. Ma ji vê rojê xweştir em ê bikaribin rojeke şehadetê bibînin, lewre bila çeka min di destê min de be. Ger ez şehîd ketim jî bila çeka min di destê min de be. Tu dizanî, ji bo leşkerekî çeka wî berî her tiştî tê, berî rihê wî çeka wî tê. Ji ber ku çeka leşker rihê leşker jî diparêze. Tu bi xwedêkî israr neke, em biçin.”
Gava ku Serdar bi vê birîndariya xwe ve ev peyvên tijî hest rijandin, êdî destê min negirt ku ez çekê jê bixwazim û min got; “Temam heval, madem ku tu ewqasî bi israr nadî, temam e. Lê pêwîst e em hindekî bilezînin. Dema me teng e”
Min destekî xwe xiste nav kefa destê Serdar de, di destê min ê dinê jî çeka min a BKC’yê hebû û em bi rê ketin.
Hetanî vê gavê em nêzîkî hevalê Mazlûm wan bûn. Lê niha em paş de diçin û dilê me dimîne li cem wan. Çavên me jî li cihê tîma parastinê ye. Hevala Nûjîn li me temaşe dike û li benda me ye. Dengê teqîna topan, vizeviza fîşekan her ku diçû zêde dibû. Bi taybetî ew mîratên obûsan bêrawestan bi gurmegurm diteqin. Zimînî qet ji guhên me qut nedibû.
Saet dihate dehan, rojê bi rengekî berêvarkî li rûyê me dida. Toza cengê di nava eniya xwêdana eniya min de bûbû herî. Lê hevalê Serdar tevlî xwîna jê diçû, pê re jî xwêdan jî dide. Bêhna barûdê difnê me dişewitandin. Ji dû û tozê te digot qey em di palûkeya komûrê de xebitîne. Carnan jî xwêdana şor xwe berdida nava lêvên me û tamek pir nexweş li ser devê me dihişte.
Her deqîqeyeke derbas dibû, me jî çend gav bi milê hevalên parastinê de davêtin. Di rê de car bi car lingê hevalê Serdar dihilpekî, bi hilpekînê re axîneke dijwar ji kezebê davête der. Bi axîna Serdar re kizînî bi kezeba min jî diçû. Min dizanî ku niha ew çiqasî dêşê. Ger min bi halê xwe yê saxlem ewqas zehmetî dikşand, nexasim ew birîndar bû. Lê ez çibikim kizîniya kezebê êşa dilê min nedibû dermanê birîna kûr. Lewra jî min dixwest ku heta ji min were ez birîndariya Serdar pê bidime jibîrkirin. Carnan jî min digote, tu tişt nabe. Tişta nexweş ava me qet tunebû. Ji bêavî qirika me ziwa bûbû û hîn em dimeşiyan.
Tişta herî baş, Serdar hêjayî navê xwe bû. Her tim çirûskên hêviyê ji çavên wî diçirisîn. Bêyî ku tu giraniyek çêbike dimeşiya. Min baş dizanî ku birîna wî gelek gelek ew dêşîne. Lê qet ne digot ka em bisekinin û rûnên. Weke Rêdar nedikir. Tenê tişta digot, ma gelek maye û li nav çavên min dinêrî. Di bûbikê çavên wî de hêviyeke xweşik hebû. Vê hêviyê di hundirê min de jî hêzek diafirand Min jê pirsî, “Hevalê Serdar ma tu berî niha birîndar bûbûyî”
-Rast e. Ev cara diduyan e ez birîndar dibim. Birîna min a berê ne ya topan bû. Di êrşekê de fîşekeke xedar li çengê min ketibû, wî demê birîna min ewqas giran nîn bû. Min bi rihetî dikarî xwe li ser lingê xwe bigirta. Lê ev mîrata parçe hêçku ketine nav damarê lingê min. Min digirin. Weke derziyê tûj in, dizanim min tu pir westand.
-Na hevalê Serdar wisa nebêje, ger ez vê jî nekim ma ez ê çbikim. Tişt nabe jixwe kêmek ma.
Min nehişt ku Serdar hevoka xwe bidomîne. Ji ber ku min dizanî ku gotina pey were çi ye! Ji ber ku ez berê jî bi rewşeke wisa re rû bi rû mabûm.
Wê bidome...
(Erdal Derîk)
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1 – Di 23’yê avrêlê de artêşa dagirker a tirk bi obûsan li hember qadên Bênavok, Daîla, Şapan, Lelîkan, Ebdilkovî û Geliyê Reş ku girêdayî herêma Xakurkê ya ku bi ser Diyanayê ve ye, bi roj saet ji 14:00’an pê de êrîş li dar xistiye. Ev êrîş hetanî êvara 24’ê avrêlê bênavber berdewam kiriye.
2 – Di 21’ê avrêlê de li gundê Zenkê ku girêdayî navenda Dersîmê ye, di navbera gerîlayên me yên ku di asûna bêçalakbûnê de û leşkerên tirk de pevçûn hatiye jiyandin û di vê pevçûnê hevalê me yê bi navê Şiyar Efrîn (Cuma Şêx) gihîştiye şehadetê.
Agahiyên der barê hevalê şehîd de;
- Ayrıntılar
Li çiyayên azadiyê, ew şevên xemrî ji serdegirtin û çalakiyên gerîla re qewl diyar dikin.
Bêhna kulîlk û giyayan, tevlî bêhna tolgirtinan dibe.
Mîna ku xweza bi van mirad û daxwazên me dizane, xêliyeke keskî li xwe pêçaye û me gerîlayan ji wan çavên hesinî diparêze. Di her berbanga sibeyî de, xweza telek din li xwe dide, her diçe pelên ku bişkuvîne mezin dibin. Ji ber ku her kêlî em gerîla di nav xwezayê de, guherînên di xwezayê de gav bi gav, kêlî bi kêlî dişopînin.
Jixwe tavanên biharî, wê kengî bibe ba, roj an birûsk ne diyar e. Bi gujeguja baranê re û bi şîqeşîqa brûskan re, kuvarkên sîwanî bi fediyokî, xwe di nava hêlizan de nîşan didin û bi bişirînên nîsanî, ji bona berhevkirinê dikin nûzenûz. Jixwe exlewiq û rûnê te hebe, bi sorkirina wan re tahma heyî, bêtarîf e. Baranên bêqewl ku ji nişka ve xwe berdidin ser xêliya keskî, dol û newalan har dikin û avzêmikên nû dibişkuvînin. Di van livbaziyan de her çavên me li keskesorekê ye, lê mixabin îsal keskesor ji me xeyidîne, belkî jî wextê wan nehatiye. Lê, ne xem e. Li gorî heval dibêjin, çend roj berê li asîmanên Amedê keskesor derketiye. Keskesor berî me berê xwe daye paytexta dilan. Ew û bircên qedîm bang li me dikin, da ku em tevlî Roja xwe ya giravan werin û li ser kembera Birca Bizanan govenda azadiyê bigerînin.
Li benda me be!
Lê ji bona bihareke rengîn, pêwîstî bi zivistaneke hêçîn heye. Loma me vê zivistanê hem li bakur hem li başûrê Kurdistanê di warê bîrdozî û partîbûyînê de kêmasiyên xwe temam kirin û ji perwerdehiyek têr tijî derbas bûn. Di van perwerdehiyan de hemû hevalên me hem di warê bîrdozî de hem jî di warê leşkerî de xwe ji pêvajoya nû re amade kirin. Ji ber ên ku herî baş rastiya dijmin hîs dikin û dizanin qewmê çiyê ne, lewre li gorî pîvanên leşkertiyê, rewş çi dibe bila bibe, divê amadebûn hebe.
Bi van hestan ez dixwazim li ser çiya û çek bisekinim. Du peyvên bi kurdî û ew qasî şîrîn. Di jiyana me de çiya û çeka me hêmanên herî pîroz in. Çiya û çek war û navgînên seridandina hêviyan e. Ev rastiya çiya ji bona kurdan ku di dîrokê de jî wekî qewmê çiyayî hatine binavkirin, zêdetir sotîner e.
Ji ber vê yekê wekî ku tevgera şerê taybet a sazûmana Tirkiyê bi nûçeyên derewîn hewl dide gumanan der barê me de biafrînin, berevajî vê lêhûrbûnên me bi tevahî li ser bilindkirina têkoşînê û layîqbûna serokatî, şehîd û gel e. Wê ev erka me çawa ku di gerdûnê de her nebat û giyanewerek xwedî parastinekê ye, ew ê li çar parçeyên Kurdistanê jî parastina cewherî ya gel a gerîla bidome.
Ji ber vê yekê nîqaşên mîna çekberdan û efû, gotinên valane û xwexapandina dijmin e. Yanî zikê gelê me ji van gotinan têr e. Gotineke pêşiyan heye wiha ye; “Ma qey morîka dayîka me winda bûye” Welleh tu morîkên me li van çiyayan winda nebûne ku em derketina van çiyayan. Bila ew dijminê har û kesên mîna Talabanî baş bizanibin ku, ne em dev ji çeka xwe berdidin, -kî çeka me namûs me ye û me li ser sond xwariye- ne jî em ji kesî bendewarê efûkirinê ne. Ku efûkirinek hebe jî, yên ku efû bikin jî em bixwe ne. Loma divê destpêkê artêşa dagirker a tirk xwe ji Kurdistana Bakur bikşîne û ji me efûya xwe bixwaze. Dîsa ew kurdên ku bi zorê bi dilxwazî cahşîtiya dijmin dikin, divê ji me efûkirinê bixwazin.
Em ji vê û têkoşîna xwe û bi PKK’yîbûna xwe serbilind û şanaz in.
Loma di vê demê de pêwîst e ku her welatparêzek, sempatîzanek, xebatkarek li gund û bajaran biqîrin, em ji PKK’iyîbûna xwe serbilind in. Dîsa pêwîst e ciwan jî ji bona tol û heyfê ji ew polîsên destê Cûneytan şikandine û ji yên ku Mûstafayan û Mazlûman qetl kirine hesap bipirsin, ciyê xwe di nava refên HPG’ê de bigirin.
Me çaydankê reş daniye ser agir, em li benda we ne.
Aram Masîs
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1- Di 18’ê sibata 2009’an de gerîlayekî me yê bi navê Serhat Amed (Ercan Şengul) ku bi armanca tedawiyê li gundê Tilo ku girêdayî Sasonê ye dima, di encama operasyoneke dijmin de dîl ketiye.
2- Di 22’yê avrêlê de artêşa dagirker a tirk gundên Şeşdara û Qesrokê ku girêdayî qada Heftanînê ne bi roj saet di navbera 16:00-18:00’an de êrîşke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
Agahiyên der barê hevalê me yê dîlketî de;
SERHAT AMED
ERCAN ŞENGUL
1980 / FARQÎN – AMED
FATMA M.
NURÎ
1996-SASON
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Piştî hilbijartinên herêmî hatibûn nirxandin, hin tespît hatibûn kirin. Di tespîtên hatibûn kirin de, hatibû destnîşankirin ku heger encamên hilbijartinê yên bi serkeftina DTP’ê bi dawî bibin rast werin xwendin; dê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derfetê biafirîne, lê heger ev yek bi pêş nekeve dê şerê taybet-qirêj bê berfirehtirkirin.
Pêşketinên yekser ên piştî hilbijartinên heremê, nîşaneyên ka kîjan ji van taybetmendiyan wê derkeve pêş raxistin ber çavan. Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd ku encamên hilbijartina herêmî nirxandin nêzîkbûna ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd parastin. Di vê çerçoveyê de jî biryara bêçalakîbûnê ya beriya hilbijartinê hatibû dayîn heta 1’ê hezîranê dirêj kir û mîna ‘rewşa şernekirinê’ bi nav kir.
Li hemberî vê yekê tiştê di daxuyaniyên rayedarên tirk de derkete pêş ew bû ku wê şerê taybet-qirêj berfirehtir bibe. Di daxuyaniyhen R. T. Erdogan, Cemîl Çîçek û Îlker Babûg de ev yek bi zelalî dihate dîtin. Piştî van daxuyaniyên rayedarên dewletê operasyon û binçavkirin dan destpêkirin.
Bêgûman a derketiye holê ne encameke wisa bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwest. Tu kes an derdor nikarin ji vê rewşê hêzên azadiya kurd berpirsyar bigirin. Berpirsê rewşa heyî, ew ên ku operasyonan li dar dixin û binçavkirinan pêk tînin. Kî van operasyon û binçavkirinan pêk tîne? Dema ev rastî li ber çavan bê girtin dê bersiva vê pirsê jî zelal bibe.
Operasyon li çolterê li hemberî gerîlayan tên li dar xistin. Ên van operasyonan dimeşînin yekser di bin berpirsiyariya artêş û serfermandariyê de ne. Binçavkirinên li bajaran jî bi fermana dozgeran ji aliyê polîsan ve tên meşandin. Dozger û polîs di bin kontrola Wezareta Karê Hûndir û hikûmetê de û bi fermana wan tevdigerin. Di vir de rastiya derdikeve holê ew e ku; artêş û hikûmet li dijî hêzên azadiya kurd di çerçoveya planeke hevbeş de hereket dikin û ketine nav êrîşeke berfireh. Ji ber vê yekê jî nikare were gotin artêş û hikûmet ji hev cuda ne, an jî di nava nêzîkahiyên ku hevdû bê bandor bikin de ne.
Vekirî ye ka nêzîkbûna artêş û hikûmetê tê çi wateyê. Ev tê wateya ku di çerçoveya konseptekê de ketine nava tevgerê. Di vir de tiştê ku derdikeve holê ew e ku li dijî helwesta hêzên azadiya kurd a ji bo aştiyê, dewleta tirk xwedî nêzîkahiyeke ku şer berfirehtir bike ye.
Ev demek e di qada navneteweyî, herêmî û siyaseta hûndirîn de guftûgoyên ka PKK çawa dikare were tasfiyekirin lidar in. Hin plansaziyên ji bo vê yekê hatine kirin hene. Ev plan di serî de DYA bi agahdarî, erêkirin heta beşdarbûna hemû hêzên navneteweyî tê amadekirin. Plansaziya ku mîna ‘Plana Barkey’ tê binavkirin û ji Serokatiya DYA’yê re hatiye pêşkêşkirin jî yek ji van hewldanan e. Tê fêmkirin ku li Tirkiyeyê jî piştî hilbijartinên herêm hin plana li dijî hêzên azadiya kurd hatine meşandin û ew jî parçeyekî konsepta giştî ne. Ji xwe di heman çerçoveyê de li Tirkiyeyê guftûgo tên meşandin û dixwazin raya giştî ji bo vê yekê amade bikin.
Cewherê Plana Barkey tasfiyekirina PKK’ê ye. Hêzên navneteweyî û herêmî jî di nava vê planê de cih digirin û rola aktoriya bingehîn dane Tirkiyeyê. Bi van hêzan tê xwestin tasfiyekirina PKK’ê bibin serî. Li gorî vê yekê; di qada siyasî de Tirkiye dê biryaran bigire û planên taybet ên der barê PKK’ê de jî dê mora wê li van biryaran bixe. Di bicîhanîna vê planê de ji hev cudakirin / veqetandina PKK’ê; yên bi xeter, yên kêm xeter, yên dikarin bikişînin nava sîstemê û hwd. Cudakirin û veqetandina ji hev a van hêzan esasê planê ye.
Rayedarên dewleta tirk pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinê ne di çerçoveya afirandina hawîra aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd, berovajî vê yekê amadekariyên li gorî Plana Barkey tercîh kirine. Pêkanîna vê yekê mîna hedef daye ber xwe. Operasyon û binçavkirin jî ji bo vê yekê pêk hatin.
Divê ev rastî bê û durist bê xwendin. Heger ev yek rast neyê xwendin, bendawariyên cuda derkevin pêş; wê derfetê bide ku ên di şerê taybet-qirêj de israr dikin cesaretê bigirin û wisa tevbigerin.
Di demên borî de jî em bûbûn şahidê nêzîkahiyên bi heman rengî. PKK’ê gelek caran agirbesta yekalî îlan kir û pêvajoyên bêçalakîbûnê pêk anîn. Lê belê ev nêzîkbûnên PKK’ê ji aliyê dewletê ve mîna lawazî û zaafiyetê hatin nirxandin û xwestin ji bo berfirehtirkirina şer mîna derfetê bi kar bîne. Niha jî rayedarên dewleta tirk ketina nava heman şêwaz û nêzîkatiyê.
Agirbestên yekalî û pêvajoyên bêçalakîbûnê yên PKK’ê îlan dike ne ji qelsiyê ne, berevajî wê ji encamên hêzdarî û xwebariyê ne. PKK’ê di sala 1993’an de dema ji aliyê tevgera gerîla û gel de pêngavêke mezin hatibû avêtin agirbesta yekalî îlan kir. Wê demê rayedarên Artêşa Tirk di nirxandinên kiribûn de mikûr hatibûn ku wan ‘bajarên kurdan winda kirine”. Tevî vê rastiyê jî, PKK’ê di dema herî bihêz de; agirbest îlan kir û derfet da aştî û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd. Niha jî ji bo PKK’ê pêvajoyeke bi heman rengî mijara gotinê ye. Di pêvajoya ku di Parastina Rewa de serkeftinên mezin bi dest xistine, serhildan bilind dibin û îradeya gel a demokratîk derketiye holê de PKK’ê pêvajoya ‘şernekirinê’ îlan kir û bû xwediyê gaveke nû ya ji bo aştî û çaseriya demokratîk a pirsgirêka kurd.
Divê ev yek rast bê dîtin û mîna lewaziyekê neyê dîtin. Heke wisa şaşfêmkirin bidome dê encamên ku neyên telafîkirin rûbidin. Rayedarên devleta tirk difikirin ku hêzên navneteweyî, herêmî û paşverû bide pişt xwe û bi wan encamê bi dest bixe. Lê bi tenê xwe dixapîne. Ka çawa di demên borî de kete nava şaşiyên bi vî rengî û winda kir, di pêvajoya em tê de jî ne mimkûn e ku encameke cuda bi dest bixe. Di rewşeke israrkirina di plana tasfiyekirina hêzên azadiya kurd e, dê encameke ji yên berê cudatir dernekeve holê. Bi awayekî xwezayî di vir de ya winda bike dê dewleta tirk a piştî hilbijartinên herêmî tercîha xwe ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê de bi kar neaniye be. Ya winda dike dê dewlet bi xwe be.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
1 – Di 20’ê avrêlê de êvarî saet di di navbera 17:00 -18:00’an de artêşa dagirker a tirk hawan û obûsan avêtiye herêma Nîrveh û gundê Guntê Tê ku girêdayî bajarokê Şêladiza Duhokê ne. Dîsa heman şevê êvarî saet di navbera 22:00-23:00’an de balafirên şer ên artêşa dagirker ên tirk herêmê bombebarîn kirine.
2 – Di 13’ê avrêlê de operasyona ku ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qada Şehîd Brûsk ku girêdayî Eyaleta Amedê ye hatibû destpêkirin hê jî didome. Wekî din leşkerên artêşa tirk li ser riyên gundên ku li herêmê ne, noqteyên kontrolê danîne û dest didin qutê eydî gundiyan. Di 20’ê avrêlê de jî artêşa tirk di danê êvarî de li heman qadê obûs û hawanan avêtine gundê Prêjmanê.
3 – Operasyona artêşa dagirker a tirk ku di 17’ê avrêlê de li hember hêzên gerîlayên me yên ku di asûna parastinê de ne ku dabû destpêkirin hê jî didome.
21 Avrêl 2009
- Ayrıntılar