Ji gelê me û rayagiştî re!
Em di 60’emîn salvegera Roja Vejînê ya Rêber Apo de, ku her kêliya jiyana me watedar kiriye û bi hebûna xwe bûye çavkana moralî, bi rêzdarî silav dikin û em soz didin ku di ronahiya keda pîroz ku bo me daye, em ê têkoşînê bilind bikin û bibin xwedî kedeke herî mezin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re;
Di 2'yê avrêlê de saet di navbera 19:00 – 21:00'an de eydî artêşa dagirker a tirk du firokeyên kobra êrîş birine ser qadên Ava Hecîbeg, Tengava Katûnê û Girê Ronahî ku girêdayî bajarê Diyanayê ne.
- Ayrıntılar
Di 1’ê avrêlê de saet di navbera 12:00 – 15:00’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember qadên derdora Sêgoşeya Helenka û Hecîbeg û gundên Sîlwan, Xerez û Keklîkê ku girêdayî herêma Xakurkê ku bi ser Qadên Parastina Medyayê ne, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Yên ku pêşeroja azadiya gelan diyar dikin, rêber û lehengên wî gelî ne. Gelê ku lehengên destanên wisa derdixînin nîn bin, wê ew gel ji qada dîrokê winda bibe. Ji ber ku gel, bi lehengên xwe ji nû ve vedijin û xwe digihînin rizgariyê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di sê mehên destpêkê yên sala 2009’an de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve li hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê gelek êrîş û operasyon hatine lidarxistin.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ez jî dibêjim ku, ku hûn azad bibin, wê piştre kar û xwarin were. Azadiya siyasî girîng e. Civakeke ku azadî û têgihîştina wê ya siyasî nîn be, ew civak kole ye. Ger ku têgihîştina we ya siyasî û ehlaqî nîn be, nexwe hûn di rewşa koleyan de ne. Azadî û têgihîştina we ya siyasî û ehlaqî nîn be, hûn ê çawa bikaribin civaka xwe, malbata xwe, keça xwe biparêzin? Feraseta namûsê, bi awayê feraseteke berevajî li ser zayendîbûna jinê saz bûye. Feraseta min a namûsê tê zanîn. Ji bona rizgariyê divê civak, civakeke ehlaqî û polîtîk be. Civakeke ku têgihîştina wê ya siyasî, ehlaqî, kevneşopî, irfî nîn be, wê nikaribe di civakê de xwe, civaka xwe, malbata xwe û keça xwe biparêze. Ku vanan nîn bin ew civak qediyaye. Min di parêznameyên xwe de bi awayekî berfireh vanan daxuyand. Ma parêznameyên min hatin weşandin? Divê bê weşandin û her kes bixwîne.
Ji bona konferansê jî vanan diyar dikim: Ya bi Filîstinê re têkildar ma ne wisa ye? Rast e, eynî wisa ye, destpêkê pêvajoya Madrîd piştê wê ya Oslo destpêkir. Dişibe wê pêvajoyê. Ji bona konferansê niha vê bêjim. Ehmed Turk dikare ewk bike. Wê li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk bi awayekî awarte , bi awayekî piştî hilbijartinê bi lezgînî li hev bicive. Li wir der barê konferansê de rêgez bêne diyar kirin, nîqaş bikin, dikarin di seroktiya Ehmed Turk de bi heyetek herin konferansê. Min berê ji bona konferansê şertê pênc rêgezî anîbû ziman. Vanan wê di konferansê de bêne nîqaşkirin. Ne pêwîst e ku vanan dubare bikim. Min pêşniyara pênc rêgez û sê pratîkî kiribû. Wekî pratîkî vanan pêşniyar dikim.
Di vê konferansê de;
1- KNK xwe birêxistin bike. Wisa ne mîna dewleta li başûr, wê bi awayekî sivîl û serbixwe xebatên xwe birêve bibin. Di nava KNK’ê de wê nûnerê her parçeyê hebe. Bi vî awayî temsîliyeta her parçeyî bi dest bixe. KNK, dibe ku bi tarza FKO be. Di nav de PDK jî dibe, YNK jî dibe.
2- Dikarin di konferansê de Lijneyeke Birêvebirinê ya ku peywira îcrayê bike pêk bînin. Ev Lijneya Birêvebirinê, erka dîplomatîk jî di nav de wê peywiran îcra bike. Wê ev lijne(kurul) xebatên dîplomatîk ên vekirî birêve bibe. Hema wisa mîna ku Barzanî bi çil dewletî re veşartî hevdîtinan dike nabe. Ji wan re jî vê dibêjim: Ev wisa nabe. Ku tu veşartî bi 40 dewletî re hevdîtin bikî, wê demê tu yê bibî ajan.
3- Li başûr pêşmergeyên ku yekîneyên kurd in hene. Hêzên çekdar ên PKK’ê jî, bi pêşmergeyan re veguhezînin hêzên netewî yên kurdan. Dikarin veguhezînin hêzên parastina gel ku parastin û ewlekariya hemû kurdan ji qirkirinan û tiştên dikin. Wê peywira parastina kurdên çar parçeyan bigirin ser xwe.
4- Di vê konferansê de wekî pêşniyareke pratîk, Komîsyona Lêkolînkirina Edalet û Rastiyan saz bikin. Encax ev komîsyona edaletê, ne tenê ji bona Tirkiyê, wê ji bona her çar parçeyan jî saz bibe û heqîqetan lêkolîn bike. Wê rewşa li Îranê lêkolîn bike, wê rewşa li Sûriyê lêkolîn bike, wê li Iraqê lêkolîn bike, rewşa li Tirkiyê bi dest bigire.
Ji bona konferansê pêşniyara şertê pênc rêgezî û çar pêşniyarên pratîk raber dikim. Wê vanan di konferansê de bê nîqaşkirin.
Ji şertê pênc rêgezî yekemîn, rêgezên civakî û aborî wekî şertek rêgezî bê qebûlkirin. Wê di çarçoveya vî rêgezî de, destpêkê kurd di nav xwe de têkiliyên aborî û civakî pêk bê û vê yekê di asta dewletan de bikin.
Duyemîn, rêgeza çandî. Li ser navê çanda kurdan çi hebe, wê vanan bixe bin ewlehiyê. Wê azadiya çandê pêk bê.
Sêyemîn, rêgeza yekîtiyê. Ev tê wateya ku kurd di nav xwe de yekîtî û têkiliyan bi pêş bixin. Wê hemû kurd bi hev re têkilî deynin û bi hev re tevbigerin.
Rêgeza çaremîn, rêgeza demokratîkbûnê. Ev tê wateya ku kurd bi gelên din re bi hev re jiyan bikin. Min ev berê wekî konfederalîzma demokratîk bi nav kiribû.
Pêncemîn, rêgeza parastina rewa ya gel. Her gel hêzeka wê ya parastina rewa heye. Ev, ji bona hebûna wî gelî pêwîstiyek e.
Ev konferans, niha dibêjim, bila bibe konferanseke neşerkirinê. Bêçekbûn mijareke cuda ye. Ev, wê cuda bê nîqaşkirin. Çek nayê dayîn. Her gelek xwedî hêzelek parastina cewherî ye. Ku konferans veguheze bêçekbûnê, ez dibêjim beşdar nebin. Divê destpêkê zirûfa neşerkirinê pêk bê. Divê temaya bingehîn ev be. Konferans encax dikare vê bike. Ku bikaribe vê bike, wê ji bona pêvoyên din rêgez bêne diyarkirin.
Navê konferansê jî Konferansa Lihevhatina Demokratîk û Aştiyane dibe. Wê DTP beşdarî vê konferansê bibe. Wê Kongreya Civaka Demokratîk bi lezginî li Amedê kongreya xwe çêbike. Hejmara beşdarvanan wê bê firehkirin, her kesî beşdarî konferansê bikin, ji bona kongreyê bi awayekî berfireh li hev bicivin. Navê konferansa ku li Amedê bê kirin jî pêşniyar dikim ku bila Konferansa Lihevhatina Demokratîk û Aştiyane be. Wê di vê kongreyê de rêgez bê nîqaşkirin, bêne diyarkirin û bi awayekî amade bi lijneyek beşdarî konferansê bibin. Wê Ehmed Turk û lijne here bi Barzanî û Talabanî re hevdîtin bike. Divê di lijneyê de jin jî hebin. Her hal ji karên derve Sabahat berpirse. Bila ew jî beşdar bibe. Jê re silavên min ragihînin. Dikarin bangî nûnerên Emerîka û Ewropa jî bikin. Ji bona min nabe pirsgirêk. Dikarin bi vî navî li Ewropa jî konferans bikin. Ji bona konferansê dikarin nêrînên min ragihînin Barzanî û Talabanî. Ev dibe bi nameyê be jî.
Ez li vir im ne dijberê tu kesî me. Dikarin bi her kesî re hevdîtin bikin. Ku bikaribin bi Emerîka û Ewropa re lihevbikin dikarin li hev bikin. Herî zêde aştiyê em dixwazin. Encax der barê konferansê de vê dibêjim; ku beşdar bibin wê beşdarêi encamên wê jî bibin. Ku beşdar nebin jî wê beşdarî encamên wê nebin. Ya ku ez bêjim ev e; rêgezên min hene, xeta min heye, fikrên min hene. Ez kesek xwedî xet im. Her tiştî jî di vê çarçoveyê de dinirxînim. Divê ev rast bê teyisandin.
Dibe ku ev konferans bibe Lozana kurdan. Çawa ku bi Lozanê komar ava bû, wê bi vê, yanî bi Lozana kurdan jî Komara Demokratîk ava bibe. Komara Demokratîk, jixwe lihevhatina demokratîk e. Wê lihevhatina herdu gelan, bi xwe re demokrasiyê bîne. Avabûna komarê çiqas girîng be, demokratîkbûyîna komarê jî bi qasî sazbûna komarê girîng û bi wate ye.
*Beşek ji hevdîtina 14’ê adara 2009’an ya Serokatiya Partiyê
- Ayrıntılar
Wê encamên hilbijartinan demeke dirêj bê nîqaşkirin. Ji ber ku ev saleke di serî de hêzên emperyalîst Emerîka, Îngîltere û Îsraîl, hêzên başûr ên kurd Barzanî û Talabanî her çiqas piştî serkeftina kurdên bakur gotinên xwe guhertin, çi ji destê wan hat kirin. AKP ne wekî partiyeke asayî kete hilbijartinê, ew bi hemû van destekan li Kurdistanê kete hilbijartinê. Lewre hêzên demokratîk ên kurd mirov dikare bêje, li hember NATO’yê ketin hilbijartinê. Ji ber vê yekê bi dest xistina 98 şaredarî, hêlên kêm hebin jî encameke serkeftî ye.
Milê herî girîng a hilbijartinê jî ev bû, konsepta tunekeririnê şikand. Li gorî hesabên Emerîka, hêzên başûr û dewleta tirk, wê AKP li Kurdistanê li ser biketana, piştre wê AKP bigotana ez nûnerê kurda me û di dawiyê de jî bi “Konferanseke Netewî ya Kurd” jî bang li PKK’ê bihatana kirin da ku dev ji çekan berde. Pê re jî lîstikên qirêj û mirina deh hezaran ciwanî... Lê niha ev şikest. Niha Barzanî dibêje ku, ez ji nûçeyan pê hisiyam; Talabanî dibêje, min filan gotinê negotiye. Ya misoger ev e ku hesabê hemû van hêzan ser û bin bû.
Milekî din vê hilbijartinê, hem daxwaza gel hem jî daxwaza namzetên DTP’ê bi awayekî aşkere, azadiya Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê, careke din gelê me destnîşan kir ku Rêber Apo vîna wan a azad e û hemû ray ji Îmraliyê re hatin dayîn.
Li warên azadiyê jî, gerîlayan jî li gorî derfetan hilbijartinê şopand. Li Botan, Amed, Serhed, Mêrdîn, Qendîl, Zap û li hemû deverên ku gerîla lê ne, coşa gelê me çiyayên Kurdistanê bi rihê Newrozê xemilandin. A rast mirov bibêje di nava gerîlayan de şahî û hêr di nav hev de bû. Coşa herî mezin jî, bidestxistina bajarê Wan û Sêrtê bû. Dîsa dewlet riyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û li bajarên mîna Mêrdîn, Çewlik, Qers, Mûş û Agirî serî li bêzagonî û hîleyan da. Lê encam çi dibe bila bibe, li van çardeh bajarên Kurdistanê, gelê me bi rayên xwe nexşeya Kurdistanê nîgar kirin.
Di serî de em dayîk, kal, ciwan, jin û hemû welatparêzên li Amed, Sêrt, Wan, Şirnex, Colemêrg, Dersîm, Ixdir, Batman û dîsa gelê me yê leheng ên li Mêrdîn, Çewlik, Qers, Mûş û Agirî ji çiyayên azadiyê, bi germahiya dilê gerîla, li ser navê hemû gerîlayên HPG’ê pîroz dikin. Dîsa gelê me yên ku li metrepolên tirkan jiyan dikin, di serî de Stenbol û Mersînê silav dikin û bi hêviya ji her demê bêtir xebatkirin û rêxistinbûnê dixwazin.
Ray rûmet e û li çend bajarên Kurdistanê dijmin hewl da vê rûmetê bin pê bike. Lewre gelê me yê Agirî divê van hîleyan qebûl neke û bi piştgiriya hemû bajarên Kurdistanê berteka xwe bi hişkî nîşan bide. Heman tişt ji bona Mêrdîn, Tekman Erziromê, Bîtlîsê jî derbas dibe. Dîsa li Xelfetiyê her çiqas dijmin li aşkere aşkere şaredariyê ji destê DTP’ê derxist jî, di dilê me de Xelfetî bi ser ket û hemû dengên ku hatin dayîn gihîştin ciyê xwe. A rast li hember vê, divê li hemû Kurdistanê bertek bihatana nîşandan. Lê bila baş bê zanîn ku, ew şaredarên ku bi hîle, bi dek û dolaban û bi zora leşker û polîsan şaredariyan bi dest xistine, wê bêhesap nemînin. Li ser xwîna vî gelî li qoltixan rûniştin wê wisa hêsan nîn be.
Di vê hilbijartinê de digel ku dewlet bi hemû sazî, partî û artêşa xwe, bi hêzên demokratîk re, bi awayekî newekhev kete hilbijartinê, gelê me yê leheng vîna xwe nîşan da û li hember hemû dinyayê nîşan da ku, ew wisa rûmeta xwe nafiroşe. Gelê me di asta herî jor de bersiv da dewleta dagirker û qet tenezûlî hewldanên dewletê yên rûmetşikestinê nekir.
Dîsa bidestxistina Dihê(Eruh) ku ji bona têkoşîna me mîladek bû û warê lêdana guleya yekemîn li mejiyê sîstema faşîst e, di hefteya lehengiyê de, ji bona me pîroz bû û gelê Dihê girêdana xwe ya bi şehîdan re, girêdana xwe ya bi fermandarê nemir Egîd re nîşan da.
Encama hilbijartinan vê derxist holê ku, li ciyên ku baş xebat hatine kirin, encam hatiye bi dest xistin. Lewre, ji her demê bêtir xebat!
Di pêşerojê de, ji îro de divê em xebatên xwe gûrtir bikin. Ji ber ku bidestxistina rêveberiyên herêmî milek têkoşînê yê girîng e. Têkoşîna me lêgerîna jiyana azad e. Têkoşîna me afirandina welatekî azad e. Têkoşîna me bi azadiya Rêber Apo re, azadiya her çar parçeyê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, divê em ji her demê bêtir bixebitin. Ji bona ku Konfederelîzma Demokratîk li Kurdistanê saz bikin û ji bona civakeke ehlaqî û polîtîk saz bikin, wê şaredarî bibin pireyek.
- Ayrıntılar
Ji gelê me yê welatparêz û rayagiştî ya demokratîk re!
Di demeke ku êrîşên ji bona têkbirina tevgera me zêde bûne de, em di şexsê fermandarê me rêheval Egîd de ku bûye navê mêrxasî û lehengiyê, bi minetdarî û bi rêzdarî bibîrtînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 26’ê adarê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve lihember qadên Kirêhelacê, Zikdiryayê û Sîlekûsa ku girêdayî bajarê Agirî ne operasyonek hatiye destpêkirin.
- Ayrıntılar
