Bi pêşketin Îslamiyetê û gihîştina wê ya Kurdistanê, ji bo civaka Gelê kurd bû destpêka serdemeke nû. Heta Îslamiyetê bîrdoziya netewî ya Kurdan Zerduştiye. Di serdemên Îslamiyet derdikeve û dest bi pêşketinê dike, li Kurdistanê ji ber şerên du artêşan, ango ji ber şerên di navbera Împaratoriyên Sasanî û Romayan de rewşa wê pir perîşan e. Îslamiyetê piştî serkeftina xwe li nîv-girava Erabistanê îlan kir, bi hêza serdestiya şûr û baweriyê daye, dest bi tevgerên dagirkirinê (feth) dike. Riya berê bakur jî, ji Kurdistanê derbas dibe û di salên 640'an de artêşên Îslamê xwe dispêre deriyên Kurdistanê. Kurd di destpêkê de li berxwe bidin jî, ji ber westandin û rizandina bi sedsalan di nav nalên hespên du artêşan de mane, Îslamiyet adeta weke hêmaneke hevsengiyê tê pejirandin. Ji bo Kurdan ji bo dagirkeriya împaratoriyên Sasanî û Romayiyan a li ser Kurdistanê bişkînin, artêşên Îslamiyetê weke hêzeke siyemîn derketiye holê. Ji ber vê jî di serî de li dijî artêşên Îslamê liberxwe bidin jî, ji ber weke deriyeke rizgariyê dibînin, piraniya xwe di demeke kurt de Îslamiyet pejirandin e.
Li Kurdistanê pejirandina Îslamiyetê neqebeke girîng a dîrokiye. Piştî vê Kurd ji bîrdoziya xwe ya netewî ji Zerduştiyê dûr ketine. Di vê serdemê de beşek Kurdan yekser Îslamiyetê napejirîne. Yêziditî mînaka vê ya herî zêde tê zanîn e. Yêzidîti di nava demê de pir guherîbe-veguherîbe jî tevî ku ji îslamiyetê bandor bibe jî di cewherê xwe de berdewamiya Zerduştiyê ye.
Îslamiyet piştî vê pêvajoyê, di nav civaka Kurd de nemaze ji aliyê civakî, çandî, zimanî, wêjeyî, bawerî û ji her aliyê jiyanî ve dînamîkên jiyana civakî pêk tîne, di diyarkirina berê wan de bû hêmana bingehîn. Bi pêşketina çanda îslamiyetê, nasnameya bîrdozî ya Kurdan û di heman demê de baweriya olî ku çanda Zerduştî bû hebûna xwe berdewam bike jî her diçe bêbandor dibe.
Çanda biyanî ya çanda afirîneriya cewherî înkar dike, bi bişaftinên zordest çaviyên hişê civakî yên Kurd xetimandiye, ev destpêkirina serdemeke nû îfade dike. Di vê wateyê de berê pêşketina civakî mirov weke beriya û piştî îslamiyetê bike du serdem wê rasttir be.
Îslamiyetê di şêweyê civaka Kurdistanê de guhertinên girîng avakiriye. Guhertina bingehîn jî li ser çîn a serdest a Kurd pêk aniye. Di pergala eşîrî ya Kurdan de êdî li gel weke serokeşîrî û serokê federasyonê tebeqeya mîrîtî, şêxitiyê jî ava bûye. Êdî li gel mîr ê pêşeng û rûspiyê civakê, saziya şêx û seyid jî cihê xwe di nav pergala civakî de girtiye. Yek ji wan bûye serokê siyasî, yê din jî rola serokatiya manewî lîstiye. Vê yekê gelek caran di rênîşandan civakê de ji mîr û serokeşîr zêdetir saziya şêx û seyidiyê di nava civakê de roleke diyarker dilîze. Di rastiya xwe de Şêxitî saziyeke weke ji aliyê bîrdozî bi derve ve bê girêdan hatiye avakirin.
Herçi Emewî, herçi jî di serdemên Ebbasiyan de di bin navê ol de weke mekanîzmaya sazûmankirina serdestiya xwe ya siyasî, pêşxistinên saziyên bi vî rengî mijara gotinê ye. Ev derdorên mirov dikare bêje cureyeke sîxurên bîrdozî ne, di pêşxistina erebbûyin a di nav civakê de roleke maket a civakî lîstine. Ji aliyê civakî jî, ji bo Kurdên ji bîrdoziya netewî qut bûne, bi riya ol pêvajoya mayindekirina girêdana bîrdozî ya bi hêzên derve hate pêşxistin. Lê di nav gelên derveyî ereban ên îslam pejirandin e, pêşketinên cûda qewimîne. Ev pêşketin di nav Kurdan de nebûye. Weke mînak di nav Farsan de şîroveya Şîa ya îslamê bûye bîrdoziyeke netewî, hêzbûna civakî pêşketiye, jê şûn ve ji karakterê dagirker ên Osmaniyên pişt re Îslamiyet pejirandine jî sûdê werdigrin û dibin Împaratorî. Helbet fikreke me ya "Kurdan jî çima wusa nekiriye" nîne. Lê îslamiyet di serdema xwe de xwedî karaktereke şoreşgerî ye, di civakan de rê li ber pêşketinên cûda vekiriye, lê di nav civaka Kurd de pêşketineke bi vî rengî naqewime, ev encameke girîng e. Berowajî vê ji aliyê civakî ve taybetmendiyê xwe yê netewî wenda dike, bi hev dicive, teng dibe û adeta heta hetayê naçare bibe yedekê kesên din. Di nav bîrdoziyeke bi vî rengî de diçike.
Ev çavkaniya xwe ji karaktera noker û bi derve re girêdana tebeqeya civakî ya oldarên Kurd û helwesta çîna serdest a Kurd digre. Ger ne wusa be, li gor şert û mercên Kurdistanê bi şîrovekirin a olê dikarîbû xweseriya pêş bixe û Îslamiyet di heman demê de dikarîbû weke hêza pêşxistina civakî were nîrxandin. Şûraya oldarên Îslamî yên Kurd ê nekarin vê bikin, di wateya rastîn de îxanet jiyan kirine û xwestine vê bikin malê civakê.
Elewitîya li hin herêmên Bakurê Kurdistanê pêşketiye û mezhebên şîa û El-Haq ên li hin herêmên Rojhilatê Kurdistanê pêşketiye di nava hin lêgerînan de bin û li berxwebidin jî, ber bi bîrdoziyeke netewî veneguherîne. Zerduştiya bi rengê Yêziditiyê ku teslîmê îslamiyetê nebûye û di xwe de israr kiriye, her çûye kêm bûye û di nav civakê de rastî zext û tecrîdê hatiye. Bi vî awayî hebûna baweriyê li Kurdistanê bûye yek ji şêweyê herî bingehîn ên sekna bi perçe, bi vê ve girêdayî ji bîrdoziya civakî zêdetir hemû civakê li ser xetekê birêve biriye.
Eşekere tê dîtin ku civaka Kurd ji xwezaya xwe û taybetmendiyê civaka xwezayî, ji rastiya xwe ya çandî dûr ketiye, bi qasî di bin bandora çanda serdema feodal de mane û çînîbûna feodal jiyan kirine ji jiyana azad dûr ketine. Hişmendiya feodal, dijberê civaka xwezayî û azadiyê eşîrê pêşketiye, di xeribketina hişmendî de roleke girîng lîstiye. Li dijî vê rewşê wêjevanên mîna Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanê serî hildabin jî, ji ber nokerî di asta sazûmaniyê de ketibû bi kontrola çanda dewletên biyanî, nekarîne di guhertina encamê de bi bandor bin.
Çînên serdest ên Kud her diçe ji feraseta netewî dûr ketine û ber bi hevkariya bi dewletên serdest ve çûne, ev jî di nava demê de veguheriye karakterekê. Di rastiya xwe de bingehê îxanetê di nav çînên serdest ên Kurdan de bi vî rengî pêşketiye.
Tevî van hemûyan, nemaze di dema Ebbasiyan de piştî salên 900'î de bi azadiya civakî ve girêdayî gelek pêşketin qewimîne. Di qada çandî û wêjeyî de derketina Feqiyê Teyran û avabûna Dewleta Kurd a Merwanî, di encama vê pêşketina serbixwe de derketiye holê. Weke berhema heman demê di qada leşkerî de di şexsê Xanedaniya Eyyûbiyan, asta fermandariyê ya Selahattîn û Şêrgo gihîştinê, xwe nespêre xweseriya netewî jî derketina fermandari ya wan a di kesayêta Kurd a di xeta îslamî de weke nîşaneyeke girîng a gihîştina astê nîşan dide.
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê
Mûrad Karayilan
- Ayrıntılar
Ew ji mirinê natirsin, bi îradeya xwe ya polayîn destpêka dîrokeke nûne û di dîroka tejî rezalet û bindestiya Kurdan da rûpelekî nû vediken. Canê şirîn dibexişînin lê teslîmiyetê napejirînin. Ew ne heqareta hakim û generalên sitemkar û ne jî serdestiya ala sîstema serdest û şovenîst dipejiînin.
Lewra ew bi dengekî bilind qêriyan: BERXWEDAN JIYAN E.
Di girtîgeha Amedê da êşkenceyên giran, sivkatîya bi netewe û dîroka Kurdan, lêdan û bêedaletî tev bûn yek, lê Mazlum û hevalên xwe li ser doza xwe berdewam û baweriya wan ya bi serkeftinê qet nehat şikandin.
Kurte Jiyan Mazlum Dogan
Mazlum Dogan di sala 1955’an de li gundê Teman yê girêdayî Depê li wilayeta Elezîzê li bakurê Kurdistanê di nava malbateke nîvhalxweş de çavên xwe li vê cîhana tijî zilim û neheqî vekirin. Ji şeş xwîşik û biran: Arife, Asiya, Nezaket, Fewzî, Mazlum û Delîl ew zarokê malê yê pêncane. Navê bavê wî Kazim û di nava xelkê da wek Hosata Kazim mirovekî bi dispilîn û li ser torekirina zarokên malê pir bi îsrar bû ku di civakê da kesên jêhatî bin. Dayika malê Kebîre Dogan jineke zana û hertim li ser dîroka Kurdistan, serhildana Seyîd Rizayê Dêrsimî û zor û zordariyên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî gelê Kurd hatine, bi wan re diaxive.
Serdema zarokatiya M. Dogan di nava etmosfêrekî germ û xweş da derbas bû. Ji biçûkatiyê heya temenê ciwaniyê Mazlum û Delîl zarokên jîr û xwedî hinek taybetmendiyên cuda bûn. Yek bêdeng û mîna navê xwe mazlum û yê din tev liv û lebat, coş û bizav bû. Delîl rewşa jiyana gundiyan bû.
Mazlum piştî bidawîanîna xwendina xwe ya destpêk, navîn û amadeyî (lîsê) çû zankoya perwerda mamostatiyê ya binavê Balikkesîr ê. Piştre di sala 1974’an de bi pileya herî bilind li zanîngeha Hacettepeyê di beşa aboriyê da hat pejirandin. Ji sala 1976’an û pêde ku hêdî-hêdî agirê şoreşeke nû li bakurê Kurdistanê hildibû, bandora xwe ya şiyarkirinê li ser ciwanên Kurd jî çêkir. Ew ref bi ref diçûne nava şorşgerên Apocî. Di dawiya sala 1976’an de M.Dogan xwendin terikand û di nava koma yekê ya endamên damezrînerên PKKê da cih girt. Di destpêka karê xwe yê di nava partiyê de jî, Mazlum bêrawestan dixwend û dixebitî.
Mazlum çendî ku pir ciwan bû jî, lê bi kesayet, zanabûn û xebata xwe ya bêhempa bala hemû rêhevalên xwe dikşînê ser xwe. Mazlum di heman dem de, ji aliyê gel ve jî pir tê hezkirin. Cihê ku Mazlum lê kar û xebat bikirbûya, li wir aliyên dijber nediman û ji wir diriviyan. Mazlum hemû derên ku diçûyê vedikir û dost û heval qezenç dikirin.
Apociyan ji destpêka xebata xwe de bala hemû aliyan kişandin û derdorên dijber û dewleta faşîst dest bi plan û êrîşan kir. Di aliyekî de grupên çep û nejadperest û di aliyê din de jî xayînên Kurd êrîşî ciwanên apocî dikirin. Şehadeta rêheval Hakî jî encama vê yekê bû. Jixwe dewlet jî destgirtî ranediwestiya. Her tim dixwest ku vê tevgera ciwan ji holê rake.
Derbeya Leşkerî û Şehadet
Sîstema serdest li bakurê Kurdistanê sîstemeke stemkar û hebûna Kurd û Kurdistanê jî, di manîfestoya wan ya şovînîstî da qedexe û xwedî derketina ji mafên netewî heya roja îro hê jî gumehekî mezin tê hesibandin. Ji wan re jin û mêr, keç û xurt û hemû azadîxwaz dijminên komara Tirkiyê ne.
Sala 1980’an Kenan Êvrên bi derbeyeke leşkerî desthilatdariya Tirkiyê xiste destê xwe û li Kurdistanê rewşa awarte welat ber bi wêraniyê û Kurdistan jî kirin girtîgehek mezin. Bi sedhezaran şoreşgerên Tirk û Kurd ji tirkiyê derketin derve û bi sedhezaran jî ketin zindanên faşîstan, bi êşkence û hemû cure nêzikatî û kiryarên ku rûmeta mirovan dişkînê re rûbirû man.
Eşkencekaran hemû rê û rêbazên derveyî exlaq û dûrî pîvanên mirovahiyê li hemberî şoreşgeran bikardihanîn. Ew ji rûmeta wan dixistin, ji mirovahiyê qutdikirin û jiyan li wan dikirin dojeh.
Di aliyê din de, bi taybetî li ser şoreşgerên PKK hemû cureyên êşkenceyê bikardihanîn û teslîmiyet li wan dihat ferzkirin. Helbet şoreşgerên PKK mirovên bilind û şanazin û bi êşkenceyan teslîmnayên girtin. Li aliyê din jî, hin kesayetên lewaz û pûç teslîmbûn, ketin rewşa xiyanetê û rêhevalên xwe firoştin. Dewletê dixwest ku hemû girtiyên PKK bi êşkence û hin sozan bixapînin û teslîm bigrin û berxwedaniya wan bişkînin. Li hemberî êşkence û ferzkirina teslîmiyetê rêhevalên me yên qehreman dest bi çalakiyan kirin.
Helwesta şorşegerên PKK di dadgehan û li hemberî hakiman pir bi wate bû û di tevayî cîhanê de deng vedida. Edî li cihê ku hakimê dadgehê hevalan bidarizînê, hevalan ew dadrezandin. Parêzname û goftugoyên di navbera heval û dadgeran de vê yekê bi eşkere radixe ber çavan.
21’ê Adara sala 1982’an M.Dogan li girtîgeha leşkeriya Amedê bi sê darikên şixartê(kibrît) agir berda canê xwe û ji bo protestokirina cinayetên bêsinor û bilindkirina dengê azadîxwazên Kurd cejina millî ya Newrozê pîroz kir. Piştre jî, di 18’ê Gulana sala 1982’an de Eşref Anyik, Ferhat Kurtay, Necmî Oner û Mahmut Zengîn bi armanceke wiha canê xwe dan ber agir. Êdî ji wê û şûnda di 14’ê tîrmeha sala 1982’an de endamên komîta navendiya PKKê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çiçek û Akif Yilmaz jî dest bi girava biçîbûnê kirin û yek bi yek tevlî karwanê şehîdên riya azadiyê bûn.
Jiyana ku wan ji nûve li Kurdistanê afirandin, jiyaneke watedar bû. Xwîna wan vala neçû û serhildanên ku îro li Kurdistana mezin berdewamin, berhemê dilop-dilopên xwîna wan qehremanên me ne. Newroz newroza wan e, PKK, PKKya wa ne,
Kurdistan ya wan e, gerîla yên wanin, azadî berhema xwîna wan e.
Iro jî, bi hezaran Mazlum li çiyayên Kurdistanê li hemberî dewleta faşîst a Tirk şer dike. Bi hezaran Mazlum li kolanên bajarên Kurdistanê li hemberî dewleta dagirker serhildan dikin…
Hîn jî banga Mazlum « Berxwedan Jiyan e » li tevayî Kurdistanê bilind e û gelê Kurd ji berxwedanê jiyanek hemdem û azad afirandin.
Şehîd Namirin
Berxwedan Jiyan e
- Ayrıntılar
Gelê Kurd li çar perçê Kurdistanê û derveyî welêt cejna berxwedanê, roja nû Newrozê pîroz dike. Li ser navê hemû gerîla û fermandarê HPG'ê vê Newrozê di serî de li Rêber APO pîroz dikim. Ji vir heta Îmraliyê bi rêzdarî wî silav dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Ronahî û Berîvan de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtim û minnetdariya xwe tînin ser ziman.
Cardin li her çar perçê Kurdistanê Gelê Kurd vê Newrozê xwe ji bihara azadiyê re amade dike. Azadiya xwe bi berxwedanê pîroz dike. Ez vê cejna pîroz li hemû gelên li Kurdistanê û ji Gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim.
Gelek wateyên taybet a Newroza 2012'an heye. Îro li Kurdistanê Gelê Kurd bi biryardariyeke mezin û bi şîara An Azadî, An Azadî ji Rêber Apo re azadiyê û ji bo Kurdistanê jî statuyê dixwaze. Di pêvajoya berxwedaneke mezin de Newroza 2012'an pîroz dike.
Dîrok carekedin li Rojhilata Navîn xwe dubare dike. Di berbanga dîrokê de Kawayê Hesinkar li dijî zaliman, Dehaqan bi berxwedaniyeke bêhempa roja nû an go Newroz anî. Bi vî awayî Newroz bû cejna jiyana nû, jiyana azad, berxwedêr û destpêka biharê. Bi vê berxwedanê bihar anî Rojhilata Navîn. Rê li ber serkeftina bindestan li dijî serdest Dehaqan vekir. Îro di vê wateyê de dîrok xwe dubare dike. Di hişê Rojhilata Navîn de vê roja pîroz ku hêdî hêdî dixwestin bidin jibîrkirin, Mazlûm Dogan, li ser hişmendiya tevgera APOyî û PKK bi sê niftikan di girtîgeha Amedê de bi şîara "Berxwedan Jiyane" berxwedaneke mezin nîşan da. Roja nû ya berxwedanê anî serdemame. Di riya azadiyê de ji bo gelê Kurdistanê li dijî zilm û taritiya Dehaqan agirê berxwedanê geş kir.
Ev agirê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dagan dabû destpêkirin, li çiyayên Kurdistanê jî bi pêngava 15'ê Tebaxê ya di pêşengtiya Rêheval Egîd de veguherî meşaleya azadiyê. Bi Berîtanan, bi Zîlanan, bi Ronahî û Berîwanan ev agir li her çar perçê Kurdistanê û cihanê belaw bû. Gelê Kurd ê tê xwestin ji dîrokê bê tunekirin, bi siyaseta înkar û tunekirinê ve rû bi rû maye, ew kefenê lê hatiye fesilandin çirandiye, betona gora lê hatiye veşartîn şikandiye û li Rojhilata Navîn carekedin şens û wateya azadiyê di roja nû de di Newrozê de xiste rojevê. Ji ber vê sedêmê ew agir di roja me de geş e, ew meşale îroj bi Şehîd Rustem, Şehîd Elîşêr, Şehîd Xebat, Şehîd Rûbar, Şehîd Mahîr, Şehîd Simko ve li herçar perçê Kurdistanê pêketiye. Di fikr û ramanên Rêber APO û berxwedana Mazlûm Dogan li çiyayaên azad ê Kurdistanê berdewam dike. Ji bo hêviyên azadiyê neyê tarîkirin, ronahiya agirê Kawayê Hemdem pêxistiye herdem geş bibe, lehengên gelê Kurd tevlî nava karwanên şehîdan dibe û bi agirê laşên xwe agirê Newrozê geş dikin.
Gelê Kurd îroj li her çar perçê Kurdistanê, li Amedê, li Qamişlo, li Mahabadê, li Hewlêrê cardin li her cihê Kurd jiyan dikin vî agirî geş dikin. Bi biryardariya berxwedanê ji bo azadiya di serhildanan de ne. Şîara gelê me di pîrozkirina Newrozê de bikar tîne, tê wetaye xwedî li biryardariya çalakiya Mazlûm Dogan derketinê.
Dewletên serdest bi salane li ser Kurdistanê siyaseta îmha û înkarê serdest kirin. Xwestin bi siyaseta înkar û îmhayê hebûna gelê Kurd ji holê rakin. Lê gelê Kurd ne tenê ji bo azadî û hebûna xwe tekoşîn meşand di heman demê de ronahiya meşaleya azadiyê li hemû Rojhilata Navîn belav kir. Ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bû ronahî. Pêvajoya Bihara Gelan a li Rojhilata Navîn tê binavkirin bi berxwedana agirê Mazlûman destpêkir. Îlhama xwe ji berxwedana Gelê Kurd girt. Gav bi gav li dijî despot û zalimat ber bi azadiyê ve dimeşin.
Bê gûman dijmin ên ev rastî dîtin, biryardariya Gelê Kurd ê di riya azadiyê de, hêviya mezin a bi PKK re derketiye holê dîtini bi siyaseta komkujiyê, bi pêkanînên komkujiyê dixwazin bersivê bidin. Bi êrîşên zalimane û hov êrîşî ser gelê Kurd dikin. Bi îşkenceyan, bi operasyonên leşkerî dixwazin vê hêviyê tune bikin. Lê Gelê me bi biryardariya xwe bi wêrekî û fedakariya ji Mazlûman girtiye, hêza ji Rustem, Xebat, Çîçek û Alîşêran girtiye gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Êrîşên li dijî gelê Kurd çiqas dijwar dibe bila bibe, girtin çiqas zêde dibe bila bibe, êrîşên leşkerî çiqas pir dibin bila bibin, ev wê tenê hêrsa gelê Kurd li dijî neyarê xwe zêde dike. Di meşa wê de nêzî azadiyê dike. Rik -israr- a di azadiyê de bihêz dike.
Sala 2012'an di vê wateyê de bi biryardarî, bawerî û berxwedaneke mezin destpêdike. Ev biryardarî li gel Rêber APO heye. Nêzî 8 meh in, di tecrîdê de bi hemû cîhanê re têkiliyê wî qut kirine lê bi sekna xwe, bi fikr û ramanên xwe hêzê dide şoreşa Kurdistan û Rojhilata Navîn, wê ber bi serkeftinê ve dibe.
Ev wêrekî û biryardarî li gel Gelê Kurd jî heye. Îro tevî qedexeyan, hemû komkujiyan, êrîş û girtinan bi ruhê serhildanê, bi tevlêbûneke mezin li bajarên Kurdistanê Newrozê bi coş û berxwedanî pîroz dike. Ji ber vê jî careke din bi vê Newrozê em derbasî biharê dibin. Ev bihara Ev Newroz wê sala 2012' an bike sala serkeftinê. Em bi vê biryardarî, bi vê hêvî û wêrekiyê dikevin sala nû.
Lê ji bo çanda berxwedanê ya kevneşopiya gelê Kurd e, tevlêbûna Newrozê asteng bikin, çi ji dest wan tê, çiqas mekanîzmayên astengkirinê hebin xistine meriyetê. Van mekanîzmayan qaşo di nav huquqê xwe de digrin dest. Lê divê herkes vê bizanibe; tu qanûnê huquqî nikare şêweyê pîrozkirina cejnên gel diyar bike û vê li ser wan ferz bike. Bi salane ev gela Newrozê tenê weke rojekê negirtiye dest. Newroz weke mîrateya berxwedanê her dem di dilê vî gelî de weke rojên berxwedanê hatiye pîroz kirin. Ji niha û şûn ve jî wê bi vî rengî be. Weke mînak li Îrana cîran bi dehan rojan Newroz tê pîroz kirin. Lewra li gel wan jî Newroz bûyereke dîrokî ya girîng e. Ev rastî ji bo gelê Kurd hîn bêhtir bi şewat e. Kurd ji bo vê girîngiya wê ya dîrokî vê cejnê weke vejînekê dinirxîne. Ev destana vejînê bi awayekî xwezayî bi rojan pîroz dike. Di van rojan de jî weke 2624 sal berê ku zordestan ji bo tunekirina gelan sond xwari bûn, dişibin hev. Înkar û îmha, qetilkirina zarokên wan, dîlgirtina rewşenbîrên wan, rispiyên wan, bi rêbazên herî hovane yên cîhanê mîna Dehaqan zarokên berxwedêr qetldikin, xwîna wan vedixwin, ji ber vê jî wê rojên berxwedanê yên vî gelî jî herdemî bibe.
Yên ji rojên berxwedana Kurdan ditirsin salox didin ku li gor wateya wê û di roja wê de were pîroz kirin. Dîrok şahidiyê dike, ji ber vî gelî Cejna Newrozê pîroz kiriye, bi dehan ji wan hate qetilkirin, bi tank û panzeran ser wan de çûne. Cejna wan hate qedexekirin. Ji bo vê rojê reş bikin çi ji dest wan tê, çiqas derfetê wan heye hemû bikaranîne. Çi wextê vî gelî bi berxwedaneke bênavber xwedî li vê rojê derketiye û ev roja Newroza bû "roja wan"
Newroza bi berxwedana gelê Kurd hatiye vê rojê berxwedana gelê Kurd û gelên cîran, bi hevgirtina gelan wê rola xwe ya dîrokî bilîze. Newroz, li her derê, di her demê de cejna berxwedan û biratiyê, li dijî kolonyalîstan weke seknekê wê berdewam bike.
Li ser vê bingehê bi hêvî û baweriya ev sal bibe sala azadiya Rêber APO, careke din, Newroza Rêber APO, Gelê Kurdistanê û hemû gerîla yê Kurdistanê pîroz dikin, weke HPG'ê em sonda ji bo gelê Kurdistanê bikin sala serkeftinê.
- Ayrıntılar
Fermandarê efsanewî yê gelê kurd Mahsûm KORKMAZ (EGÎT), di sala 1956’an de li navçeya Farqînê ya girêdayî Amedê hatiye dinyê. Di temenê ciwaniyê de malbata wî koçî Êlîhê dike. Li Êlîhê mezin dibe û li vir beşdarî xebatên şoreşgerî yên ewil dibe. Fermandar Egît piştî sala 1970’yan di bin bandora tevgera rewşenbîr-ciwanan ku li tevahiya Kurdistanê bi pêş diket dimîne. Nasandina wî bi PKK (Apociyan) re, bi alîkariya Mazlûm Dogan ku ji kadroyên pêşengên PKK’ê ye û bi berxwedana li girtîgeha Amedê jiyaneke bi rûmet ava kiriye bû.
Fermandar Egît, çalakiyên xwe yên ewil ên şoreşgerî li Êlihê dest pê dike û di têkoşîna xwe de her tim li herî pêş cihê xwe digire. Ew, li hemberî hemû neyîniyên ku cihê lê çêbûye, şerekî bîrdozî, polîtîk û rêxistinî vedike û pêşketinên mezin bi dest dixe. Fermandar Egît, ji bo pêkanîna pengavên mezin di riya şerê gel de bê vekirin, di rêbendana 1980’yan diçe kampên Filîstinê yên li Lubnanê. Piştî pêvajoya perwerdehiya heft mehan, bi hêvî û berpirsiyarên mezin vedigere Kurdistanê. Di vê heyamê de bi rêheval Kemal PÎR re ku pêşengê kadroyê PKK’eyê ye, dikevin kemîna hêzên artêşa Tirk û ji vê kemînê bi birîndarbûneke giran xelas dibe. Di heman kemînê de rêheval Kemal PÎR jî hêsîr tê girtin.
Mahsûm KORKMAZ, di dema ku têkoşîna azadiya kurd hê nû nas dike de, di rapora ku pêşkêşî PKK’eyê kiriye de wiha daxuyandiye: ‘ji ber ku ez ji herêmeke (Farqîn) ku ramanên welatparêziyê lê xurt bû, bi bandora tevgera şoreşgerên Tirkiyeyê û bi faktorên ku têkiliya min bi pêşverûya rewşenbîr-ciwanan re hebû û ji ber ku xwedî hestên mirovahiyê bûm, di bûna şoreşgeriya min de rola xwe lîstine… Jiyana min ya şoreşgerî bi tevgera me destpêkir. Pêşîn li hemberî şoreşgeriyê sempatiya min hebû, lê bi tu tevgerên siyasî re têkiliya min çênebibû… Têkiliya min bi tevgera me re, di sala 1977’an destpêkir. Arîbûna di nava rewşenbîr-ciwanan de ku li dora komeleyê kombûbûn, di nava van cudawaziya komên siyasî de, ji ber ku eleqeya min ya li hemberî şoreşgeriya tevgera me hebû, min li hemberî hêzên reformîst û sosyal-şovên ber bi tevgera me dahf dida. Piştî vê pengavê û encamên lêkôlînên min, bi awayekî hişmendî min domand.’
Dawiya sala 1982’yan û di bihara sala 1983’yan de, dema ku PKK fealiyetên ber bi welêt da destpêkirin, Mahsûm KORKMAZ beşdarî fealiyetên amadekariyên beşan dibe û beşên pêşeng yên şoreşgerî ku gihîştina wan ji bo gelêk herêmên Kurdistanê rolekî aktîif dilîze.
Fermandar Egît berî 15’ê Tebaxê ji bo endambûna Komîteya Navendî tê hilbijartin û ji Konseya Navendî ya Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) ku hatiye ava kirin re jî tê hilbijartin, fermandariya yekîneyên HRK’ê yê pêşîn ‘Taximê Propagandaya Çekdarî ya 14’ê Tîrmehê’ hilgirtiye ser xwe.
Fermandar Egît di rêkûpêkirin û plansaziya Pengava 15’ê Tebaxê de rolekî girîng dilîze, di talîmateke dawîn yên berî çalakiyê de wiha dibêje. ‘Di dema çalakiyê de divê tu kes bêdestûr dernekevin derveyî plansaziyê û sîper neyên terikandin. Berdan bi lêketin û bi pîvan bin. Bêyî hewcedarî divê tu gule neyên xerckirin, ji bo heval bera hev û kesên sivîl nedin divê xesasiyeteke mezin nîşan bidin. Bi xusûsiyetên ku bala wan hat kişandin re, wê merhaleyên planê bi tevahî bi endamên taximan re bê têgihîştin. Divê her kom li ser peywira xwe sê-çar caran bi kûrahî nîqaşan bikin.’
Pengava 15’ê Tebaxê, piştî van peyvan dest pê dike û di dîrokê de wekî guleya pêşîn cihê xwe digire. Bi êrîşa Erûhê re ku di bin fermandariya rêheval Egît ve pêk tê, lingê têkoşîna azadiyê yê herî girîng şerê gerîla daye destpêkirin.
Rêheval Egît, bi dilê xwe yê tijî evîna mirovahiyê û nirxê dida mirovan gelekî kûr bû. Lê di dema dîktatoriya har de, bê îmkaniya jiyandina wekî mirovahiyê li hemberî wî û gelê kurd ji bilî çekê tu riyên din ne hiştibûn. Bi hezaran mirov tenê ku ji bo kurdbûn hatine girtin û beyî ku tu mafên hiqûqî bên naskirin, di bin pêkanînên dijî mirovahiyê de hatine bê îrade kirin. Serîhildana Egît û komek rêhevalên wî li hemberî vî tiştî bû.
Ji bo jiyaneke mirovahî ji bilî berxwedanê tu riyên din nehatibûn hiştin. Ev jî deynekî ku bedela wê giran bû û divê bê dayîn. Têkoşîna azadiyê, di şertên herî giran û di nava bêhevsengiya hêzên mezin de, bi giyana Pengava 15’ê Tebaxê heta roja îro hatiye. Di erdnîgariya ku mirovên pêşîn bi kar anîna axê re jiyan lê dîtibûn, divê mirovên kurd ji xwe re nebûna biyanî. Ji mehkûmkirina mirinê re, komkujiyê re, bênasname û ji jiyana bê kesayetî re negotina erê. Ev, ji bo mirovahiyê re jî tu destkeftin nedianî û ev ne dibû tercîha jiyana gelê kurd jî. Mêrxasiya ku bi Egît re bûye sembol, di demeke wisa de watebûna xwe dîtiye, nasname û kesayetî bi dest xistiye. Dîroka ku di taldeyên Botan de hatiye veşartin, li Gabar û Cûdî ji nû ve hatiye afirandin û nivîsandin. Di xeta ku dîrokê çarenûs destnîşan dike, têkoşîna gihîştina mirovahiyê hatiye dayîn, bi vî rengî dîroka qederperestiya kurd bi şerê vejînê re ji nû ve girêk bi girêk hatiye hûnandin û nivîsandin.
Wî , bi hêlên xwe yên pêkvejiyanî, bi jiyana xwe ya nifsbiçûk, bi kedkariya xwe, bi nêzîkbûna xwe ya rêgezî, bi dînamîkbûna xwe, bi disîplîna xwe, bi rêxistinkirina xwe, ‘Wekî milîtanekî xetê û hawariyê Apocîtiyê’ dest bi kar kiriye. Wî li hemberî derdora ku bêhêviyê di dîroka Kurdistanê de hatiye avakirin, her tim bû çavkaniya hêviyê. Ne hêlên xwe yên cudabûnê, hêlên yekitiyê derdixist pêş, li hemberî parvekerî û parçebûnê şerekî bi stemkarî da. Wî ji her tiştî girîngtir, ne ku nirxên heyî biqedîne, her tim afirandinî bingeh girtiye û li ser vî esasî jiya ye. Li hemberî belavkirina nirxên ku hatiye avakirin bûye xeleka hêrsê. Her tim hîn dibû û tiştên hînbûye ji bo parve bike her tim hîn dikir. Kesekî ku ji ewqas hêz û moralê dide rêheval û dostên xwe helbet wê tirsê têxe dilê kesên li hemberî xwe û îxanetkeran. Ji ber vê yekê her tim bûye hedef û ji bo ji aliyê dijberên xwe bêbandor bê hiştin bi kedeke mezin her tim hatiye şopandin. Rêheval Agît. Mirovekî bêhempa bû ku dîroka hezar salan digihand îro û bi pira dahatûyê re ava dikir. Di herî dema xwe ya hilberînê de, yanî demeke ku ji bo gelê me, gelên me xebatên ku herî bi fêde hilberîne di 28 adara 1986’an li çoltera çiyayê Gabarê (Kupelî) yê Şirnexê piştî komployeke bi xayin beşdarî karwanê nemiran dibe; li şûna xwe ne tirs û taswas, biryarbûn û azweriyeke serkeftinê hişt.
Çavkanî : Serxwebûn, Ozgur Polîtîka, arşîva HPG BÎM
Bîranîna Egît, fêmkirina wî ye!
Bîranîna Egît, vegotina têkoşîna wî; di rastî de bîranîna kesekî ku ji lehengên pêş yên têkoşîna me ya demokrasî û azadî, civakî û netewî, fêmkirina vê destanê ye. Disa kesekî ku dahatû û raboriya çînên mezlûm yên gelekî di kesayetiya xwe de kiribe yek, dikare ku behsa mirin û windahiya wan bê kirin?
Ji nirxandinên Reber Abdullah Ocalan, ku ji dîrokên cuda ji bo bi vesîleyên cuda di der barê Mahsûm KORKMAZ (EGÎT) de hatiye berhevkirin.
- Ayrıntılar
A. Haydar Kaytan
Li hember pirsa Mûsa peyxamber, xweda xwe, kesayeta xwe bi şêwazekî balkêş pênase kiribû. Mûsa fikirî dema bizivire wê ji qewmê xwe re çi bêje. Ji xweda pirsî; ``dema ku ji bo te, ji min bipirsin kêye, ez ê çi bersivê bidim wan?``Îfadeya xweda ya ku pê xwe pênase kir, pir sihêm bû ; `` Ez, yê ku ezim!`` hemû bersiva wî ev bû.
Ev peyvana, tên wateya di herkesî de ``ez`` a rastî, xweda ye. Yê ku bikaribe wek xwe bimîne ew xweda ye. Ev jî mirovê ku bikaribe ji pirsa nasnameyê re bersiva rast bide ye. Darazadina diyayektîk a di derbarê her tiştek him bixwe ye, him jî ``yê/ya din e``, di qonaxa rewşa çêbûnê de nakokiya ku rê li ber vê rewşê vedike vedibêje.
Takekesekî mirov ku him dibe xwe bixwe, him jî dibe ``yê/ya din`` ev dibe nakokiya bingehîn a pêvajoya xwedabûna wî, yanî di zimanê me yê giştî de dibe despêka pêvajoya wî ya azadbûnê. Ev nakokî, ne ku dijminên li hember hev disekinin, di hundirê hev de derbas dibin, dema pêvajoya şer de yê li hemberê xwe re bi vî awayî têkîlî danîne digihêje asteke nû. Yekîtiya dijberan, bi vî awayî çavkaniya xwe di têkoşîna van de dibîne.
Niha pergal, împaratoriya dinyayê, ji bo nakokiyek mezin derbas bike, hêvî dike li ser re derbas bibe. Ev nakokî, çavkaniya xwe ji daxwaziya mirovên ku pergal dixwaze bê nasname û bê kesayet bike, di asteke dîrokî de dixwaze kesayet qezenç bike digire. Kesayet, organîzamyek bi bîr ê ku pirsên rast û rastîn dipirse û ji pirsên ku lê hatine pirsîn re bersivên rast û rastîn dide ye.
Hebûna me ji bo yên din pirsekî çê dike; ``Çi dixwaz e? Berevajiyê vî, hebûna me li hember daxwaziya yên din bersivekî ava dike; ``Erê`` û ``Na``.
Li gor pirtûkên pîroz mirov, bersiva xwedayêtiyê ya rast û rastîn e:
-``Ma ez ne xwedayê we me?
-``Erê.``
Mirov, erêkirina yekemîn a afirandina gerdûniye.
Pirs waha berevajî hatiye pirsîn: `` Ma ez nînim?`` Di vir de gelo bê bawerî û tohmet heye, gefxwerin heye, gelo gazin heye, gazind heye? Xwedayê ku dixwaze xwe di mirovên ku bixwe afirandiyê de fêm bike, dibe ku teşeya pirsa yekem a heyîniya gerdûnî be. Çalakiya afirandinê, ji nakokiya pirsa hebûnê re bersivek dîtin, daxwaziya çareseriya wê ye.
Lê pirsa xwedayî, bi vî awayî dizivire daxwaziya bûyîna xwediyê nasnameyekî: ``Xwedayê we!`` pirsa yekemîn heman demê de pirsa nasnameyê bû. Çalakî, bersiva wê ya cewherî ji pirsa nasnamê ya kirde(özne) ya xwe re bû. Afirandin nasnameya xweda bû. Û hemû naverokên pirsê, çalakî, nakokî û nasname; ev hemû nakokiyekî ava dike. Nakokî çalakiyê, çalakî jî dibe nasnamê û ev hemû çêbûnekî pêk tîne. Çêbûn bersiv dixwaz e, ev jî azadbûna kesayete: ``Erê!``
Mirov, bersivek ku xweda azad dikeye, azadiya xweda ye. Wek ku dibêjin, mirov nîv xweda ye, xweda jî mirovek tund e. Wisa ye; mirov, gerdûna xwe temamkiriye. Lê ya kêm çiye? Azadiya wi ye helbet.
Hemû pêvajoyên bi nakokî, bersiva xwe ya dawîn di azadiyê de dibîne. Kesayet wiha pêş dikeve û ew êdî ji hemû bûyînên gerdûnî re vebûn, temambûn e. Bêguman ev ne temambûneke ku di dibistanan de em dielimin; Temambûneke tê wateya têgihîştina bêsînoriya jiyanî. Ev tê wateya bê miriniyê. Ji ber her mirinek, rewşeke ne fêmkirinê ye. Mirina mirov ji ber ne fêmkirina wî tê. Heke ku me çêbûn fêm bikiraba, em ê bê mirin bibûyana.
Her pirseke rast û rastinî, daxwazî û israra jiyanê ye. ``Ma ez… nînim.``
Min her tim hemû pirsên xwedayî ji Rêber APO re anî. Kesayeta wî û jiyana wî lêkolîn bikin, hûn ê bibînin: Rêber APO, nûbûn û dawaza bersiva pirsa yekemîn a vê demî, ya vir e. Pirsa hebûna Kurdan û daxwaziya bersivê, ji ber vî aliyê xwedayî, ziviriye rewşa pirsa çêbûna mirovahiyê.
Xwe, li hember mirina bê dawî, pirsek çije xislet pirsîbû; ``Ma ez ne xwedayê we me?`` û bersivê, rê ji ber jiyanek bê dawî, vebûna çêbûn û gerdunî yanî; rêya azadiyê vekiribû: ``Erê!``
Em Kurd di dîroka xwe de diyardeya herî sihem ku lê rast hatine Rêber APO e, kesayetek gerdûnî ku heya pirsa azadiyê çûyî ye. Kesayetê, nakokî bilindê çalakiyê kir, çalakî bixwe jî zivirand nasnameyekî û benda bersîvê ye:
-``May ez ne Rêberê we me? Ma ez ne çalakvanê azadiyê me?``
Li hember vê pirsê, derveyê yên berî dane azadiyê li cihekî din nay. Rêber APO, pirsa ku hemû mirovan û gerdûnê hatiye pirsîn e. Wiha, ev kesayete. Kesayeta ku di çarîka sedsala 20. de ber bi windabûnê de çû, di cismbûyîna Rêber APO de, di çêbûna Rêbertiyê de carek din teyîsî. Pirsa xweda ya yekem, yekemîn bersiva mirov û daxwaziya temambûnê ya wek têkîliya van hat pirsîn, çêbûna wê bîra gerdûnî, di pirsa Öcalan de nû bû.
Sixletbûyîna yekem a mezin, sixletbûyîna di afirandina xweda ya mirovan, îro hemû rûyê erdê hebûna xwe, bîra mirov a ku bi bîra wî ya teşegirtina mûcîze ve hatiye dorpeç kiriye. Bi hêsta bêmirinê ya bê dawî ve, jiyana bê dawî ya ku îfadeya xwe di daxwaziya temamkirina nîv xweda de dibîne, hêsta azadiyê, ya bê mirinê.
Yên ku berpirsiyarin bersiva pirsa Rêber APO bidin, bi pirsa ``bibin yek an jî nebin yek`` ve rûb rû dimînin. Ev ji bo wan jî, heta berî her tiştî ji bo wan pirskirêkeke hebûn an jî nebûnê ye.
Herî kêm niha ev pirs bi bêdengiyê ve tê pêşwazîkirin.
Ev ew gava ku sixletbûyîna xwedayî ya mezin çije dibe ye.
-``Erê!``
Li hember Rêber APO ev bersiv, wê bîra mirovahiyê ji çêbûneke asta nûde veke.
Ev gaveke mezin ber bi mirovên xwe temamkiriye û azadkiriye ve ye.
Pirs û bersiv, afirandbûyna xwedayî gihiştina bîra xwe ye.
-``Erê!``
Bûyîna yekî qedir zane, yanî, nirx naskirin û girêdanbûn ji nirx re dayîn nîşandan, ez bawerim taybetmendiya mirov a herî bingehîn e.
Lê, çiye ev? Dema ku tê gotin nirx, gelo tenê tiştên ku dibin mijara milk, pêwîste werin bîra mirov? Mînak; gelo ji nirx tenê pêwîste pertalekî biqîmet ên me, em fêm bikin?
Hûnermend, bûyîna xwediyê çavê siyem û bi vî awayî rastî berî herkesî dîtine. Shakespeare, wek dehakî mezin yê hunera wisa, di tişta ku jê re tê gotin pere de têkîlîyê mirov ên ku ji hev xerîb bûne dît. Ji ber vî jî pere wek fahîşa gerdûnî bi nav kir. Sûk anjî bazar, hemû têkîliyên mirov anî asta bi pere ve were pîvandin, herwiha anî rewşa ku di bazarê de were firotin. Mirov di bazarê de xwe frotin, neçar ma ku ji bo xwe debar bike hunerê xwe di bazarê de firot. Bi vî awayî têkîliya bazarê, di dawiyê de hat rewşeke ku mirov dixe mijara firotanê ya têkîliya orispî û îbnetiyê. Mirovê ketî bi vî awayî derket holê.
Bê guman mirov nirxa herî mezine. Lê di civaka kapîtalîst de ku pere hindav(yön vermek) dide têkîliya mirovan, diyardeya nirxê ji mirov girt da biresera mal. Mirov li hember malê ku bixwe afirandiye ket rewşa bênirxbûnê. Mal bilindê asta xweda bû, mirov jî kete rewşa koleyê bê zincîr. Bi vî awayî pût beden ji xwe re dît û pûtperêz jî bi hemû erjendiya xwe ve nûva hat sawêrkirin. Wek xwedayekî zalim mal, feqîr perçiqand. Mirovê kedkar, mirovê xwiliqkar kir belengaz, li bin hikmê pût de her çû piçûk bû.
Mirovê Kurd ê nû, wek mirovek ku li hember vê pûtpereziyê serî rakir derket li ser dika dîrokê. Vî mirovî, li berê her tiştî û wek nirxên herî mezin ji jîna ku li jiyanê hatiye xerîbkirin re hîmbû bêje na. Mirov ne bi hêza wî ya maddî ve nirxand, bi nirxên manevî û exlaqî ve nirxand. Xwe bi van nirxan ve arast, ev esas girt û ev bi ser jî xist.
Me Kurdan berê li gundê xwe de jiyan dikir. Bi malê yên din re ney qiyas kirin jî, em jî xwedî mal, avahî, mal û milk bûn. Çend perçe zeviyê me, maleke me ku em serê xwe bixinê, malbateke me hebû. Me bawer dikir ku tiştên piçûk me kêfxweş dikin. Di dinya ya xwe ya piçûk a ku li gor sînorê tiştên em xwediyê wan de nin, bi şêwazekî xirikandinê me jiyan dikir. Li derveyê dinya ya xwe ya piçûk me nizanibû, agahiya me ji hebûna dinya ya din tunebû.
Piştre her tişt hat guhertin. Roja Kurdan derket û em ji tariyê derxistin ronahiyê. Ranahî, zanebûn û nazkirin e. Bê zanîn koletiye, zanîn jî azadiye. Koletî heke tazîbûna hemû nirxanbe, azadî jî bi nirxan ve xemilandine. Mirovên ku bênirxtî xwe kiribe, wisa dizane ku xwe bi nirxan ve xemilandiye, ji kole bêtir paşketiye. Ronahî bîra vî da me. Vê bîrê jî em anîn asta mirovên ku bikaribe hilbijêrîne.
Zanebûn, hatina rewşa ku karibe hilbijirîne ye. Mirov heke dikare bêje erê an jî na, ev dide nîşandan ku ew dikare hilbijarê bike. Hilbijartin di navbera rastî û şaşiyê de, başbûn û xirabûyînê de, bedewbûn û nebedewbûnê de tê kirin. Ji van yên yekem nirxan, yên duyemîn jî yên bê nirxin. Ev jî tê wateya ku mirovê bikaribe hilbijartinê bike, dixwaze bi nirxan ve hevdîtinê çê bike ye.
Hilbijartineke wiha û encamê wê ji gundiyên Kurdan baştir kes nizane. Gundiyê Kurd hilbijartina xwe ji bo nasname û azadiyê kir. Wek koleyên bê nasname jiyankirin red kir, hemû berdêl da li ber çavên xwe, rêya ku li ber jiyana nû diçe hilbijart. Bûyîna gelekî ku ``namûsa wî hatiye gasp kirin``, dihate wateya ku ew nirx nebin tu wateya jiyanê jî tuneye û Kurd gelekî ku namûsa wî hatibû gasp kirin. Ji bo ku namûsa xwe xilas bike berdêla têkoşîna wî, ji mala xwe mayîn, ji axa xwe hatina qewitandin û çûyîna surgin; ketina di nav pençeyên birçibûn, feqîrtî û tunebûnê bû. Lê gelê Kurd tişta ku hilbijart dev jê berneda. Li hember zehmetiyan tu carî bê biryar nema. Berevajiê vî bêtir biryara xwe ya di jiyana azad de xwirt kir.
Statuya koltiyê ya kevin a bê nasname ya Kurd ne qederek bû, statuyek ku serdesta bozber dikirinbû. Serdestan li hember hiwaşandina vê statuya ku eserê wan bixwe ye sekinîn. Ji bo vî hemû şêwazê zilmê û zordestiyê ceribandin. Herî dawiyê çare di Roja Kurdan tarîkirinê de dîtin. Bi vî awayî xwestin careke din serkeftina tariyê li hember ronayiyê saz bikin. Ev hewldana bê oxir hê jî didome.
Tecrîta dij miraviyê ya ku li hember Rêber APO tê meşandin, di nêzîkatiya desthilata li hember pirskirêka Kurt tê dayîn de erka kaxizê tûrnosolê dibîne. Ya ku devê wî tê girtin di bêdengiyê de tê fetisandin, ji dinyayê hatiye şênber kirin û tê xwestin were rizandin, di şexsê Rêber APO de pirskirêka Kurd e. Ya ku tê tecrîtkirin, nirxên bingehîn ku Kurdan tercih kiriye, rastiya jiyana azad û bi nasnameye, meşa mirovên me ber bi axa xwe û cewherê xwe ye. Yê ku tê tecrîtkirin, xeyalê me yê derbarê azadiyê de ne, biratiya Tirk û Kurdane, dinya ya li ser azadî û wekheviyê hatiye afirandine.
Hz. Alî gotiye; ``Yê ku tîpekî hîmê min bike, ez ê bibim kolê wî.`` Ya ku bi tîpê tê xwestin were gotin, bîra ku naskirina nirx pêk tineye. Me tiştên ku em xwedî ne hemû di Roja Kurdan de dît, em hemû nirx ji wî hîmbûn. Wê demê heke ku em naxwazin careke din bibin mehkûmê bênirxtiyê, pêwîste em ji Roja xwe xwedî derbikevin. Ji wî xwedî derketin, tê wateya nasnameya xwe, kesayeta xwe û azadiya xwe xwedî derketine. Pêşiya tariya ku dîsa me daqurtîne girtin, tenê bi wiha gengaz e. Nexwe her yek me wê bikeve rewşa yên qedir nizane.
- Ayrıntılar
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê
Murat Karayilan
Baweriya Zerdeştî di nav Kurdan de hişmendiya civakî pêşxistiye, bi xwe re hêzbûn û kombûyin ava kiriye. Ev pêşketina civakî him bûye çavkaniya pêşketina berxwedana li dijî Împaratoriya Asûran a bi salan berdewam kiriye. Him jî vê berxwedana bi serkeftina Newrozê tacîdar bûye , çavkaniya bingehîn a pêşketina pêvajoya împaratoriya Medan e. Bêgûman ev rewşa bidestxistina taybetmendiya civakî, di mijara şer de, rê li ber pêşketinekê vekiriye û ji xwe di bingehê pêşketinê de jî ev rewş mijara gotinê ye.
Tê gotin ku di dîrokê de cara yekem di nav hêzên şer dikin de, derbasbûyina pergala bolukan di artêşa Medan de pêşketiye. Cardin di qeydên dîrokî de pêşketina pisporbûyina di artêşan de, avabûna beşên piyade, siwarî û hwd. di vê demê de destpêkiriye. Bi heman awayî cil û bergên zirxî, amûrên cûr be cûr ên şer jî di vê demê de pêşketiye. Tê famkirin ku di diyarkirina çarenûsa – qeder- civakan de şer û artêş xwedî cihekî girînge û di vê konaxa dîrokê de Med jî di mijara şer de xwedî lêhûrbûnên xurt in. Di dîroka Heredot de ev asta pêşketî yên di artêşa Medan de bi awayekî berbiçav xuya dibe. Ev pêşketina di Medan de nîşan dide ku care yekem pêkanîna hunera şer gihîştiye vê astê. Her çiqas derveyî Dîroka Heredot xwe naspêre tu belgeyên nivîskî jî, diyar dibe ku di nav Kurdan de, di dîrokê de cara yekem pergaleke artêşê ya sîstematîk hatiye pêşxistin.
Bi dawî bûna împaratoriya Medan û di nav Kurdan de nêzîkatiya ji hunera şer
Împaratoriya Medan a xwe dispêrê zemîneke xurt û tekoşîneke girîng, nikare temen dirêj bijî. Ji ber taybetmendiyên demê, sazkirina xanedaniyan, di avabûyinên bi vî rengî de roleke diyarker dilîze. Her çiqas di hundir de pergaleke xurt û pêşketî avakiribin jî, tê zanin bi qomplo û derbeyên di hûndirê qesrê de, erka rêveberiyê di nava xanedaniyan de gelek caran dest guhertiye. Di encama li hevkirina Harpagos ê di împaratoriya Medan de fermandar e û xanedaniyeke muxalif ê Persî, rêveberî bi rêbazeke bê xwîndarî dibe sedem ku dest biguhere. Ya di encama îxaneta Harpagos de pêş dikeve ne hilweşandina dezgeha (organîzasyona) Medan e, dest guhertina rêveberiyê û derbasbûna destê xanedaniya Kiryos ê Persî ye.
Dema tiştên di derbarê mijara têkildar ên di çavkaniyên dîrokî de were lêkolînkirin, ji bo mirov îxaneta di nav Kurdan de, xwe çawa dispêrê têkiliyên malbatî û bertekên wan bibîne mînaneke balkêşe. Ji lewra pişt re di nav xanedaniyên Kurdan de gelek îxanetên bi vî rengî xwe dispêre nakokî û bertekên malbatî derket pêş. Ji ber ya yekem û balkêşe ev pêvajoya îxanetê çawa pêşketiye mirov rawe bike wê sûdewer be. Li gor tê gotin, di eslê xwe de împaratorê Medan Astiyages di encama şîrovekirina xewnek xwe de digihêhe encamekê ku wê zarokek ji keça wî Madana were dinê wê împaratoriyê bixe dest xwe. Li ser vê keça xwe bi biyaniyekî re (ji Persan) bi ciwaneke ji malbateke ji rêzê dizewicîne. Bi rastî jî keça wî kurek aniye dinê. Ev rewş wî tengezar (tedîrgîn) dike. Wî zarokî ji bo bikuje dide Harpagosê fermandarê artêşa xwe lê Harpagos wî zarokî nakuje, bi zarokeke mirî yên malbatekê diguhere. Dema zarok mezin dibe ev rewş tê famkirin. Împarator fam dike ku Harpagos talîmat pêk neaniye û derew kiriye. Lê wicdanê împratorê Medan Astiyag dil nade ku newiyê xwe yê mezin bûye bikuje. Zarok dişîne gel dê û bavê wî, malbatê jî mişext (surgun) dike û ji navendê dûr dixîne. Lê li şûna vê kurê Harpagos ê di heman temenî de ye dide kuştin û weke ceza bi wî dide xwarin. Harpagos piştî goştê kurê xwe dixwe pê dihese. Lê dengê xwe dernaxe, êşa Astiyag bi wî daye kişandin, diavêje hundirê xwe. Heta newiyê persî Kîros mezin dibe û bi armanca serhildanê artêşeke biçûk ava dike, radiweste. Astiyages, ji bo serhildana xanedana Kîrosê dijber –muxalif- bitepisîne, fermandarê artêşê Harpagos jî bi artêşê re dişîne. Harpagos bi xanedaniya Kîros a serhildêr re dibe yek û tên Astiyages digrin.
Îxaneta li vir qewimî, ne tenê herîkîna dîrokê guhert, dibe destpêkeke girîng a trajediyên Kurdan ên heta roja me tê jiyandin. Di encama îxaneta di dezgeha Medan de qewimiye, bi guherîna xanedaniyan desthilatdarî ji Medan derbasî Persan dibe. Tê gotin ku Astiyages piştî vê bûyerê ji fermandarê artêşê re dibêje: “ Madem te îxanet kir, te çima desthilatdarî da yekî Persî, tu biba împarator” Bi vî awayî avakirina împaratoriya Persan destpêkiriye, Med jî di nav pergala împaratoriya Persan de ji bindestiyê wêdetir, piştî Persan gelê di nav împaratoriyê de herî bi bandor cihê xwe di nava vê pergala împaratoriyê de girtine. Bandora Medan ên di mijarê şer û artêşê de, piştî rêveberî dikeve destê Persan jî berdewam kiriye.Harpagos cardin fermandarê artêşê ye. Cardin tê zanîn di her astê de Kurdan di nav pergala Persan de erk û wezîfe girtine. Bi kurtasî pergala nav guhert û navê împaratoriya Persan girt, taybetmendiya xwe ya ji du binyadên etnîk pêk tê.
Tê zanîn, piştî desthilatdarî dest guhertiye, bi demeke dirêj, yekîneyên şervan ên herî bi bandor ên di artêşa Persan ji Mediyan pêk tê. Di vê serdemê de di artêşên Persa de artêşên ji milyonan pêk tê hate pêşxistin. Di vir de jî Medî di vir de di cihên girîng û kîlît de tên bi cîhkirin. Hêzên taybet di artêşa Persan de xwedî ciheke girîng e weke hêzên nemiran tên rêxistinkirin, di qadên şer de di eniyên herî dijwar de erk û wezîfeyên mezin digrin. Împaratoriya Persan bi taktîka şer a “nemîran” di riya bûyina împaratoriya cîhanê de gavên mezin diavêjin. Nemîrên hestiyê piştê û hêzên herî bi ewlê yên artêşê ava dike, nêvî ji Medan nêviye din jî ji Persan pêk tê. Di wan deman de şerên di navbera Persan û Yûnaniyan de diqewimîn, wezîfeya yekîneyên bijare û herî xurt ên artêşa Yûnanan ji Makedoniyan pêk dihat û tê zanîn wezîfeyê wan di eniyên li pêş, ji bo baskên Medan ên di artêşa Persan de pêşwazî bikin û wan bidin rawestîn. Ji lewra binkeftina baskê Medan dihat wateya binkeftina stratejîk a artêşa Persan. Ji ber vê jî di artêşa Yûnanan de erka sereke ya yekîneyên herî bijare û xurt Makedoniyan, weke rawestandina Medan e hatiye hilbijartin. Artêşên Pers û Yûnanan piraniya xwe ji erdnigariya Kurdistanê derbasbûye û hatiye meşandin. Di vê serdêmê de Kurd gelek caran neçar mane, li dijî artêşên ji xaka wan derbas dibe xwe biparêzin. Weke di pirtûka Ksenephon a bi navê Vegera dehhezaran de tê destnîşan kirin, bi taktîka lêde – bireve artêşên dikevin xaka wan an jî ji xaka wan derbas dibe derbeyên mezin li wan didin.
Hemû daneyên dîrokî nîşan dide ku, BZ. di sedsalên 7. 6 û 5. an de di civakên Medan de hişmendiya şer, cardin jêhatî bûna wan a di şer de û di rêxistingeriya artêşê ya saziya şer e, tê dîtin ku gihiştine asteke mirov nikare kêm bibîne.
Di Dema Îskender de Kurd
Diyar dibe ku bi sefera Îskender ê Mezin li dijî Rojhilat daye destpêkirin, li Kurdistanê pêvajoyeke nû destpêkiriye. Îskenderê bi felsefeya Arîsto yên zanyarê herî bijare yê Yûnana kevnar e mezin bûye, armanca wî ew e ku bi fetihkirina welatên Mezopotamya û Rojhilat, kraliyeteke cîhanî ava bike. Bi awayeke xwezayî jî ji bo vê jî armanca wî ya sereke dagirkirina împaratoriya Persan e. Îskenderê di du pevçûnên bi artêşa Persan re dike serkeftî derdikeve. Ji Kurdistanê derbas dibe û xaka Kraliyeta Persan desteser dike û meşa ber bi Rojhilat berdewam dike.
Lê piştî mirina Îskender, fermandarên artêşê xakên hatiye fetihkirin di navbera xwe de par ve dikin, dabeşî gelek kraliyeta dikin. Di van parvekirina de Kurdistan dibe para Selefeukines. Lê li vir ya girîng ew e ku hevsengiyên berî hilweşiyaye û bi hevsengiyên –denge- nû yên ava bûye welatê Kurdistanê seranserê xwe veguheriya qada şer.
Piştî Îskender bi pevçûnên di navbera qraliyetên cûda cûda de bi esasî jî di şerên di navbera Roma – Part û Roma – Sasaniyan de yên kêm nedibûn Kurdistan weke herêmêke tampon hatiye bikaranîn. Di şerên li vir de kî bi ser dikeve bila bi ser bikeve, teqez yekane yê wenda dike Kurd in.
Civaka Kurdan ên di bin lingên artêşên şer dikin de mane, gelek texrîbat dîtine, ji aliyê aborî û civakî de civaka Kurdan naçar mane bi gelek aliyan de werin guhertin. Eşîrên Kurdan ên di navbera artêşên xurt û hejmarê mezin de mane û derfetê jiyanê nahêle, yekane çareseriyê cardin di çûyina çiyan de dibînin.
Kurdên vekişiyane çiyan û bi berxwedanên parastinê yên pêşxistine, xwe parastinê bingeh girtin, ji aliyê nîrxên civakî encamên erênî derxistiye holê. Ev rewş di heman demê de ji jiyana mande(rûniştî) qûtbûnê û careke din vegera jiyana koçbertiyê pêş dixîn in û ev jî ji şaristaniyê dûrbûyinê bi xwe re tîne.
Dema mirov bi vê hişmendiyê nêz bibe, ne zehmete mirov rewşa eşîrên Kurd û Kurdistanê, şêweyên jiyan û psikolojiya wan fam bike. Kurdistana herdem bûye qada şer û pevçûnan, nakokî di sosyolojiya civakan de ava kiriye û bêgûman wê ev jî bibe sedem ku bêzarbûn û hincirînê(yıpranma).
Heta dawiya serdema Împaratoriya Persan, asta civakbûyina civakên Medan li gor yên hemwextê xwe di asteke li pêş e. Bi vê ve girêdayî di hûnera şer de jî xwedî formasyoneke diyar in. Lê piştî hilweşîna împaratoriya Persan, him ji ber Kurdistan bi sedsalan bûye qada şer ên di navbera împaratoriyên mezin de, him jî ji ber eşîrên Medan ne xwediyê stratejiyeke civakî ne, her dem di navberê de mane û herdem bûne aliyê bindest. Beramberî vê yekane rê vekîşîna çiyan, ji jiyana bajêr û însanên wê yê bi xwe analîtîk e dûr mayin dimîne. Ji lewra ji pêşketinên dîrokî tê famkirin ku ji rê û rêbazê (ji awayê) şer paş de ketine.
- Ayrıntılar
