Dîrokekê bifikirin di tarîtiyê de, Gelekî bifikirin ji rastiya dîroka xwe hatiye dûr xistin. Axekî bifikirin ji her aliyê ve hatiye perçekirin.
Ew erdnîgariya ku hatî qirêjkirin, pêwîst bû bi hemû rengên xwe ve hatiba xemilandin. Ew welat û gelê qedîm ku bi hemû êş û azaran re derbasbûyî pêwîst bû ji dîroka xwe hesiyaba û gihîştiba azadiya xwe. Çiya bûn, tenê ew hembêz dikirin. Çiya bûn, bi hemû heybeta xwe ve dibûn sîper ji bo wî gelê qedîm. Wexta ku têkoşîn navê azadiyê li xwe hilgirt zêdetir bi wate dibû, di hemû dilên ciwan û asî de.
Ew çiyana ji her kesî re derî venakin. Yên ku ji jiyanek azad hez dikin berê xwe didin wan çiyayên berz û asî. Yên ku azadî tehm kirine li ser van şîverêyan dimeşin. Di dilê wan de hêvî û hezkirinek bê dawî. Dilê wan azad e. Her gula ku lê mêze dikin, her çiyayê berê xwe didinê, her şîverêyên tê de dimeşin wana bi xwezayê re dike yek. Xweza wan hembêz dike, ji ber ku ew mirovên esîl in.
Di dilên wan de hest dikelin. Dilê wan bi hêviyê tije ye. Hêvî di dilde ye. Ger ku hêviya wan nînbaya vê dil zû de bê taqet bimaya. Ger ku hêviya wan nînbaya vê dilê wan demara jiyanê nedîtiba. Ya ku dilê wan şidyayî digre hêvîya azadiyê ye. Dilê wan ewqas firehe ku ew di dilê xwe de bi milyonan hildigrin. Ji ber vê ye ku çiya wan hembêz dike û dibe dayîk ji wan re. Ew qehreman û cengawerên gelê xwe ne.
Yek ji wan cengawer û qehremanan jî Sîdar Serhed e. Ew ji Serheda rengîne ku di dîrokê de li hemberî neyaran timî bi serhildanan rabûye. Wî hemû êşên gelê xwe dîtibû û ewê ketiba rêyeke bi rûmet û ji bo gelê xwe têkoşîn kiriba.
Sîdar Serhed li Bazîda girêdayî herêma Serhedê di nava malbatekî welatparêz de ji dayîk dibe û di derdorekî welatparêz de mezin dibe. Gelê Serhedê di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de gelek ewladên xwe feda kirine. Li hember dagirkeri, zilm û polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirkiyê tu carî serê xwe netewandiye. Her tim bi serhildan û berxwedaniyan li hember dijminê dagirker rabûye. Dewleta Tirk her çiwqasî zordarî kiribe jî ew gelê qedîm ê Serhedê ti caran dev ji çanda xwe bernedaye û çanda xwe hertim parastiye.
Sîdar Serhed jî kesayeta gelê Serhedê yê berxwedêr di xwe de dide runiştandin. Ew hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de zilm û zordariya li ser gelê Kurd dibîne û ji bo ku li hember wî dijminê xwînxwar şer bike bi hestên tolhildanê mezin dibe.
Sîdar her ku mezin dibe nakokiyên wî zêdetir dibin û ji bo ku van nakokiyên xwe çareser bike dikeve nava lêgerînan. Li kêleka êrîşên dagirkeriyê li hember van êrîşan sekna berxwedêr a gelê Serhedê û di heman demê de têkoşîna Rêber APO û gerîlayên Kurdistanê jî ji nêz ve dişopîne. Her ku wext diçe lêgerînên Sîdar hîn zêdetir dibin. Wexta ku diçe dibistanê polîtîkayên dagirkeriyê ên li ser ciwanên Kurd dide meşandin dibîne û rastiya dewleta Tirk baştir nas dike. Sîdar ji bo ku pergala kapîtalîst fêm bike dibistanê didomîne û diçe zanîngehê. Wexta ku di zanîngehê de dixwîne fêm dike ku jiyana pergala kapîtalîst mirovan ji çanda wan a kok dûr dixe û civakê ji hev qut dike. Sîdar dibîne ku jiyanek bi wî awayî jiyankirin ne gengaze û lêgerînên xwe ji bo jiyanek azad didomîne.
Êdî wext hatibû ku Sîdar erkên demê rabike û li ser şopa heqîqetê meşa xwe bidomîne. Ji bo jiyanek azad û ji bo azadiya gelê Kurd ji derveyî têkoşînê çi rê li pêşiya xwe nabîne. Sîdar dibîne ku têkoşîna herî rast di nava tevgera azadiyê de pêkan e. Li ser vê esasê berê xwe dide çiyayên azad.
Çiya ji bo gelê Kurd herdem bûye parêzgeha herî qewîm û bi ewle. Sîdar jî jiyanê di çiyayên Kurdistanê de dibîne. Sîdar Serhed di sala 2013’an de ji bajarê Konya berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe.
Wexta ku mirov di armanc û hedefa xwe de kilît bibin ew dem çi zorî û zehmetî li pêşiya mirovan nabin asteng. Sîdar Serhed jî di hedef û armanca xwe de kilît bibû. Evê ji bo azadiya Rêber û gelê xwe têkoşîn kiriba. Ji ber vê jî li çiyayên Kurdistanê di nava jiyana gerîla de dîroka gelê xwe hîn zêdetir lêkolîn dike û rastiya dîroka gelê Kurd dibîne. Tenê difikirî ku vê çawa dijminê gelê Kurd têk bibe. Di nava gerîla de di gelek qadan de têkoşîn dide meşandin. Ji Xakurkê heya Zap û Garê li Herêmên Parastinê yên Medya gerîlatî dike.
Ew di nava şînkatiya çirûskên berbi ezmanan ve radibûn de hêvî ken û kêfxweşiya xwe mezin dikir. Sîdar Serhed di nava tevgera azadiyê de ku di bingeheke rast de hevaltî daye qezençkirin hemû zor û zehmetiyên jiyanê hembêz dike. Azadî, bi rûmet jiyankirinê û şoreşgertiyê ji xwe re dike rêgez û armanca herî sereke.
Dîrokê herdem mirovên yên wekî Egîdan û Zîlanan ên leheng afirandine. Sîdar jî wan lehengan ji xwe re esas digre û li ser şopa wan dimeşe. Ew ji bo rastiyê dimeşe û gavên xwe berbi jiyanek azad diavêje. Ji bo bigihîje heqîqetê dimeşe. Ji bo ku bigihîje lûtkeyan hemû astengiyan derbas dike. Tu astengiyan li pêşiya xwe nahêle. Ew bi; moral, coş û kelecaneke mezin ve dimeşe. Çi erka ku dikeve ser milên xwe pêk tîne.
Sîdar Serhed piştî ku di gelek qadan de pratîk dimeşîne derbasî perwerdeya îdeolojîk dibe. Di perwerdeyê de ji bo kêmaniyên xwe derbas bike û bibe gerîlayê demê lêhûrbûnek xurt dike û cardin berê xwe dide pratîkê. Ji bo têkoşîna tevgera azadiyê ya mafdar nîşanî herkesî bide û bi taybetî şehîdan doza azadiyê dîrokî bike derbasî Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG dibe. Di vê xebatê de gelek karên serkeftî dimeşîne. Ew dide ser şopa gerîla û derhêner Xelîl Dax. Jiyana gerîla dîrokî kirin ji bo xwe erka sereke didît. Her wiha dixwest bibe layiqê Elî Kanîroj, Jiyan Amargî û Arjînan. Ji bo wê jî bê westandin xebat dimeşîne. Dixwaze xeyalên rêhevalên xwe yên şehîd pêk bîne. Demeke kurt di van xebatan de cih digre. Lê hemû kêliyên xwe tije derbas dike. Ruxmê ku di van xebatan de nû ye jî di demeke kurt de xwe pêş dixe û bi afrêneriya xwe di vê xebatê de pêşketinan çêdike. Dibe gerîlayekî çapemeniyê yê kedkar. Her tim hewl dide ku rêhevalên xwe yên şehîd yek bi yek dîrokî bike û tevahî cîhanê bide nasîn.
Ji bo ku jiyan û têkoşîna gerîla têxe kadraja kameraya xwe û li ser gerîla xebat bimeşîne berê xwe dide qadên pratîkê. Wexta ku li ser erka xwe ye di dîroka 8’ê Tebaxa 2022’an de li herêma Garê di encama êrîşekî hewayî ya dewleta Tirk de tevlî karwanên nemiran dibe.
Sîdar Serhed di çiyayên Kurdistanê de li milekî çeka wî li milekî jî kameraya wî hemû kêliyên jiyana gerîla dîrokî dike. Bi sekna xwe ya dilnizm û bi moral di nava rêhevalên xwe de tê heskirin. Ew dikeve dilê her rêhevalekî xwe de û heman demê di dilê gelê Serhedê de jî cihê xwe digre. Sîdar dilsoziya xwe ya bi hedef û armancê bi sekna xwe ya jiyanê nîşanê herkesî dide. Ew bi rastiyekê derketibû li ser rêya azadiyê û heta kêliya jiyana xwe ya dawî jî liser vê rastiyê meşiya û bû milîtanekî fedaî yê Rêber Apo.
