Di beyaniyeke meha avrêlê de bi dengê çûkan me çavên xwe li rojeke nû vekir. Wê rêwitiya me ber bi Çarçelayê ve dest pê bikira.
Piştî amadekariyan dema xatirxwestinê bû. Hevalek li du me dirûşmeya “azadiya me rûmeta me ye” avêt. Ev yek bû sedema kenîna hevalan. Ji ber ku heta niha di hişmendiya me û di bin hişê me de hemû tiştên mijara namûsê bi jinê re têkildar bû. Di wê kêliyê de piştî ponijandineke kurt ez keniyabûm. Ji xwe poşman bûm. Ji ber ku pêwîst e hemû nirxên giranbûha yên ku divê werin parastin bibin mijara namûsê. Li ser azadiyê gelek tişt hatiye gotin, ji bo namûsê gelek nirxandin hatiye kirin. Ji ber wê hewce nake li vir şîroveyên xwe zêde bikim.
Tê zanîn felsefe wek hezkirina zanebûnê tê şîrove kirin. Bi hezar salan gelek mijar hatine nîqaşkirin. Gelek gengeşî û nakokî peyda bûne. Yek ji van mijaran jî “kesên xwenda yan geriyayî zana ye?” Pirî caran di vê mijarê de nîqaş xitimîne û bêencam mane. Lê li gor min her yek bi ya din dewlemend dibe û wate dibe. Kesekî xwenda zanebûna xwe jiyanî neke tenê di wî de bimîne him bûyerê yan jî mijarê fam nake û him jî weke bazirganekî dimîne. Kesên geriyayî û ezmûnên xwe yên jiyanî xurt be lê zanebûna teorîk nebe, aliyê wate dayînê wê kêm bimîne. Aliyeke din ê vê mijarê jî vegotina wêjeyî ye. Weke mînak mirovek li welatê me yê ku parçeyek ji bihuştê ye geriyabe lê hêza wî ya vegotin-zargotina wêjeyî xurt nebe, bi gotineke din gencîneya bêjeyan dewlemend nebe nikare li gorî giranbûhabûna wê vebêje. Dîsa bi heman rengî kesekî/ê xwenda an jî di aliyê wêjeyî de xurt be, xweşikbûnekê, wargehek nedîtibe nikare li gor bedewbûna wê hevokan saz bike, an jî li gor hêjabûna wê vebêje.
Demek berê min çend nivîsên behsa herêmên Kurdistanê dike xwendibû. Dema Gabar, Cudî û Herekol dihate vegotin sed heyf û mixabin li min dihat ku ez ji wan bedewbûnan bêpar mame. Ji ber ku min ew der nedîtibûn ango li wan wargehan nejiyame di hişê min de jî zêde nedima. Lê ger mirov deverekê dîtibe û li wir jiyabe zû zûka ji bîra mirov naçe. Beriya ez werim Çerçela gelek caran bi hevokên xemilandî behsa xweşikbûn û bedewbûna vê herêmê dihate kirin. Dîsa ligel bedewbûna wê behsa dijwarbûn û asêbûna vê erdnîgariyê dihate kirin. Niha jî ez li ser çiyayê herî bilind ê Çarçela ligel rêhevalan im.
Rawestgeheke rêwîtiya me Dola Bîra bû. Min ji hevalan pirsîbû ka gelo ji ber çi navê vê geliyê bûye Geliyê Bîra? Hevalên min ji wan pirs kir, lê wan jî baş nizanibûn. Lê tê payîn ku li vê herêmê bîrên kevn hebin. Ji ber ku em ji şiverêyê dernediketin min tenê bîrek dît, dîsa kaniyeke betonkirî hebû lê ji ber ku demek dirêj şêniyên vir nîn in him bîr him jî kanî çikiyabû. Piştî kêliyekî goristaneke di nava şênatiyê de winda dibû û zeviyeke şilêran, bihûştê dianî bîra mirovan. Di wê qadê de ew qas şilêr çima bi taybet jî li nav û derdora goristanê şîn hatibû, bûyereke balkêş bû. Kulîlkên şilêrê weke tê zanîn bi taybet li Zagrosan şîn dibin û helaleyên stûxwar in. Ango berê kulîlkên wan li jêr e. Gelek caran jî dilopek av veşartiye di nava xwe de. Her ku kulîlkên şilêran dibînim çarenûsa wan jî dişibînim a Kurdistanê. Lewre vê xakê her êş, elem, talan, şer û wêranî dîtiye. Ji çavên dayîk û zarokan her rondik rijiyane. Ango pirî caran xemgînî jiyan kirine. Zarokên kurdan bi wê êş û azarê pijiyane û mezin bûne. Şilêr û zarokên Kurdan dişibin hevûdin. Herdu jî bi xweşikbûn û bedewbûna xwe hezkirin û girêdana bi jiyanê re bi hêztir dikin.
Piştî Dola Bîra me berê xwe da Neqeba (boxaza) Şikêr. Ji vir hemû bedewbûna Çarçela diyar dibû. Jixwe çar çelê ku navê xwe daye vê herêmê diyar dibe. Çend saet şunde em gihiştin ser Avaşîn. Avaşîn bi nav û deng e ku bi dehan stran, helbest û nivîs li ser hatine nivîsîn. Ji xwe çiqas were nivîsîn jî mirov nikare bi qasî hêja ye vebêje. Ango beşek ji bihûştê ye. Em ji ser pirekê meşiyan û me Avaşînê derbas kir.
Li vir Dola Çinarê heye. Dema ez ji vir derbas dibim her tim ev gotin tê bîra min;”ji dara Çinarê pirsîne; çima temenê te ew qas dirêj e. Bersiva Çinarê jî; ji ber ez bi axa xwe girêdayî me”. Ez dara Çinarê û gerîla dişibînim hev. Herdû jî bi xaka xwe ve girêdayî ne. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve temen dirêj nebe. Lê di aliyê manewî de nemir e. Bi vî awayî me wê şevê li wir derbas kir û dotira rojê ji Dola Çinara heta neqaba wê ku her der bi darên Çinarê hatibû xemilandin, ew rêya dirêj me derbas kir û em beriya nîvro gihiştin rawestgeheke din. Ne tenê rawestgeheke din, ev der him destpêka qada Çarçela û bi dawîbûna qada Avaşîn bû. Dîsa li vir demsal jî diguherin. Her ku em bi pêş de diçûn demsal bi paş de dizivirî. Lewra em biharê dijiyan lê li vir demsal zivistan bû. Her der berf bû. Li vir bûyereke pir balkêş jî qewimî. Dema em nû gihiştin neqebê, asîman sayî bû. Demek kurt derbas nebû gijlok bariya, piştre baran û herî dawî jî berf. Ez matmayî mabûm. Di demek ewqas kurt de rewşa hewayê çawa ew qas diguhere. Dema me dest bi meşê kir jî tav derketibû. Me xwe ji neqebê berda jêrê û pêşiya me Gundê Satê yê ku parçeyek ji bihûştê, hebû. Di rê de min kulîlkeke biharê ku navê wê nedizanî kişand. Dema hevalê ligel min ev yek dît gotineke balkêş bi kar anî û got; “ma li Çarçela bi hezar cure kulîlkên bi vî rengî hene , tu yê hê pir bibînî. “ ji ber vê yekê min nema wêneyê kulîlkan dikişand. Em gihiştin Gundê Satê, li vir baranê jî destpê kiribû. Jixwe dema min rewşa gund a wêranbûyî dît hestên xembar min dorpêç kirin û adeta barana ku dibarî li şûna çavan dibû rondik û diherikî. Ez û hevalê ligel min, li nav gund geriyan, me wêneyê van deran kişand û di derbarê vî gundî de nîqaş kir. Gundek pir mezin bû, hemû jî bi keviran hatibû avakirin. Rûbarek ji kêleka gund diherikî û mirov digot, tişta ku giyan dide vî gundî ev rûbar e. Bi sedan zeviyên biçûk , her cure darên fêkiyan , darên spîndar û çinaran mirov mest dikir, li aliyê din jî kîn û hêrsa li hember dagirkeran xurtir dikir ku li welatê me, gelê me wêran kirine…
Mirov xweşikbûn û bedewbûna vî welatê çiqas bêje jî wê kêm be û jixwe rûpel jî têrê nakin. Ji vir şûn ve êdî demsala zivistanê serdest bû, her der ji berfê spî bû. Xweza kefen li ber xwe kiribû an cilê bûkan li xwe kiribû? Pirseke bêbersiv… Ji vir û şûn ve êdî erazî jî ne wek ya li dû me mabû. Rêyên asê, bilind û bi xetereyan tije. Ev rêya asê û dijwar li pêşiya me bû. Ji keviyên berfê, rêyeke dirêj em gihiştin gel hevalan. Rê çi qas zehmet be, şert û merc çiqas dijwar dibe, girêdana mirov jî ewqas zêde dibe. Ji lewre mirovek li ku derê kedeke zêde dabe ew mirov ew qas jî bi wê xakê tê girêdan. Ev rastî herî zêde jî ji bo gerîla derbas dibe. Piştî çend rojên ligel hevalan rêwîtiyeke dijwartir li pêşiya me bû. Lê beriya wê mijareke girîng a min ji bîr kirî jî pêwîst e were vegotin. Ew jî sînorên ji aliyê dagirkeran hatine avakirin in. Gelê me bi van sînoran ji hev qut kirine û di nava pergala dagirkeriyê de bi çanda derew bihêre, bihelîne, bişafîne. Beriya em bigihêjin kevirên sînor ên ji betonê hatiye danîn, bê giyan, sar û ji rastiyan dûr, li ser rêya me bû. Ew remza dagirkeriyê bû, bi wan kevirên betonê welatê min hatibû parçekirin û dagirkirin. Jixwe Gundê Satê jî gundê Bakur ê herî destpêkê bû. Ango tiştên piştî wê li qada Bakur wê biqewimin. Vegotinên min wê li xaka bakur derbas bibin. Piştî heft salan cardin li ser xaka Bakur im. Ji ber wê jî dilaram im. Bi hêviya ku her mirovê azadîxwaz xwe bigihîne vê bihuşta li ser rûyê erdê.
Memyan Jiyanda
