Wekî bilbilê baxan aşufte û heyran dimînin, gava navê te bi lêv dikin. Wekî perwane bêtebat dibin, gava bêhna porê te digirin.
Dengê şevê li ser wan de tê û xew ji vî welatî koç dike. Ji birka bîrhatinan de pêlên te radibin û hestan newazîş dikin. Avzêl (bataklık) ji zelaliya çavên te para xwe digire û xwe hildiavêje, da ku ji avabûyîna rojê re bibe şahid.
‘’Çîrokên Bi Êş Bi Dawî Dibin Êdî’’
Çavên xwe di nava êşên civakê de vedike. Bi çîrokên xembar ên ser jinê re mezin dibe. Dil û mêjiyê xwe bi hestên tolhildanê dadigire û ji bo bi dawî kirina wan çîrokan dikeve nava lêgerînan. Zahîde Oner xweşikbûyîna xwe bi ya tevgera azadiyê re dike yek û biryara ji dil a beşdarbûyînê dide. Her çiqas destpêka tevlîbûyînê hestiyarî be jî, lê bi perwerdeya ku dibîne vê hestiyariyê birêxistin dike û dibe gerîlayek xwedan sekin û biryar.
‘’Rêhevala Rêzeçiyayê Zagrosan’’
Piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn dibîne, derbasî qada ku lê mezin bûye dibe. Bi Zagrosan re dibe heval û bêhna azadiya welat ji nêz ve dikşîne hundirê xwe. Ji her dar û berekî xwezaya Kurdistanê hez dike û bi wan re dikeve nava hemahengiyê. Jiyanê bi van hestan ve dixemilîne û delaliya vê yekê di nîvenga lê dimîne de jî dide avakirin.
‘’Bi Te Re Ne’’
Bi gulan re peyvan rêdikin ji daristana mêjî re. Li pey te bi hezaran ji bo pêşerojê, tabloya evînê bi şewata dilan nîgar dikin. Bi te re ne, di her kêliya serxwebûnê de. Ew jî weke te, berdêla azadiya welat di canê xwe de veşartine. Çîrokên xemê rizgar dikin ji destê zilimkaran. Soza rakirina ala şehîdên xwe her roj dûbare dikin.
‘’Êş Xwarina Mirovan e’’
Li Kurdistanê dijwarî, diyariye. Şahî, daxwaziyeke ji bo zarokan e. Êşa gel xwarina mirovan e. Tenya kesên ku ji vê yekê re serî netewandiye, Tevgera APO’yî ye. Apogerên vê welatê, mil bi mil, dil bi dil didin hev û ji bo xweşikiya axa pîroz bi hemû hêza xwe ve têkoşîn didin meşandin.
Rêbîn Ozgûr di nava tevgerê de her tim ji bo ji rêhevalên xwe re bibe rêhevaleke rast a APO’yî, bê rawestan ked dide û hawirdora xwe jî ji vê yekê re amade dike. Di nava jiyanê de çawa li hember her tiştî berpirsyar e, bi heman awayî di şer de jî berpirsyar û xwedî ezmûn e. Di warê bîrdozî û leşkerî de bi berdewamî di nava lêhûrbûnê de ye. Ji bo xwedî li keda dayîkan derkeve, bi ruh û can xwe nezirê şoreşê dike.
‘’Ji Bîr Nabe Rûyê Bedew Ê Keça Kurd’’
Serfiraziya we pîroz be, xemgîniya ku fitilî kenê çiqas li rûyê we yê bedew tê. Bîr nabe rûyên we, wê hertim zindî bimîne di dilan de. Wê di şevên her demsalê de navê we bibe lorika xewa zarokên welatê rengîn. Êdî çîrokên bi êş bi dawî bûn, li şûna wan serpêhatiya qehremanan xwe bi cih dike, di mêjiyê me de. Bi bîranînên we em ê rojên xwe bixemilînin û riya serfiraziyê bidomînin.
