HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dema em di nava rastiya partiya xwe de beşdariya jinê, têkoşîna azadiyê û diyarkirina nasnameya azad pêş dixin, asta ku di pratîkê de tê pêkanîn çi ye?

Wek derfet dikare rê li çi veke û, ya herî girîng, nûbûna wê wek herikînekê çi tîne ziman? Pêşxistina nîqaşê li ser vê bingehê dikare rê li encamên biwatetir veke.

Divê beşdariya jinê û têkoşîna wê ya azadiyê ji kevneşopiyan bên rizgarkirin. Divê ev ji têkiliya bi zilam re, têkiliya malbatê û awayên şibandina bi sazî û dezgehên fermî cuda bên girtin dest. Çawa ku pirsgirêkên azadiya gelan û rizgariya çînan hêjayî rawestandinê ne, pirsgirêka jinê û ji ber vê yekê rizgariya wê jî hêjayî vê yekê ye. Hewldana perçekirina nêzîkatiyên kevneşopî, heta şêwazên jiyanê jî, û gihîştina tiştê resen belkî jî dikare tîpa azad derxe holê.

Divê tu kes li benda reçeteyekê nebe. Ya ku em herî zêde dikarin bidin ew e ku em nêzîkatiyên kevneşopî yên ku zêde ne hêjayî rêzdariyê ne, heta bi awayekî sivikkirî jî berdewam nekin û di vê mijarê de ketina ceribandineke reformê ne. Em ê di vê mijarê de jî radîkal bin. Di pirsgirêka jinê de radîkalîzm çi ye? Divê em ji aliyê têgihîştinê ve bigihîjin nêzîkatiyeke bingehîn ku ji girtina vê mijarê tenê wek hestyarî û zayendîtiyê, çawa ku gelek caran tê kirin, wêdetir be; heta ji gotina «bi vî awayî siyasetê eleqedar dike, divê di her sazî û dezgehê de wekhev cih bigire» jî wêdetir be. Cihê jinê di dîrokê de û asta pêşketina wê çi ye? Bi girêdana bi pêvajoyên civakbûnê re wê çi, çawa wenda kir? Wê çi li civakê zêde kir? Dûrxistin û bindestkirin di çi astê de ne? Di her teşegirtina civakî de jin çi tîne ziman? Ji ber hin taybetmendiyên xwezayî yên zayenda wê, beşdariya wê ya civakê û rewşên ku di pêvajoya civakî de jiyaye dibe ku bûbin sedema bindestkirina wê. Dikare ji bo mêtingeriyê amadetir bê kirin. Ev, li gorî şertan, li hember gelên ku bi hêsanî dikarin bên bindestkirin û mêtingerî jî dikare bê pêşxistin. Ev ne qanûneke xwezayê an fermana Xwedê ye, çawa ku serdest dibêjin. Ev rewşên ku bi fermana mirov pêş dikevin in.

Ji ber vê yekê, dema pêwîst be ji nû ve bê nirxandin, nîşandana hêza redkirinê tiştekî têgihîştbar e. Divê radîkalîzm neyê wateya redkirina zilam. Nêzîkatiyên hin komên ku jê re femînîst tê gotin wisa ne. Lê divê ne wisa bê girtin dest. Çawa ku nikare wek tevgereke dij-zilam bê famkirin, divê tenê neyê wateya tevgereke ku xwe ji zext û mêtingeriyê rizgar kiriye jî. Bandora van jî dê hebe; radîkalîzma tevgerê dê hinekî dij-zilam be, hinekî bi daxwazên xwe yên azadiyê ve girêdayî bimîne, lê divê tiştên zêdetir jî bîne ziman.

Bi rastî windabûna nasnameyê heye, kesayetiya ku nasnameya xwe bide axaftin tune ye. Di vê mijarê de çîna jinê çi ye, çanda wê çi ye, neteweya wê çi ye? Bêguman her jin ji çandekê, neteweyekê û çînekê ye. Lê wek jin çi ye? Gava em wê ji hemû taybetmendiyên wê yên netewî, çînî û çandî veqetînin, ma li ser navê nasnameya jinê tiştek dimîne, an dikare pirseke wisa bê avêtin holê? Li gorî me dikare. Heke em dîroka civakî û girêdana wê ya bi zext û mêtingeriyê re wek rastî qebûl bikin, danîna jinê li cihê wê yê rast jî ji bo rizgariya bingehîn a mirov neçar e.

Bi vê wateyê tê gotin ku bê rizgariya jinê rizgariya civakî nabe. Bêyî ku jin bigihîje nasnameya xwe ya rastîn, gihîştina nasnameyeke mirovî ya saxlem û nasnameya civak û neteweyê dê kêm bimîne. Ev tê famkirin. Mînak, di rastiya Kurd de daketina jinê mezin e. Tê famkirin ku ev li asta netewî jî bandor dike û tîne ziman ku asta civakî pir paş de maye. Dîsa tê famkirin ku rastî her çiqas pêş bikeve, asta netewî jî dê neçar be ewqas pêş bikeve û bilindbûna civakê bi xwe re bîne. Di vê mijarê de tabû hatine honandin û em her dem wan nîqaş dikin. Di dirêjahiya dîrokê de darizandina «her jin a kesekî ye» an «gelek jin ên kesekî ne» pêş ketiye. Em ji vê re dibêjin «bûyîna mal». Heman tişt qet ji bo zilam nayê gotin. Em kêm dibînin ku nirxandinek wek «zilamek ê vê jinê ye» an «gelek zilam ên jinekê ne» bê kirin. Bêguman divê em sedemên vê yekê bi hemû aliyên wê, ji aliyê dîrok û rastiya civakî ve bizanibin. Encameke wek xwe nîşandana vê di têkiliyên rojane de jî derdikeve holê.

Têkilî pir feqîr in; ji cewher, cesaret û naverokê bêpar in. Dema em li gelekî xwediyê şertên civakî û dîrokî yên paşverû yên wek me binêrin, ev hê jî wisa ye. Carekê li analîzan û carekê li awayên têkiliyan dinêrin; her kes kendalên kûr dibîne. Rastî rewşeke ku bawer nakin tiştên ku dibînin tên. Bêguman ev rewşek ne ku bi xwe derketiye holê, ev encamên ku tevgera me ya azadiyê rê li wan vekiriye ne. Rêbaza me awayê zelalkirin û derfetpêşkêşkirina lêgerîna nasnameyê ya ku em hinekî hewl didin pênase bikin tîne ziman.

Heke bê baldarîkirin, pirsgirêkeke me ya bi navê têkiliya hevseng û ahengdar tune ye. Em napirsin ku zewaceke baş, evîneke baş divê çawa be. Ev pirs di bin bandora nêzîkatiyên pir biçûk-bûrjûwa û tengdîtî de ne. Ez wan hinekî bêwate û kirêt dibînim. Wan wek pirsên ku mirov teng dikin û li pêşiya azadiya wî astengî datînin dinirxînim. Divê pêşketina nasnameyê bi şêwaza xwe berdewam bike û bêguman, nasname her ku pêş dikeve, cudakirina jiyanê jî bê danîn holê. Divê nasname bi dîtin û jiyîna cudahiya xwe ya ji pergal û kevneşopiyê pêş bikeve. Ango divê lêgerîneke nasnameyê ya bi alternatîfan hebe. Bûrjûwazî û feodalîzm her çiqas bibêjin «dunyaya jinê wisa tê avakirin», pirsgirêkeke me ya dunyaya jinê jî heye. Bi ihtîmaleke mezin şoreşên pêşerojê dê bi danîna vê pirsgirêkê ya bi hemû aliyên wê ve girêdayî bin. Pêşketina xurt a zilam jî bi vê ve girêdayî ye.

Ez di mijara jinê de gelek caran xwe ji nû ve dinirxînim. Heke hûn baldar bin, min taybetmendiyên zilamê xurt jî hinekî bi dest xistine. Lê ev di heman demê de bi derxistina hêza jinê ve jî girêdayî ye. Ango di mînaka min de berçav e ku hêza jinê her ku derdikeve holê, zilam dê xurt bibe. Ev ne hêzeke ku bi pere û desthilatdariya siyasî tê peydakirin e. Hûn pir baş dizanin ku ew ji hêza derxistina ber bi nasnameya azad ve tê. Ev encama beşdariya rizgariya jinê ye û rê li hêzê vedike. Di heman demê de bi serê xwe heta gihîştina hêza artêşekê ye jî.

Ez niha dikarim bi gelek jinan re her cure kar pêş bixim. Lê di serê zilamê kevneşopî de jinek wî heye. Heke çend pereyên biçûk-bûrjûwayan hebin, jina pavyonê, jina kerxaneyê û, gava asta bilind tê gotin, jinên sekreter peyda dikin, li gorî xwe têkiliyên dizî didin meşandin û tenê dixwazin zilamtiya xwe û serdestiya xwe bidin hîskirin. Di şertên civaka feodal de zewaca bi du-sê jinan re xwezayî tê dîtin. Hemû jin ên wî ne û gava dixwaze macerayekê bike, jinekê direvîne. Ev çawa ku ti eleqeya xwe bi xurtbûna jinê re nîne, bi wateya xwe ya kaba jineke xirab û zilamekî xirab derdixe holê. Her zilam hinekî wisa ye. Çi di şertên Ewropa û Amerîkayê de be, çi di şertên Rojhilata Navîn de, di navbera van serên sereke de her diçe û tê.

Heyranbûna li dora muzîkjen û werzişvanên cihêreng ne rewşeke taybet a jinê ye. Zilam jî heyran e, jin jî heyran e; tê gotin «em ji hev re diperestin, bila canê me here». Lê ev nêzîkatiyek e ku bi taybetî ji aliyê jinê ve zêde biwate nîne. Cudahiya me di vê mijarê de zelal e. Şêwaza me ew e ku jinê îstîsmar nake, wê li derveyî pîvanên zilamê fermî û zilamê feodal digire dest, wek civakeke sosyal ciddî digire û bi bawerî û têgihîştina ku dikare bibe hêzek, herikînek, tevgerek, artêşek nêzî wê dibe.

Berî her tiştî me ev ji «bila ez vê jinê bigirim, wê jinê bifiroşim» wêdetir kiriye bûyereke civakî û her ku diçe rewşeke ku li ser beşdariya rêxistina siyasî û şer kûr difikire. Di qada min de şopa gotinên «ez jina kê me, ez destgirtîya kê me» tune ye. Hûn nikarin derbarê min de jî îdiaya vê bikin. Di şertên gerîla de jî hûn bi van cure peyvan zêde hewce nabînin ku xwe bidin nasîn. Hûn hewl didin xwe wek hebûneke civakî û siyasî, wek hêzeke ku hûn pê eleqedar in pênase bikin. Ev rewşeke nû û girîng e. Hûn vê di tu nêzîkatiya serdestiya zilam de nabînin. Tu kes bi hêsanî rê nade xebatên jinê yên vê astê. Nêzîkatiyeke dijwar e, lê ez diceribînim. Dema ez têgihîştinên kevneşopî ji ser we radikim belkî hûn zorê bikêşin, lê ez texmîn dikim hûn bi pêwîstiya vê bawer in. Ji ber vê yekê gava hûn ji têgihîştina zilamê fermî û zilamê kevneşopî xilas dibin zêde xemgîn nabin. Belkî zilamên we zextê li we bikin an zilam zorê bikêşin, lê hûn zorê nakişînin; tê famkirin ku hûn yekser nakevin lêgerîna peydakirina zilam, hewl didin xwe bibînin. Hûn ji kûrahiya xwe hewcedar dibin ku li pirsa «li gorî me civak û nêzîkatiya zilam divê çawa be» bi awayekî berfirehtir binêrin. Ev dikare hinekî nêzîkatiyeke rast be. Li ser vê bingehê pêşxistina lêkolîn û lêgerînê pir pêwîst e.

Hûn ji civakê, ji siyasetê, bi taybetî ji artêşê hatine avêtin derve, di hemû çalakiyan de jî hatine tengkirin. Em li bersiva pirsa ku vegera we divê çawa be digerin. Ez texmîn dikim me hinekî ya herî guncav jî kiriye. Heta em we ji nêzîkatiya zilamê fermî an ji nêzîkatiyên civakî yên serdestiya zilam a ku li her astê mora xwe lê dixe rizgar nekin, ne mimkun e ku hûn bi nasnameya xwe, bi maf, bi dad, bi azadî û wekhevî, bi hêz bikevin civakê. Belkî hûn bi hinek reforman rewşên xwe baştir bikin. Ev jî ne radîkalîzm e û nabe çareseriyeke ji kokê ve.

Çawa ku di her bûyereke civakî ya ciddî de ye, li vir jî tiştê ku dê ji we bê xwestin ew e ku hûn bi hinek eşq, pîrozî û bawerî nêzî azadiya xwe bibin. Berî her tiştî hûn ê bi vî karî bawer bin. Ez nabêjim wek femînîstan bin, lê aliyên wan ên hêjayî rêzdariyê jî hene. Pêşî hûn ê rêza xwe bigirin. Hinek prensîbên we yên xwe, prensîbên jinê dê hebin. Prensîbên zilamane yên zilam hene. Gava prensîbên zilamane û jinane tên gotin, yekser prensîbên nizim tên bîra mirov. Lê divê prensîbên jinê jî êdî zelal bibin. Prensîba jinê çi ye? Divê her kes hinekî vê fam bike. Hûn her ku prensîbê ava bikin û wê berçav bikin, nîşana yekem a ji bo azadiyê didin. Lê di avakirin û berçavkirina prensîbê de hûn hîn ne ji hev cuda bûne û ne zelal bûne. Rewşên we tevlihev in. Her zilamê ku li we dinêre prensîba serdestiyê esas digire; nabêje «li hember min hebûneke xwedî prensîb heye». Hûn jixwe ne prensîba jinê, lê prensîba jinane ya ku civakê ji we re layiq dîtiye didin axaftin. Ez vê di we hemûyan de dibînim. Ez li hember prensîba jinane jî şer dikim. Mixabin hûn hemû bi prensîba jinane nêzî me dibin an me zor dikin. Lê eşkere ye ku divê prensîba jinê hebe.

Hûn dibînin ku di civakê de prensîbeke serdest li we tê ferzkirin û we dimeşîne. Hûn van prensîbên ku di sedan salan de çêbûne wek qeder dibînin. Lê lêkolîn jî nîşan didin ku ev fermana mirov e, ne fermana Xwedê ye, ne taybetmendiyeke xwezayî û ne qeder e. Hûn di encama kiryarên mirovan de ketine vê rewşê. Bêguman rizgariya zayenda jinê pêwîst e. Ji kuderê bê nêrîn jî, hûn ketine rewşeke mîna kûsiyê û tên kişandin. Di tevgera civakê de hûn bi rastî bi meşa kûsiyê ne. Ma ne mimkun e ku hûn hinekî zêdetir bikarin birevin? Veguherandina we ji kûsiyê bo hebûneke ku li ser lingên xwe dimeşe ne tiştekî ne mimkun e.

Mînak, zilamek çima nêzîkatiyên we ciddî nagire? Heta zilamê we yê herî sosyalîst gava nêzî we dibe prensîba jinane esas digire. Hûn jî rewşê tam li gorî wî saz dikin. Hestên we, evînên we, têkiliyên we, ecibandin û redkirinên we her li ser vê bingehê pêş dikevin. Heta niha min mezinahiya jinekê nedîtiye. Ez mirovekî ku gotinê fam dike me. Ez dizanim yê bilind kî ye û bi prensîba bilindahiyê û nûnerên wê re çawa tê axaftin, lê keseke wisa tune ye. Rewşên we wek zayend zarokan, mirovên ku digirîn û digazin, civakên ku divê bên îdarekirin û gelên mêtingehkirî tînin bîra min. Divê ne ewqas be. Di nirxandina tu zilamî de, refên partiya me jî di nav de, min ev nedîtiye: «Min ji hevaleke jin a xwedî prensîb, bilindahî û nirxeke wisa feyz girt, min ew bi nirx dît, min hêz jê girt an min bi ciddî pê re nîqaş kir, axivî, heta jê hez kir.» Di vê mijarê de yek peyv jî tune ye. Ma ev biçûkmanîna we dernaxe holê? Hûn çima nikarin bibin tîpeke wisa? Ma hûn bi rastî pir ketine? Di vê mijarê de çima têkoşîna we ya rast çênebû? Zilam ji we re dibêjin ku ew pir evîndarê we ne; dema mirov tê ser dizîna dilan bi peyvên derewîn, ne ji we û ne ji wan çêtir heye. Lê tiştê ku ez behsa wê dikim nirxeke rêhevaltiyê ya ciddî ye ku bi prensîba xwe û bi pratîka xwe tê meşandin. Em vê li ber çavan digirin û bi vê re diçin. Heta di nêzîkatiyên herî jêhatî yên jinê de têkiliyên xerab pêş xistin, ew girtin û reviyan, artêş xerab kirin, li ber tevgera şoreşger asteng bûn û teqez sifeteke neyînî derxistin holê. Ma ev qeder e?

Hûn dibînin ku pirsgirêkên we yên prensîba ku divê bê gihîştin û ji bo vê bê lêkolînkirin û zanîn, û helwesta pratîk a ku jê derdikeve hene. Tiştê ku ez ji bo we dikarim bikim, çawa ku qutkirina we ji hin girêdanan e, her wiha astengkirina beralîbûna we ya ber bi girêdanên bi xeter ve ye. Têgihîştina min a azadiyê vê ji min re hem pêwîst dike hem jî dibêje «bike». Bila ev jin û keç li şûna ku bibin esîrên filankesî û bêvankesî, em derfetekê ji wan re vekin ku hinekî xwe bijîn. Têgihîştina min a dadê vê bi min dide kirin. Nayê bîra zilamên din, nayê bîra we jî. Hûn ji demeke pir berê ve ji bo hin rewşan hatine amadekirin. Têgihîştina min a azadiyê vê qebûl nake. Li gorî min divê em lêgerînekê pêş bixînin û bikarin rê li rewşeke nû vekin.

Ji demên pir kevn ve ez dibêjim divê bi giştî têkilî û şêwaza tevlîkirina jinê li civakê ne wisa be. Min di her cure têkiliyê de, wek destgirtîkirin, zewicandin û flortê, kêmasî dît. Min digot ev awayên têkiliyan hemû seqet in. Min ji demeke pir berê ve bawerî bi pêwîstiya alternatîfê anîbû û ev têgihîştina min derfeta karekî bi sînor bi we re dide min. Hûn eleqeyê nîşan didin; baldar bin, kes we bi zorê naxe tevgerê. Li hemû herêman bi rastî herikîna jinan ber bi refên me ve heye. Heke em berdin, dikarin piraniya hêza artêşbûyînê pêk bînin. Heta jiyana xwe jî datînin holê, mirin ji wan re ne girîng e. Keça gundî ya ku heta duh nikarîbû gavekê ji ber deriyê xwe derkeve, îro derdikeve çiyayan. Ev bûyereke mezin e û bi me, rasttir bi min ve girêdayî ye.

Hûn ê çawa ji nû ve vegerin jiyanê? Vegera civakê, vegera zilaman dê çawa be? Nebêjin «em ji mêj ve vegeriyane». Vegera ku ez behs dikim cudatir e; vegera di mêjî, di ruh û di hezkirinê de dê pir cuda pêş bikeve. Ez rewşên heyî naecibînim, wan kirêt dibînim. Hûn çi tengav bibin, çi bibêjin «hêza me têr nake», li gorî min vegerên biheybetir mimkun in. Hûn rêzdar û hezkirî dibin, ev jî modelek nêzîkatiyê ye. Hûn neçar in min ciddî bigirin. Ez jî neçar im yê li hember xwe ciddî bibînim.

Baldar bin, dema zilamê herî jêhatî jî bi jinekê re dikeve têkiliyê, pratîkên ku dê yekser bên bîra wî an ew ê pêk bîne diyar in. Wê biçûk dibîne, kirêt dike, her ku diçe kor dike û dişibîne xwe; heke di destpêkê de hinek hestên jinê hebin, bi tevahî tên paqijkirin, monoton dibe û têkiliya wê dimire. Li cihekî zilam bi xwe jî dimire. Lê li gorî min divê mirov ewqas bi hêsanî nemire. Eşkere ye ku emperyalîzm û hemû teşeyên civakî yên berê di vê mijarê de hin kuştin pêk anîne. Di feodalîzmê de jin di panzdeh saliya xwe de tê kişandin nav jiyanê, di bîst, bîst û pênc saliya xwe de êdî qediyaye. Bûrjûwaziyê sînor hinekî heta sih saliyê bilind kiriye. Bi çi awayî? Cariye hene, çîrokeke firotinê ya pir balkêş heye. Hûn xwe çawa pêşkêş dikin? Divê li ser vê pir bê fikirîn.

Hemû jêhatîbûna me ev bû: nebe jî me xwe hinekî bi wateya resen a peyvê bekâr kir. Ne bi wan wateyên ku hûn fam dikin; min xwe bi awayên pergala fermî an kevneşopiyê re nekiriye yek û nakim jî. Bi ihtîmaleke mezin têkoşîna azadiyê bi vê taybetmendiya min ve girêdayî ye. Xwe avêtina min a nava paşverûtiya jinê û koletiya wê belkî dikarîbû rê li windakirina min a ji destpêkê ve vekira û belkî tu gav jî ji bo azadiya jinê nehatiba avêtin. Heke min têkilî bipejirandana û ez mînakeke wan têkiliyan bûma, şoreş nedibû, di PKK’ê de pirsgirêka netewî nedihat rojevê. Ez bi vî awayî bi vê artêşbûyînê ve nedigirtim.

Dibe ku hêza têgihîştina we ne têr be, lê eşkere ye ku divê li ser vê bingehê pir kûr bibe. Bi cesaret nêzî bibin, di ronahiya tabûyên heyî de nêzî nebin. Nêzîkatiyên ku bûne mal û milk derbas bikin. Nêzîkatiya zayendê jî bi mal û milk ve girêdayî ye; divê hûn wan nêzîkatiyan jî derbas bikin. Zayend bi serê xwe ne amûra daxistinê û ne ya bazarkirinê ye. Ew tiştekî xwezayî ye. Beşek ji kesayetî û şerefa mirov e. Nabe ku mirov wê ji rûmet û şerefa xwe cuda bigire dest û bibêje «bi vî awayî tê girtin, bi vî awayî tê xeniqandin, bi vî awayî tê bikaranîn, bi wî awayî tê nirxandin». Di van mijaran de jî prensîba azadiyê bikin xwedî karîgerî û bingehînbûnê. Hemû ev we bi nasnameyeke cuda derdixin hember kesan.

Di vê mijarê de hûn vemirî ne, we xwe zêde dernexistiye holê. Hemû têkilî û girêdanên we yên bi zilaman re bi xeter in; yan dibin ber koletiyê, yan we dixin bin berjewendiya ferdî. Hûn prensîba jinane didin xebitandin, ew jî prensîba zilamane dide xebitandin. Encam dibe vejandina pergal an kevneşopiyê. Em li dijî vê ne. Di nêzîkatiyên xwe yên bi zilam re divê hûn şoreşekê temsîl bikin. Hûn ê vê ne bi şikandin, xerabkirin û redkirina kaba, lê bi hîskirina ku hûn çawa dikarin hez bikin, evîndareke çawa ne, hêza eşqa we, nasnameya we, hêza raman û prensîba we çawa ye, û bi vê wateyê bi hinek dûrxistina wî ji prensîba zilamane pêk bînin. Rasttir, divê hûn bi perçekirin û hilweşandina wê prensîba bêmaf û gihandina wî bi prensîbeke rast a nêzîkatiya zilam vegerin têkiliyê.

Dema ez dibêjim nêzî gerîla rast bibin, hûn dibêjin «ez her roj şer dikim». Wan çek û hemû rêzik û qayde xerab kirine, lê difikirin ku gerîlatî dikin. Nêzîkatiyên we jî vê tînin bîra min. Dema ez dibêjim bi prensîbeke xurt nêzî têkiliyan bibin, hûn dibêjin «nêzîkatiyên ji bavê me mayî, ji jinaniya me mayî ji bo me derbasdar in». Lê rêbazên şervanê gundî yên ji bavê wî mayî û rêbazên we yên ji pêşiyên we yên jin mayî yek in. Ev soza şansa serketinê jî nadin. Taybetmendiyên we yên xwedî ufqê berfireh, alternatîfa mezin, ruhê dorpêçker û mirovkêş li ku ne? Di vê mijarê de nirxê we di nava civakê, li hember zilam û di navbera we de çi tîne ziman? Gelek encamên ku hûn ê ji vir derbixin hene.

Ji têgihîştina we ya zewacê bigirin heta têgihîştina we ya evînê, ji nirxandina we ya zayendê bigirin heta hemû nêzîkatiyên we yên siyasî û felsefî, cudahiyek û nasnameyeke we dê pêş bikeve. Divê hûn ji kamilkirina kesayetiya xwe di vê mijarê de netirsin. Ev ne kesayetiyeke tenê bertekdar e. Civakên mêtingehkirî her dem bertekê nîşan didin, lê tê famkirin ku ev çiqas teng e. Rastiya ku neteweperestiya teng û neteweperestiyê ew birine qirkirinê û para wan di pêşketina neyîniyên civakî de ne kêm e hatiye famkirin. Ji ber vê yekê hûn jî di têgihîştineke teng a jinê de nemînin. Pêwîstî bi şovenîzma jinê tune ye. Heta xeter ne li vir e. Hûn zêdetir li gorî zilam hatine teşekirin, we xwe bi tevahî li gorî kevneşopiya fermî amade kiriye; derbaskirina vê pir girîng e. Analîzên ku em pêş dixin, heke hûn baldar bin, van tînin ziman. Ev jî ji bo hemû têkilî û pîvanên jiyanê ne tenê şîroveyeke cuda, lê guhertinên radîkal, ango şoreşê tîne.

Dema yek ji we biçe qada xebatekê, divê bikaribe cudahiya xwe derxe holê. Mînak, divê zilam di rewşa ku bibêjin «ev tîpeke cuda ye; ciddiyeta wê, nirxê wê, giraniya wê heye, heta baş e, bedew e, rêza me jê re heye» de bin. Em dibêjin çareserî ev e. Hûn dibêjin «ev ê çawa bê jiyîn». Bi çalakiyekê, bi şêwazekî têkoşînê ev tê jiyîn. Hûn ê vê hêzê di xwe de nîşan bidin; şêwaza ku ez ê li rex wê bimînim û piştgirî bidim ev e. Nasnameya piraniya wan tune ye. Dibêjin «em hê zêdetir ji nasnameya xwe ya jinê dûr ketin»; di refên şoreşê de zimanê wê hatiye birîn û bûye peykek. Em di lidarxistina civîneke bi jinan re jî zorê dikişînin. Yên îlhamê didin kêm in. Çima divê hemû civînên me zilamane bin, çima civînek, heta civakek, a ku jin jî tê de ciddî be neyê pêşxistin? Di PKK’ê de jin êdî cih peyda dike. Di civakên din de jî rewşeke dilêş heye. Jina ku tê gotin bi teqez jina kesekî ye. Ango bi teqez hatiye girêdan, bûye tapoyê, mohra wê jî li bin hatiye xistin. Bi vî awayî bûyer qediyaye. Ev ne mijarek e ku bi hevjînbûnê jî bê girtin. Jina dewlemend an bihêz, bila hevjîn be an nebe, di têkiliya malbatê de be an nebe, tê wateya bûyerekê, diyardeyekê, bandorekê. Jin di PKK’ê de êdî wek milk nayê dîtin. Gihîştiye hebûneke ku karîgeriya wê li her qadê vedide. Jina azad dibe hinekî jî ev e. Jina ku azad dibe ciddî tê girtin, ber bi kesayetiyeke xwedî giranî ya ji zayend û jinaniya xwe wêdetir ve vediguhere. Hûn ê hem îdiaya vê bikin, hem jî hewldana we dê ji bo vê têr be.

Heke jinên wisa bên afirandin, eşkere ye ku civak dê baştir bibe, jiyan dê sosyalîsttir bibe, şer û kirêtî dê bên astengkirin û dad, bedewî û pêşketin dê bên peydakirin. Ev di rastiyê de şoreşa jinê ye. Heke ev şoreş wisa be, civak hem dikare cuda bibe hem jî hêzeke mezin bi dest bixe. Gelek kirêtî, ketin, durûtî, şîdet jî di nav de, îşkence û bêmafî dikarin bên derbaskirin. Bi pêkhatina vê tîpê û çalakiya wê, heke oportunîstî neyê kirin, neyê beralîkirin û temsîl tam be, ew civak dê ji hemû astên civakî yên heyî pir bilindtir be. Dibe ku xeyalkirina vê ji we re zor be, lê heke em şoreşê dixwazin û dibêjin cih û rola jinê di şoreşê de divê çi be, em neçar in hinekî bifikirin. Em ê bi çi awayekî din we bikin xwedî hêz? Ango heke her nêzîkatiya we jinane be û her nêzîkatiya zilam bi awayekî erzan û zilamane bê nîşandan, şoreş, rizgarî û azadiya we li ku dimînin? Di vê mijarê de dê çalakiya we ya serbixwe, ramana we ya serbixwe hebe. Hinek dikarin vê pir xeyalî bibînin, heta bi xeter jî bibînin, lê li gorî min nêzîkatiyeke şoreşger a ciddî ye. Em ê ji aliyê xwe ve pêşxistina lêgerîn û nêzîkatiyên li ser vê bingehê berdewam bikin.

Nêzîkbûna azad a jinê ji aliyê min ve di heman demê de pirsgirêka şeref û rûmetê ye. Nêzîkbûna wisa pêwîstiya rêzgirtina min a kesayetiya xwe jî ye. Ez vê ne ji bo afirandina jinên ku li dora min ji min re diperestin an ji bo pêşxistina haremê, çawa ku hinek bi nizimî tînin ser ziman, dikim. Berevajî vê, ev eşqa bilindahiya jinê tîne ziman, nirxê bilind ê rêhevaltiya jinê nîşan dide û ez jî piştrast im ku ev nêzîkatiya herî esîl û bilind e. Ez bi vê xwe xwedî îdia û xurt dibînim. Ev hêz dide. Em vê hêzê ji mafdariya wê digirin. Mîna ku di têkoşîna li hember mêtingeriyê de ye, eşkere ye ku ev nêzîkatî jî hêz didin.

Hûn dikarin bibin hevalên baş, hûn ber bi şêwaza me ve direvin. Ev ji bo min bûyereke têkoşînê ye. Eşkere ye ku divê ez bi awayekî afirîner nêzî vê têkoşînê bibim. Ez ê hem bi we re mijûl bibim, hem jî em ê we bikin ku hûn hewl bidin. Hûn ê xweperest nebin. Hûn ê nêzîkatiyên serdestiya zilam li min ferz nekin, dîsa nêzîkatiyên jinane jî ferz nekin. Ev nayê wê wateyê ku em ji hezkirin û coşê bêpar in. Em teqez ne herikîna kevneşopiyan û ne ya sistiyên pergalê ne. Ciddî nêzî bibin. Nêzîkatiya ku rê li rûmeta mirov vedike nêzîkatiya me ye.

Em vê wek nizimî dibînin: «jina vî zilamî, keça wî, ez nizanim çiya wî». Ev peyvên eyb in. Pêşî divê bê gotin «ew jina hêja». Heke teqez dê behsa evîndarekê bê kirin, divê bê gotin «ew jin, ew hebûna nûnera van nirxan». Ev nirxandin bilindtir in. Ez ji hitabkirina kesekî bi bindestkirina li ber yekî din nefret dikim. Di feodalîzma Ereban de ev bi bandortir e. Mînak, bi gotina Ebû, Îbn nav li mirovan tê kirin. Ebûyê filankesî, Îbnê bêvankesî nêzîkatiyeke feodalîzmê ye. Li şûna vê pênaseyên wek «xwedî kesayetî, xwedî hêza serbixwe» pêwîst in. Tercîha me hinekî wisa ye. Di vê de dilsozî, eleqeyeke kûr, nirxdan û hezkirin hene. Ev firehrehendtir, civakî, siyasî û exlaqîtir e. Mimkun e ku mirov bi van awayan bi aliyên cihêreng nêzî pirsgirêkê bibe.

Hûn kirdeyên vê pirsgirêkê ne, divê hûn bi xwe bêne ziman. Tiştê ku ez ê ji we re pêşkêş bikim ewqas e. Hûn jî biafirînin, bigerin, bibînin. Mirovên ku dikarin bibin dost û hevalên we hinekî lêkolîn bikin, şerê vê bidin û xwe nekin dostên erzan. Nehêlin xwe ji bo kesan, ez jî di nav de, bi taybetî ji bo zilaman, ji bo têgihîştina hevjîna erzan û evîna erzan bikin qurban. Rewşên ku we di borî de jiyane û niha dijîn divê we netirsînin. Em mirovên ku bi cesaret nêzî azadiyê dibin in. Nebêjin «di borî de girêk û girêdanên min ên filan hebûn». Em dikarin bi şoreşê her kêliyê van nû bikin. Ev dibe nêzîkatiyeke bedewtir û ya rast jî ev e. Ez ji vê re amade me, ez pê bawer im jî.

Ez hêvî dikim hûn me rast fam dikin. Tiştê ku em ji we dixwazin ew e ku hûn li ku derê bin jî bibin milîtanên jêhatî yên xebateke esîl. Ev ji bo rehetî û berjewendiya kesane nayê kirin. Ev çalakiyeke dîrokî ye, çalakiya şerefê ye, bûyera bilindbûna mirov e. Meylek û nêzîkatiyeke herî kêm bi qasî dînan û ekolên cihêreng ên felsefeyê bi nirx e. Divê hûn bi eleqeyeke ku her ku diçe zêde dibe lêgerîn, vedîtin û prensîba xwe bibînin û çalakiya xwe pêk bînin. Xebateke ku bi qasî nan û avê ji we re pêwîst e jî ev e. Bi sebr bin, lê bi îsrar bin. Li şûna ku hûn xwe vala berdin, bi gavên biçûk pêşveçûn û serketinê esas bigirin, encaman jî biçûk nebînin. Min wisa bawer kir, li ser vê bingehê nêzîkatî nîşan da û gihîştim hin encamên ku ne hêjayî biçûkdîtinê ne. Ez li ser vê bingehê ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.

 

 

4’ê Cotmeha 1993’an